Nêrîn

RÊVEBERÎYA XWESER WEKE NIMÛNEYA ÇARESERÎYÊ JI BO ALOZÎYA SÛRÎYÊ

Kurdyar Dirêî

 

Bê guman pirsgirêka Sûrîyê girêdayî siyasetên navneteweyî û pirojeyên wan ên dijhev ên li herêmê ye. Dewletên herêmî yên ku bayê buhara erebî li wan xistiye û tê de noq bûne, ji bilî jinûvesazkirina pergalên xwe yên stemkar û mandelekirina mafan pê ve, tu çareserîyê nabînin. Çi mandelekirina mafên gelê xwe yan jî mafên kêmjimarên ku li gor peymanên navneteweyî xwe di nava sînorên van dewletan de dîtine, nemaze peymana Lozanê ya di 1923 de, mîna kurd û Amazîgan û hwd. Jixwe ji alîyê dewletên mezin ve jî, alozîya Sûrîyê jî parçeyek ji alozîyên ku li herêmê û cîhanê hene ye, çi şerê Rûsî-Emerîkî yê ji ber serdestî û rengê pergala cîhanî ya ku dê çêbibe, yan jî şerê ku li Ukraynayê heye ku êdî di navbera tenêbûyîna Emerîkî-Rojavayî ya serdestîya pergala cîhanî ji alîyekî ve û ji alîyê din ve Rûsyaya ku hewl dide weke alîyekî din di cîhanê de xwe bipeyitîne û hevalbendên wê mîna Çîn, Kûrya, Îran û Tirkî, êdî bûye şerê “Şkandina Histûyan”. Jixwe her hêzek ji wan der barê çareserîyên li Sûrîyê de, xwedî nêrîneke cûda ye.

Rûsya û hêzên li dora wê, pergaleke demokrat ku dikare bandorê li rengê pergalên wan bike, napejirînin. Lewre hewl didin ku rewşa herêmê vegerînin mîna berîya pêlên Buhara Erebî ku di 2010 – 2011 de dest pê bûbû; an ku weke ku tiştek çênebûye.

Lê belê dewletên Rojavayî dizanin ku êdî desthilatdarî û ewlekarîya li Rojhilata Navîn bi rêya nimûneyên berê yên ferwerî û teşeya dewletên neteweyî yên yektayî, malbatî û zordest, ne pêkan e. Lewre hewl didin ku nimûneyeke bijarte bi rêya parçekirina hundir; bêyî ku dest bidin sînorên navneteweyî, bisepînin, ew jî çi bi rêya fedralîyan an jî rêveberîyên xwser be. Ew jî ji bo ku mezinbûna van dewletan sînordar bikin û wan kontrol bikin, ji ber ku dewletên navendî li pêşîya pirojeyên Rojavayî bûn asteng û alozîyên wê yên giştî dijwar kirin.

Lewre û li gor pirojeyên dijhev ên hêzên mezin, wiha dixuye ku nimûneya dê xwe bisepîne, dê nimûneya wê hêza ku di şerê Ukraynayê de bi ser bikeve ku ew bi xwe ne şerekî xwecihî yan jî yê di navbera du dewletên dijber de ye, lê ew bi xwe şerê cîhanî yê sêyem e, lê di erdnîgarîyeke sînordakirî de ye, ew jî ji ber çekên ku têne bikaranîn pirb û cûrbicûr in; êdî deme ku şer berfireh bibe dê cîhanê wêran bikin. Dixuye ku Rûsya dê nikaribe serkeftî ji vî şerî derkeve. Lewre di encamê de nimûneya çareserîyê ya Rojavayî yan Emerîkî dê di Rojhilata Navîn de û di nava wê de Sûrî jî, ya pêkhatî be.

Der barê Rêveberîya Xweserî ya Demokrat de weke çareserîya tevaya Sûrîyê, pêşî girêdayî lihevkirina di navbera têgeha Neteweya Demokratîk a ku weke çareserîyê ji tevaya Rojhilata Navîn re ye û nêrîna dewletên Rojavayî ya ku di warê ferdalî û rêveberîyên xweser de mîna nêrîna Neteweya Demokratîk e, lê di naverok û cewherê de jê cûda ye. Lê belê ji ber ku Rêveberîya Xweser rewatîya xwe weke têgeheke demokratîk ji hemû pêkhateyên herêmê bi dest xistiyte, serkeftinên wê yên dijî sawkarîyê yên li ser erdê, di nava hevpeymana navneteweyî de û bi hêzên sereke re ji bo sepandina ewlekarî û aramîyê li herêmê hevkareke çalak e, dijberîya berfirehbûna sawkarîyê û Îranî li Sûrîyê, li kêleka wê jî birêvebirina herêmê bi rêya sazîyên xwe yên sivîl (rajeyî, aborî û civakî) û rola xurt a jinê di hemû alîyên jiyana civakî, siyasî, aborî û leşkerî de; van hemûyan hişt ku were tekezkirin ku nimûneya herî baş ji tevaya Sûrîyê re ye, ta gihaştiye asta ku gelek herêmên din ên Sûrîyê dixwazin ta di warê leşkerî li dij sawkarîyê jî, xwe bikin mîna Rêveberîya Xweser. Êdî Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bûye nimûneya herî nêzî çareserîyê ji Sûrîyê re. Ev yek dikare bi rêya avakirina rêveberîyên xweser li herêmên cihêreng were belavkirin. Dibe ku ev rêveberî di warê navreokê de ne mîna wê bin, lê belê di çarçoveya giştî de dê ne li dijî wê bin jî.

Lewre Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê (Rojava) veguherî nimûneya çareserîyê ji tevaya Sûrîyê re. Nemaze piştî ku çareserîyên din; çi yên Rûsya, Îran an jî Tirkîyê û çi jî yên bi navê rikberîya Sûrî, bûn çareserîyên dijî çareserîyê bi xwe; çi ku çareserîyên ku pêşkêş dikin ku dikevin rejeya rojev û berjewendîyên dewletan, ne ji bo rajeya berjewendîyên gelê Sûrîyê bi giştî ne. Ev di heman dema ku Rêveberîya Xweser xwe weke nimûneyeke niştimanî ku ji alîyê navneteweyî û hundirîn ve heyanî astekê hinbhin tê pejirandin, daye pêş. Daxwazên gelêrî yên li Siweydayê yên ji bo avakirina rêveberîyeke xweser a mînayî wê, destpêka pejirandina hundirîn a Rêveberîya Xweser weke nimûneyeke çareserîyê ji alozîya Sûrîyê re.

زر الذهاب إلى الأعلى