ANALÎZ

Komkirina Hêzên Serbazî yên Emerîkî li Rojhelata Navîn û Sûrîyê, Armanc û Encamên Wê li Ser Sûrîyê û Rojava

Pêşekî

Piştî buhirîna demekê ji sarbûn û vebirînê di navbera Emerîka û Siûdîyê de, nemaze piştî rêkeftina Siûdî – Îranî, vêca em vegereke xurt ya dîplomasî û hêza serbazî ya Emerîkî ji bo Rojhelata Navîn dibînin, di nava vê stratîjîyê de wezîrê derve yê Emerîkî Bilînkîn di navbera 6 heta 8ê Hezîrana 2023ê zayînî, ji bo ku her tişt eşkere bibe, seredana Siûdîyê kir.

Tevî ku ji ber nerazîbûna Siûdîyê ji siyaseta Emerîkayê ya li Rojhelata Navîn, rojnamegerîya Siûdî bi mebest ew seredan piştguh kir, ji bilî ku seredan bi awayekî eşkere, awarte û bi hûrgilîyan têr û tesel bû, pêdivî ye ku her du alî (Emerîkî û Siûdî) li ser gelek kêşeyên nakok gotûbêjê bikin, û bi taybet jî gefên Îranê li ser dewletên Kendava Erebî û Rojhelatê Feratê û nemaze hevkarîya stratîjîk di kêşeyên herêmî û cîhanî de, û kêşeyên duqolî weke hevkarîya aborî û ewlehîyê di navbera her du dewletan de.

Ne tenê wesa, Serok Bayden dixwaze pêşbînîya bûyeran bike, daku rêkeftina rahênanê di navbera Siûdîyê û Îsraîlê de pêk bîne, û heger vê rêkeftinê bidestxîne dibe destkefteke dîrokî û dê nexşeya Rojhelata Navîn biguhere, û bêguman dê alîkarîya Serok di helbijartinên bê de bike.

Hewlên Îranê û Rûsîyayê ji bo derkirina Emerîkayê ji Bakurî Rojhelatê Sûrîyê:

Diyar e, ku di dema dawî de, metirsîyên ji alîyê Rûsya û Îranê ve, û pê re jî metirsîyên ji alîyê milîsên Rêjîmê ve, li Rojhelatê Feratê û li ser hebûna hêzên Emerîkayê zêde bûne, û Emerîka jî dibîne ku Îran, di têkbirina berjewendîyên Emerîkayê de, xwedî dîrokeke dirêj e. Û Emerîka jî dibîne ku Rûsya piştevanîya Îranê di mijara dijminahîya berjewendîyên Emerîkî de dike, her wesa jî protokola hemahengîya ezmanî di navbera her du alîyan de, binpê dike.

Mirov dikare bêje, destdirêjîya milîsên Îranê li dijî baregehên Emerîkî li zevîyên El – Umer û konîko yên betrolê, her wesa bikaranîna firokeyên bê pîlot li dijî hêzên Emerîkayê bi mebesta derkirina wê ji Sûrîyê li gora (vaj û nerîna Rûsya û Îranê û Rêjîma Sûrîyê) diyar bûye.

Di destpêka meha Hezîranê ya buhirî de rojnameya Waşîngton Post raporek belav kir ku gelek belgenameyên veşartî û nehênî vedihewîne behsa pilaneke Îranî dike ku êrîşê bibin ser hêzên Emerîkî li Sûrîyê.

Û di raportekê de ku di malpera Monîtorê de hatîye belavkirin, berpirsekî mezin yê Emrîkî got ku wî hindek nîşaneyên hemahingîya serkirdeyên serbazî yên Rûsî li Sûrîyê bi pasevanê şoreşa Îranê re, ji bo zextê li Emerîkayê bikin û hêzên xwe ji Sûrîyê bikişîne, dîtîye.

Rêvebera Navendî ya karûbarên giştî ya Hêza ezmanî Tîrîz Sulîvan got ku “Balafirên Rûsî ji demeke dirêj ve bi şêweyekî ne ewlehî û ne jî pisoprî, li Sûrîyê dixebitin”

Pirsa girîng ku cîhanê bi xwe ve mijûl dike:

Çi sedemên Emerîkayê hene, ku di vê demê de palpiştkirinên serbazî, bi hezaran hêzên Marînanz û bi dehan helweşîner, keşteyên cengî û helgirên balafiran vediguhêze Rojhelata Navîn û Sûrîyê?.

Bê guman alîyê Emerîkî tenê karî bersiva vê pirsê bide.

Lê mijara şerekî berfireh li dijî Îranê û hevlbend û milîsên wê li Sûrîyê, di bawerîya me de di demeke berçav de ne pêkan e. Srokê Emerîkayê Bayden niha ji ber van sedeman pê ranabe:  

  • Serok nêzîkî helbijartinan e, û ji her demê bêtir jê tê xwestin ku aramîyê bixe rewşa Sûrîyê û Rojhelata Navîn de.
  • Emerîka niha mijûl û têketîyê şerê Rûsya û Ukrayînê ye.
  • Hesabkirina ji metirsîyên Çînê ya ku gefê li ewlehî û berjewendîyên Emerîkayê dixwe, û li gora nerîna wan, ne dûr e jî.

Heger pirsgirêka şerê giştî li dijî Îranê û milîsên wê li Îraqê, Sûrîyê û Libnanê nepêşbînkirî be, vêca ev bihêzkirin, palpiştkirin û ev serbazîkirina artêşên Emerîkî, ji bo çî ye?

Bersivdana vê pirsê jî nehêsan e, lê belê derbarê Îran û destên wê li deverê sînaryoke pêşbînkirî heye, tevî komek ji nameyên rêkirî bo dost, hevalbend û dijminên wê li Rojhelata Navîn:

  • Sînaroya pêşbînkirî derbarê Îranê de: Heger Îran destdirêjîyê li dijî hêzên Emerîkî li Kendavê, Sûrîyê, Îraqê û Rojhelatê Sûrîyê dubare bike, dê Emerîka derbeyên hûrker û jinavbir li Îranê û avahîyên nûklerî bide. Me got ev kar jî ji ber sedemên me li jor gotî, dûrxistî ye. Lê belê jêkirina zendên Îranê û milîsên wê li Sûrîyê û Îraqê, û dibe ku li Libnanê jî dê girîngtirîn nîşanên hêzên Emerîkayê yên komkirî be, ev pirsgirêk girêdayî bû bi bendekî ji bendên rêkeftina guhertina dîlan di navbera Emerîkayê û Îranê de (ya ku berî end rojan pêk hatibû) û li gora vê rêkeftina navborî, Îranê li ser rawestandina lêdana baregehên Emerîkayê li Sûrîyê, Îraqê û Rojhelata Navîn bi yekcar, erê kiribû.

Ya hêjayî bîrxistinê ew e ku eger ne ji siyaseta şerê li ber devê derî ba, ya ku Emerîka bi rêya hêza leşkerî ya pir mezin û keşteyên cengê li dijî Îranê bikaranî bû, Îranê ew rêkeftin wajo nedikir.

  • Nameyên rêkirî ji bo dost, hevlbend û dijminan:

– Derbarê dijmin û hevrikan de:

Emerîka dixwest nameyeke xurt ji Rûsîya re rêbike, ku di hundirê Sûrîyê de pabendîyê bi protokola hemahengîya ezmanî bike, bi mercê ku sînorên van rêkeftinan derbarê Sûrîyê de, binpê neke.

– Derbarê dost û hevalbendan de:

Emerîka xwest ku zextê li dost û hevalbendên xwe yên kevin bike, ku ew bi hevpeymanîya xwe bi wan re pabend e, ew jî bi rêya parastina tanker û barhelgirên petrolê di kendavê re, lewra pêwîst e ew jî  bervçûna lihevhatinê bi Îran û Sûriyê re rawestînin.

Lê Siûdîyê beramberî vê yekê, ji Emerîka dixwaze ku bi maddeya 5 re pabend be, mîna hevpeymaniya NATOyê; tê wê wateyê ku Emerîka her êrîşeke li dijî Siûdî wek êrîşa li dijî Amerîka bibîne.

    Li dawîyê, raporên çapemenî û ragihandinê, guhdana zêde ya Emerîkayê ji rewşa Sûriyê û rojhilatê Firatê re, piştrast dikin.

Zêdekirina berdewam ya leşkerî ya Amerîkayê ji bo ewlekirina sînorên di navbera Sûrîyê û Îraqê de, û piştgirîya wê ya berdewam ji HSDê re, nîşana pabendbûna wê bi hebûna leşkerî û siyasî li herêmê ye, her wiha redkirina wê ji ramana vekişîna bi tevahî re nîşan dide.

Li gorî agahîyan, dibe ku Emerîka herêmeke ewle ku ji sînorê Urdun-Sûrîyê li başûr destpê dike, derbasî herêma El-Tanf heta El-Bûkemal ya li ser sînorê Sûrî – Îraqê li rojhelat û rojhelatê Feratê dibe, heta bi Qamişlo li bakur di paşerojê de, gengaz e. Ev tê wê wateyê ku Emerîka li ser bingeha berfirehkirina bandora xwe li herêmê, xwedî stratejîyeke nû ye.

زر الذهاب إلى الأعلى