ANALÎZ

ÎRAN Û AMERÎKA, GIRÊBESTA DAWÎ YA DI TEBAXA 2023YAN DE

Girêbesta serbestberdana dîlên amerîkî yên ku di girtîgeha Evîn a îranî de girtî ne, di navbera her du aliyan de, ne girêbesta yekem e û ne ya dawîn e. Vê yekê hişt gotûbêj û pêşbînî der barê siyaseta amerîkî ya li hember Tehranê zêde bibin. Ev siyaset ji dehên salan ve û di ser dema hejmarek serokên demokratîk û komarî de, bi rageşiyê tê pesindan. Ev yek ji serdema serok Cîmî Kartir ve dest pê kiriye, ku ew jî hemdemê Xumeynî bû. Jixwe Xumeynî jî rêberê şoreşa îranî ye ku di serdema wî de komara Islamî hat damezirandin û ew ket şûna Şah Riza Behlewî de. Di sala 1979an de, xwendekarên ku alîgirên Xumeynî bûn, êrîş birin ser balyozxaneya amerîkî û 52 kest weke dîl girtin û li hemberî wan doza radestkirina Şah kirin, ku wê hingê ew li Amerîkayê di nexweşxaneyê de bû. Ev jî tê wê wateyê ku rêbazê nêçîr û girtina dîlan heya niha hêjî li gel Komara Islamî û xelîfeyên wê û milîsên wê yên li Sûriyê, Iraq û Libnanê tê meşandin. Tevî ku têkiliyên diplomatîk di navbera her du aliyan de qutbûyî ne û Îran dirûşma “Mirin bo Amerîkayê“ hildide, lê girêbestên nehênî yên ku di wan de rastgoya amerîkî winda ye, hêjî berdewam in û hene. Em dikarin tenê amajeyê bi hetîketiya Îranê ya sala 1986an bikin ku her çi qasî di wê salê de biryara qedexekirina şandina çekan bo Îranê hebû, lê çekên amerîkî bi navbeynkariya israîlî bo Tehranê hatin hinartin. Armanc ji vê yekê jî serbestberdana dîlên amerîkî yên li Libnanê bûn. Ev yek di serdema serokê amerîkî Ronald Rîgan de pêk hat. Di sala 1988an de, dema Amerîka balafireke îranî li ser ava Kendavê rûxand û 290 kes hatin kuştin, rageştî zêdetir bû û her û her qutbûna têkiliyan û hevtewanbarkirin di navbera her du aliyan de domand. Îran di sala 2002yan de bû ji dewletên tewereyî yên ku alîkariya terorê dikin û di siyaseta xwe ya xweberferehkirin û belavkirina tîreyî de berdewam ma, nexasim li Sûriye, Iraq, Libnan, Yemen û Kendavê (di nav de herêmên rojhilatê Siûdiyê).
Îranê karê xwe yê çareserkirina Yûranyomê û avakirina reactorên navokî domand, vê jî nerehetiyek li ba Amerîka, Ewropa û Israîlê peyda kir, Her wiha hişt serokê amerîkî Barak Obama bi îranê (gel û hikûmet) re biaxive û tundî û çewsandina ku xwepêşandanên aştiyane yên li Îranê rastî tên, şermezar bike. Jixwe ew xwepêşandan ji ber rewşa aborî bûn û di wan xwepêşandanan de doza mafên mirovan dihat kirin, di nav de mafên neteweyên din ên li Îranê her wekî kurd, ereb, belûş, ezerî, tirkuman û ji bilî wan.
Di sala 2015an de Îran bi hêzên gewre re gihaşt rêkeftineke navokî ku tê de li he vkirin ku hêdî hêdî ceza li ser Îranê rabin, li hember wê jî gerek e Îran tekez bike ku ew ê çekên navokî li cem xwe nehêle.
Lê ji ber berdewamiya Îranê di bernameya xwe ya girêdayî rokêtên balîstî de û ji ber berdewamiya piştgiriya wê ji Hizbulah û girûpên HeşdaŞeibî re û ji ber destwerdana wê di ewlekariya Iraq, Libnan, Sûriye û ji bilî wan, rageştiyê di navbera wê û Amerîkayê de domand. Ji ber tecrubeyên wê yên rokêtên balîstî, Amerîka di serdema Trump de (2017) hin cezayên din li ser Îranê sepandin. Îran wê hingê got ku çi dibe bila bibe, ew ê di bernameya xwe de berdewam bike. Her çi qasî rêkeftina navokî hebe jî lê ew hat pûçkirin û nema kar pê hat kirin. Jixwe tevger û derbeyên israîlî bi ser balafirgeh û embarên çekan ên îranî de li Sûriye û Libnanê berdewam in. Heya niha jî rageşî di têkilîyên îranî-amerîkî de li pêş e, lê ya balê dikişîne, ew e ku di vê dema dawî de girêbesteke din di navbera Waşinton û Tehranê de hatiye pêkanîn, ku li gor wê, dê pereyên îranî yên ku li Kûriyayê hatibûn cemidandin, werin berdan. Ev pere bi qasî 6 milyar dolarî in, û dê bi rêya Siwêsrayê bo benkên qeterî werin şandin. Her wiha bi rêya vê girêbestê dê dîlên îranî yên li Amerîkayê bi girtiyên amerîkî yên li Îranê werin guhertin. Xuya ye ev girêbest bi serkeftin di navbera her du aliyan de dimeşe û aliyê navbeynkar Uman e, ku ew di navbeynkariyên nehênî û girêbestên îranî-amerîkî de, xwedî tecrubeyeke dûrûdirêj e.
Hêjayî gotinê ye ku li gor çavdêran, dibe ku serkeftina vê girêbestê hevkariya diplomatîk di navbera her du dewletan de zêde bike, bi taybet di mijara rêkeftina navokî de. Li gor hin agahiyên ku bi dizî hatine belavkirin, ev girêbest beşek ji gelek lihevkirinên berfereh yên di navbera her du aliyan de ne. Mirov dikare bibêje ku ew rêkeftineke nefermî di navbera wan de ye. Ya ku vê yekê tekez dike, ew e ku Îran çareserkirina yûranyomê heya %60 kêm kiriye. Her wiha ew bi rêya milîsên xwe êrîşî leşkerên amerîkî yên Ii Sûriye û Iraqê nake. Mirov dikare girîngiya Îranê ji aliyê stratejîk ji bo Amerîkayê encam bigire; çimkî Îran li ser Kendav û tengava Hirmiz ya stratejîk e û ew hêzeke herêmî ya gewre ye ku hemû dewletên ereban ên derdorê hesabê wê dikin û ji îdyolojiya wê ya olî ditirsin, nexasim Siûdî û dewletên kendavê û ji bilî wan. Ev gefên han, dihêle ev dewletên ereban xwe biavêjin hembêza Amerîkayê. Dibe ku ev yek ji wan sedeman be ku dewletên ereban bi sedên milyaran dolar didin Amerîkayê da ku sînorên xwe biparêzin, ji xwe ev yek jî ji bo Amerîkayê cihê sûdê ye. Dibe ku ev yek ji wan sedeman be ku Amerîka radigihîne ku ew naxwaze rêjîma Îranê biguhere û ew tenê alîkariyeke biçûk bo şoreş û xwepêşandanên demokratîk li Îranê pêşkêş dike; bi taybet piştî xwepêşandanên ku li tevahî bajarên Îranê belav bûn, ku ev xwepêşandan di encama kuştina keça kurd Mehsa (Jîna) Emînî de bûn. Di van xwepêşandanan de Amerîka tenê pêwendî û enternet dabîn kir.
lewra, Amerîka kirîzan li herêmên cûr bi cûr bi rê ve dibe, lê wan çareser neke (kêm caran çareser dike). Ew tenê dide pey berjewendiyên xwe û ya herî girîng ji bo wê, pêkanîna wan berjewendiyan e. Ew niha li Sûriye û rojhilatê Feratê ye lê xwe nawestîne û rê li ber dronên tirkî yên ku di navbera dem û demekê de sivîlan nêçîr dike, nagire û dihêle Tiriye gefên xwe di navbera dem û demekê de bidomîne, tevî ku Fransa dijberî wan derbeyên tirkî yên bi ser sivîlan de ye. Di demeke ku qerebalixa çapemeniyê li dijî Îranê zêde dibe û di demeke ku Amerîka baregehên xwe bi çek, balafir û leşkeran zêde dike, girêbest di navbera Amerîka û Îranê de tên lidarxistin û pereyên îranî yên cemidandî tên berdan, ku bi vî awayî dê piştgiriya pasvanên şoreşgerî û girûpên girêdayî wan zêde bike (tevî ku ji Îranê hat xwestin ku ew wan pereyan tenê di biwarê xwarin û dermanan de xerç bike). Her wiha agahiyên ku bi dizî hatine belavkirin didin diyarkirin ku baregeha Tenef a amerîkî bi hêzên artêşa niştumanî ya girêdayî Tirkiyê hatiye xurtkitin, bi taybet piştî zivirîna tirkî ya dawî li NATO û Amerîka piştî erêkirina tirkî li ser tevlîbûna Siwêdê bo NATOyê. Netinyaho (serokwezîrê israîlî) gelek lîstikên amerîkî eşkere kiri. Piraniya van lîstikan durû, nehênî û nezelal in, ne tenê wisa lê carinan digihêjin asta xiyaneta hevpeymanan; her wekî tişa ku li Serê Kaniyê û Girê Spî ji hêla Trump ve pêk hat. Ev jî tê wê wateyê ku HSDê dema li ser şerê li dijî hêzên îranî û milîsên wê li Dêra Zorê û Bokemal erê nekir, xwedî maf bû. Erêkirina amerîkî li ser rêkeftina siûdî-îranî ya ku bi serpereştiya çînî pêk hat, şêweyek ji şêweyên bikaranîna aloziyan e; da ku aloziya Yemenê ya di navbera hûsî û siûdî û îmaratiyan de û paşê bi Îranê re jî weke xwe bimîne. Wate, ew dixwaze rewş aloz û bê çare bimîne heya ku dema guncaw were û ew karibe sûdê jê bigire û bi kar bîne.

زر الذهاب إلى الأعلى