ANALÎZ

Pêşeroja aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

 

Ji ber ku tu alî  bi tena sere xwe nikare serfiraziyeke pêk bîne û rêjîma Esed pêvajoya dîplomasî bi temamî rûxand; dê Sûriyeyê  di pêşeroja nêz de bimîne qada şer. ji ber wilo tu rêçeke rasterast ji bo çareserkirina vê alozîyê nîne, êdî pêşeroja aborî ya vê herêmê dê di nava aloziyeke mezin de bijî.

Ji bo Waşingtonê, bijartina hevkarên ku pê re alîkar be, mijareke sereke ye. Hinekan pêşniyar kir ku hin berpirsiyariyên taybet radestî Rûsyayê were kirin, lê ev gav dê şaştiyeke mezin be, ji ber ku hebûna Rûsyayê li Sûriyeyê ji bo astenkirina serweriya Natoyê ye ku nehêle tu çareserî li Sûriyeyê  peyda bibe û dihêle ku rêjîma Esed dest deyne ser hemû alîkariyên ku ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  tên şandin.

 Nêzî 900 leşkerên Amerîkî li Sûriyeyê dimînin ku destkeftiyên berbiçav bi dest xistine. Di nav de bi berdewamkirina rê li ber şanên veşartî yên Daişê li herêmên rojhilat asteng dike. Jixwe herêmên di bin serweriya Rûsyayê de dîsa Daiş lê çalak bû û ji berê dijwartir bû. Tevî wilo jî, ew reşgujiyên ku Daişê li herêmê pêk tîne, dibe sedema alozên civakî, her wiha dihêla ku aramiya herêmên di bin serweriya HSD`ê de ku kurd pêşengiya wê dikin; lewaz bimîne, êdî dibe ku ev tişt di pêşerojê de; bandorê li hebûna Amrîka bike.

Di rewşên heyî de, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê HSD`ê ku li milekî din jî ev berpirsyarî rastî fişarên mezin tê û dê nikaribe armancên xwe bi cih bîne; ew jî heger Amerîka ji herêmê vekişe. Tevî ku rêvebertiya HSD`ê kurd e, lê hemû  pêkhateyên herêmê cihê xwe tê de digirin. Jixwe tevî ku HSD giraniyê dide hêrêmên kurdî ku pêdiviyên xwecehî bi awayeke balkêş peyda dike; lê pabendiya wê bi civaka Erebî ya Dêrazorê re xurt e ku ev tikilî di hin aliyan de dê berdewam bike. Êdî piştgiriya Amerîkî û Navneteweyî pir girîng e, lê ku nebe HSD`ê dê nekare pir pêş bikeve; ji ber vê yekê divê ji bilî hebûna leşkerî, hebûna sivîl a Amerîkî bêtir be.

Rêveberiya Trump dixwest demildest ji Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê vekişe, lê dê encamên metirsêdar peda bibana, jixwe dihat pêşbênîkirin ku heger dîsa Daiş hin deveran desteser bike; dê rewş ji carên berê alozîtir be. Ji ber wilo, ji Waşngtonê tê xwestin ku ezmûnan ji vekişînên pêşwext bigire; mîna vekşîna 2011 ji Iraqê, lê xuya ye ku niha şaştiyên xwe di Afganistanê dubare dike û dibe ku di Sûriyeyê  de jî têkeve vê şaştiyê.

Ji bo mijara alîkariyan, ji berpirsyarên Amerîkayê tê xwestin ku ji bo parastina mekanîzma Navneteweyî ya sînorbirî  tekoşînê bikin, lê heger nikaribin vê yekê bikin bikin, divê destekê bidin Tirkiyê ji bo ku alîkriyan bide Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha girîng e ku astengî li ser Idlibê çênebe û pêwîst e alîkariyên sînorbir berfirhtir bibin ta ku ji bilî herêmê bigihêjin ên din jî.

Ji alîyê xwe ve jî Tirkiyê li hember HSD`ê,  hîn jî pêşberî çend pirsgirêkane, êdî vekiîna Endamên PKK`ê xaleke sereke ye ji bo Tirkiyê. Berpirsên Tirkiyê doza tawîzan dikin û ji Waşnigtonê tê xwestin çareseriyekê ku her du alî pê razîbin; peda bike. Jixwe Tirkiye hinkekî nerm in û Waşngton ji bo guhertina reftarê Tirkiyê çend caran bi serket, weke gefa cezakirinê li ser Tirkiyê  xwar; heger êrîş bike (sala 2019, hişt ku êrîş were rawestandin. Ji bo mijara koçberiya navxweyî, hem ji hêla mirovî û hem jî ji hêla rûbirûbûna Daişê ve, pirsgirêkek berbiçav e û ji ber şert û mercên xirab û aboriya wê herêmê ya têkçûyî, vegera koçberan ber bi geliyê Ferêt ve pirsgirêke mezin e û berî ku ew ji bo vê vegerê amade bin bi kotekî vedigerin civakên xwe.

Saşa Goş – Sîmînov

Rewşên aborî li herêmên HSD`ê cûda ne; hin dever berî yên din hatin rizgar kirin û ev yek bû sedem ku ber bi geşbûna gav bi gav ve biçe. Ji bilî wê, şer bû sedema paşdeçûneke mezin a têkiliyên kevneşopî yên di navbera navendên aborî yên herêmî de. Bazirganiya li derdora çem li Dêrezorê geş bû, lê niha ew di radeya herî kêm de ye. Di şûna wê de, ev tevgera aborî ber bi “herêma Kurdistana Iraqê” ve hate veguhêstin, vê yekê HSD neçar kir ku danûstandinan bi mekanîzmayên nû yên aborî re bike; di heman dema ku pirsgirêkên ewlehiyê çareser dike.

Weke mînak, rêyên ku ji bo bazirganiyê peydakirî ne, di nava deverên gundewarî yên ku hejimar nişteciyan lê kêm e re derbas dibin, ev yek jî derfetê dide  Daiş û hêzên rejîma Esed ku rêwiyan bikar bînin. Pirê caran ev destwerdan pêşkêşkirina rajeyan asteng dike, ev jî dibe sedema nerazîbûnê. Ji bilî wê, di dema ku Amerîka giringiyê dide Dêrezorê, beşa mirovahiyê girîngiyê dide Hesekê, ev yek dihêle ku valahî derkevin holê û hevrêzî di navbera aliyên alîkar yên navneteweyî nebe.

Guherînên bingehîn di pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çêbûn ku ji kantonan bû pergaleke mîna parêzgehan. Êdî karbidestan bi awayeke vebijarkî erd dabeş kirin ku li gorî şert û mercên cûda biryar digirtin, êdî di navbeyna Reqa, Kobanê û Hesekê de tevneke peywendî ya girîng çêbû, lê lihevkirinên ku li gorî mercên siyasî çêbûne; bû sedem ku xweseriya Dêrazorê bêtir be. Bi gotineke din, rêbazên burokrasî tevlihev in û ji bo pêkanîna kar hewce dike ku mirov bi komên cûda re biaxive. Lê di her parêzgehekê de tiştek heye ku pêdiviya yên din pê heye, ji ber vê yekê tenê yek ji wan bi serê xwe nikare kar bike. Li Hesekê genim heye, lê pêdiviya wê bi avê heye, ji ber ku Çemê Xêbûr ziwa ye an ji bo karanînê ne guncaw e. Lê li Dêrezorê jî, av û petrûl heye, ji ber vê yekê Hesekê ava avdanê ji wir dikişand, her wiha Reqa navendek mezin a bazirganiyê ye.

Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, gelek hevkar di rûbirûbûna qeyrana mirovî ya tûj de derketin, lê Korona hîna jî dibe sedema pirsgirêkên mezin. Di van demên dawî de, ji ber ku binesaziya girîng a peydakirina guhdana tenduristiyê ya civakan kêm e; gelek caran qedexeya giştî hate ragihandin, lê civak ji bo rûbirûbûna Koronayê; xwedî kêmasiyên binesaziya pêwîst a ji bo guhdana tenduristiyê ne.

 Jennifer Kafferella                                                                https://www.washingtoninstitute.org/ar/policy-analysis/almstqbl-alaqtsady-lshmal-shrq-swrya

زر الذهاب إلى الأعلى