ANALÎZ

Têkilîyên Rûsîya – Tirkîyê di navbera taktîk û stratejîyê de

Têkilîyên Rûsîya û Tirkîyê dîrokî ne, û wê asta siyasî û aborî ya herî bilind de ne, û veguhestinên aborî di navbera her du alîyan de ya girîngtirîn ji hemîyan tê dîtin, hindek ji dezgehên aborî ji her du dewletan ragehandin ku pevguhertin 30 milyar dolarê Emerîkî derbaskirî ye, û piştî ku her du alîyan nexşerêya hevkarîya aborî di Tebaxa 2022an de imze kirine, hindek pêşbînî hene ku di paşerojê de ev pevguhertin û veguhestina aborî dê bigehîje 100 milyar dolarê Emerîkî, lê derbarê têkilîyên siyasî û leşkerî ev car ji dawîya sedsala şanzdehan û destpêka sedsala hevdehan dirêj dikin, ya ku di piranîya qonaxên xwe de têkilîyên dijberîyê hebûn, ku di şerên Rûsî – Tirkî de diyar bûn, ev jî ji ber daxwaza Rûsîya di kontirolkirina dewletên Balqanê û derîyên sînor yên hevpar û derbend û tengavan e, nemaze di gel têkçûna Împaratorîya Osmanî de dema sekerata mirina wê berîya Cenga Cîhanî ya yekem, û çepergirtina Leşkerê Janîserî di rêza dewletên Bineyê (Axis) li dijî dewletên hevalbend ku Rûsîya jî di nav de dihewand, û ya ku dê paşê pêşengîya dewletên Yekîtîya Sovyatê bike.

Tevlîbûna Tirkîya nûjen di sala 1952an de ji bo Hevpeymana Atlantîka Bakur  (NATO) yê, li şûna sînorkirina cîgeheke stratejîk bû ji bo wê, Hevpeymana Warşovayê hêz û hevbendîyeke leşkerî ya laterîb û rûbirûyî ya wê hevpeymanê bû, û ya ku dê rûxsarên wê paşê di veşargehên hêzê, lawazîyê û rûbirûbûnê de bête diyarkirin.

Jihevkevtina Yekîtîya Sovyatê û destpêka têkilî yin nû:

Piştî jihevkevtina Yekîtîya Sovyatê di sala 1991ê de, têkilîyên di navbera Rûsîya Federal û Tirkîyê de ber bi başîyê ve dest pê kir, bi taybet jî li ser asta bazirganîyê, ji ber bazirganîya di navbera her du dewletan de çalak bibû, û di asta herî bilind de, û nemaze di pevguhertina bisporî û agahîyan de, her wesa Rûsîya jî bû dabînkerê herî mezin yê wizeyê (enerjîyê) ji Tirkîyê re, lê serbarî vê yekê jî, nerîna siyasî ya her du dewletan ji hev dûr bû, bi taybetî di karûbarên stratejîk de, û mirov kare vê yekê di doseyên aloz û hevpar yên di navbera her du dewletan de bibîne, ji wan yên herî balkêş :

Li ser asta doseya Sûrîyê: Bi destpêkirina tevgera gelê Sûrîyê di sala 2011an de, û bi destpêka çirûska şoreşa Sûrîyê re,  siyaseta hevkombûnên siyasî dest pê kir,  serbarî pêşketina têkilîyên di van salên dawî de, di navbera her du dewletan de, û zêdebûna qebareya pevguhertina bazirganî û çalakkirina derîyên sînorî, lê Tirkîyê ji dewletên pêşîn di destwerdana karûbarên navxweyî (hundirîn) yên dewleta cîran bû, ji ber ku Rêjîma Tirkî rasterast piştgirîya tevgera Ixwanî li Sûrîyê kir, û paşê jî tevgerên îslamî yên radîkal (hindek car rasterast û carinan jî nerasterast) dikir, ew hemî ji bo rûxandina Rêjîma desthelatê li Sûrîyê bû û anîna komeleyên islamî ji bo textê desthelatê li Sûrîyê bi dest bixe, ji bilî vê destpêşkerîya Rûsîya ku vê Rêjîmê weke xwe bihêle, lê piştî destwerdana leşkerî ya dewletên hevpeyman ya li dijî rêxistinên terorîst li Sûrîyê, hingê esîmanê Sûrîyê li pêşîya pêkhatê Rûsî vekirî ma ku bi rêya destwerdana leşkerî ya rasterast tê de bigerin, û gastîna Sûrîyê û axa wê bibe qada rûbirûbûn û hingavtina rasterast  di navbera her du dewletan de, û bi rastî jî balafireke Rûsî ya Su – 24 di 24ê Mijdara 2015an de ji alîyê hêza berevanîya esîmanî ya Tirkîyê ve û di nav esîmanê Tirkîyê hate xistin, û li ser wê rûdanê têkilîyên di navbera wan de aloz bûn, û weke berteka li hemberî wan tiştên ku li Helebê qewimîn û ketina wê di destê Rêjîma Sûrîyê de, û derkirina çekdarên bi ser rikberîya Sûrî ve ji Helebê, û tiştê ku “rewş aloztir kir” kuştina balyozê Rûsîya ji alîyê islamîyên tundrew di 19ê Berfanbara 2016an de li Enqerê bû, ew sedem hemî, ji bilî nerîna dijber li ser şêweyê çareserkirina pirsa Sûrîyê di navbera nerîna Rûsîya û Tirkîyê de, di nav wan nakokîyên her du alîyan de bû.

Derbarî doseya lîbyayê: destwerdana Tirkîyê di karûbarên Lîbyayê de bi şêweyekî vekirî û eşkere dest pê kir, ew jî bi rêya piştgirîya rasterast ya komeleya “Fayez El – Serrac” ya ji alîyê lojîstîk, siyasî û heta bi leşkerî, di heman demê de Rûsîya piştgirîya komeleya Bingazî ya bi nûnertîya “Xelîfe Hefter” dikir.

Derbarî doseya Qafkasyayê: Rasterast û bi şêweyekî eşkere Tirkîyê piştgirîya Azerbaycanê dike, û Rûsîya jî piştgirîya Ermenistanê dike, tevî ku di vê dawîyê de Rûsîya pişta xwe dayê, ew jî ji ber bazarkirin û lihevkirinên girêdayî derbarê Bakurê Rojavayê Sûrîyê ye.

Li ser asta Misrê: Rûsîya yek ji piştgirên mezin yê Sîsî serokê Misrê ye, lê Tirkîyê siyaseta piştgirîya komeleya Ixwan El – Mislimîn dikir, û daxwaza vegerandina desthelata sivîl ya helbijartî ji wan re dike, û daxwazkirina  gehiştina Ebdulfetah El – Sîsî ser textê desthelatê bi “Kodeta leşkerî” nav lê bike.

Li ser asta Ukrayîna û şerê wê yê li dar: Ji ber ku Tirkîyê dewletekî  ji Hevpeymana Atlantîka Bakur (NATO) ye, û artêşa wê ya herî mezin e, ku artêşa duyem tê dîtin, vêca neçar e, siyaseta giştî ya hevpeymanîyê bipejirîne, ji ber vê yekê Tirkîyê bi pratîkî li dijî şerê Rûsîya yê li  Ukrayîna ye, lê belê serbarî vê jî, Tirkîyê ji xwe re cihekî dirustkirî ye û di quncikeke hinekî bê alî de rawestîya ye, û piranîya caran rola navincîyê bi hêz dilîze, her weku di bazarên hinardina genimê Ukrayînî li hinek dewletên cîhan de rûda, Rûsan hindek serkirdeyên leşkerî radestî Tirkîyê kirin weke navincîkar û pişta xwe dayê, ku piştî bidawîhatina şer radestî Ukrayîna bên kirin, lê Tirkîya di seredana dawî ya serokê Ukrayînayê ji bo Tirkîyê ew radestî serokê Ukrayînayê kir, ev yek jî bû cihê nerazîbûnê ji alîyê Rûsîya ve, û ya ku Tirkîyê vê dawîyê çareser kir, her wesa pejirandina Tirkîyê ji bo endambûna Swêd û Fînlandîyayê  ku tevlî NATO yê bibe, têkilîya di navbera her du dewletan de şêlû kir, lê ji ber navincîkarîya Tirkîyê û nebûna şûngirekî guncav ku rola navincîyê bi Ukrayîna û Rojava re bilîze, ji ber hindê Rûs vê yekê rola binekarî li ber çav digirin.

Çima Rûsîya siyaseteke nerm li hemberî Tirkîyê dişopîne?

Serbarî xistina firokeya Rûsî li Sûrîyê ji alîyê Tirkîyê ve, û kuştina balyozê Rûsîya li Enqerê, weke me berê jî behs kirîbû, peywendîyên Rûsîya û Tirkîyê di demeke roker de vegerîya şêweyê xwe yê asayî û nakokî û alozîyên di navbera wan de hatin jinavbirin, ew jî ji ber gelek sedeman ve, û mirov kare wesa kurte bike:

  • Tirkîyê ji bo Rûsîya dewleteke herêmî ya girîng e, û xwedî giranîyeke diplomatîk tê dîtin, ku Rûsîya kare di gelek mijaran de xwe bispêrê daku roleke navincîyê bilîze yan jî bi şêweyekî nerasterast bi Rojava re têgehijtinê bike.
  • Derbarî siyaseta Rûsî bi giştî, ev hewldanek e, ji bo bêlayenkirina Tirkîyê di berhingarîya wê bi hêza Rojava re ye.
  • Şîyana sûdwergirtina aborî ji hevkarîyên bi Tirkîyê re ji bo lêzîvrandina sizayan û vedîtina kunan di sizayên aborî yên Rojava li ser Tirkîyê.
  • Husîneke rasterast ya aborî bi hêzeke leşkerî ya çalak di nav Hevpeymana Atlantîka Bakur (NATO) de, û şîyana sûdwergirtinê ji weke vê husînê.
  • Berdewamîya sûdwergirtinê ji projeya “Rewta Şîn” û ew projeya dirêjkirina borîyên gaza xwezayî ya mezin e, ku ji Rûsîya heta Tirkîyê û di Deryaya Reş re derbas bibe.
  • Hewldana Rûsîya ya ji bo kişandina Tirkîyê di projeya “Yekîtîya Ewrasyayê” de wek ji dêlva Yekîtîya Ewropayê.

Tirkîyê çi ji Rûsîya dixwaze?

Tirkîyê piştî danûstandinên xwe yên bi Yekîtîya ewropayê re û bê ku bigehîje yên xwestî  hewl dide kenalên hemberî yan jî laterîb bi cemserên din re veke, yên ku Rûsîya nûnertîya wan dike, nemaze ku Rûsîyaya Pûtîn ji destpêka vê sedsalê hewl dide ku siyaseta yekcemser bişkîne darîja nimûneyê ji “Polîsê Cîhanê” bişkîne yê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nûnerîtîya wê dike, û li ser vê yekê, hevkarîya aborî û leşkerî bi vî alî re dê ji Tirkîyê re bibe karteke zextê û kiryarên bazarîyê di rûbirûkirina Rojava re, û dê bibe beşek ji siyaseta peydakirina hevsengîyê di navbera hêzên ku cîhanê birêve dibin. Her wesa mirov kare armancên Tirkîyê di van xalan de destnîşan bike:

  • Bêlayenkirina raya Rûsî di şerê bi Kurdan re di hundirê Tirkîyê de, û li Sûrîyê jî, û ya nimûnendekirî bi Rêveberîya Xweserîya Demoqratîk û Hêzên Sûrîya Demoqratîk .
  • Bêlayenkirina raya Rûsî di şerê Azerbaycan – Ermenistanê de, ev yek bi zelalî di bêdengîya Rûsîya ya di şerê vê dawîyê de qewimî û vekişîna Ermenîyan ji axa Azerbaycanê hate xuyakirin.
  • Sînorkirina girêdana aborîya Tirkîyê bi Rojava re, û dirustkirina şûngiran (bedêlan) jê re bi hevkarîya aborî bi Rûsîya û Çînê re, û yên bi wan re tevdigerin.

 Têkilîyên di biwarê leşkerî de:

Tirkîyê di Hevpemana Atlantîka Bakur (NATO) de, duyemîn artêşa mezin tê hejmartin, ev hevpeyman ji bo Rûsîya Federal metirsîyeke mezin e (li gorî nerîna Rûsîya) ji lew re çi nêzîkatîya Rûsî – Tirkî di biwarê leşkerî de hebe, metirsîyeke cotekî  li ser her du alîyan dirust dike, lê kêşeya ku serokkomarê Tirkîyê  yê niha xwe xistîyê de ew kirrîna sîstema bergirîya Rûsî ye, ya mûşekên (S 400) ku ji alîyê Rûsan va hatîye çêkirin, ya dijberê rasteqîn e, ji bo balafirên Amerîkî ji modelên (F – 16) û (F – 35), vê care arîşeya ku xistîyê pêşîya Tirkîyê bidestxistina çekên Amerîkî û di heman demê de jî bidestxistina çekên Rûsî ye, ev her du jî ji alîyê pirensîb û naverokê de dijberî hev tên dêtin, lê di terazûya hevlbendîyê  rêkevtinên stratejîk de nabe ku hevbendîyeke stratejîk di navbera Tirkîyê û Rûsîya de çê bibe, ew jî ji ber gelek sedeman e, û yên herî girîng ev in:

  • Tirkîyê hevpişkê bingehîn yê (NATO) ye, ya ku Rûsîya wê weke hevpeymaneke tirsnak dibîne.
  • Rûsîya hevpişkekî sereke yê Komara Îslamî yê Îranê ye, ku Îran di hevrikîya herêmî ji Tirkîyê re, li ser asta  hevrikîya mêjûyî ya Osmanî – Farisî, û li ser asta ayînzayî ya Şî’î – Sunî jî dîtin.
  • Girjîya têkilîyên Tirkîyê yên bi Rojava re bi giştî û bi taybet bi Dewletên Yekbûyî re, bi hoyê doseyên dijber û nakok di navbera wan de, û jixwe doseya Sûrîyê dikeve pêşîya wan doseyan, û piştgirîya Hevpeymanîya Navdewletî ji bo Hêzên Sûrîya Demoqratîk re di rûbirûbûna terorê de.
  • Armanca Tirkîyê ew e, ku bigehîje endametîya temam ya Rêxistina Hevkarîya Şanghayê.
  • Hesta Tirkîyê ku Rojava (Ewropa) wê weke hevpişk yan hevlbend ji xwe re nabîne, ji bilî wê dema ku pêwîst be, û tenê wê li gora pêwestîya xwe berhem digire, bê ku kesayetîya Tirkîyê û berjewendîyên hevpar li ber çav bigire.

Di encama dawî de, em karin bêjin ku têkilîyên Rûsîya û Tirkîyê derencama hingavtin û lihevhatina berjewendîyên demikî ne, ku dever tê re derbas dibe û derencama siyasetên heyî yên navneteweyî ne, û ya ku dibe di paşerojê de cûreyekî nû ji hevpeymanan dirust bibe, her wesa têkilîyên di navbera serkirdeyên her du dewletan de roleke – heta astekê – mezin di xurtkirina peywendîyên di navbera wan de dilîze, dibe ku ew peywendî dirêj bibin, yan jî li pêş kevin jê bêtir  ku hindek pêşbînî dikin, di her barî de, ji ber ku rûbirûbûneke rasterast di navbera (NATO) û Rûsîya de nîne, ( dema îroj ev rûbirûbûn dûrxistî ye) vê carê ev peywendî û têkilî dê di navbera her diwan de berdewam be, lê di her bar û rewşê de, em wê di dema navîn û ya dûr de wek hevpeymeneke stratejîk tê re nabînin, lê belê weke  cûrekî ji kodetayê li  ser wê stratejîja Tirkî di wê dûrkevtina ji hevpeymanîyên Rojavayî re û di têkilîyên xwe de yên dûr û domdirêj de be.

زر الذهاب إلى الأعلى