ANALÎZ

Tirkiye û fobiya Kurdan

Tirkiye û fobiya Kurdan

Di 18ê Nîsanê de, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Xelusî Akar ragihandibû ku operasyona leşkerî li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye û navê “Pençe Kilît” li kiriye û navendên PKKê li devera Matîna, Zab, Avaşîn û Basyan dikin armanc.

Ev operasyon beşek e ji du operasyonên berê yên ku Tirkiyê ji sala 2020an vir ve pêk anîne, ku ew jî Pence-Piling  ku li pişt wê Tirkiyê îdia dike ku sînorên xwe û ewlehiya neteweyî diparêze û ew rêze stratejiya şer a berfireh ên Tirkiyê ye ku hebûna Kurdan li herçar parçeyên Kurdistanê dike armanc.

Dema vê operasyonê,  mebesta Tirkiyê ya ji bo bikaranîna rewşê; çi li Iraqê û krîza siyasî ya ku tê jiyakirin, çi jî şerê Rûsya û Ukrayna û nêzîkbûna wê ya vê dawiyê bi Amerîkayê re, nîşan dide. Ya balkêştir jî ev e ku ev operasyon du roj piştî serdana Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya Enqereyê pêk hat û di wê hevdîtinê de bi Erdogan û serokê îstixbarata Tirk re hevdîtin pêk anî û ev yek dibe nîşana hemahengiyê di nav wan de, ji ber ku serokê îstixbaratê di civînê de amade bû.

Ev yek bû sedema matmayînekê û nerazîbûna gel jî di nav herêmê de bi xwe jî, bi taybetî piştî ku Erdogan ragihand ku “welatê wî ji nêzîk ve bi hikûmeta navendî ya Iraqê û rêveberiya herêmî ya bakurê Iraqê re hevkariyê dike.”

Hemdem bi operasyona xwe ya li ser Başûrê Kurdistanê re, Tirkiyê operasyonên xwe yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser li bakurê rojhilatê Sûriyê zêde kir, ev jî nîşan dide ku tişta ku dihêleTirkiyê operasyona xwe  dereng bixe, tenê têgihiştinên siyasîne yên ku bi dizî dihatin pilankirin.

Operasyona leşkerî, li gorî ku Tirkiyê ragihandiye, armanca wê kontrolkirina devera Zapê ye, ku navenda fermandariya taybet a PKKê û korîdora bejayî ya stratejîk a wê partiyê ye, bo Tirkiyê.

Lê dixuye ku armancên din ên ne eşkere  jî hene, wek niyeta Tirkiyê ku bibe dergehê gazê ji bo Ewropayê; ji ber şerê berdewam di navbera Rûsya û Ukraynayê de.

Çend hevdîtin di navbera serokên Tirkiye û Îsraîl û serokê hikûmeta başûrê Kurdistanê de pêk hatin ku mebest jê dabînkirina deverên ku tê pêşbînîkirin  ji bo kişandina boriyên nû yên gazê di çarçoveya projeya ji Kurdistanê bo Tirkiyê, wek alternatîva gaza Îranê.

Îran vê yekê weke metirsî li ser berjewendiyên xwe yên aborî dibîne, bersiva wê da û bi çend mûşekên balistîk Hewlêrê kire armanc, ku peyamên zelal dişîne, dibêje ez bêdeng namînim.

Di nava armancên ku nehatine eşkerekirin, niyazên Tirkiyê hene di Wilayeta Mûsilê ku Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Kerkûkê dihewîne de hene , û ev navçe ji aliyê Tirkiyê ve di çarçoveya Peymana Milî de girêdayî wê ne.

Ji destpêka operasyona artêşa Tirkiyê ve, medyaya Tirkiyê amaje bi serkeftinan dike û baregehên leşkerî li wan navçeyên ku hatine dabînkirin ava dike, lê nîşanên rasteqêne piştî zêdetirî meh û nîvekê tiştekî din nîşan didin. û berxwedana endamên partiyê yên di şerê çiya de hatine perwerdekirin bi awayekî zelal nîşan didin ku tu gav  bi pêşde li ser erdê navêtine. Û ev jî dihêle ku derfetên çareserkirina kêşeyan hîn ne pêkan be, û hemû daneyên li meydanê nîşan didin ku nexşerêya meydanî li başûrê Kurdistanê ji kokê nayê guhertin, wek ku Tirkiye dibêje.

Ev yek jî têkçûna armancên artêşa Tirkiyê û hemû operasyonên wê yên berê îsbat dike û ew hêz wê tu encaman bi xwer neyne, lêbelê xwînrijandina her du aliyan zêdetir bike.

Pirsgirêka kurd li Tirkiyê pêwîstî bi çareseriyeke aştiyane û lihevhatinekê heye ku mafên kurdan, nasnameya wan a çandî, zimanê dayikê û nûneratiya siyasî ya fermî di Parlamentoya Tirkiyê de misoger bike û otonomiya kurdan bi dest bixe.

Lê vîna siyasî ya li Tirkiyeyê ku taybetmendiyeke neteweyî digire, qet wisa naxwaze, jixwe dosya kurdî tê  dûrxistin û pişguhkirin.

Kiryarên şewitandina gundan, binçavkirina parlementer, çalakvanan û girtina wan di zindanan de, hemû bi bihaneya ku bi Partiya Karkerên Kurdistanê re têkildar in.

Ev yek jî dide zanînin ku ti nîşana aştiyê ji aliyê Tirkiyê ve nîne û naxwaze gaveke cidî  di aştiya di navbera kurd û dewleta Tik de bavêje û Kurdan qebûl bike û têkeve danûstandinên rasteqeqîne bi PKK re; ji ber ku ew  nûnerê rewa yê kurdan e û pirsgirêka kurd bi awayekî qanûnî û siyasî û li gorî zagonên navneteweyî û mafê gelan e, çareser dike.

Ne ku eniyên şer ên nû û bi bihaneyên bê bingeh, ku ji her kesî re eşkere ye, veke. Hebûna Kurdan li her derê, li hundirê Tirkiyê û çi li welatên cîran ên weke Sûriye û Iraqê, ku Kurd tê de rêveberiyên nîvserbixwe bi dest xistin, dike armanc.

berdewamiya siyaseta Tirkiyeyê bi vî rengî ya ku vekirina dosyaya Kurd red dike û berdewamiya wê di stratejiya hêza leşkerî de, rê li ber bidestxistina her derfetek ji bo aşitiyê digire û alozî û nakokiyê di nava Tirkiye bixwe û li welatên cîran de, çêdike.

زر الذهاب إلى الأعلى