Em dikarin Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê weke girîngtirîn erdnîgarîyên ku bi rêya wan rê û girêderên cîhanî têne kontrolkirin, bibînin. Di bingha xwe de gelek tengav, rêyên hewayî û rûberên bejahî yên cîhanî kontrol dikin, ku rêyên bejahî û xetên tirênê veberhênan dike û cîhanê bi hev ve girê dide. Sûrî jî di warê erdnîgarî de em dikarin wê weke girîngtirîn beşên vê erdnîgarîyê bibînin. Her demê ji ber girîngîya cihê wê yê stratejî û jeosiyasî, tewereya bingehîn di hemû projeyên jeosiyasî û aborî yên ku ji herêmê re dihatin plankirin de bû. Lewre piştî lidarketin tişta bi navê Bihara Erebî ku di dawîya 2010an de li Tûnisê dest pê bû û ber bi Lîbya, Misir û Yemenê ve meşiya û gihişt Sûrîyê jî, diviyabû hêzên herêmî û navneteweyî bi baldarî nêzî rewşa tevlihevîyê ya mezin ku dê li herêmê rûdaba, bûn. Her wiha girîngî da wê yekê ku tê de aramî bimîne û berjewendîyên navneteweyî û rê û korîdorên bazirganî yên cîhanî werin parastin.
Hin rê û korîdorên heyî û projeyên ku bi rastî jî li Rojhilata Navîn hatine plankirin:
Kenala Siwêsê (Qenat El-Siwês): Bê guman em dikarin Kenala Siwêsê ya misirî weke girîngtirîn projeyên girêdana di navbera rojava û rojhilat de bibînin; ku ew jî bi destê mirovan hatiye çêkirin. Girîngîya wê jî ew e ku gelek demê diparêze û di raguhastina pertalan de gelek lêçûnan diparêze. Êdî, ji ber ku dahatatûyeke xweşguzarî ya Misirê ye; weke girîngtirîn çavkanîyên derbasbûna parçeyên biyanî ye jî. Her wiha ji bo danîna siyasetên Misirê yên giştî û danûstandina wê bi alîyên din re, roleke girîng dilîze. Li kêleka wê jî dihêle ku Misir bibe yek ji dewletên tewereyî yên girîng di Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê de. Di encamê de; rê li pêşîya wê vedike ku di danîna siyasetên herêmê û gengazîya xwespartina li ser wê de, roleke sereke bilîze.
Projeya kenala Bin Goryon an jî kenala israîlî: Projeyeke pêşniyarkirî ji bo kenaleke avî ye ku armanca wê girêdana kendava Eqebê bi Deryaya Spî ya Navîn re ye. Tu nîşaneyên wê di demên nêzîk an jî navîn de ne zelal in, lê belê projeyeke ku bi rastî jî di nava planên israîlî de heye ku di nêrîna stratejîk a dûr de xwe dispêrê. Ev kenal weke hevrikekê yan jî hevtayekê ji Kenala Siwêsê ya misirî re ye.
Destpêşxerîya kebmer û rêyê (Rêya hevrîşmê ya çînî): Bi her halî; ev ne rêyeke tenê ye, lê belê gelek rêyên bi hev ve girêdayî ne ku toreke mezin a rêyan çêdike û bi dest xwe re nermahîyekê çêdike û nahêle tevlihevîya rê û bazirganîyê çêbibe. Em dikarin Destpêşxerîya Kember û Rêyê weke nûkirinekê ji rêya Hevrîşmê ya kevn re bibîne. Her wiha rê û korîdorin nû çedike ku bi pêşketina cîhana bilez re dimeşe, ew jî bi rêya rêyên bejahî, deryayî û ezmanî û baldayîna toreke xetên tirênê yên bi hev ve girêdayî.
Projeya rêya biharatê (rêya biharatê ya hindî): Rêyeke bazriganî ye ku şaristanî û parzemînên cîhana kevnar, ji başur-rojhilatê Asyayê ber bi Rojhilata Navîn û Qoçê Afrîkî ve, bi hev ve girê dide. Ji ber ku ev rê balê dide bazirganîya biharatan bi hemû cureyên wan ve, êdî ev nav lê hatiye kirin, çi ku Hindistan nêzî %75 ji berhemên cîhanî yên biharatan li cem xwe hildiberîne. Ji ber ku Hindistan îro di nava xurttirîn aborîyên cîhanê de pileya pêncem e, her wiha li kêleka Çînê û hevrikeke xurt jê re ye, nemaze ku di sala 2022yan de rêjeyin bi qasî %9 tomar kir; êdî bûye armanceke dewletên rojavayî û di destpêka wan de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, da ku pê re hevkarîyên aborî bidin avakirin. Êdî; ev projeyeke kevn-nû ye û di kevîya lutkeya hejdehem a koma “Bîtsan” li Nyûdêlhîya hindî di îlona 2023yan de, bi nirxeke nêzî 600 milyar dolarên amerîkî, hat nûkirin. Ev rê ji Hindistanê dest pê dibe, derbasî Imarata Erebî dibe, piştre Erebistana Siûdî, Urdun, Israîl û piştre jî Yekîtîya Ewropayê.
Rêya geşepêdanê: Bendera Faw a mezin li Besrayê, an ku başur-rojhilatê Iraqê, xala destpêkê ya projeya “Rêya Geşepêdanê” ku Iraqê bi rêya Tirkiyê bi Ewropayê ve girê dide, tê dîtin. Ev rê hîn jî di nava gotûbêj û hizirînan de ye. Rêjeya bicihanîn an nebichianîna wê bi gelek hesabên navneteweyî û herêmî yên li ser erdê ve, girêdayî ye.
Projeya Xeta Tirênê ya îranî: Raman û planeke stratejî ya îranî ye ku bi rêya wê di navbera bendera Xumeynî li Îranê û bajarên iraqî yên li jêr serwerîya Şîayê de bide girêdan, ji wir jî bigihêje bajarê Bokemal ê sûrî û dergeha Qaimê, ji wê derê jî dibe du şax, yek jê digihêje bajarê Tenefê, piştre paytexta Sûrîyê, Şamê û paytexta Libnanê, Beyrûtê. Lê belê xeta din jî bi rêya çolistana Sûrîyê digihêje bajarê Humsê û ji wir digihêje bendera Laziqîyê li perava sûrî. Lê belê û li gor di dîmenê heyî de dixuye, nemaze piştî hilweşîna rêjîma Esed; ev proje berîya zayîna xwe hatiye tunekirin.
Korîdora bakur-başûr: Toreke rêyên bejahî û xetên tirênê ye ku dihêle pertalên rûsî herin okyanûsa Hidnî û vegerin. Ramana vê projeyê ji ber pêdivîya piştî sizayên rojavayî yên li ser Rûsyayê hat. Li gor wê, xwe nêzî Îranê kir û têkilîya xwe pê re xurt kir, da ku di warê erdnîgarî û siyasî de jê sûdê wergire. Ev proje pêdivîya domdar a Rûsyayê ji bo gihandina ava germ, bi cih tîne. Di kongreya Ûrasî ya navneteweyî ya duyem de ku têkildarî raguhastinê ye û di îlona sala 2000î de, li San Bitrisberg hat lidarxistin, lihevkirin ji bo avakirina korîdorekê di navbera başûr û bakur de, çêbû. Lihevkirin li ser peymaneke sêalî di navbera Rûsya, Îran û Hindistanê de çêbû.
Rêyên heyî û projeyên siberojê yên li Sûrîyê:
Weke me berê jî aniye zimên, Sûrî ji ber cihê xwe yê jeosiyasî û stratejî, li cem hêzên herêmî û navneteweyî xwedî girîngîyeke mezin e. Êdî; bi bûyerên sala 2011an û xwepêşandanên aştîyane re, ew bû yek ji armancên bingehîn ji hêzên çalak re, da ku ji erdnîgarîya wê sûdê wergirin û cureyeke nû ya rê û korîdorên navneteweyî biafirînin û wê bikin xaleke pevgirêdanê. Ji girîngtirîn rêyên bejahî yên li Sûrîyê:
- Rêya navneteweyî yan jî rêya hevrîşmê (M42): Bendera Laziqiyê bi sînorên iraqî ve girê dide û di warê stratejî û aborî de, ji Sûrî, Îran, Iraq û Çînê re rêyeke girîng e. Ew dikarin wê ji bo veguhastina pertal û berheman bi kar bînin. An ku dê ji bo girêdana tewereya îranî û xurtkirina desthilatên wê yên leşkerî rolekê bilîze. Her wiha desthilatên aborî yên çînî jî xurt dike. Ev tê wê wateyê ku gava Îran bibe dergeheke berfirehbûna çînî ber bi Deryaya Navîn ve, dê bibe girêka hevbendîya çînî-îranî.
- Rêya navneteweyî (M4): Ev rê ji sînorên bi Iraqê re digihêje bajarê Laziqîyê yê li perava Deryaya Spî. Girîngîya wê ya stratejî jî ew e ku ev rê hem girêdan û hem jî xala girêdanê ya stratejî di navbera girîngtirîn bajarên Sûrîyê de ye. An ku herêma bakurî û bakur-rojhilatî û herêma rojavayî û bakur-rojavayî pev girê dide. Her wiha reheke jiyangîr ji bo bazirganî û aborîya Sûrîyê ye. Li gor wê, di navbera girîngtirîn herêmên pêşesazî û bazirganî yên di nava sûrî de, weke Heleb, Hema, Hums û Peravê û herêmên ku tê de madeyên xav, mîna berhemên çandinîyê û yên sewalmendîyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê, girê dide. Lewre ev rê weke xeta kişandinê ya sereke ji bo pertal û berheman di navbera van herêman de ye û dergeha Sûrîyê ya deryayî li ser Deryaya Spî bi hundirê sûrî ve girê dide.
- Rêya navneteweyî (M5): Dirêjahîya vê rêyê 450 km e û ji dergeha sînorî ya Nesîb li ser sînorên bi Urdunê re dest pê dike û digihêje dergehên sînorî yên Bab Selamê û Bab Hewa yên li ser sînorên bi Tirkiyê û di bajarên mezin re, weke Deraa, Şam, Hums, Hema û Helebê, derbas dibe. Li bakurê bajarê Humsê jî bi rêya navneteweyî ya di navbera Hums û perava sûrî û bajarên wê Tertûs, Banyas, Ceblê û heyanî Laziqîyê re digihêje. Her wiha li paytexta wê, Şamê, jî bi rêya navneteweyî ya bi cînara wê Libnanê ve digihêje. Girîngîya stratejî ya vê rêya navneteweyî ew e ku korîdoreke baziranî ya bejahî di navbera Ewropa û Kendava Erebî de ye.
Ji bilî van rêyên heyî hinek proje û planên din jî hene, ji wan ev in:
- Xeta erebî ya raguhastina gazê: Misir, Urdun û Sûrîyê di nava xwe de dihewîne. Projeya xeta borîyan di çarçoveya gotûbêjên dualî yên di navbera Misir û Urdunê de sala 2001ê dest pê bûye. Piştî wê Sûrî û Libnan jî tev li vê belgeya lihevhatinê bûn. Her wiha Israîl, Tirkî û Iraqê jî peymanên hevkarîya di projeya xeta borîyên gazê yên derherêmî de, danîn. Weke ku jê re hatibû plankirin; gerek bû ku ev xeta borîyên gazê xwedî girîngîyeke aborî ba, ne tenê ji bo herêma erebî, lê belê ji bo tevaya Ewropa, Asya û Afrîkayê. Amerîka û serbazgeha rojavayî destekê didin vê projeyê; ku weke hevrikîyekê bi serbazgeha rojhilatî re ye û weke rengek ji danîna têkilîyên neyekser bi hevalbenda wan, Israîlê re ye. Di encamê de; serbazgeha rojhilatî -bi nûnertîya Rûsya û Îranê- ji ber bandora wê li ser berjewendîyên wan ên aborî û jeosiyasî, vê projeyê red dike.
- Xeta gazê ya qeterî-tirkî: Pêşniyareke qeterî bû ku xeteke borîyên gaza xwezayî bi rêya Erebistana Siûdî, Urdun û Sûrîyê ava bibe û ji Sûrîyê jî bibe sê şax: Şaxek ber bi Terablusa Libnanê ve, şaxek ber bi Laqzîya Sûrîyê ve û şaxê sêyem jî ber bi Tirkîyê ve. Armanc jê ew bî ku Qeter rasterast bi bazargehên enerjîya ewropî ve were girêdan. Sûrîyê sala 2009an red kir ku xeta borîyan di ser xaka wê re derbas bibe û ev yek bû sedema binkeftina vê projeyê. Sedemên redkirinê jî vedigerin şêweya têkilîyên sûrî-îranî û tirsa ku desthilatên siûdî li Sûrîyê xurt bibin. Her wiha ji bo ku têkilîyên xwe bi Rûsyayê re biparêze û rê li pêşîya hevrikîya kendavê ya di bazargehên ewropî de bi gaza rûsî re, bigire.
- Xeta gaza îranî: Xeta borîyên islamî ya îranî ji alîyê îranî ve ji zevîyê gaza îranî ya Kendava Erebî tê kişandin û bi rêya Sûrîyê di Iraqê re derbas dibe û ji Humsê dibe sê şax: Li Laziqîyê, Tirkî û benderên Libnanê belav dibin. Armanca sereke ya vê projeyê ew e ku bibe şûna projeya qeterî, her wiha gaza îranî bide Ewropayê, cihê jeostratejî û aborî yê Îranê xurt bike û li paş sizayên rojavayî bizîvire.
- Xeta gazê ya Kerkûk-Banyasê: Heyanî astekê ev proje weke projeyeke kevn-nû tê dîtin; çi ku di bingeha xwe de bi pêşxistina pergala raguhastina enerjîya herêmî sala 1952yan li Rojhilata Navîn re, dest pê bûye. Avakirina xeta borîyên petrola xav ji zevîyê Kerkûkê li Iraqê ber bi bendera Banyasê li Sûrîyê, bi encam bû. Ji wê çaxê ve, ji ber guherînên jeosiyasî li herêmê ku bi hilweşîna rêjîma Iraqê sala 2003yan dest pê bû û gihiştiye hilweşîna rêjîma sûrî di sala borî de, karê vê projeyê rawestiya.
Bê guman piranîya pevçûn û hevrikîyên heyî di nava xwe de, motikeke aborî dihewînin. Tişta ku li Sûrîyê bûye û dibe, baştirîn çespana vê yekê ye. Mînak; Rûsya û Îran, destwerdana wan di Sûrîyê de, di pileya yekem de tenê ji bo parastina berjewendîyên xwe bû û ji bo ku ji Sûrîyê û erdnîgarîya wê sûdê wergirin. Rêjîma sûrî ya berê tenê alaveke bicihanîna ajendeyên wan ên taybet bû. Êdî piştî çardeh salan ji destekdayîn û piştevanîyê, gava ku rola wê di lîstoka siyasî ya navneteweyî de nema û berjewendî hatin parvekirin, dest jê berda. Her wiha em dikarin ji tişta derbasbûyî, ji bo rewşa niha li ser erdê heyî, sûdê wergirin; ew jî bi rêya destnîşankirina bê kî serkeftî û kî binkeftî ye. Di encamê de; em dikarin tişta ku dê di rojên pêşîya me de werin, dahurînin; ku desthilatdarîya nû -weke tê xuyakirin- dibe ku ne di wê astê de be ku gelê sûrî ji bo siberoja xwe, jê re hêvîdar e.