ANALÎZ

Em nikarin bi tenê bi Pûtîn re rû bi rû bimînin

Em nikarin bi tenê bi Pûtîn re rû bi rû bimînin

Dibe ku hin hevalbendên gengaz ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn ne demokrat bin, lê ew ne revîzyonîstin jî, ji ber vê yekê Washington nikare xwe ji wan dûr bixe

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevalbendên wê yên Ewropî hişyarî da û gelek tiştên  rastî bi bîr xist: Hêza hişk mijarek e ku hêjayî balê bikişîne. Sînor bi zorê dikarin bên guhertin. Hewldanên ji holê rakirina neteweyan nayî jibîrkirin. Pevçûn û pêşbazî dê hêma navnetewyî di paşerojê de  diyar bike. Ger em bixwazin rê li ber nakokiyan bigirin û şêwazê pêşbaziyê diyar bikin, pêwîstiya me bi hevkaran heye.

Di dema ku bandorên dagirkirin û hovîtiyên Rûsyayê perçeyekî  mezin ji  cîhana rojava bêzar kir, gelek welatên Rojhilata Navîn, Afrîka û Amerîkaya Latîn bêalî dimînin. Ji bilî vê, Pûtîn piştgiriya Çîn û hin welatên wekî Îranê distîne, ku tu berjewndiyên wan bi pejirandina pêvanên ku dewletên rojava di wê baweriyê de ne ku ev tişt  reftarên navneteweyî araste bike, tine.

her çiqasî ku Pûtîn şerê xwe yê li dijî Ukraynayê didomîne, divê Amerîka ji bo heyama piştî bidawîbûna şer, dest bi avakirina hevalbendan bike. Û dema ku Pûtîn biryarê bide ku vî şerî bi dawî  bike, nabe dîsa pêwendî û têkilî vegerin wek berê; wekî ku tiştek neqewimiye.

seferberiya dewletên demokratîk li Ewropa û Asyayê tenê destpêk e. Serok Jo Baydin gelek caran behsa wê yekê dike ku di şerê di navbera demokrasî û otorîterîzmê de di dagerek pir xeternak de ye. Lê eger em cîhanê tenê bi vî awayî parçe bikin, em ê gelek welatên ku divê bibin beşek ji her koalîsyoneke cîhanî ku karibe li hember hewildanên Rûsya û Çînê ji bo ferzkirina serweriya xwe li ser pergala navneteweyî, dûr bixin. Em nikarin wan dewletên ku ne demokratîk in dûr bixin. Û di têkoşîna li dijî hêzên ku dixwazin rewşeke normal ava bikin  ku dixwazin maf binketî be û  hêz serwer be, divê em tevlî wan aliyên destek didin serweriya me bibin û bi wan re bibin yek alî.

Weke mînak,  ka em di Rojhilata Navîn de biramin, ji ber ku Baydin girîngiya dûrxistina Pûtîn ji şiyana fînansekirina şerê wî baş nas kir, Baydin pêwîstî dît  ku alternatîfan ji nefta rûsî re bibîne, ne tenê ji bo peydakirina hewcedariyên Ewropiyan, lê hewl bide ku zêdebûna lêçûnên enerjiyê jî kêm bike. Hewldanên rêveberiya DYE’yê bi ser neketin ku Erebîstana Siûdî ku yekane welatê xwedî qebareya hilberîna mezin a zêde ye, razî bike ku zêdetir petrolê derxîne. Dibe ku çend faktor li pişt redkirina Erebistana Siûdî ji vê yekê hebin, lê wek ku yekî ji berpirsên payebilind ê Erebistana Siûdî vê dawiyê ji min re got: “Hûn Amerîkî dema ku hûn tişteî ji me bixwazin hûn dixwazin bilez em pêk bîn in, û gava ku em tiştekî  ji we dixwazin hûn bersiva me nadin..” (Wî berpirsî ne xwest em navê wî eşkere bikin,  ji bo ku nirxandinek rast li ser rewşê bide.) her wiha axaftina xwe berdewam kir û got, Siûdiyê hewl dabûn ku daxwazên me bicih bîne, ji ber ku ew Amerîka wekî “dostê pêbawer” dibînin; nemaze dema rastî  rewşeke ewlekarî xeternak tê. [Lê belê] piştî ku rastî êrîşên dubare yên Hûsiyan û çekên wan ên Îranî ku di nav wan de dron, mûşekên keştiyan û mûşekên wan ên gerok hatin, û dudilî û bertekên me  li hember van kiryaran dîtin , ew bawerî li gel wan şikest.

Lê li gorî nerîna  Amerîkayê, faktorên din di vî warî de roleke girîng lîstin; kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî û amadebûna Donald Trump ji bo kuştina wî Siûdiyan bibexşîne, binpêkirinên mafên mirovan ên din; û awayê ku Siûdî şerê xwe li Yemenê birêve dibe, ev kiryar hemû  hişt ku rexneyên giran  ji hêla her du partiyên sereke li Amerîkayê li ser Siûdiyê werin, û van bûyeran hişt ku rêveberiya Baydin biryar bide ku têkiliyên DY bi Erebistana Siûdî re “ji nû ve were sazkirin”. Lêbelê, şerê Pûtîn hişt ku rastiya pêwîstiyên Amerîka  ji nû di ber çava re derbas bibin. Bi rastî, Erebistana Siûdî di pêşbaziya Amerîka bi Rûsya û Çînê re girîngiyek xwe ya  stratejîk heye.

Nefta Erebistana Siûdî niha û ji bo deh salên pêş de gerek e, ji ber ku cîhan pêvajoyeke gerguhêz bi rêve dide ku sotemeniyên fosîl ber bi enerjiya nûjen ve dibe. Û Erebistana Siûdî di nav welatên Rojhilata Navîn de ye ku hewl dide civakên nûjen û berxwedêr ava bike, û rûbirûyê Îranê bibe, ku hewl dide nakokiyan li navçeyê berdewam bike û bi kar bîne. Piştgiriya Tehranê ji Rûsyayê re ne wilo ji berxweve ye. Îran hêzeke revîzyonîst e ku dixwaze  li Rojhilata Navîn serdest be û îdeolojiya berxwedanê ya hişk ferz bike. Tiştê ku Îranî jê re dibêjin “eksena berxwedanê” bi rastî jî eksena bêbextî û riswayê ye. Hinardekirina herî girîng a Îranê dron, mûşek, milîs û piştgiriya dewletên têkçûyî an jî yên ber bi têkçûnê ve diçine ye. (Lubnan, Sûriye, Yemen û Iraq, belgeyê wê yekê ne ku Îran tê de xwedî  bandor û serwerî ye)

Berdewamkirina nakokiyên li Rojhilata Navîn dibe ku xizmeta berjewendiyên Rûsya û Îranê bike, lê dibe ku xizmeta berjewendiyên Amerîkayê neke. tişa baş, Hevpeymaniya ku ji Siûdî, Îmaratî, Misrî, Urdun, Mexrîb, Behreynî û Îsraîlî tê avakiri ku li dijî planên Îranê li herêmê rawest e. Fermandarîya Navendî ya Amerîkî mekanîzmayek ji bo piştgirîkirina hewcedariyên ewlekarî yên endamên hevpeymaniyê peyda dike, hem jî  ji wan re dibe bingehek ku çalakiyên xwe yên  îstîxbaratî, dij-terorê, hişyariya zû û çalakiyên berevaniya di rêya komputerê re, mûşek û dronan li ser bikin yek ku wê bihêlwe hemû di rewşke aram de bijîn. Her ku em hevkarî û bazirganiya aborî ya ku Îsraîl û Îmarat niha ava dikin handan bikin, em ê ji bo aştiya herêmî bingehek bihêztir ava bikin, û bêtir em ê hevalbendiyek bihêz pêşve bixin ku piştgirîyê dide bingeha lîstikê ya ku em li qada navneteweyî lê digerin. .

Gelo ev tê wateya em dev ji metirsiyên xwe yên der barê mafên mirovan berdin û ji nirxên xwe dûr bikevin? Na, lê ev tê vê wateyê ku tiştê me berê dikir  dîsa em ê  bikin: pêşîniyên xwe binirxînin û hewl bidin ku nirx û berjewendiyên xwe hevseng bikin. Divê em rê li ber rêgez û bingehên Pûtîn bigirin – ku li gorî wan dewletên xwedî  hêz serweriyê li dewletên lewaz ferz dike û [çi ji wan tê xwestin bikin], ku  gelê sivîl armanca  bijartî ye. Pêwîst e ku hevbendiyek berfireh ji deweletên  ku wê armancê bi me re parve dikin ava bikin;  armancek ku berjewendî û nirxên me bi hev re nîşan bide.

Dennis Ross

https://www.washingtoninstitute.org/ar/policy-analysis/la-ymknna-mwajht-bwtyn-whdna

زر الذهاب إلى الأعلى