Nêrîn

Erdogan û sûdgirtina ji bobelata erdhejê di hilbijartinan de

Devera Efrînê ku li bakurê rojavayê Sûrîyê dikeve. Sala 2018 dema ku Tirkî ew dagir kir, zêdeyî nîvî ji niştecihên kurd yên resen yên Efrînê bi darê zorê dane koçkirin û li şûna wan malbatên komikên çeteyan û kesên ku ji gundewarê Şamê, Himis û başûrê Sûrîyê revîyane bi cih kirin, jixwe ev yek jî bi rêya hin proseyan ku wekî mezintirîn proseyên guhartina demografîk ji dema dagîrkirina Efrînê ve, tê dîtin.

Vêca gelo dikeve aqilan de, ku piştî bobelata erdhejê, komikên çete yên bi ser Erdogan ve bihêlin ku alîkarîyên mirovî bigihine kurdên ku hîn li wan deverên dagîrkirî mane? Halê hazir ev mijar ne gengaz û ne pêkan e; çimkî Erdogan li derfeteke wiha digerîya û bi hesanî bi dest ket, ew jî ev bobelata erdhejê ye da ku sûdê jê werbigire û planên xwe li Efrînê bibe serî. Efrîna ku ji dilekî şewitî diqîre û doza alîkarîyê ji bo bi sedan malbatên ku hîn jî di bin kavilan de li Cindirêsê mane bê ku em tiştekî ji wan re bikin.  Jixwe Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê karwanekî mezin yên sotemenî û alîkarîyan ber bi Minbicê ve bi rê kir da ku derbasî deverên li jêr destê komikên çekdar bibe; bi armanca ku alîkarîya deverên wêranbûyî li bakurê rojavayê Sûrîyeyê bike. Lê heta vê gavê jî van komikan rê nedaye ku alîkarî derbas bibin, ji ber ku li gor mentiqê wan, eger alîkarîyan ji Rêveberîya Xweser werbigirin, ev tê wê wateyê ku ew danpêdanê bi rojhilatê Feratê didin, û xwe didin jibîrkirin ku di dema şer û pevçûnê de jî agirbest di navbera alîyên şer de ji bo dermankirina birîndaran heye.

Ji  dema ku Rêjîma Erdogan hatîye ser desthelatê ve, wê dest bi kuştin û girtinê kiriye; ne tenê li deverên bakurê rojhilatê Sûrîyê û deverên ku dagîr kirine, lê belê li bakurê Kurdistanê jî. Dema ku erdhej çêbû zû bi zû alîkarî bo deverên kurdnişîn her wekî bajarên “Mereş – Meletya – Amed û hwd” nehat dan, jixwe bi milyonan zîyandîtîyên erdhejê li kolanan bê war û xwarin man. Desthilata Tirkîyê wan alîkarîyên ku ji dewletên ewropî, erebî û misilman hatin pêşkêşkirin, didize.

Tevî hemû şîyan û karînên Tirkîyê û tevî hemû alîkarîyên ku jê re hatin pêşkêşkirin, Erdogan tiştek nekir, bi ser de jî alîkarîyên mirovî depo dike, da ku ji bo kampanîya xwe ya hilbijartinan bi kar bîne, û sendoqa xwe ya ku ji encama aborîya wêranbûyî û lîreya bênirx, tije bike.

Maykil Robin, sîyasetkarê berê yê amerîkî, nivîsî:“Rê nedin Erdogan ku alîkarîyên erdhejê wek çek bi kar bîne”. Robin got: “Ji ber ku Erddogan amade ye di her demê de, û di nav de jî demên neguncav, sîyasetê bikar bîne,  divê Wezareta Derve ya Amerîkayê ji wê yekê piştrast bibe ku alîkarî bigihin hemû tirkan û li gor pêdivîyên wan; ji ber ku dibe Erdogan li gor nijad û sîyaseta wan kesan alîkarîyan belav dike.

Gelek çavdêr her wiha Rikberîya Tirkîyê jî ji wê yekê ditirsin ku van alîkarîyan ji bo pêkanîna aramncên xwe di hilbijartinên bê de bi kar bîne.

Zanyar û lêkolerên pirspor wê yekê tercîh dikin ku yek ji girnigtirîn sedemên erdhejê ew e ku Tirkîyê para Sûrîyê û Îraqê, li gor rêkeftinên ku di navbera wan de ji bo avê hatine îmzekirin, girtiye, jixwe para wan di zêdeyî 200 bendavî de li ser çemê Dicile û Feratê depo kiriye. jixwe Bendava Ataturk bi tenê zêdeyî “48” milyar metresêcar ji avê depo dike, lewra erdhej di pilêta Enadolê ya erdhejî de çêbû, ku di encamê de vê bobelatê rû da, ku ew pilêt ji çalaktirin pilêtên tektonî  di cîhanê de ye.

Bi kurtî divê çavdêrin ji Neteweyên Yekbûyî yan rêxistinên mirovî yên serbixwe li ser erdê li Tirkîyê û li bakurê rojavayê Sûrîyeyê hebin; da ku piştrast bin ku Erdogan wan alîkarîyan ji bo hilbijartina bi kar nayîne, her wiha tekez bikin ku alîkarî dê bigihin hemû deverên wêranbûyî, û bi rengekî dadmendane bêyî tu cudakirinê di navbera netewe û mezhebî de dê werin belavkirin.

زر الذهاب إلى الأعلى