ANALÎZ

Li DÊRAZORÊ LIHEVKIRINA DAGIRKERAN

 Civînên Çar alî ku dinavbera Rûsya, Tirkî, Îran û Sûriyê de di demên borî de hatine lidarxistin bê encam nemane . rast e daxwazên her aliyekî ji yên din cudabûn û her yek  ji wan li berjewendiyên xwe yên tektîkî û stiratîjîk digerin , lê belê armanceke hevbş di nav wan de heye, ew e ku li ser pir hêviyan ava bikin . Li gorî  pir çavdêr û şopdarên siyasî , lihevkirina di navbera van aliyan de bi taybetî lihevanîna Sûrî û Tirkiyê  pir zor e , ji ber hebûna gelek dosya û nakokiyan ku bi çend civînan çareser nabe. Lê  li ser  asteke herêmî,  bi taybetî dre barê  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,  nakokiyên xwe didin aliyekî û li hev dikin.

Hikûmeta Şamê  nikare daxwazên  Rûsya  red bike  û di eynî demê de jî nikare daxwazên Îranê paşguh bike , ji ber ku Îran û Rûsya du alîgirên serekene ji bo hikûmeta şamê, lê ji bo nêzîkatiya Şamê li gel Tirkiyê,  her yek ji wan jî xwedî nêrînên cuda ne.

Rûsya ku li ser axa Ukranîya bi Nato û Emerîkayê re dinava şerekî vekirî de ye,  loma naxwaze li  ser axa Sûriyê jî têkeve nava şerekî berfireh û rewşa Sûriyê vegerîne salên 2014, 2015an û şûnde  û deskeftiyên bi dest xistine têxe  metirsiyê, lewra bi rêya lihevanîna Tirkî û Sûriyê hêvî dike  ku hin  armancan pêk bîne : Di serî de tengavkirina hêzên emerîkî li Bakur û Rojhilatî Sûriyê û diyarkirina wê weke hêzeke dagirker û, di eynî demê de dûrxistina HSDê  ji Kobanê , Minbic û Til Rifet bi behaneya ku ewlehiya Tirkiyê gef dike  ku di encamê de wan herêman  radestî rêjîmê bike, û Tirkîyê jî  hebûna xwe li ser axa Sûriyê rewa bike  û him jî HSDê li kobanê , minbic û Til rifetê lewaz bike, ji bo ku aramiya deverên dagerkirî  aram be ku karibe koçberan di wan deveran de bi cî bike , her wiha bi hevrêziya bi rêjîma Sûriyê re Rêveberiya Xweser têxe nava tengaviyan de û bi derketina Emerîka re rêjîm karibe deverê desteser bike .

DI NAVA  ARMANCÊN RÛSYA Û TIRKÎYÊ DE (EMERÎKA Û ÎRAN )

Bê guman Îran kirîzeke navxweyî civakî , siyasî û aborî jiyan dike  û li gorî hin şopdarên siyasî, Îran dixwaze têkiliyên dinavbera Sûriyê û Tirkiyê de baş bike, wan li hev bîne çimkî nikare piştgiriya xwe ji bo hikûmeta şamê zêde bike , lê belê van sedeman em pir diruist nabînin, çimkî Îran ne pêkane ku destê Tirkiyê di Sûriyê de dirêj bike , di dema ku Îran; Sûriyê weke axa dib îne xwe  û bi armanceke istiratîjîk(pêkanîna kevana şîî ji tehran ta beyrûtê) nêzîk dibe. Lewra me dît bê çawa rêjîma Sûriyê him danûstendiên bi Tirkiyê re pejirand û bi vê helwestê RRûsya razî kiriye, him jî lihevkirina bi Tirkiyê re sipartiye vekişîna Tirkiyê ji axa Sûriyê  ku dizane ne pêkane ku Tirkiyê wiha bike. Bêguman ev helwest jî xwesteka  Îranê ye, lewra civînên çar alî di navbera  daxwazên aliyan de taloq maye .

Emerîka ne dûrbû  ji van geşedanan û baş dişopand . hevalbendê wê yê di Natoyê de bi Rûsya û Îran re hevsengiyan dike  û li ser derxistina wê ji Sûriyê li hev dikin. Rûsya , Îran û rêjîma Şamê li  sînorên Dêra zorê hêzê. xwe kom dikin û carcaran bi balafirên bê mirov êrîşî baregehên emerîkî dikin , Rûsya radighîne ku Emerîka di ezmanê Sûriyê de wê tengav dike  û rû b rûyê wê tê, Tirkî yê Ji Emerîka daxwaz dike ku dest ji  HSD berde û li hevalbendê xwe Tirkî yê vegere , lewra Emerîka di bin navê kwalisyona navdewletî de bargehên xwe li rojhilatî ferat bihêztir dikir û destnîşan kir  ku hilgira balefiran dişîne deriya Sipî û kendava Erebî û di destnîşan kir ku ew ji Sûriyê venakişe û wê bergeriya hebûna xwe  û hevbeşên xwe di deverê de bike .

 

CIVÎNA NATO Û XWEGUHRTINA TIRKÎ YÊ:

Bê guman serkeftina Erdogan Serokê Tirkî yê di hilbijartinên serokkomariyê de cihê gumanê ye  ku bi roniya kesik û piştgiriya Emerîka û Nato bi dest xistiye  û şaneyên van gumanan di civîna Nato de ya li Lîtwaniya di 11û 12 Têrmeha 2023 de diyar bibûn , Erdogan daxwaznameya Siwêdê ji bo tevlêbûna di Nato de pejirand , piştgiriya tevlêbûna Ukraniya di Nato de kiriye  , daxwaza   tevlêbûna Tirkiyê di yekîtîya Ewropayê de dûbare kiriye û beriya wê jî fermandarên yekîneya AZOFê ku li ser lihevkirineke bi Rûsya re li ba xwe girtibûn veguhezî  Ukraniya kiribû  . ji civîna Natoyê û şûn de  berê Erdogan ketiye ber bi Emerîka de,  lê nexwestiye ku têkiliyên wê bi Rûsya re jî xera bibin ! hêvî dikir ku Rûsya li rewşa Tirkiyê ya neçar û tengav  serwext bibe,  lê gelo Rûsya- potîn  ji nû ve wê baweriyê bi Erdogan bîne ? Bersiva  serokê Rûsya -Potin li ser  pirsa radestkirina Erdogan fermandarên yekîneya Azofê re, pir kurt û tijî watebûn ( peymaneke di navbera me de hebû )?; bersiveke mîna bersiva pirsa li ser tiştên ku Potin efûnake çiye ? ku potîn gotibû (xiyanet e ) û piştire  fermandarê FAGNER ê  hatibû kuştin ku beriya wê li himber artêşa rûsî derketibû .Lewar em guman dikin ku xweguhertina Erdogan ber bi Emerîka ve weke ku Erdogan hêvî dike wê  ji aliyê Rûsya ve neyê famkirin , û di civîna dawî de ya Erdogan bi Potîn re li sotşiyê dilgiraniya Potin eşkere diyar dibû û tu encam nexist destê Erdogan de  ji bo lihevkirina li ser derxistina Genimê Ukranî û nejî ewqas bawerî da sozên Erdogan di derbarê ku Genim diçe ji birçiyên li Efrîqayê û beriya wê jî Potin diyar kiribû ku pirsa Sûriyê ji Tirkî re pir giringe,  lê belê Erdogan behsa Sûriyê nekiribû ?

DERKETINA ŞER LI DÊRA ZORÊ Û HELWESTÊN HEVBEŞ YÊN DAGERKERAN .

Di nava geşedanên ku di nivîsa jorê de  me anîbûn ziman , di navbera HSD û meclisa leşkerî ya Dêrazorê de ( ku beşeke ji HSD) ye  nakokî mezin bibûn. di 27 tebaxa 2023 de Ehmed Elxibêl fermandarê meclisa leşkerî ya Dêrazorê tevî çend qomîtanên pê re  ji aliyê HSD ve hatin girtin; ji  erkdariyê hatin  xistin û li ser vê bûyerê dinavbera HSD û alîgirên Elxibêl  de şer û pevçûn  li Dêra zorê derketin. Di despêkê de weke şerekî  HSD yê navxweyî hate bilêvkirin , lê belê alîgirên Xibêl diyarkirin ku şer ne dinavbera meclisa Dêrazorê ya leşkerî û HSDê de ye, lê belê şerê netewa Ereb li himber dagerkeriya netewa Kurd e !!!. Di demeke pir kin de ragihandina şerê taybet yên girêdayî Tirkiyê , Rêjîma şamê û rikberiya girêdayî Tirkiyî yê , bûyer  û geşedanên li Dêrazorê de vajî kirin û şer ber bi şerekî etnîkî de ajotin,  û ji ber ku piştgiriya bi Elxibêl re wê ti cihê xwe di nava gel de negire  , çimkî kesayeteke ne weha bi nav û denge,  û ne jî ji  aliyê eşîrên Ereb ve tê pejirandin.  Di bin navê serhildana EşÎran de û berzkirina navê şêxekî ji şêxên eşîra Igêdat(Ibrahîm El-Hifil ) dan pêş ku karibin Ereban bikşînin şerekî vekirî bi gelê kurd re . Beriya nakokî di navbera HSD û meclisa leşkerî ya Dêrazorê de derkeve tevgera şaneyên veşartî yên Dayişê li dêra zorê berbiçav bibûn , fermandar û şervanên HSD dihatin armancgirtin.  şêwirmenda serokê Şamê Lona El-Şibil li ser malpera xwe ya fêsbokê di 24 tebaxa 2023 de  diyar kiribû ku nêzîk ew ê rojhilatî feratê bi hemleyeke leşkerî mezin  rêzgar bikin.  Îran yekîneyên girêdayî xwe li rojavayî feratê bi hêz dikir û piropogenda hemleyeke Emerîkî LI ser rojavayê feratê dida pêş , lewra di rastiyê de amadebaşiyên planeke mezin li ser rojhilatî feratê dihate kirin,  lê belê despêkirina hemleya HSD ya di bin navê (xurtkirina ewlehiyê ) planên wan xistiye meriyetê beriya dema wê û ew neçar kirin ku  dest bi plana xwe bikin,  lewra Newaf Raxib El-Beşîr  ) ku binavê şêxê Eşîra Begara tê nasîn, ketiye dewrê û çeteyên xwe (Dîfah El-wetinî ) ku girêdayî rêjîmê ne  ji rojavayê feratê  şandiye rojhilatî Feratê. Di nava roj û şevekê de artêşa ku bi navê artêşa netewî tê naskirin û ji bo gurkirina nijadperestiya li ser gelê kurd  , di bin navê hewarhatina eşîran de,  îrîşî bendên meclisa minbic ya leşkerî kirin û diyar kirin ku  ew ê bighêjin Dêrazorê . Mebest ew e  ku çiqasî ev alî ” Tirkiyê , sûriye, Îran , Dayiş , Dîfa el-wetenî,  Artêşa Netewî,  dizên di herêmê de , bazerganên hişbirê , û bermahiyên meclisa dêra zorê ya leşkerî ,” nakokdarin, lê li  ser şerê bi HSD re; di bin navê  Hêzên EşÎran de bûne yek, lê belê plan beriya wexta xwe dest pê kiribû .

Plan ya rêjîma Sûriyê , Îran û çekdarên Xibêl bû , Tirkî jî li vê planê siwar bû bi  hêviya ku rewşa heyî bibe derfet ji bo li hevkirina bi Esed re  û pêkanîna xewna têkbirina Rêveberiya Xweser.  Lewra Artêşa netewî ya girêdayî Tirkiyê wergeriya artêşa eşÎran  û xeta sînorê bakûrî Sûriyê wergerandin qada şerekî berfireh .  Lê belê,  rastî redkirina Rûsya  û rêjîma Şamê hatiye, ku çeteyên tirkiyê rastî îrîşên ezmanî yên Rûsan hatin  û artêşa Sûriyê jî ew topbaran kirin.

PILAN TÊK ÇÛ LÊ DAGERKER LI SER AVA DIKIN

HSD di nava şerekî pir alî de, rojên dijwar jîyan kiribû, ragihandina şerê taybet bênavber reşkirin, vajîkirina rastîyan, gurkirina nijadperestîyê û moralxistin dabûn pêş, her wiha li bakûrî Sûrîyê bi êrîş û çekên giran Tirkîyê hewildana bi destxistina hin herêman dikir û di bin navê hawrhatina eşîran de, çekdarên Elnûsra li ser sînorê Minbicê bi cî kiriye  û bala HSD kişandiye li ser enîya bakur, di milekî din de jî şaneyên Daişê jî teqîn li hin herêman dikirin û êrîşî bendên kontrolê kirine, mîna li Minbicê, lê  HSD bi şerekî kontrolkirî, diblomasîyeke nerm, têkilîyên xurt bi serokeşîran re  û hişmendîya têgihiştî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, karîbû pilanê têk bibe û serkeftinê ragihîne. Ji ber ku rêjîma sûrîyê, Îran  û Tirkîyê rasterast di nava pilanê de cihê xwe girtine û pilan bi navê serhildana eşîran bi nav kirine, jixwe dê jê venegerin; her dê bi rijde bin ku tiştên rûdane; serhildana eşîran e, naxwe çawa dê rave bikin ku (Dayiş, çetên Tirkîye û çetên Rêjîmê) li himber Rêveberîya  Xweser û Hevpeymana Navneteweyî di yek enîyê de ne, lewra heta dawî wê bêjin serhildana eşîran û dê li ser ava bikin.

Wezîrê karê derve  Feysel Elmiqdad di 6. 9. 2023  de bi daxuyanîyekê ji Spotînîk a Rûsî re eşkere kir ku ew piştgirîya eşîran li himber HSD û Amerîka dikin, ew jî bi wateya ku bêje ev şerekî gelê sûrîyê yê rêzgarîyê  ye li himber Amerîka û HSD ku artêşa sûrîyê piştgire ji  gel re, di demekê de ku tu bawerîya  gel bi Rêjîmê tune ye û ne jî şerê gel li himber HSD, lê hêvî dike ku li ser van geşedanan xeyalên xwe ava bikin û him jî bêje em ne piştgirîya Daişê û çetên Tirkîyê dikin, em ya eşîran dikin ( kirasê gel li Dayiş û çetan dikn).

Ji xwe wezareta karê derve ya tirkî yê di 1. 9 .2023 de daxuyanîyeke weşandiye û tê de dîyar kiriye ku ew şerê di navbera rêxistina teror û hin eşîrên ereba de dişopînin û  ji bo gurkirina nijadperestîyê dîyar kiriye ku rêxistin desthilatdarîya xwe li ser pêkhateyan dike û di nava  wan de jî li kurdan dike. Hakan Fîdan dîyar kiribû ku sedema şer dagerkirina HSD ji xaka ereban re ye, ew jî bi piştgirîya Amerîka, êdî eger Amerîka piştgirîya  xwe ji HSD re berdewam bike, dê tiştên dibin bi tenê destpêk e. Bê guman Tirkîyê ku Efrîn, Girêspî, Serêkanîyê dagir kiriye û bi rojane êrîşî gelê kurd li başûr, Bakûr û Rojava dike,  çawa dikare mafê gelan bîne ziman û bêje kurd êrîşî ereban dikin? Lewra Tirkî jî di bin navê piştgirîya  eşîran de dixwaze armancên xwe pêk bîne.

Her wiha Îran jî dixwaze kaxetan li nav hev bixîne û di nava gelemşeyê de korîdara xwe ya kevana şîî bide jiyankirin û di bin navê eşîrên Ereb de xwe berde rojhilatê Feratê, êdî eger karibin Amerîka neçar bikin ku ji herêmê derkeve, dê serwerîya xwe li ser herêmê bisepînin.

ENCAM:

  • Dewletên herêmî Tirkî, Îran û Sûrîyê dê heta dawî nakokî û geşedanên ku li Dêrazorê rûdabûn bi kar bînin û li ser navê eşîran dê şaneyên xwe bilivînin ku tevlihevîyê li Bakur û Rojhilatî Sûrîyê kûr bikin, her wiha dê şerekî taybet di milê ragihandinê de bi hevbeş bidin meşandin ku di nava  pêkhateyên herêmê de ne bawerî û nakokîyan derxînin.
  • Geşedanên Dêrazorê ji Xweserîya Demokratîk re; di milê leşkerî, civakî û ewlehîyê de, ezmûneke mezin bû ku pêwist e li ser sedemên civakî, aborî û rêvebrî  were rawestandin, çimkî sedemên nakokîyên derketin, ne tenê mijara girtina fermandarê berê yê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê an jî bi tenê pilana Sûrîyê, Îran û Tirkîyê bû, lê hin sedemên aborî, civakî û rêveberîyê jî hebûn.
  • HSD weke hêzeke neteweyî, pispor, cihê bawerîyê û nûnerê tevaya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, xwe çespand û pilanên ji derveyî sînor vala derxist.
  • Bi lez çareserkirina nakokîyan û beşdarkirina nûnerên tevaya eşîrên Dêrazorê di Meclisan de, lê belê kontrolkirina leşkerî û ewlehî,  rasterast pêwist e di bin çavdêrîya HSD de bes.

 

زر الذهاب إلى الأعلى