ANALÎZ

Serdana Werzîrê Derve Yê Tirkiyê Li Waşngtonê

Serdana Werzîrê Derve Yê Tirkiyê Li Waşngtonê

 

Îro dewleta Tirk a dagirker ketiyê tengasiyekê. Jixwe gefên serokê rejîma Tirk û şêwirmendên wî yên li ser mafê dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Sûriyê “Mîsaqa Mîlî” ku ev herêm girêdayî Osmaniyan e ku ew  xwediyên vê xakê ne, êdî ji bîr dikin ku ew ne ji vê herêmê ne û bi navê ol û bi darê zorê li herêmê cihê lingê xwe çêkirine, êdî ji bo ku xwe piçespînin, komkujî li ser gelê herêmê yên resen pêk anîn.

Îro piştî dagîrkirina beşên berfireh ji Bakurê Sûriyê, ew jî bi hevkariya hêzên mezin (bi taybet Rûsya) û nekarîna Tirkiya dagirker ji bo cîbicîkirina gefên xwe yên nû li ser dagirkirina bajarê Kobanê, Til Rifet û Minbicê, her wih bi nêzîkbûna dema hibijartinên serokatiya Tirkiyê; rêjîma Tirkiyê ber bi rêkeftinekê bi rêjîma Sûriyê re di bin serpereştiya Rûsyayê de diçe, ew jî bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Lê  xuya ye ku gelek astengî li pêşiya vê rêkeftinê hene, di nav de neerêkirina tund a Amerîkayê ji vê nêzîkatiyê re. Ji ber wilo dem li pêşiya Erdogan teng bûye û divê rêçkê bibîne ku di hilbijartinên serokomariyê de xizmeta wî bike.

Li pêşiya Erdogan du rê ji bo cîbicîkirina gefên xwe û dagîrkirina navçeyên nû hene; dibe ku Kobanê armanca yekem be, ew jî ji ber ku bajarê yekem bû ku terorîsta DAIŞ`ê şikand û navçeyên dagîrkeriya Tirkiyê li rojhilat û rojavayê çemê Firatê li bakurê Sûriyê ji hev cûda dike, ew jî ev in:

  • Siyaseta lihevhatina bi rejîmê re berdewam bike û civînan li ser asta wezîrên berevaniyê li dar bixe, êdî dibe ku jî wezîrên derve yên her du welatan “Çawîş Oglo û Feysel Meqdad” bicivin. Piştî wê jî amadekariya civînekê ku ji serokên rejîma Tirkiyê û Sûriyê tê kirin, ji bo ku baş pilanên xwe li dij Rêveberiya Xweser û nûkirina “Peymana Edenê” bicih bînin. Ji ber ku ev hevdîtin di bin sîwana Rûsyayê de pêk tên, ev yek ji aliyekî bandorê li têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê dike, ji aliyê din ve jî gelên Bakurê Sûriyê yên dagirkirî ev pêngav erî nekirin, êdî dibe ku ev yek bibe sedema nêzîkatiya gelerî bi hinek kom û kesayetiyên siyasî yên ku vê lihevkirinê erê nakin bi (HSD) re, dibe ku ev yek bibe metirsî li ser hebûna wê ya leşkerî li bakurê Sûriyê ya dagîrkirî bike û ev herêm ji nav pençên wê yên ewlekarî û leşkerî derkeve. Her wiha nêzîkbûna roja hilbijartinan li Tirkiyê û kêmbûna alîgirên Erdogan û partiya wî, rejîma Sûriyê li ser daxwazên xwe rijd û ev yek jî nahêle ku ev nêzîkbûn di dema niha de pêk were. Ji ber vê yekê divê Erdogan baş serî ji rejîma sûriyê re bitewîne (Siyaseta Rûsyayê ya ku asta daxwazên rêjîmê bilind bike û lingê Erdogan têxe pêlaveke teng), ji ber ku ev nêzîkatî dikevê xizmeta hilbijartinan.
  • Serdana Amerîkayê ji bo ku şewqa kesk bistîne ku bajarê Kobanê dagir bike. Her çiqas her du alî hevalbend bin jî, pirojeya her du aliyan cûda ye, pirojeya dewleta Tirk a “Osmaniya nû” dagirkirina Bakurê Sûriyê û bidawîkirina Rêveberiya Xweser e. Her wiha hemû herêmên di encama lihevkirineke Tirkiye û Rûsyayê de hatine dagirkirin, xizmeta Amerîka û siyaseta wê ya li herêmê nekir. Der barê Amerîka de jî, pirojeya wê li gor serdana berpirsên Amerîkî li Enqerayê û navçeyên Rêveberiya Xweser, rêkeftina bi Rêveberiya Xweser re û yekkirina navçeyên di bi navê rikberiyê bi navçeyên Rêveberiya Xweser re, da ku li dij rejîma Sûriyê û Rûsya raweste û pirgaleke nenavendî li Sûriyê were avakirin.

Serdana çavrêkirî ya wezîrê derve yê Tirkiyê Çawîş Oglo li Washingtonê ji ber encama aloziya rêkeftina ligel rejîmê di dema niha de ye. Dem li ber Erdogan teng bûye û divê rejîma Tirkiyê helwestên xwe bi Amerîkayê re nêzîk bike, da ku berî roja hilbijartinan şoqa kesk ji Amerîkayê werbigire û kobanê dagir bike, li gel dosyayên din (ya herî girîng girêbesta F16). Piştî tunekirina peymana F35 a bi Tirkiyeyê re. Ji bo ku Çawîş oglo şewqa kesk ji Amerîkayê werbigire, divê bizane ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye bûneweriyek ku li ser nexşeya Sûriyê nayê paşguhkirin. Vegera rejîmê li herêmên Rêveberiya Xweser, ango kontrolkirina herêmê ji aliyê Rûsyayê ve yan jî vekişîna Amerîkayê ji herêmê, wê bibe yekem şikestina josiyasî ya Amerîkayê di şerê wê yê bi Rûsyayê re. Ji ber vê yekê jî divê wezîrê derve yê Tirkiyê vê rastiyê, nêzîkbûn yan rêkeftina li gel Rêveberiya Xweser, yekkirina aliyên bi navê rikberî û Rêveberiya Xweser, vegera aramiyê li herêmê û derketina Tirkiyê ji bin baskê Rûsyayê, ji bo Amerîka û siyaseta wê ya li herêmê pêwîst e, êdî di vê rewşê de dibe ku Kobanê bibe qurbaniya nêzîkbûna nû ya Tirk-Amerîkî li Sûriyê.

Jixwe Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) erê nake ku Kobanê bibe qurbaniya siyaseta navneteweyî û bi Tirkî re li ser Kobaniyê simbola cangoriyê bazaran nake, ji ber ku gelek bijarte li pêşiya HES`ê vekirîne ku nehêle Tirk Kobanê dagir bikin, ya yekem ku seranserî Bakurê Sûriyê bike bereyeke leşkerî, jixwe ne dûr e jî ku Rûsiya piştgiriya HSD`ê bike. Fermandariya Giştî ya HSD`ê tekezî li ser daxwaza xwe ya ji bo aştiyê kir, lê di heman demê de jî amadebaşiyên  xwe jî ji bo şer da nîşandan

زر الذهاب إلى الأعلى