Berîya her tiştî pêwist e em bizanibin ku bingeha nêzîkatîyên dewletên serdest li pirsgirêkên di Rojhilatê Navîn de, berjewendîn e. Mijarên weke mafên mirovan, netewe, demoqrasî, aştî û hwd, pir cihê xwe di hişmendî wan de cih nagirin, bi tenê weke buhane, amûr û alavên ji bo pêkanîna berjewndîyên xwe bi kar tînin. Pergal sermayedar ku navenda wê li Ewrûpayê hatiye avakiri û di roja îro de Emerîka nûnertîya wê dike, ji bo ku xwe li ser lingan bigire û berdewam bike, pêwistîya wê bi xwînê heye, her dem pêwîstîya wê bi xwîneke nûye ye ku çavkanîya xwînê jî parzemîna Asîya, Efrîkîya û Emrîka Latînî ye, lewra her dem di van herêman de pêwist e kirîz, şer, birçîbûn û nakokî hebin, her dem di nava qeyranan de bin û pêwîstîya xwe bi Emerîka û koma dewletên sermayedar yên serdest hebin ku destwerdanê di rewşên wan de bikin û di bin navê mafên mirovan, wekhevî, aştî û hwd de xwîna van herêman bimijin û li ser wê xwînê jîyana xwe berdewam bikin. Li gor berjewendî, piroje û pilanên xwe yên parvekirin, desteserkirin û berhemînana binerd û sererda welatan, dewletên serdest têgînên weke demokratî, mafên mirovan, mafên neteweyan, aştî û şeran dixin meriyetê. Sermayedarîtî du şerên giran di nava 100 salî de, şerê cîhanê yê yekem û duyem pêk anîne ku zêdeyî 100 milyon mirov ji pilanên xwe re kirine qurbanî û di dema îro de jî şerekî bê serûber dane meşandin ku weke her du şerên cîhanê jî nabe, lê di heman demê de dijwartire jî, ew jî şerê cîhanê yê sêyemîn e, em di nav de jîyan dikin bêyî ku rasteraste ragihînin, lê li dar e. Ev şer jî, şerê ji nû ve xwe jîyankirina sermayedarîtîyê ye, dîsa jî xwîneke nû dixwaze û ji bo bidestxistina vê xwînê dubare; di serî de Rojhilatê Navîn, Efrîqîya û Emerîka Latînî çavkanîn e, bê guman em jibîr nekin jî ku di van şeran de carcaran ajdehayên sermayedarîtîyê hevûdû jî dixwin. Hingê jî dema em pêşketin, tevlihevî, hevrakêşandin û şerên ku di Rojhilatê Navîn de rû didin bînin ziman, pêwist e em rewşên li jorê jibîr nekin, em neyên xapandin, bi daxuyanî, helwest, komcivîn û pêşnîyazên ku mafan, êşa civakan û zehmetîya rewşa gelan tînin ziman, lê belê em baş paşperdeya wan bixwînin û bighêjin xwendineke rast ji rewşa di Rojhilatê Navîn de û em karibin bersiva pirsên weke; di Rojhilatê Navîn de çi dibe? Çi piroje têne meşandin? Cihê doza kurdî bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûrîyê di nava van pirojeyan de çi ye? bidin.
Ji bo dayîna van bersivan naskirina rewşa Rojhilatê Navîn û beramberîya pirojeyên herêmî û navneteweyî pir giring e, her wiha nêrîna li doza kurdî û pêşketinên di dewletên ku Kurdistan parve kirine.
TEVLIHEVÎYA NÊRÎNÊN LI SER SAZKIRINA ROJHILATÊ NAVÎN
Sîyaset derbirîneke komîserhevkiriye ji aborîyê re ye, di bin çi navî de dibe bela bibe, sedemên sereke ji şer, pevçûn û dagerkerîyan re aborî ye, lewra di pêşxistina pirojeyên sazkirina cîhanê de, armanca sereke ya hêzên serdest ew e ku parvekirin û desteserkirina li ser aborîya cîhanê misoger bikin, di Rojhilatê Navînde jî ku herêmeke pir stratîcîke, kî destê xwe deyne ser, dikare cîhanê jî serdest bike, pir piroje li ser hatine dayîn û bûye qada ku li ser wê hevrakêşandin û beramberîya hêzên serdest û herêmî di asteke bilind de ye. Ji bo bidestxistina çavkanîyên wize, dergehên bazarganîyê û misogerkirina ewelhî û parastina wan, hêzên serdest çi dema dikevin xetimandinê de xwe hewcedarî ji nûve sazkirina cîhanê û di nav de jî sazkirina Rojhilatê Navîn dibînin.
Bi vê armancê di derbarê Rojhilatê Navîn de, pir piroje hene, hin navneteweyî ne û hin jî herêmî ne, lê di asta giştî de ji hev ne cûda ne, beramberîya van pirojeyan gihiştiye asteke bilind, ketiye dema xwespandinê û dîyarkirina gelo kî serwerîya Rojhilatê Navîn dike an jî wê bike?
Pirojeya Çînê:
Emerîka li himber Çînê pir hesaban dike, weke hêzeke aborî pir li pêş dikeve û Rojhlatê Navîn jê re bûye qadeke giring, bi taybet dewletên kendava Îranî (erebî) û pirojeyên aborî, bazirganîya wizeyê û hevbendîyên aborî ava dike, lê ev rewş û tevî berjewendîyên Çînê yên mezin di Rojhilatê Navîn de jî, Çîn di alîyê leşkerî û destwerdana di pirsgirêkan de, pir baldar e û naxwaze bi Emerîka re têkeve pêşbirka sepandina hêzdarîyê, lewra pir bandora Çînê ne dîyar e û bêdeng tev digere, lêbelê Emerîka bi xweşbînî li van tevgerên Çînê nanere û hest dike ku Çîn hêzdarîya xwe di herêmên hêzdarîya Emerîka de disepîne, bi taybet piştî dîyarbûna nezelalîya sîyaseta Emerîka di herêmê de û lawazîya kontrola wê li ser herêmê, Çîn ji 2004 bi lidarxistina rêforma hevkarîya Çînî-Erebî re xwe pir berdaye herêmê, lê di milê aborî, berhemînan, avakirin û bazirganîya wizeyê de, di heman demê de jî zêdeyî 21 dewletên erebî cihê xwe di nava pûşxerîya ( kember û rê) de girtine. Ev kember û rê li ser bingeha rêya hevrmêşê hatiye dayîn û sê parzemînan Efrîkîya, Asîya , Ewrûpa di nava xwe de dihewîne, bi rîyên deryayî û bejahî, bê guman tevlêbûna hevalbendên Emerîka divê pirojeyê de ne cihê rehetîya Emerîka ye û li himber wê jî pirojeyan dide pêş ku vala derxîne, lê belê weke din tu hewldanên Çînê ku xwe weke navend li şûna Emerîka bibîne tuneye û di heman demê de naxwaze yeknavend jî rêveberîya cîhanê bike, lewra di dema ku Emerîka Çînê weke beramberekî serke dibîne, li himber wê di Rojhilatê Navîn de pirojeyên vala derxistina pirojeyên wê dide meşandin û Rojhilatê Navîn weke cihê hêzdarîya xwe dibîne ku ne gengaz e ku dest jê berde ji Çînê re, Çîn tevlî nava pirsgirêkên Rojhilatê Navîn nabe û bi rêya berhemînan, aborî, têkilî û bazerganîyê szakirina Rojhilatê Navîn dibîne.
Pirojeya Rûsî: Rûsîya piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê û derbasbûna hin dewletên ku ji yekîtîyê cûdabûne, di nava têkilî û nêzîkatîyên ji Emerîka re, ji sîyaseta xweparastinê derbasî sîyaseta îrîşkirinê bûye, xwe weke navendekî nîşan daye û li berjewendîyên xwe yên neteweyî gerîyaye, bêyî ku guh bide berdekên gengaz ji Nato û Emerîka, lewra Rojhilatê Navîn ji Rûsîyayê re herêmeke stratîcîk e; bi taybet peravên derîya Spî ( ava gerim ), lewra derbasî nava şerê di Sûrîyê de bûye û baregehên xwe jî avakiriye; bi taybet li ser derîya Spî (Himêmîm) û derbasî şerekî berfireh bi Ukrayînyayê re bûye, ji bo dûrxistina metirsîya Nato ji ser sînorê xwe, di Rojhilatê Navîn de Rûsîya sîyaseta neguherandina pergalên heyî û dayîna têkilî û peymanên aborî û sîyasî daye meşandin, lewra ji hêla gelek dewletên Rojhilatê Navîn, Rûsîya cihê rehetîyê ye û tevî tevgera leşkerî ya Rûsîya di hin herêman de weke Lîbîya û Sûrî û bandorkirina sîyasî di hin herêman de, lê belê nikare li himber Emerîka di Rojhilatê Navîn de bibe navendeke ku karibe hêzbûna Emerîka di herêmê de lawaz bike, rast e pir dostanî di herêmê de daniye, lê belê li ser hesabê nezelalîya sîyaseta Emerîka di Rojhilatê Navîn de bû, êdî ne gihiştiye asta ku gefan li Emerîka bixe, ji bilî ku bi rêya Îran, Tirkîyê Sûrîyê re hin astengî ji Emerîka re peyda kirine, her wiha di asta cîhanî de jî, Rûsîya pirojeya aborî ya bi navê BRIC di 2009 de ku Çîn, Hindistan û Berazîl tev li Rûsîya civîyane û di 2010 binavê BRICS hatiye nasîn, ew jî piştî tevlêbûna başûrê Eferîqîya di nav de, bi armanca şikandina desthilatdarîya aborî ya koma bi navê koma7 ( Emerîka, Frensa, Birîtanîya, Keneda, Japonya, Almnîya û Îtalîya ku tevî yekîtîya Ewrûpayê bi navê koma 8 tê bi nav kirin.
Pirojeya Emerîka: Rojhilatê Navîn tevî sîyaseta Emerîka ya nezelal di derbarê wê de jî , lê belê herêmeke cihê hêzdarîya Emerîkayê ye û dest jê nayê berdan, rast e pir axaftin hene ku Emerîka sîyaseta destwerdana di herêman de kêm bike an jî li hundirê xwe vegere heye, lê nayê wateya ku dê cihê hêzdarîya xwe ji Rûsîya, Tirkîyê, Îran û Çînê re berde, lewra ji nava pirojeyên li ser Rojhilatê Navîn ku Emerîka hêzdarîya xwe berdewam bike, pirojeyên weke Rojhilatê Navîn ya mezin û Rojhilatê Navîn ya nû, sînorên xwînê pir ketine rojevê ku di asta giştî de heman piroje ne bi navine cûda cûda û di demine cûda de hatine bilêvkirin. Taybetmendiyeke Emerîka ew e ku pirê caran bêdeng pirojeyên xwe dixe meriyetê bêyî ku li dora wê qerebalixê bike, lewra ta roja îro ev piroje cihê gumana ne, gelo dibe an nabe? Piroje guhertina pergalên Rojhilatê Navîn e an jî guhertina sînora ne? Desthilatîya aborî ye an jî leşkerî û sîyasî ye? Bi çi şêwazî be, lê bê guman tê meşandin û em teyisandina wê li ser herêmê û Rojhilatê Navîn bigiştî jîyan dikin, anku guhertin hene, lê ber bi ku ve diçin ne dîyar e ؟
Pirojeya Ewrûpayê: Di nava her du şerên cîhanî yên yekem û duyem de, Ewrûpa weke karîgerekî serekebû di sazkirina Rojhilatê Navîn de, bi taybet Frensa û Ingiltera ku di encamê de du dozên herî dijwar ,bê çareserî di Rojhilatê Navîn de hiştine, ew jî doza kurdî û doza filestînî ne, jixwe her du doz jî bûne sedemeke sereke ji nearamî û tevlihevîya di Rojhilatê Navîn de, piştî şerê cîhanê yê duyem û derhatina Sovyêtê û Emerîka weke du navendên bi hêz, Ewrûpa hatiye girêdan bi Emerîkayê ve û di bin sîwana Natoyê de piranîya dewletên Ewrûpayî hatine bicihkirin, bandora wê li Rojhilatê Navîn lawaz bûye û şûna wê Emerîka girtiye, anku stratîcîya ([1]) Ewrûpa di sazkirina Rojhilatê Navîn de ne zelal e, bê helwesteke dîyare û di çarçova sîyaseta Emerîka de bêtir tev digere, bi taybet piştî derketina Birîtanîya ji nava Yekîtîya Ewrûpayê.
DEWLETÊN HERÊMÎ Û ROJHILATÊ NAVÎN
Em dikarin bêjin ku dewletên herêmî yên xwedî piroje û bi bandor Îran, Tirkî û Israîl in, her sih dewlet jî di çarçova pirojeyên navneteweyî de him xwedî pirojeyên taybet in û him jî di nava wan pirojeyan de hebvbeş in, lewra heger em li tevgera van dewletan binerin, em ê bibînin ku li ser du astan tevgerê dikin; asteke navneteweyî û asteke herêmî, tevgerkirina di asta herêmî de ji ber rewşên hundirîn carcaran nakokîyê bi asta navneteweyî re dike, hingê jî em dibînin tevî ku ev dewletên herêmî di nava hevpeyman û hevalbendîya bi hêzên navnetewey îre ne jî û pirojeyên wan dipejirînin, lê belê bi hevalbend û hevpeymanên xwe re dikevin nava nakokîyan de, ew jî ji ber rewşên hundirîn yên van dewletan û pirsgirêkên wan yên herêmî û hundirîn ku bi asta navneteweyî re nabin yek, mînakên vî tiştî jî di sîyasetên Israîl , Îran û Tirkîyê de zelal dibin.
Jixwe Tirkî weke dewleta duyem a bi hêz di Nato de ye û ji xweber ve dijberê Îran, Rûsîya û Çînê ye, lê belê di dema ku bi Emerîka re tev digere û nikare ji bin sîwana Natoyê derkeve, her wiha neçr e li gor sîyaseta wê tev bigere, em dibînin ku di gelek mijaran de bi wan re bi nakok e, di bin sîwana Ntoyê de dixwaze pirojeya xwe ya bi navê welatê şîn, osmanîya nûjen û mîsaqa milî pêk bîne, ji bo pêkanîna van pirojeyan, bi Rûsîya re, Îran û komikên sawkar re jî hevsengîyê dike, li alîkî hevbeşê Nato ye û li alîkî din jî bi dijberên Nato re tev digere, lewra him nikare heta dawî pirojeyên xwe bibe serî û ne jî heta dawî dikare bi pirojeyên Emerîka û Nato re hevseng be, êdî heger em li tevgerkirina Tirkîyê di Rojhilatê Navîn de binerin, em ê bibînin ku li Sûrîyê, Lîbîya, Nagornîkerbax, Efrîkîya, Iraq û hwd, tevlihevîyeke mezin peyda kiriye, jixwe ev jî di rajeya (xizmet) pirojeya Rojhilatê Navîn de ye. Çimkî ne gengaz e ku bi tena serê xwe û ji xweber ve bêyî Emerîka û Nato van zêdegavîyan bike, lê tersî wan jî pir gavan davêje ku li himber doza kurdî û bazaran bi Nato û Emerîka redike, ew jî di bin gefa (yan ez û yan kurd ) de! Êdî di vê derbarê de ji Emerîkayê li himber kurdan pir xwe daxistiye, di heman demê de jî rastî cezayan hatiye. Em dizanin ku li himber Rûsîyayê û di bin pêşengtîya Emeîka de, Nato di nava şerê cîhanê yê sêyem de ye û ji bo biserxistina vî şerî, naxwaze hevsengîya bi Tirkîyê re ta dawî xera bibe, Tirkî jî baş vê mijarê ji hev derdixe, lewra giranîya xwe hemî dixe meriyetê de ku di nava Rojhilatê Navîn ya nû de çareserkirin û deskeftî ji doza kurdî re nebin. Ji Emerîka bidawîkirina alîkarîya bi HSD re dixwaze, ji Rûsîya lihevkirina bi rêjîma şamê û şerekî hevbeş li himber HSD dixwaze û ji Îran û Iraqê hevalbendîyê li himber PKK û HSD dixwaze, em dikarin bêjin ku di metirsîya ji doza kurdî de hebûn û nebûna Tirkîyê ketiye bazaran de û bi demê re Tirkî bûye dewleteke li ber ketinê, paşguhkirî û jê nebawer, him ji hêla Emerîka ve û him jî ji hêla Rûsîya û Îran ve, her wiha ji hêla dewletên Erebî û Israîlê ve, êdî di vê çarçoveyê de, ketiye nava guman û metirsîya ku her kes li ser wê pilanan dike, lê di rastîyê de ew nasnameya xwe winda dike, metirsîya ji doza kurdî hiştiye ku Tirkîyê di nava hemî pirojeyên herêmî û navneteweyî de lêgerînê bike û li cihekî xwe di nav de bigere, bi tenê ji bo tunekirina doza kurdî di her çar perçeyên Kurdistanê de û bi taybet di Bakur û Rojavayê Kurdistanê de. jixwe dîyar e ku bi vî şêwazî dê nikaribe bi hemî alîyan re berdewam bike û ji hemî alîyan ve wê hesab jê we re xwestin û şaneyên wê jî di nava şerê Israîl û Hemasê de dîyar dibin ku Tirkîyê giranîya xwe li ba hemî alîyan wenda kiriye.
Ji alîyê din ve, Îran di nava pirojeyên Rûsîya û Çînê de hevbeş e, dixwaze cîhaneke pir navend û pergalên navendî neyên guhertin, di heman demê de jî xwedî pirojeya xwe ya taybete û li gor rewşên xwe yên hundirîn, hewldana dûrxistina metirsîyan ji ser sînorê xwe dike, êdî di bin navê şerê li himber Israîlê û desthilatdarîya Emerîka de, komikên xwe li Iraq, Sûrîyê, Libnan, Filestîn û Yemenê ava kiriye, ew jî di bin navê (tewareya berxweanê) de, ta asteke baş bi Rûsîya re di derbarê parastina ferwerên navendî de bê nakok e, lê belê pirojeya wê ya taybet dibe nakok, çimkî hêzdarîya Rûsîya li Sûrîyê lawaz dike, her wiha bi Tirkîyê, Israîl û Emerîka re, lê di milekî din de ku doza kurdî li Îrande jî heye, dihêle ku bi Tirkîyê re di hin mijaran de li hev bikin û bi hev re tev bigerin, mîna hevpeymanên Iraqê bi Tirkîyê re ku bêyî erêkirina Îran ne gengaz e ku Iraq wiha bi hêsanî peymanên Ewlehî û bazerganîyê bi Tirkîyê re mor bike, her wiha bêdengîya wê li ser êrîşên Tirkîyê li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, lê piştî êrîşa Israîl li ser Hemas û Hizbûlahê re û lawzketina baskên wê, Îran ketiye rewşeke xweparastinê û lawaz dibe, pirojeya wê ya kevana şîî lêdanên giran dixwe ku bi hatina serokê Emerîka yê nû (Tramp) re, pir hesaban dike û di wê metirsîyê de ye ku bi tena xwe li himber Emerîka, Nato û Israîlê bimîne, lewra sîyaseteke pir bi hesab daye meşandin.
Weke Israîl di nava tevaya demên borî de, li ser serhildanên ku bi navê buhara Ereban hatiye pênasekirin de, xwe bê alî û bêdeng nîşan daye, di demekê de ku Îran û Tirkî ketibûn nava lezûbeza bidesxistina hêzdarî û herêman de, bi êrîşa 7 pûşberê ya Hemasê li ser wê re, Israîl pêşengtîya guhertina Rojhilatê Navîn spart xwe, yek ji sedemên vê spartinê jî têk çûna Tirkîyê di pêşengtîya pirojeya guhertina Rojhilatê Navîn de ku di bin navê islama nermde bû, her wiha pêşxistin, bihêzkirin û piştgirîya Tirkîyê ji komikên tundrew re bi armanca avakirina pirojeya osmanîya nûjen, welatê şîn û mîsaqa milî li ser hesabê pirojeya navneteweyî ya Rojhiatê Navîn ya nû û têkilîyên Tirkîyê yên tevlihev bi Îran, Rûsîya û dijberên Israîl û Emerîka re bû. Pirojeya Israîlê pirojeya Emerîka û Natoyê ye, lê ji ber rewşên hundirîn jî tunekirina doza filestînî kiriye armanceke sereke, her wiha baskokirina Îranê di herêmê de û rakirina metirsîya ji komikên islamî yên sunî ji derdora xwe ku Tirkîyê jî karîgerekî van tevgeran e, bêguman tevgera Israîlê di pêkanîna Rojhilatê Navîn ya nû de, tersî pirojeya Tirkîyê tê, lewra Em dibînin bê çawa Tirkîyê dike bar bar û mirovatîyê, mafên mirovan û terora Israîlê dike tîne ziman, metirsîya wê ew e ku Îran û baskên wê lewaz bibin, her wiha pêşdeçûna Israîlê bibe sedem ku kurd bihêz bibin û di nava sînorê Tirkîyê de jî buhareke gelan rû bide, lewra Tirkîyê dibêje ku Israîl çavê wê li Enadolê ye, mebesta wî jî ku kurdan weke çeteyên Israîlê bide nîşandan. Tirkîyê hest dike ku tirêna guhertinê dimeşe û çi astengî li pêşîyê hebin dê rake û xwe jî weke astengekî dibîne, lewra bi qurnazî biratîya kurd û tirkan tîne ziman û bi tenê dixwaze bide erêkirin ku pirsa kurdî tune ye û pirs pirsa sawkarîyê ye an jî PKK ye û ew jî ji pilanên Israîl û Emerîkayê ye, tevgera Israîlê, hiştiye ku Tirkîyê eşkere metirsîyên xwe bîne ziman û bêje hebûn û nebûna min doza kurdî ye, lê çawa nêzîkî vê dozê bibe ku xwe ji tirêna guhertinan biparêze, ketiye nava sîyaseteke tevlihev.
ÇI LI ROJHILATÊ NAVÎN DIBE, KURD LI KU DERÊ NE?
Di nava pirojeyên navneteweyî û herêmî yên di Rojhilatê Navîn de, peydakirina hevsengîyê pir zor e, lewra hevalbendên hev li himber tev digerin û di heman demê de jî ta dawî naxwazin hevalbendîya xwe xera bikin, Îran û Rûsîya li himber Nato û Emerîkayê di heman enîyê de ne, lê belê berjewendîyên wan di heman herêman de hevûdû nagrin, mîna di Sûrîyê de ku pir belge destnîşan dikin ku di gelek mijaran de Rûsya û Îran li himber hev pilana dikin, di nava şerê dawî yê di navbera Israîl û Hemasê de û tevgera Israîlê ji bo derbiderkirina Îran ji herêm û Sûrîyê, tu helwestên dijber ji Rûsîya derneketin, tersî wê hewldana ku xwe di herêmên hêzdarîya Îranê de xwe bi cih bike û dûrxistina rêjîma Sûrîyê ji Îranê jî, di xizmeta xwe de dîtiye, ev nayê wateya ku dê ne hevalbendên hev bin jî, çimkî piştgirîya Îran ji Rûsîya re di şerê Ukrayînyayê de berdewam e û di asta navneteweyî û hin mijarên herêmî de, piştgirîya Rûsîya jî ji Îran re berdewam e, ta dawî Rûsîya dest ji Îran bernade. Di Sûrîyê de Rûsîya lawazbûna Îranê di xizmeta xwe de dibîne ku li şûna hêzdarîya wê deskeftîyên xwe mayinde bike û dikare bi Israîlê re jî li hev bike, bi taybet heger rêjîma sûrîyê di şerê heyî de yê Israîl û Îranê de, bê alî bimîne.
Tirkîyê mînaka duyem e ku yek ji dewletên Natoyê ye, di Rojhilatê Navîn de hevalbendê Israîlê yê yekeyem e, her wiha ew û Israîl ji xweber ve hevalbendên Emerîka û Nato ne, lê belê heger di asta giştî de hevalbend in lê di Rojhialatê Navîn de dikevin nava nakokîyan de, çawa ku Îran û Israîl li ser desthilatdarîya Rojhilatê Navîn de di nava nakokîyan de ne, her wiha bi Tirkîyê re jî ketiye nava wan nakokîyan, nakokîyên desthilatdarî û birêvebirina Rojhilatê Navîn . xweberfiehkirina Israîl û lawazkirina girûpên bi ser Îranê ve, di encamê de wê Îran jî lawaz bibe û têkeve ber armancgirtina Israîlê ku gengaz e bibe sedema jihevketina an jî lawzkirineke mezin ji Îranê re ku Israîl bi hêsanî pirojeya xwe ya Rojhilatê Navîn ya nû pêk bîne, weke ku serokwezîrê Israîlê Binyemîn Nitinyaho nexşeya wê nîşan dabû ku di çarçova pirojeya xeta bazerganî ya di navbera Hindistan, Kendava Îranî, Israîl û Ewrûpayê de ye, bê guman ev pêşketinên ku bibin, Tirkî hest dike ku Israîl tu bandor û rolê ji Tirkîyê re nahêle û hêzdarîya wê vedikişe bi paş de, her wiha hest dike ku wê ji guhertinan wê cûda nemîne, ji ber biserneketina Tirkîyê di pêşengtîya guhertina Rojhilatê Navîn de û tevgera wê li tersî pirojeya islama nerim ku Emerîka spartibûyê û li şûna wê pirojeyê osmanîya nûjen, welatê şîn û mîsaqa milî daye pêş û piştgirîya hemî komikên sawkar kiriye, pirojeya Rojhilatê Navîn ya nû ya Emerîkayê asteng kiriye û çendîn ku bangeşe be jî, asta piştgirîya bi Hemas û Îranê re bilind kiriye, hest dike ku guhertina Rojhilatê Navîn li Israîlê hatiye spartin. Tirkîyê hest dike ku wê hesab jê were xwestin, bi taybet piştî ku Israîlê pir doza kurdî anî ziman û tawanbarkirina Tirkîyê bi qirkirin û binpêkirina mafê gelê kurd di Bakur ê, Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, ew van axaftinên Israîlê bi tenê yên Israîlê naxwîne, ew wan weke helwesta Emerîka û Natoyê jî dibîne. Îran tê şikandin û şikandina Tirkîyê jî weke ku rayedarên Tirkîy jî gumanan dikin, ne dûre, ji ber heger Israîl Rojhilatê Navîn weke ku ew dixwaze were sazkirin, pêwist e tu hêz an jî dewletên bi hêz li kêleka wê tune bin, bi taybet Tirkîyê ku hemî hewldan kirine û dike ku di Rojhilatê Navîn de ew hêzeke sereke be, jixwe ev wê nekeve rajeya ([2]) Israîlê.
Tevî neliserhevîya Tevgera Kurdî û nakokîyên heyî di nava tevgerên wê de jî, lê belê kurd karîgereke ku ji guhertinê re amade ne, dikarin li ser asta Rojhilatê Navîn xwedî bandoreke mezin bin, bi taybet ku weke gel û erdnîgarî di nava çar dewletan de belav in, lewra bidestxistina kurdan ji alîyê çi hêz û çi dewletê be, dikare pir pirojeyan di Rojhilatê Navîn de pêk bîne, bi taybet pirojeyeke weke pirojeya Rojhilatê Navîn ya nû ku bêyî berçavgiritina doza kurdî, dê ne gengaz be bi hêsanî bi ser bikeve, lewra di nava guhertina Rojhilatê Navîn de, kurd jî karîgereke pir giring in, Tirkîyê jî van hesaban dike, lewra barbara rayedarên Tirk ku dibêjin wê Israîl Anadolê dagir bike, ji xwe vî tiştî jî bi du mebestan dibêjin, yek ew e ku ji dil di wê tirsê de ne ku li ser Tirkîyê pirojeya guhertinê heye û karîgerê bingehîn yê guhertinê jî kurd in, ya din jî ew e ku piştgirîya nijadperest û islamîyên hundirê Tirkîyê û cîhana îslamî bigire, bi buhaneya kurd hevalbendên Israîlê ne û dixwazin dewleteke îslamî birûxînin, doza kurdî ji wateya wê derxîne, rewabûnê di qirkirina kurdan de bistîne, her kes hesaban li ser kurdan dikin, çi alîyên ku di nava pirojeya Rojhilatê Navîn ya nû de (Emerîka, Birîtanîya, Israîl û Nato) cih girtine û çi jî alîyên hest dikin ku bi rêya kurdan guhertin derbasî nava sînorê wan dibe (Îran, Tirkîyê, Iraq û Sûrî). Lewra em nakokîyên van alîyan bi hev re dibînin, mîna Tirkî û Îranê ku her dem doza derketina Emerîka ji Rojhilatê Navîn dikin û bi taybet Tirkîyê ku her dem dîyar dike ji Emerîka û Nato re ʺyan ez û yan jî kurdʺ û dosyaya herî serke di çi danûstendinan de bi kîjan alîyên herêmî û navneteweyî re be, doza kurdî ye û daxwazkirina tunekirina deskeftîyên gelê kurd e. Bê guman kes tiştekî jê ne bi tirs be nayne ziman, tiştekî bê bandor nayne ziman, naxwe kurd di hesabên herêmî û navneteweyî de jimareke mezin in, lê hebe ku kurd wiha li xwe nanerin û nizanin ew li ku ne an ber bi ku ve diçin û çawa xwe amade bikin ji pêşketinan re, bi taybet tevgerên kurd yên kilasîk ku bi hin deskeftîyên biçûk qayîl dibin, lê dewletên parvekerên Kurdistanê, bi taybet Tirkîyê, çav li jinavbirina wan deskeftîyan e jî, lewra ne her kurd dikarin karîgerê guhertinan bin, karîgerê guhertinê di nava kurdan de tevgerên girêdayî felsefe û piragdîma R. Ocelan in ([3]) û ev nayê wateya ku tevgerên din bê rol in, an jî ne di nava hesaban de ne, lê tiştê heye ew e ku ew tevgerên ku weke tevgerê kilasîk em wan bi nav dikin, ne di wê hêzê de ne ku di çarçoveyeke xwecihî de hatine kilîtkirin.
TEVLIHEVÎYA DI HUNDIRÊ PERGALA TIRKÎYÊ DE
Û DOZA KURDÎ
Rast e di Rojhilatê Navîn de, di bin navê şerê Israîl-Hemas, Israîl-Hizbulah de, tê binavkirin, lê di rastîyê de şerê pirojeyên herêmî û navneteweyî ne, anku şerê pirojeyên Rûsîya, Emerîka, Çîn, Israîl, Îran , Tirkîyê û Ewrûpayê li ser axa Rojhilatê Navîn têne meşandin, her kes basa Îranê dikin weke ku di têkçûna Îranê de dê Rojhilatê Navîn ber bi çareserîyan de biçe û wê şer bi dawî bibin, niha ew di rojevê de ye û di bin navê şerê li himber Îranê doza filestînî û baskên Îranê têne tunekirin, di nava vî şerî de hêzdarbûna Emerîka di herêmê de bêtir bûye, Çîn bê deng e, Rûsîya tevgereke şermok tev digere û Îran ketîya xweparastinê û gengaz e ji bo mayindekirina xwe hin xwedaxistinan ji Emerîka û Israîlê re pêşkêş bike, qayîl bibe ku vegere hundirê sînorê xwe û dest ji pirojeya bidestxistina çekên navokî berde, heger wilo nebe, dê dibe ku rastîhatina ji êrîşeke Emerîkî re were, lê em dixwazin dîyar bikin ku pirsa Rojhilatê Navîn ne tenê mijara Îranê ye, guhertinên bingehîn di Rojhilatê Navîn de bibin ji bilî Îranê têkildarî rewşa Tirkîyê bi xwe ye, pêşketinên di Tirkîyê de bi çi şêwazî be, dê teyisandineke mezin li ser Rojhilatê Navîn jî bike, derdora Tirkîyê tev de wêran e, şer in, nakokî ne, pirsgirêkên mezin in û dewletên di nava wan rewşan de ketine asta ketin û ji nû ve szkirinê, gelo gengaz e ku Tirkîyê ji van guhertinan cûda be? Em guman dikin ku lûtkeya pêkhatina Rojhilatê Navîn ya nû di Tirkîyê de wê biteqe, mîna teqîna Teqîna Mezin ku gerdûn ava kir, ew teqîn dê bingehê guhertin û ji nû ve sazkirina Rojhilatê Navîn be, bêyî ku em pêşketin û guhertinên din jî mîna şerê Israîlê di herêmê de, rewşa Îran û tevgerên Rûsîya, Çîn û hin alîyên din jî paşguh bikin, lê em dibînin ku guhertina mezin ji Tirkîyê ye, di nava wê guhertinê de jî guhertin û pêşketina doza kurdî ye.
Çi dema em basa Rojhilatê Navîn û doza kurdî dikin, ji xweber ve Tirkîyê dikeve nava mijarê, ji her dewleteke din yên Kurdistan parve kirine, bêtir ew e ya ku doseya doza kurdî hilgirtiye û pêşengtîya tunekirina wê kiriye û dike, lewra rewşa Tirkîyê ya sîyasî, ji doza kurdî re pir giring e, kilîta vebûna bendên li dora doza kurdî ji şikandina bendên Tirkîyê dest pê dibe, ta ku ew bendên Tirkîyê neşkin, her doza kurdî di nava metirsîyan de dê bimîne, tevî deskeftîyên li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî, heger bendên Iraqê li Başûr û yên Sûrîyê li Rojava hatine şikandin jî, lê belê ta dawî Tirkî metirsîya herî mezin e û çi derfetan b idest bixe, dê li hilweşandina wan deskeftîyan bigere û digere jî. Em dizanin ku ta demeke dirêj ji 1991 û salên 2012 jî, Tirkîyê Başûrê Kurdistanê weke hebûneke ne rewa û bi genavekê bi nav dike, derhatina hêzên kurdî YPG û YPJ li Rojavayê Kurdistanê û metirsîya Tirkîyê ji hevgirtina tevgera kurdî ji hev re û encamên piştî şerê bi Dayişê re ku hebe hebûneke kurdî û sabareke kurdî di Rojavayê Kurdistan de ava bibe, her wiha derbasî nava sînorê wê bibe, hesabên wê tev de guhertin, hingê jî ji pirojeya aştîyê bi R. Ocelan re (2012) derbasî serdemeke ji şer, êrîş û jinavbirina Rojavayê Kurdistan û pêşketinên di Bakur ê Kurdistanê de kiriye, bi taybet bilindbûna asta hestên neteweyî di Bakur de û metirsîya ku sînorê Tirkîyê li hevgirtina kurdan li her du alîyên sînorê Tirkî û Sûrîyê bê wate bibe, yek ji amûrên têkbirina Rojavayê Kurdistan jî, bi xwe ve girêdana Başûr bû, ew jî bi rêya PDK ku bi peymanên bazerganî û ewlehîyê ew tevlî nava rojevên xwe kiriye. Ji 2014 û şûnde bê navber, êrîş li himber Bakur û Rojavayê Kurdistanê ranewstandîyê, hebûn û nebûna xwe di hebûn û nebûna doza kurdî de dîtiye, an wê dewleta Tirkîyê hebe, an jî wê kurd hebin, bi vê hişmendîyê çi derfetên xwe hebin ( sîyasî, diblomasî, leşkerî, çandî ) xistiye meriyetê de. Spartina Israîlê ji pirojeya Rojhilatê Navîn ya nû li ser xwe û pêşketina geşedanan di herêmê de, piştî êrîşa 7 pûşberê ya Hemasê li ser Israîlê û ragihandina serokwezîrê Israîlê Binyamîn Netinyaho ji despêbûna pirojeya Rojhilatê Navîn ya nû re([4]), hesabên Tirkîyê li ser herêmê nû kirin, Israîlê hemî hêzên islamî; çi dewlet çi teger, kiriye armanc, bi wateya bidawîhatina piştgirêdana bi islama nerim re ku dihat hêvîkirin ku Tirkîyê pêşengtîya wê bike, piştî ku wergerîya pêşketin û bilinbûna asta islama tundrew û hewildana Tirkîyê ku Rojhilatê Navîn weke daxwaza xwe saz bike, weke rojhilateke islama sûnî, nxşeya Rojhilatê Navîn ya nû ku Nitinyaho di civîna komela giştî ya Neteweyên Yekbûyî de di gerra xwe ya 78 de bilind kiriye, xaleke sereke tê de ew bû ( an tu bi min re yî, an jî tu dijminê min î ), Tirkîye di vê hevkêşeyê de, him islamî ye, him jî hevalbendê komikên islamî ye û piştgirîya rasterast bi wan re dike, naxwe cihê wê li ku be? Gelo ew ê jî were armanc girtin? Tirkîyê ketiye nava van hesaban. Tirkîyê ji dewleteke ji xwe bawer û bi tundî sînorên dewletan derbas kiriye, li Sûrîyê, Lîbîya, Karebax û Iraqê û xwe weke birêvebirê Rojhlatê Navîn hesab kiriye, bi hemî alîyan re yên navneteweyî û herêmî ketiye nava nakokîyan û gef li wan xwariye, ketiye rewşekê wiha ku westîyaye, erkê guhertina Rojhilatê Navîn ji dest hatiye girtin, li Israîlê hatiye spartin, di nava rewşeke aborî ya pir zehmet de ye, nakokîyên wê yên hundirîn mezin dibin, çi sîyasî, çi civakî, nebawerî bi Emerîka li pêş dikeve û bi Rûsîya re jî ketiye nava gumanan û nasnameya xwe winda dike, lewra hemî hewildanan dike ku vegere hêzeke sereke di Rojhilatê Navîn de, lê çawa? Pêwist e bi Israîlê re têkeve nava nakokîyan de, an jî neçar e beramberî Israîlê xwe nîşan bide, metirsîya Tirkîyê ya sereke ew e ku kurd dikevin nava hesabên Israîlê de û dipirse gelo destgirtina kurdan wê kê armanc bike, bêguman xwe ji çarenûsa Îranê cûda nake, heger armanca Israîlê Îran e, dê li pey Îranê Tirkîyê be wiha hesaban dike, lewra rewşa sîyasî di Tirkîyê de di nava tevliheviyeke mezin de ye.
- Bi hatina Donald Tiramb li ser serokatîya Emerîka yê, demildest e Serokê Tirkîyê Erdogan ragihand ku ew ji vekişîna Emerîka ji herêmê amade ne? Amadebûna nîşanda ku ew ê li şûna HSD şerê Dayişê bike? Daxuyanî da ku ew ê dagerkirina Rojavayê Kurdistanê berdewam bikeç? Di milekî din de, ji Rûsîya daxwazkiriye ku bibe naînber û Sûrîyê qayîl bike ku bi Tirkîyê re li hev were, amadebûna xwe nîşan daye ku wê bi rûsan re têkilîyan li pêş bixe, her wiha di heman demê de, destnîşan dike ku wê piştgirîya Ukranyayê bike?
- Hevalbendê Erdogan Bexçelî jî ji nîşka ve daxwaz kirye ku R. Ocelan ji zindanê were berdan, lê pêwist e ku hilweşandina PKK ragihîne, rayedarên Tirkîyê basa biratîya kurd û tirk û hevbeşîya di dewletê de kirine, di heman demê de destdanîne ser şaredarîyên kurdan û qeyûm li şûna wan danîne.
- Bi çalakîya qurbanî li Enqerê li dij dezgeha pîşesazîyên ezmanî (TOSAŞ) di cotmeha 2024 de, demildest Tirkîyê êrîşeke ezmanî ya berfireh bi ser Rojavayê û Başûr Kurdistan de pêk anî.
- Serokê rikberîya Tirkîyê Ozgur Ozêl banga lidarxistina hilbijartinên pêşwext li Erdogan kiriye.
Rewşeke tevlihev û sîyaseteke bi nakok di Tirkîyê de xwe dide pêş, ev jî dîyar dike ku çendîn ketine metirsîya pirsa ( Tirkîyê ber bi ku ve diçe û di Rojhilatê Navîn ya nû de cihê kurdan dê çibe ), destnîşan dide. Tirkîye pir basa metirsîya ji Israîlê dike, lê di rastîyê de ne ku Israîl dê êrîşî Tirkîyê bike, rayedarên tirkîyê dixwazin zemîneke wiha ava bikin ku komployeke navneteweyî li ser welatê wan heye, pêşengtîya wê Israîl dike, karîgerê wê jî kurd in û heger hevbendîya AKP-MHP berdewam neke di desthilatdarîyê de û Erdogan heta heta ne serok be dê Tirkîyê winda bibe, her wiha zemînê amade dike ku qirkirina kurdan rewa bike û di qirkirinê de piştgirîya hundirîn bi dest xîne, di derbarê doza kurdî de, dixwaze destnîşan bike ku pirsgirêk ne hundirîn e lê pilanên ji derveyî sînorên Tirkîyê ne, lewra basa biratîya kurd û tirkan dikin û dixwazin bêjin ku şerê me bi sawkarîyê re ye ne bi gelê kurd re ye, lê di vê derbarê de çalakîya qurbanî ya Enqerê û serhildanên gel ew vala derxistiye.
Di encamê de:
- Rijdîya Tirkîyê di çareserkirina doza kurdî de tuneye, bi taybet di serdema AKP-MHP de ku dê di şerê li himber deskeftîyên kurdan de berdewamb in û çi derfetê bibînin çi ji Rûsîya be, çi ji Emerîka be, dê hewldana dagerkirina Rojavayê Kurdistanê bikin û li ser vê mijarê pir tev digerin; bi taybet piştî hatina rêveberîya nû ya Emerîka ya (Tiramp) ku li ser bingehê hevaltîya Erdogan pê re texmîn dikin ku dê karibin armancên xwe pêk bînin.
- Tirkîyê li ber pir guhertin û nakokîyên hundirîn e, gengaz e ku rêjîma AKP-MHP rastî lêdaneke leşkerî an jî şerekî navxweyî bibe, ji ber rewşên aborî, sîyasî û civakî ku xwe didin pêş, her wiha ji ber xetimandina sîyasetên AKP-MHP.
- Ji nava pirojeyên di Rojhilatê Navîn de, pirojeya Rojhilatê Navîn ya nû xwe dide pêş û yên li himberê, dê ji Emerîka, Nato û Israîlê re bibin armanc.
- Kurd karîgerekî giring in di nava pirojeya Rojhilatê Navîn de û bi rijd ji alîyê Emerîka, Nato û Israîlê ve, wê werin destgirtin.
- Pirojeya Rojhilatê Navîn ji Tirkîyê li Israîlê hatiye spartin û hesabê tevlihevkirina pirojeyê û astengkirina wê ji Tirkîyê ku li şûna wê pirojeyên xwe daye pêş, wê were xwestin, lewra gengaz e ku Israîl û Emerîka Rojavayê Kurdistanê ber bi rewakirin û erînîyê de bibin.
- Di asta navneteweyî de, Rojhilatê Navîn, dê vegere weke cihê hêzdarîya Emerîka û Nato, jixwe dibe ku Rûsîya di Sûrîyê de xwedî baregehên xwe yên li ser derîya Spî bimîne, lê dê ne bi bandor be, weke bandora Emerîka di Rojhilatê Navîn de û hêzdarîya Emerîka dê bi pêşengtîya Israîlê be.
- Pirojeyên Îran û Tirkîyê yên herêmî, dê paşde vegerin û pêşeroj ji xewnên j nûveavakirina emperetorîyan re dê nebe.
- Dema piştî çûyîna AKP-MHP ji ser serdestîyê, dê dema jinûvepergalkirina têkilîyên kurd û tirk di herêmê de be.
- Her çar perçeyên Kurdistan di pergaleke nenavendî de bi şêwazên fedral dê werin birêxistinkirin ku bibin karîgerê hevsengîya di Rojhilatê Navîn de û rêzgarbûna Israîlê û pirojeyîn Emerîka ji metirsîyên herêmî re.
[1] Mebest ji oropayê bê guman yekîtîya oropaye , dewletên sereke ku bi bandorin weke Almaniya, firensaye ,ku hewildana danîna siyaseteke taybet bi oropa dikin , ji bilî birîtaniya ku di çarçova stiratîjiya emerîka de ye ,
[2] Dema eem dibêjin Îsraîl , di eynî demê de mebest pirojeya rojhilata navîn ya nûye ya Emerîka û Nto ye . ku Îsraîl dewrî xwe kiriye piştî biserneketina tirkiyê di vî erkî de.
[3] Dema em dibêjin tevgerên girêdayî felsefe û piradîgma rêber ocelan , nayê wateya ku em tevgerên kurd yên din tune dikin , lê belê ev tevgerana li ser asta herçar perçeyên kurdistan û li cîhanê û li gorî rewşa perçeyên kurdistanê doza kurdî bigiştî girtine dest , her wiha birêxistinkirîne, aktîvin û hesab li ser wan têne avakirin , di demekê de xeyalên tevgerên heyî mîna tevgerên başûr , di çarçova deskeftiyên heyî de yên malbatî û partîtî de mane û ji derveyî başûr tu xewnên wan tuneye ,
[4] NITENYAHO di nexşeya xwe
de du wêne nîşandane yek bi rengê kesik ku dinav de îmarat , siwdî erebistan , behrên , misir û sûdan cih girtiyeû bi navê nexşeya xweşiyê binav kiriye û yek jî bi rengê reş , ku Îran, Îraq, Îsûriyê,lubnan û deverin yemenê dinavde cih girtine û bi nexşeya lanetê bi nav kiriye .