Êrîşa roja çarşemê ya li dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li Dêrazorê ne ya yekem e û ne wê ya dawî be jî. Bê guman “destên veşartî” ji alîyê Îran û milîsên bi ser wê ve û Tirkîyê jî tê de heye, ew jî bi armanca peydakirina nearamîyê li deverên di bin serwerîya HSD de. Jixwe êrîş ji alîyê rojavayê çemê Feratê ve hate destpêkirin ku di bin serwerîya rêjîma Sûrî û milîsên bi ser Îranê de ye. Van milîsan êrîşî gelek gund û bajarokên li alîyê rojhilat kirin. Wan bargeh û cihên HSD û sivîlan kirin armanc û bi vîdyoyan ev yek belge kirin û revîyan. Li wan herêman şer nêzî 4 saetan berdewam kir, di encamê de gelek sivîl bûn qurbanî. Piştî reva milîsên bi ser rêjîa Sûrî û Îranê ve, HSD daxuyaniyek belav û “çargoşeya ewlekarîyê” ya rejîma Sûrîyê li Hesekê û Qamişloyê dorpêç kir ku heta niha jî dorpêçkirî ne.
Rejîma Sûrîyê û milîsên bi ser Pasdarên Şoreşa Îranê ve, bajar û bajarokên parêzgeha Dêrazorê yên ku dikevin rojavayê çemê Feratê serwer dikin û ji wir êrîşî rojavayê çem dikin, her sê rejîm (Sûrî, Tirkî û Îranê) li ser “karta eşîrî” dileyizin ku niha li wir bi xurtî bikar tînin. Jixwe encama wê jî di îlona 2023 de hat xuyakirin, ew jî dema ku HSD bi şêxê êla Iqêdat li Dêrazorê Îbrahîm Elhafil re ketibû pevçûnekê ku di encamê de şêxê êla Iqêdet neçar ma ku ber bi herêmên di bin kontrola rejîma Sûrîyê de bireve.
Stratejîya Îranê li herêmê çi ye?
Îran û milîsên xwe li rojhilatê Sûrîyê bi taybet li parêzgeha Dêrazorê û bajarokên Bûkemal û Meyadînê hebûneke wan ya berfireh heye. Ji van herêman carcara êrîşî hêzên HSD û Hevpeymanîya Navneteweyî dikin, ya dawî jî bûyerên roja çarşemê “êrîşeke milîsên Îran di bin navê hêzên eşîran de bû”. Aramanaca Îranê ew e ku rêya di navbera Iraq, Sûrî û Libnanê de biparêze. Hêjayî gotinê ye ku Îran bi serwerkirina bajarê Bûkemalê ew rêya ku navê ʺrêya serkkeftinêʺ lê dike, Tehran, Bexdad, Şam, Beyrût û deryaya Spî, bi hev girêdaye. Ji alîkî ve, Îran li herêmên rojavayê Feratê; bi mebesta belavkirina tîreya Şîî gelek rêxistin û komeleyên olî ava kirine. Niha jî hewil dide ku xwe bigihîne rojavayê Feratê, ji bo vê yekê jî hewil dide ku derbasî vê herêmê bibe û fitneyeke Erbî-kurdî peyda bike ku armanca wê têkbirina Rêveberîya Xweser, dûrxistina pêkhatîyên Ereb ji vê Rêveberîyê û şikandina erebên sine yên li vê herêmê dijîn ku têkilî û girêdaneke wan bi erebên sine yên Iraqê heye. Ji aliyekî din ve jî, ji ber ku herêmên rojhilatê Feratê nêzîkî %40 ji rûbera Sûrîyê ye û %85 ji çavkanîyên binerd (petrol û gaz) ên li wir in, ew jî ji bilî av, çavkanîyên çandinî û sewalan di heman demê de yên herî zêde li ser asta Sûrîyê ne. Ev taybetmendî; giraniyeke wan a stratîjîk heye ku dibe karîgereke bingehîn ji bo sepandina aramî û nûavakirinê, êdî dibe kilîtên pêşerojê ku bêyî Rêveberîya Xweser çareserî ji alozîya Sûrîyê re nîne.
Geşedanên ku vê dawîyê rû dan; dan zanîn ku gelê herêmê bi taybetî pêkhatîyên Ereb bi HSD û Rêveberîya Xeser re ne û ev di helwest, daxuyanî û xwepêşandanên wan de hate xuyakirin. Ev gela baş ketiye wê bawerîyê ku ev bûyer dikeve xizmeta rojevên dewletên herêmî, her wiha ketiye wê bawerîyê ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê di bin sîwana xeta Neteweya Demokratîk de, bûye navendeke ku tevahîya mafê gelê herêmê diparêze, ji ber wilo xwedî li herêmên xwe, li hember êrîşên milîsên Şam, Teheran û Enqerê derdikevin.