ANALÎZ

Tevgerên Rûsî-Îranî yên vê dawîyê li rojhilatê Firatê

Hêzên Rûsî li bakurê û Rojhilatê Sûrîyê pêvajioyên leşkerkirinê didomîne, bi taybetî di nav gelên êlên Ereb de. Ji bo vê yekê jî hêzên Rûsî girêbestan li gel wan girê dide, da ku ciwanên wan  bişîne herêmên Lîbyayê, ew jî bi mebesta parastina bîrên petrolê, piştî ku wan bixin bin komên perwerdehîyê di tîmên leşkerî de, wekî tîma Terteb 152 û tîma Kawkeb li gundewarê Hesekê. Ev pêvajo ji hêla hêzên Rûsî ve, bi rêya torên nûnerên wan ê li ser asta xocehî naskirî ne, weke”Mihemed Hesnawî Cedûh, Elî Mistefa Helûş, Fêsel Azil” tê kirin. van kesên nav bûrî di mehên borî de, nêzî 240 ciwan ji deverên Tilbirek, Qamişlo û gundên derdorê, leşke kirine. Armanc ji vê yekê ew e ku ciwanên herêmê dûrî QSD`ê yan Rêveberîya Xwesr bixin, nehêlin tevlî wan bibin û di navbera pêkhateyên herêmê de nakokî û fitneyekê çêbikin. Hîjayî gotinê ye ku li gorî girêbestê, hêzên Rûsî di berdêla çûna şerê Lîbyayê, dê 100 $ bidin. Paşê zelal bû ku ev gav hewldaneke ji bo lawazkirina Hêzên Sûrîya Demokratîk e. Piştî ku Rûsya van kesan ji Lîbyayê vegerîne deverên wan li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, dê wan bike beşek din ji artîşa Rûsî li Bakurê û Rojhilatê Sûrîyê. Ev tevgerên hêzên Rûsî di demekê de dibin ku rejîma Sûrî alozîyeke aborî ya pir dijwar dikişîne. Ev alozî dihêle ku  hevalbendên wê, nemaze milîsên bi navê “Parastina Niştimanî” tê naskirin yên ku piranîya wan ji êlên erebên herêma Cizîrê ne, tevlî rêxistinên Rûsî bibin.

Jixwe ev tevgerên Rûsî bi tevgerên hêzên Îranî re li herêmê, hevdem bû. Di vê dema dawî de milîsên Îranî hemû liv û tevger xwe yên weke reşkujîya şervanên QSDʹê li gundewarên Dêrazorê, Reqa û Hesekê; veguhest navendên bajaran, da ku li wir armancên xwe pêk bîne.

Bêguman, QSDʹê li hember van kiryaran bêdeng nema. Li gorî agadarîyeke saloxgerî,  di 19.11.2020 de, hêzên dijterorê yên bi ser Hêzên Sûrîya Demokratîkve ve,  pêngaveke ewlehîyê di hundirê bajarê Şedadê de pêk anî, di encamê de şaneyeke bi ser rêjîma Sûrî ve ku ji 4 kesan pêk dihat; hatin desteserkirin.

Li milekî din jî, tevgerên vê dawîyê yên hêzên Îranê ne tenê bi van sînoran bi dawî  bûn, lêbelê hebûna milîsên xwe ya bi navê  “Lîwaya Baqir” tê naskirin; li herêmên Bakurê û Rojhilatê Sûrîyê, xurtir kir. Ev milîs piranîya endamên wê ji êla Begara ya ereb pêk tê. Navenda van milîsan jî bajarê Helebê ye. Lê di vê dema dawî de Ii herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî yên di bin serwerîya rêjîma Sûrî de ne, bi cih bûn. Li gorî daxuyanîyên serokên van mîlîsan, ew dixwazin li herêmê pêngavan li dijî berjewendîyên Emerîka û QSD`ê, pêk bînin. Ev pêngav berdewamîya pirojeya Îranî ye, ya ku di sala 2014`an de li herêmên Reqa û Dêrazorê hate damezrandina ku di wê demê de bi navê “berxwedana gel li herêma rojhilat” dihat naskirin û armanca wê şerê Daişê bû. Bi rastî jî, van mîlîsan li wan deveran bi dehan pêngav li dijî endamên Daişê pêk anîn, lê bandor û rola wan di van salên dawî de pir kêm bû û hişt ku Daiş dîsa dest bi pêngavên xwe li himber wan bike.

Dibe ku berztirîn tişta balê dikişîne, hevkarîya leşkerî ya Rûsî û Îranî ye,  ya di derbarê mijara herêmên Bakurê û Rojhilatê Sûrîyê de ye. Bêguman, di navbera her du alîyan de leza nakokîyan di mehên çûyîn de gihişt asta xwe ya herî bilind. Sedema wê jî, hêzên Îranê  hewldan ku navendên hêzên bingehîn li Sûrîyê desteser bike. hewldana herî balkêş jî, dixwest dest deyne ser efserîya artêşa Sûrî, lê hêzên Rûsî rê li ber xwestkên Îranê girt. ji ber wilo, Îranê hêzên xwe li herêma ku di bin kontirola wê de ye, xurtir kir û bêtir palpiştî da ser ajan û hevalbendan. Îranê bi zanebûn rêxistinên leşkerî li herêmên Dêrazorê, Heleb, Şam û bi taybet li Derʹa, ava kir û berî çend mehan bêtir giranî da hebûna xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, bi taybetî li bajaran. Biryargeh li derdora navendên ewlehî û leşkerî li herêmên Hesekê û Qamişlo vekirin û bi awayekî veşartî xwe weke Milîsên Parastina Niştimanî , Lîwayên Bass û rêxistinên alîkar ên ji bo pêngavên ewlehîyê weke “Bazên Ewlekarîya Leşkerî, piştgirên Ewlekarîya Dewletê, piştgirên Ewlekarîya Hewayî”, tev digire. Ji xwe ev hemû jî bi awayekî rasterast bi saloxgerîya Rûsî ya li paytexta Sûrî Şamê ve girêdayî ye. Lê hêzên Îranê, endam tevlî van rêxistinan kir, ew jî bi armanca ku çavan li ser hebûna wê li herêmê bigire.

Bêguman,  rejîma Sûrî û bi giştî dezgehên leşkerî û ewlehîyê, li herêmê ji bo şerê QSDʹê: nekarin tu hewildanê bikin. Lê tişta ku  hevalbendên rêjîma Sûrî dikarin bikin ew e ku Hêzên Sûrîya Demokrat lawaz bikin û di rêya ajanên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûrî û armancgirtina dezgehên ewlekarîya yên QSD`ê, her wiha belavkirina Fitne, nakokî û perçekirinê bixin navbera pêkhateyên Sûrî. Tevgerên ku di çend hetfteyên borî de li herêmê rûdan yên ku hevalbendên rejîmê pêk anîn; hêzên leşkerî yên li herêmê hêrs dikin. Weke din jî, Rûsya û Îranê gelek hewildanan dikin ku sûdê ji valahîya serokatîyê ya DYE bigire, da ku herêm û baregehên leşkerî yên Hevpeymanîya Navneteweyî, bikin armanc.

زر الذهاب إلى الأعلى