Nêrîn

Êrîşa Li Ser Silêmanîyê Ne Ji Rêzê Ye

Kurdyar Dirêî

Di 6 nîsanê de nûçeyên lezgîn li ser armancgiritina balefira bê mirov ji fermandarê Hêza Sûrîya Demoqratîk(HSD) rêzdar Mezlûm Ebdê ku di dema li balefirgeha Silêmanîyê bû; belav kirin, bêguman gelek alîyan hêvîyên xwe li ser van agahîyan ava kirin û li gor rojevên xwe tevgerîyan. kê çawa buyer şîrove kiribe, heger Tirkî armanca xwe pêk neanîbe an jî ji ber hebûna leşkerên amerîkî bi fermandarê HSD re ji armanca êrîşa xwe vegerîya ye, lê belê terora dewletê ji hêla tirkîyê ve hatîye bikar anîn û ne êrîşeke ji rêzêye.

Ji 3 nîsanê ve Tirkî qedexeya ezmanî li ser berbalifirên kuji Silêmanîyê ve radibin ragihandibû, ew jî bi bihaneya hebûna PKK di balefirgeha Silêmanîyê de ku qedexe dê ta 3 têrmeha 2023 berdewam bike, êdî di pey re dê Tirkî binêre gelo dê qedexeyê berdewam bike an jî dê rake? Ev biryara Tirkîyê biryareke jixwere ye û bijartî ye, çimkî Silêmanîyê beşeke ji ferwerîya başûrê Kurdistanê ye, jixwe Başûrê Kurdistanê jî beşeke ji dewleta Iraqê ye, lewra çawa Tirkîye beşeke ji Başûrê Kurdistanê siza dike û beşeke din siza nake? Çima qedexeyê li ser tevaya Iraqê nake? Bêguman her tişt dîya r e û ne veşartîye . Piştî demeke YNK li ser desthilatdarîya PDK li ser erd û jêrerda Başûrê Kurdistanê bi taybet piştî ku serokê Iraqê yê berê – serokê YNK Mam Celal Telbanî mir û lawazbûna partîya wî, serokê nû yê YNK Bafil Celal Telbanî bêdengî şikandîye û rasterast dest bi dîyarkirina belge û çavsorîya PDK kirîye û eşkere dîyar kirîye ku êdî vê rewşê dê nepejirîne, di heman demê de serdana Rojavayê Kurdistan kir û li gel HSD piştgirîya xwe nîşan da, ew jî bi amadebûna hin fermandarên ji Hevpeymana Navneteweyî ya li himber Dayişê, paşê jî têkilîyên Rojava û Silêmanîyê li pêş ketîye û ev bûye cihê tengejîna Tirkîye û PDK, di dema ku ev nêzîkatî bûye cihê kêfxweşîyê li ba gelê kurd û bi erênî hatîye şîrovekirin. Lewra tevgera Tirkîye û bangeşeya PDK li himber Silêmanîyê girêdayî tengijîna wan ji YNK û hevsengîya ku di navbera du hêzên Kurdistanî de ava dibin de ye.

Em li daxuyanîyên Tirkî û PDK di derbarê Rojava û Silêmanîyê de binêrin; em ê tê derxin ku bê çiqasî Tirkî desthilatdarîya xwe li ser PDK kirîye ta ku daxuyanîyên PDK li dij Rojava, Silêmanîyê û Tevgera Azadîya Kurdistan; ji yên Tirkîye bi xwe jî dijwartir in! Ku ta asteke bilind PDK çarenûsa xwe bi çarenûsa Tirkîyê li jêr desthilatdarîya AKP- MHP ve girêdaye, di êrîşa li ser Silêmanîyê de, berdevkê ferwerîya Başûrê Kurdistanê Cotîyar Adil sedema êrîşê, vegerandîye ku dezgehên ferwerîya Başûr li Silêmanîyê hatine dagirkirin û di karên ne di rê de têne bikaranîn û dîyar dike ku desthilatdarîya partîtî ya sepandî bi ser Silêmanîyê de hiştîye ku Tirkîye êrîş bike û rewabûnê dide terora dewletêa Tirkîyê, heger mirov bipirse: Gelo geşedan û nakokîyên partîyan an jî rewşa dezgehan girêdayî Iraqê ye yan girêdayî Tirkîyê ye ta ku PDK rewabûnê dide Tirkîye? Ma çima Iraq Silêmanîyê siza nake? Li hember helwesta PDK ya rewaker ji êrîşên Tirkîyê re, helwesta ferwerîya Bexdayê bêtir erênî bû li ba gelê me, dema ku serokatîya Iraqê ji Tirkîyê xwestîye ku lêborînê pêşkêş bike; dîyar kirîye ku tu rewabûna êrîşê ya zagonî tune ye, ji Tirkîyê xwestîye ku karên xwe yên dijminane li ser xaka Iraqê rawestîne û soza bersivên tund li himber çi kiryarên Tirkîyê yên ku di dema pêş de rû bide daye. Her wiha Amerîka jî nerazîbûna xwe nîşan da û dîyar kir ku di kerwanê fermandarê HSD de amerîkî jî hebûn û ew ê lêpirsînan bikin û di heman demê de nerazîbûna gefên li ser hêzên xwe nîşan dane.

Hevsengîya AKP-MHP-PDK li dijî pêşeroja gelê kurd e, him li Başûrê Kurdistan ku nahêle yekîtîya kurdan pêşkeve û herêm kirîye weke pêşmayeke malbatî û dibin desthilatdarîya Tirkîyê de ye; çi leşgerî û çi aborî û sîyasî be, her wiha li dij hevsengîya Kurdistanî – HSD –YNK ye ku guman dikim ev hevsengî ji alîyê Hevpeymana navneteweyî û Amerîka ve dê were pejirandin, her wiha li Rojavayê Kurdistan bi rêya Rokberîya sûrî û ENKS hewildanên herî xerab li dij Xweserîya Gemokratîk dikin, lewra berdewamîya PDK di nava rojevên AKP-MHP de; dê çarenûsa wê ne dûr be ji çarenûsa wan ya piştî hilbijartinên 14 gulanê yên li Tirkîyê. Di nerîna min de, heger AKP têk biçe; dê PDK jî buhayeke mezin bide û pê re jî Başûrê Kurdistanê ku niha jî buhaya sîyasetên ne li rê dide.

زر الذهاب إلى الأعلى