ANALÎZ

Gefa Trikiyeyê û Şewqa Kesk ya Amerîkayê

Gefa Trikiyeyê û Şewqa Kesk ya Amerîkayê

Piştî ku Putin şer li dij Ukrayanyê ragihand, dewletên rojavayî siza li Moskoyê sepandin. Lê van sizayan gelekî bandor li Rûsyayê nekir û nekarîn li ser asta navdewletî Rûsyayê veder bikin; çimkî hin dewlet hene ku di van sizayan de beşdar nabin. Bi ser de zêdetir ev siza bûne sedema nakokî û neliheviyê di navbera dewletên Yekîtiya Ewropayê bi xwe de ku nelihevî li ser wê çendê bû ka sizayên li ser Moskoyê bi kêr tên yan na ku dibe ku ev mijar bandorê li şerê di navbera dewletên rojavayî û Rûsyayê de li Ukraynayê bike. Lewra Amerîkayê dest bi guvaşa li ser rêxistina OPEC û bi taybet dewletên Kendavê kir da ku helberîna petrolê zêde bikin û bi vî rengî li ser asta cîhanê bihayê pertolê dakeve û rêyên nû ji bo veguhastina gazê ji bo Ewropayê werin dîtin; çi bi rêya bakurê Afrîkayê yan jî bi rêya Rojhilata Navîn. Dibe ku ji ber cihê wê yê ciyosiyasyî yê ku dihêle ku sizayên dewletên rojavayî li ser Rûsyayê bikêrhatîtir bibin, Tirkiye roleke sereke bilîze ku dikare bibe weke korîdorekê ji bo veguhastina gazê ji bo Ewropayê. Ji ber vê gavê Tirkiye dest bi sûdgirtina ji şerê Rûsya û Ukraynayê kir da ku çavbirçîtiya xwe li Sûriyeyê têr bike. Yek ji armancên Tirkiyeyê ew e ku erêkirineke navdewletî bi dest bixe ji bo ku prosesên bicihkirina biyaniyan li bakurê Sûriyeyê “Zinara Reş” bi bihaneya vegerandina milyon koçberî li ser hesabê xelkê deverê bi cih bîne, her wiha erêkirina dewletên rojavayî li ser êrîşeke nû li dij bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi dest xwe ve bîne. Ev xal hemû beşek in ji pilana wê ya dagirkerî “Peymana Millî” li Sûriyeyê.

Dibe ku rakirina sizayên Sîzerê ji ser deverên Rêveberiya Xweser ji aliyê Amerîkayê ve di vê demê de gava yekem be ji bo avakirina rêya veguhastina gaz û petrolê ji başûrê Kurdistanê û deverên Rêveberiya Xweser di bakurê Sûriyeyê û Tirkiyeyê re ber bi Ewropayê ve. Heke ev mijar kete warê bicihanînê, dê Tirkiye, Rûsya û Îran li hember wê rawestin; çimkî gaveke wiha dê rengekî serxwebûna aborî bide Rêveberiya Xweser û dibe ku li dawîyê danpêdaneke siyasî bi dest bixe. Her wiha heta ku Tirkiye erêkirinê li ser kontrolkirina bakurê Sûriyeyê bi kurahiya 30 km bi dest nexe, rê nade ku gaz û petrola deverê di erda wê re derbas bibe. Li aliyekî din dibe ku armanca Amerîkayê ji rakirina sizayan ji ser deverê û rêdana bi kompanyên biyanî ji bo veberhênana li deverê ew be ku Tirkiye ber bi gevlêxwarina li deverê dehf bide da ku bikeve rûyê Rûsyayê. Çimkî Tirkiye dest bi lev û tevgerê kiriye da ku rê li pêş pêşketina aboriyê li deverê bigire, ew jî bi rêya êrîşên bi rêya dronan û zêdekirina bombebarankirinê da ku rê li pêş hatina kompaniyên biyanî li deverên Rêveberiya Xweser bigire. Her wiha Tirkiye sûdê ji daxwaza tevlêbûna Finlenda û Swêdê li Natoyê digire da ku rewatiyeke navdewletî ji bo mêtengehên xwe li bakurê Sûriyeyê “Zinara Reş”, her wiha erêkirina dewletên rojavayî ji bo êrîşeke nû bi ser deverên Rêveberiya Xweser de qezenc bike. Ji ber pêdiviya dewletên rojavayî bi Tirkiyeyê ji bo şerê wan bi Rûsyayê re li Ukrayanayê, dibe ku erêkirinê bidin Tirkiyeyê û Ardogan jî li gor vê baweriyê tev digere ku li ser televizyonê got: “Me amadekariyên xwe kirin û pilana operasyonê danî û nerîn û fermanên pêwîst dan”, her wiha bi ser ve zêde kir ku dibe ku êrîş “di nêzîktirîn dem de, îro yan sibe” dest bike. Axifitina xwe dewam kir: “Em ê vê operasyonê li erdê û ji ezmanan pêk bînin” û amaje pê kir ku dê êrîş li Rojhilatê Feratê be. Dibe ku erêkirina Amerîkayê di vê demê de hemû deverên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û bi kurahiya 30 km tevnegire, lê li ser hin deverên destnîşankirî be li derveyî kontrola wê ji bo ku Tirkiye razî bibe û nakokî di navbera Tirkiye û Rûsyayê de çêbin. Lewra dibe ku devera di navbera Girê Spî û Cerabilsê de anku Kobanê were armancgirtin da ku deverên ku Tirkiyeyê ew dagir kirine Serê Kaniyê û Girê Spî deverên rêxistina bi navê Diri el-Furat bi hev ve girê bide. Ev dever piştî vekişîna dawî ya Amerîkayê sala 2019an di destê Rûsyayê de ye. Gelo dê Rûsya bi berdêla ku misgor bibe ku Tirkiye nakeve şerê Ukrayanayê yan herî kêm di şerê delwetên rojavayî û Rûsyayê de bêalî bimîne, rê bide Tirkiyeyê ku êrîşeke nû pêk bîne? Yan gelo dê wê devera armancgirtî bi hin deveran li başûrê Idlibê “rêya M4” ya ku ji Seraqib diçe Erîha û Cisireşixûrê biguhere? Yan jî Rûsya dê rê li Tirkiyeyê bigire ku operasyoneke leşerî nû pêk bîne, çimkî Tirkiye endama Natoyê ye û deverên di destê Tirkiyeyê de bi rengekî girêdayî dewletên rojavayî ne. Halê hazir armanca Rûsyayê ew e ku têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re biparêze û nehêle ku dewletên rojavayî bandorê li vê têkiliyê bikin da ku bi vê yekê bandoreke neyînî li kirîza Ukraynayê nebe.

Di vê çarçoveyê de dibe ku Amerîka şewqa kesek bide Tirkiyeyê da ku êrîşeke nû li dij bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne, lê ev erêkirin dê girêdayî kirîza Ukraynayê û têkiliya Tirkiyeyê bi Rûsyayê re be; çimkî Amerîka û dewletên Ewropayê heta niha nekarîne bi rêya sizayan Rûsyayê rawestînin. Lewra pêwîst e dewletên rojavayî di şerê siyasî û aborîyî de yê bi Rûsyayê re, Tirkiyeyê bibin rexê xwe. Rûsya dizane ku Tirkiye nikare ji bin siha dewletên rojavayî derkeve û nikare demek dirêj li hember kirîza Ukrayanyê bêalî bimîne bi taybet ku Tirkiye di milê leşkerî de piştgiriya Ukraynayê dike ku wê bi dironan bar dike û heke Tirkiye deverine din dagir bike, dê di paşerojê de nakokî di navbera wan de rû bidin. Lewra Rûsya li pêş du bijardeyan e; yan deverekê bi deverekê bide yan QSDê neçar bike ku rê bide Rêjîma Sûriyeyê ku vegere bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi bihaneyea ku ev gav dê rê li Tirkiyeyê bigire ku êrîşê pêk bîne. Yan jî heta siyaseta Trikiyeyê li hember kirîza Ukraynayê zelal nebe, rê nade ku Tirkiye deverine din dagir bike û dê bi rêya bombebarankirina hin cihan vê nameya vişartî bigihîne Tirkiyeyê.

Dawî jî, bi her halî dever li ber gafên Tirkiyeyê ye yan jî li pêş metirsiya alûgoriyê ye; ev jî li ser hesabê gelên deverê ku hemû jî girêdayî armac û berjewendiyên dewletên mezin e. Take çare jî ew e ku refên niştimanî bi yek bibin û berxwedaniyê li hember çavbirçîtiya Tirkiyeyê bikin û bi biryar li dij Zinara Reş rawestin ya ku Tirkiye dixwaze wê ava bike û berfireh bike. Da ku bi rêya vê berxwedaniyê rê li pêş koçkirina xelkê deverê were girtin û bobelata ku li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê piştî êrîşa Tirkiyeyê rûdayî, dubare nebe.

زر الذهاب إلى الأعلى