ANALÎZ

Idliba nû: Piştî vekişîna Amerîkayê rola Tirkiyeyê di Afganistanê de

 

Li kêleka vekişîna bilez a Amerîkî ji Afganistanê ku di heman dema vekişîna hêzên NATO’yê de pêk hatiye, tevgera Taliban hîn bêhtir kontrolkirina xwe li ser herêm û bajaran berdewam dike. Di tîrmeha vê salê de ragihand ku wê %85 ji tevahiya xaka Afganistanê xistiye bin kontrola xwe. Ev dihêle ku kontrolkirina wê li ser paytextê “Kabûl” di dema pêşiya me de gengaz be. Vê yekê hişt ku Amerîka bi rêya têkiliyên bi Tirkiyeyê re ku piştî 31’ê tebaxa 2021’ê ango dema bidawîbûna vekişîna Amerîkî ji Afganistanê, Tirkiye bi hin erkên ewlekarî û leşkerî li Afganistanê rabe, hin senaryoyan ji bo parastina herêmê deyne.

Malpera “Middle East Eye” (Çavê Rojhilata Navîn) a Birîtanî di destpêka vê meha tîrmehê de raporek der barê nêzîkbûna Amerîka û Tirkiyeyê ya ji bo pêkanîna hevpeymanekê de weşand, ev hevpeyman wiha ye ku Tirkiye dê piştî vekişîna NATO’yê balafirgeha Kabûlê biparêze û hin erkên ewlekariyê li wir pêk bîne. Tê texmînkirin ku ev hevpeyman di nîveka vê mehê de bigihêje şêweya xwe ya dawî. Hevpeymana ku dê pêk were li ser vê yekê tê lihevkirin, dê Enqere hêzên xwe yên leşkerî – ku ew bi xwe beşek ji tûgaya piyade ya 66’an a di amadebaşiyên bilind de ya NATO’yê ye – bi armanca parasatina balafirgeha Kabûlê piştî vekişîna Amerîkî û NATO’yê bihêle. Li beramberî wê jî dê NATO lêçûnên diravî ji bo hêzên leşkerî yên Tirkî pêşkêş bike û desteka leşkerî û saloxgêrî ya Amerîkî jî pê re hebe, her wiha ji mafê Tirkiyeyê ye ku desteka leşkerî ya Amerîkî û Ewropî yan jî hevkarên din bêhtir bixwaze gava ku pêwîst be û dê bihêlin ku şêwirmendên ewlekarî yên xwecihî yên hukûmeta Afganistanê bi cih bike.

Ev hevpeymana ku tê texmînkirin, di heman demê de pêk tê ku di hefteya yekem a vê mehê de raporin derketin û tê de eşkere dibe ku Tirkiye amadekiariyan ji bo dike ku milîsên çekdar û komên çete ji Ilibê ber bi Afganistanê ve veguhêze. Ev livûtevger eger rast be, gelek pirsan der barê girêdana di navbera hevpeymana Amerîka-Tirkiye û veguhastina Tirkiyeyê ji komên çete ji Idlib ber bi Afganistanê ve, derdixe pêş, ku dê bandoriyên yekser li ser gelek hevsengiyên hêzê di nava Sûriyeyê de  û li ser siberoja rewşa Idlibê ya ku bi navê “Depoya terorîstan” hatiye binavkirin, bike. An jî dê bandorê li ser rewşa Afganistanê bi xwe bike ku tê de livûtevgera komên terorîst yên mîna Taliban, Daiş û El_Qaidê, pir bûye.

Pir sedem

Ev birêveçûna Tirkî-Amerîkî ji gelek aliyan ve şîrove bikin, ên herî girîng ev in:

  • Parastina hin saziyên navendî yên li paytextê “Kabûl”: Bi tevî fişara Amerîkî li ser Tirkiyeyê ya ji bo mabûna leşkerî ya Tirkiyeyê bi armanca parastiba balafirgeha Kabûlê, lê Tirkiye napejirîne ku ji derveyî balafirgehê ti erkên ewlekarî û leşkerî pêk bîne; çi ku dê li ser hêzên wê metirsiya rûbirûna bi Taliban re çêdibe. Ji xwe ev yek dihêle ku Tirkiye hewl bide ku ji aliyê xwe ve bi rêya anîna çeteyan ji Idlibê ber bi Afganistanê ve, du armancan pêk bîne: Aramaca yekem ew e ku bi rêya van çekdaran balafirgehê ji derve ve biparêze. Armanca duyem jî destekdayîna bi Amerîkayê re ye ku hêzeke nîv-leşkerî ava bike da ku bikaribe parastina saziyan li Kabûlê bikin û hêzên ewlekariyê yên Afganî – bi awayê dîtaneyî – li hemberî pêşveçûna hêzên Taliban ber bi paytextê “Kabûl” ve xurt bike.
  • Nîv-çareserî ji bi arîşeya Idlibê li Sûriyeyê: Idlib ji bo hemû çareseriyên Sûriyeyê yên di siberojê de, aloziya herî girîng e; çi ku ji bo piraniya komên çete û radîkal ên li herêmê mîna “Depoya cîhadîstan” e, ji ber ku tê de gelek rengên milîsên çekdar û komên tundrew hene, her wiha tê de hejmareke mezin a çekdarên biyanî yên mîna Uygurên “Partiya Tirkistan a Islamî” û Ozbekî û gelek nijadên Erebî, Asyayî û Ewropî hene. Ev yek dibe pirsgirêkeke mezin ji Tirkiyeyê re; çi ku di navbera Enqere û gelek komên çekdar ên çalak de girêdanên peywirî hene.Êdî veguhastina komên çekdar ji Idlibê ber bi Afgansitanê ve dê destekê bide ji bo nîv-çareseriyekê ji aloziya Idlibê re, ji ber ku dê alternatîv ji bo bicihbûna van komên çekdar çêbibe dema ku çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyeyê re çêbibe, yan jî herî kêm dê derfet çêbibe ku biyaniyên li Idliba Sûrî bibin Afganistanê, ango avakirina Idliba Afganistanê. Ev jî bi awayekî ku bikaribe giîngtirîn aloziya li hemberî dewletên cîhanê yên ku napejirînin endamên tundrew û çekdar ên li Sûriyeyê çalak in li gel xwe bigirin, dê pêk were. Her wiha nekarîna Tirkiyeyê ku berpirsiyariya bixwegirtina van koman piştî çareseriya aloziya Sûriyeyê, rake.

 

  • Rûbirûbûna destwerdanên Îranî û Çînî: Piştî bidawîbûna vekişîna Amerîka û NATO’yê ji Afganistanê, dê rola Çîn û Îranê geş bibe. Ev yek di anîna Îranê ji civînekê re di navbera tevgera Taliban û hukûmeta Kabûlê de li gel xwe ku di 7’ê tîrmehê çêbû, hat diyarkirin. Bi vê yekê Îranê hewl da ku roleke mezintir di nava Afgandistanê de bilîze. Li kêleka wê jî hewldanên Çînê yên ji bo desteserkirina petrola Afganî, dihêlin ku desthilatiyên Îranî û Çînî ji Amerîka û dewletên Ewropî re bibe gef. Li gorî gelek aliyan tê xwestin ku gelek mijar werin danîn da ku rê li pêşiya pêşveçûna Çînî û Îranî ya di nava Afganistanê de were girtin. Dibe ku ev yek bi rêya xurtkirina desthilatiyên Tirkiyeyê, her wiha anîna çekdaran ji Sûriyeyê û bicihkirina wan li ser sînorên Îran û Çînê de pêk were. Bi taybetî ji ber ku piraniya çekdarên ku li Sûriyeyê ne ji kêmneteweya Islamî ya li Çînê, ango Uygur in. Her wiha hebûna çekdarên tundrew ên Sunî li ser sînorên Îranê dibe ku bibe destekek da ku çekdarên Belûşî yên di nava Îranê de bi hêz bibin.

  • Jinûve-xurtkirin û gewdekirina hevbendiya bakur: Gelek alî wiha dibînin ku, anîna çekdaran ji Idliba Sûrî ber bi Afganistanê ve dê destekê bide hevbendiya bakur ku bi rêya anîna komên çekdar û milîsên li Sûrî ku xwedî tektîkên şerê gerîla ne, desteka mirovî pêşkêşî hêzên girêdayî komên çekdar ên Afganî bike. Ev yek dibe ku li pêşiya geşbûna tevgera “Taliban” di siberojê de rû bi rû be. Her wiha dê destekê bide ku stratejiya Amerîkî ya di Afganistanê de ji rûbirûbûna yekser veguhere rûbirûbûna neyekser, ango şerê bi rêya wekîlan.

  • Rûbirûbûna li beramberî desthilatiyên Daiş’ê yên li Wezîristan û Xurasanê: Bi xurtbûna çalakbûna Daiş’ê ya ku di destpêka gulana bûrî de bi vekişîna Amerîkayê ji Afganistanê re xurt bû, rêjeya kiryarên terorîst a rêxistinê heyanî 9’ê tîrmehê gihişt 83 bûyeran. Di encama wan de 377 kuştî û birîndar ji hêzên ewlekariyê yên Afganî û tevgera Taliban çêbûn. Ev yek dihêle ku çalakbûna Daiş’ê ji bo berjewendiyên Amerîka yên li Afganistanê bibe gefeke sereke. Êdî anîna çekdaran ji Idlibê ber bi Afganistanê ve bi rêya Tirkiyeyê dê dstekê bide ku rê li pêşiya desthilatiyên Daiş’ê were girtin. Pê re jî dê hewldanên ji bo birandina “Kemera Daiş’î” ya ku ji Hind, Pakistan û Wezîristanê dest pê dike û di Afganistanê de derbas dibe û digihêje dewletên Asyaya Navîn, werin kirin.

Bi gelmperî em dikarin bibêjin ku, vekişîna bilez a Amerîkî ji Afganistanê hişt ku Amerîka bikeve proseseke nû de ku bi Tirkiyeyê re rêzkirinin nû yên ewlekarî û leşkerî deyne; da ku hin senaryoyên siberojê yên ji bo rola Tirkiyeyê di Afgansitanê de ya piştî bidawîbûna vekişîna Amerîkayê  di 31’ê tabaxa 2021’ê de, werin danîn. Bi awayekî ku dê bandoriyên yekser, ne tenê li Afganistanê, lê belê li Sûriyeyê jî bike û dê nîşaneyên wê di pêvajoya pêşiya me de di deme kin de diyar bibin.

Ehmed Kamil EL-Buheyrî

https://acpss.ahram.org.eg/News/17191.aspx

زر الذهاب إلى الأعلى