ANALÎZ

Bersiva Israîlî û Îranê Li Hev

Piştî kuştina Ismaîl Heniye (serokê Tevgera Hemasê) û Hesen Nesrela (serkêşçê Hizbûlaha Libnanî) û hejmareke Pasevanên Şoreşê, bersiva îranî li hember Israîlê hat. Hejmara rokêtên ku Îranê avêtin bi sedan bûn. Israîl û hevpeymanên wê li hember van rokêtan li ber xwe dan. Lê paşê bersiva Israîlê ne rasterast bû. Wê êrîş pêşkêş kir û got ku ew ê di dema guncav de bersivê bide. Civînên israîlî û emerîkî û pêwendîyên di navbera serokê Emerîkî û serokwezîrê Israîlî de der barê bersiv û koma armancan de, hişt ku cîhan li benda awayê bersiva israîlî û cihên armancgirtinê bin (cihên navokî, baregehên leşkerî yên ku bi rêya wan Israîl hat topbarankirin, avahîyên pertolê, kesayetên leşkerî yên bilind di artêşa îranî de).

Ev civîn û koma armancan Îran xist çarçoveya metirsîyê û hişt ku ew jî koma armancan li Israîlê diyar bike, nexasim dema Israîl bersivê bide û avahîyên giring ên îranî armanc bigire, wê hingê Îran jî dê cihên giring ên israîlî armanc bigire (her weke petrolgeh û xazgehên deryayî yên israîlî di Deriyaya Spî de, benderên hinardekirina petrolê û avahîyên navokî yên israîlî).

Siyaseta ku Israîl li hember bersiva îranî meşand ya ku hişt Îranê li benda awaya bersiva israîlî be, hişt ku Îran tev li hev bibe û li ser avahîyên xwe yên giring bitirse. Êdî Israîl di bersivdanê de, dê ne tenê be, lê belê Emerîka, Birîtanya û baregehên wê yên li Rojhilatê Navîn jî pê re bin.

Îcar çima bersiva israîlî dereng ma, gelo ew ê li Îranê bide, awaya bersiva îranî wê hingê wê çawa be û encamên vê yekê dê çi bin?

Derengmayîna bersiva israîlî:

Gelo eger Israîl avahîyên giring ên îranî armanc bigire, ew ji bersiva Îranê ditirse yan jî ew ji çêbûna şerekî herêmî yên berfereh li herêma Rojhilatê Navîn ditirse yan armanca Israîlê ji derenghiştina bersivê ew e ku Îran neçar bibe hin mijaran ji dest bide?

Israîl dikarî bersiva Îranê di heman kêlîyê de bide, lê ew ji berferehbûna çarçoveya şer û derketina wî ji serwerkirinê (serwerîê) ditirse. Ew li gel Emerîka dixwazin hemû alozî di bin serwerîya wan de bem, da ku karibin wan bi sînor bikin û rê li ber derketina alozîyan ji serwerîya wan bigirin. Ew jî ji bo ku rê nedin Rûsya yan Çîn an tu alîyê din ê dijberê wan ku van alozîyan bi kar bînin. Berferehbûna çarçoveya şer ne xizmeta Israîl û ne ya Emerîkayê nake. Herêma Rojhilatê Navîn, herêmeke hêzdarîya Emerîkî ye, loma gerek e alozî û rêbazê serwerîkirina wan pilankirî bin, ev ji alîyekî ve, ji alîyê din ve jî, Israîl hewl dide ku bi rêya derenghiştina bersiva xwe, hin gtiştan ji Îranê bi dest bixe; bi taybet li Libnanê der barê Hizbulahê de, ew jî bi rêya ku Îranê dev ji Hemasê berde (ya rast ji Filestînê bi giştî ne ji Hemasê tenê). Di encamê de ev ê destpêka devjêberdana dewletên ereb bi doza filestînî re be. Dibe ku ev jidestan jî kişandina çekan ji Hizbûlah û dûrxistina wî heya pişt çemê Lîtanî be. Her wiha kişandina komçekdar (milîsên) îranî ji Sûrîyê jî be. Di encamê de ev ê qonaxa yekem a çareserîya alozîya sûrî be; qonaxa duyem jî dê dewleta Tirk a dagirker neçar bibe ku hêzên xwe ji bakurê Sûrîyê vekişîne û çeteyên xwe radestî rêjîmê bike; ew jî bi rêya pêkanîna levhatinê di navbera her du alîyan de, êdî dema ku ew Îranê ji Sûrîyê derxin, dê ev yek li ser Emerîka û Israîlê ne zehmet be, jixwe ew jî bi rêya destûrê bidin Rêjîm, Rûsiya û HSD ku bakurê Sûrîyê rizgar bikin ku Tirkî bikeve şerê lewazkirinê bi Rêjîm û Rûsyayê re. Tirkî jî ditirse ku bi tena serê xwe di qada alozîya sûrî de bimîne. Bi vî awayî Rûsiya û Emerîka dê ji dewletên herêmê (Îran û Tirkî) li Sûrîyê xelas bibin û rola wan di dûrxistina alozîya sûrî ji çareserîyê pûç bikin û alozîya sûrî dê ber bi çareserîya navneteweyî ve biçe, ev çareserî dê li gor berjewendîyên Emerîka, Rûsiya û Israîlê di Sûrîyê  de bin.

Bersiva Israîlî:

Tevî ku bersiva wê dereng ma (dibe ku sedema wê lêkolînkirina Emerîka û Israîl ji tevahî pêşbînî û bandorên bersiva Israîlê be), lê bersiva israîlî dê qutbir be, çimkî Israîl dê ji mafê xwe yê bersivdayînê danekeve, lê ziyana ku ji bersiva Israîlê dê encam bide, girêdayî helwesta Îranî ye:

  1. Eger Îran tu jidestdanan ji bo Israîl û Emerîkayê neke, bersiva Israîlê dê dijwar be û dibe ku ziyanên mezin bigihîne avahîyên giring ên îranî. Di encamê de dibe ku Îran jî bersiveke nepêşbînîkirî li dij Israîlê û berjewendîyên Emerîkî li herêmê bide, jixwe ev pêşbînî jî dê xizmeta tu alîyî neke. Îran weke dewleteke navendî gelek kêşeyên wê yên hundirîn hene û ew ê nikaribe serwerîyê li wan bike, dema Emerîka û welatên Rojavayî pişta rikberîya îranî li hundir bigirin. Di enamê de rêjîma Wîlayetûlfeqîh li Îranê dikeve bin metirsîyan. Ji aliyekî din ve, dibe ku Israîl û Emerîka derbeyên dijwar bixwin û avahîyên giring ên Israîlê û berjewendîyên Emerîkî li herêmê armanc bigire. Di encamê de çarçoveya şer dê ferehtir bibe û dê ji serwerîyê derkeve.
  2. Eger Îran jidestdanan ji bo Israîl û Emerîka pêşkêş bike, wê hingê lêdanên israîlî ji bo deverên îranî dê pêşbînîkirî bin û dê ziyana wan kêmtir be. Bersiva îranî jî dê pêşbînîkirî be û xizmeta siyaseta Emerîkî û Israîlî li herêmê bike.

Anku ziyana ku dê bigihêje avahîyên giring ên îranî, girêdayî helwesta îranî û pêşkêşkirina wê ji jidestdanên bo Israîl û Emerîka be.

Êdî bersiva îranî ji lêdana Israîl dê çawa be? Emerîka û Israîl ne tenê li benda jidestdanên îranî ne, lê belê ew li benda çawanîya awaya bersivê ne, êdî bersiva îranî dê girêdayî girîngîya jidestdanên ku ew ê pêşkêş bike, jixwe tê pêşbînîkirin ku ev bersiv dê xizmeta berjewendîyên Emerîkî li herêmê (welatên Kendavê û Misir) bike.

Awaya bersiva îranî:

Rêjîma Îranê, beşek ji siyaseta sermayedar ya cîhanî li herêmê ye; ew jî mîna dewleta Tirk a nûjen ku ji hêla Kemal Atatork ve li ser kavilê dewleta Osmanî ve hat avakirin. Ji ber wê jî ew ê bi tu karî ranebe ku bandorê li berjewendîyên israîlî û welatên Rojavayî li herêmê bike.

Jixwe Îran koma armancan di hundirê Israîlê de diyar kir ku xazgeh û petrolgehên israîlî ya di derîyaya Spî de û li ser baregehên ezîmanî û avahîyên navokî yên israîlî dane ber çav. Lê gelo Îran dikare wan avahîyên giring ên israîlî armanc bigire û ziyanê bigihîne wan an jî lêdana wê dê bêkêr be yan jî dê bi rêya destên wê yên li Iraq, Sûrî, Libnan û Yemenê be? Serdana serokê îranî li Qeterê piştî bersiva îranî li dij Israîlê di destpêka meha cotmehê de, dibe ku bikeve çarçoveya jidesdanan ji bo Israîl be, da ku li hember wê Israîl jî bersivê nede.

Lê gelo sermayedarîya cîhanî çawa dê bersiva îranî ji bo xizmeta berjewendîyên xwe bi kar bîne?

Bersiva Îranê di xizmeta berjewendîyên Emerîkî û israîlî de li herêmê:

Emerîka û Israîl hewcedarî bersiva îranî ne (dema Israîl li Îranê bide), ew jî weke hewcedarîya Israîlê ji heftê cotmehê re bû ku siyaseta xwe li Xezayê pêk bîne û tevgera Hemasê hilweşîne. Dibe ku dema Israîl soza xwe pêk bîne û li Îranê bid, bersiva Îranê li dij Israîlê ne dijwar be, lê belê ew keşteyên wê yên li Kendavê armanc bigire; ew jî bi rêya girtina keşteyên ku petrolê vediguhêzin û gefxwarina li keşteyên wê (mîna armancgirtina Hûsiyan ji keşteyên ku berê wan li Israîlê bûn), ew jî bi behaneya berevanîya di ber Xezayê de. Vê yekê bandoreke mezin li coya Siwêsê kir û Misirê milyarên dolaran ji dest dan, çimkî tevgera keşteyên cîhanî ji derîyaya Sor ber bi tengava Resûrecaûsalih (zivirîna li dor Afrîkayê) ve çû. Her wiha ew ê baregehên Emerîkî li rojhilatê Feratê armanc bigire. Ev armancgirtin dê ziyanê bigihîne aborîya dewletên Kendavê, bêtirî ziyana ku dê bigihêje berjewendîyên Rojavayî li herêmê. Dewletên Kendavê dê bikevin alozîyeke aborî ya mezin. Dibe ku destên îranî, berjewendîyên Emerîkî li herêma Kendavê jî armanc bigirin. Ev tev dê bihêle dewletên ereban berê xwe bidin Israîlê û pê re li hev werin û hevpeymaneke erebî-israîlî bi serpereştîya Emerîkayê çêkin (Natoyeke erebî). Ev jî pirojeyeke Emerîkî ye ku hê di dema serokê Emerîkî yê berê Tiramp de dest pê kiribû (hevpeymana ibrahîmî). Her wiha dê hevpeymaneke leşkerî were damezirandin ku armanc jê ew be ku herêm bikeve bin serwerîya sermayedarîya cîhanî û pergala cîhanî ya heyî were parastin.

Jixwe alozîyên ku pêk tên û alozîyên ku tên afirandin, bandorine wê yên ne di balê de hene; Rûsiya û Çîn xwestekên wan di herêmê de hene û dibe ku ew weke hêzeke cîhanî ku dikarin van alozîyan çareser bikin, xwe bidin pêş û dibe ku hin dewletên ereban jî berê xwe bidin wan, çimkî ew weke hêzekê ne ku dikarin xwe bispêrin wan. Ew jî da ku ew ne tenê xwe bispêrin alîyekî, çimkî ev yek dê alozîyan zêdetir bike, loma dibe ku ew bixwazin hevsengîyekê di têkilîyên xwe yên navneteweyî de pêk bînin dan dibe ku di encamê de herêma Rojhilatê Navîn ber bi şerekî herêmî yê mezin ve here.

Di vê der barê de, alozîyên ku li Rojhilatê Navîn diqewimin, encama pergalên navendî ne, ev pergal jî bi berpirsîyarîya xwe ranedibûn û nikarîbûn hevjiyana aştîyane di navbera pêkhateyên civaka xwe de yan jî bi cîranên xwe re (dewletên derdorê) pêk bînin. Her wiha wan nikarîbû alozîyên herêmê li gor berjewendîyên gelên xwe bi rê ve bibin û çareser bikin. Ji bo ku ev rêjîm karibin alozîyên xwe yên hundirîn çareser bikin û nekevin bin desteserîya dewletên mezin de, pêwîst e berê xwe bidin nûjenîya demokratîk û hewl bidin ku çareserîyan bidarêjin, da ku ji alozîyên Rojhilatê Navîn derkevin (ew alozîyên ku nûjenîya sermayedarî li herêmê û cîhanê bi alîkarîya hin dewletên herêmê afirandin; her weke dewleta Tirk, Îran û dewleta Qeter a ixwanî).

زر الذهاب إلى الأعلى