Nêrîn

Gelo Teqîna Stenbolê di vê demê de tê çi wateyê

Piştî çend salan ji aramiya rêjeyî li hundirê Tirkiyeyê û hedariya ewlekarî, teqîna Stenbolê pêk hat. Ev teqîn dê bandorên wê hem li ser hundir hem jî derveyî Tirkiyeyê hebin. Em dê di vê lêkolînê de li ser hin tiştan bihizirin ku ew jî ev in: heya çi astê tewanên Tirkiyeyê rast in û bijarteyan lêkolîn bikin, sînaryohên pêşbînîkirî çi ne, nîşaneya cih û demê di karê sûcdarî de çi ye, kî xwediyê berjewendiya rastîn e di alozbûna rewşa heyî de û gelo mebest jê tevlîhevkirina kaxezan di hundirê tirkî de ne (nemaze bi nêzîkbûna hilbijartinan re) yan jî mayînkirina dosyeya sûrî ye?

Ne pêkan e ku partiyeke bawerendî yan komeke xwedî rêgezên siyasî û îdyolojîk bi vê teqînê rabûne, her wiha ne pêkan e ku ev teqîn tu îmzeyên PKKê jî bihewîne. PKK bi awayekî fermî berpirsiyariya xwe ya kirina vî sûcî mandele kir û hemû hêzên leşkerî, ewlekarî û siyasî yên nêzî wî jî ev sûc mendele kir (ji rûyê wê yê siyasî ku bi serokê HDPê yê berê Selahidîn Demirtaş tê nimandin, dest pê bike û heya tu bigihêjî Hêzên Berevaniya Rewa yên girêdayî Partiyê û heya tu bigihêjî HSDê jî li ser zimanê fermandarê wê Mezlûm Ebdê).

Her wiha ne pêkan e ku tu berjewendiyeke siyasî ya tu aliyê kurdî di vê pêvajoyê de hebe, berovajî wê, encamên wê yên siyasî dê pir neyînî bin li ser doza kurdî, bi taybet di vê qonaxê de.

Ji aliyekî din ve, tu caran PKKê berî niha pêvajoyeke wisa li dijî sivîlan pêk neaniye. Di dîroka xwe de PKKê sivîl armanc negirtine, dibe ku di hin rewşan de ji ber hin kêmaniyan, hin sivîl di şeran de bûbin qurban, lê wê tu caran sivîl nekirine armanc.

Tişta din, eger em bibêjin (tevî ku ne rast e) PKKê xwestiye pêvajoyekê di hundirê Tirkiye de ji bo tolhildanê yan ji bo hin sedemên din pêk bîne, ew ê hewcedarî keçekê ji hundê Sûriyeyê nebe; çimkî bi hezaran keç di hundirê Tirkiye de û xwedî nasneyên tirkî li cem hene û hêzên wê yên taybet bi van karan hene.

Çîroka tirkî ya di vê derbarê de bi awayekî giştî nehevgirtî û ne hemaheng e (keçek li Kobanê hatiye perwerdekirin, paşê biçe Idlib an Efrînê û ji wir biçe Stenbolê û demekê li wir bimîne û paşê bi hêsanî biçe kolana Istiqlalê ku tê de zêdeyî 1200 kamîreyê heye û nêzî çenteya ku dê piştî deqeyekê biteqe bimîne û paşê biçe malê yan jî navnîşaneke diyar û naskirî û li wir jî bi hêsanî were girtin…) dema em van bûyeran pêşan didin, em dibînin ku ew lîstikeke ku derhêneriya wê binkeftî ye. Her wiha em hin zêdebûnên vî filmî yên nefêmkirî û sosret dibînin: (Em di rojnameya Yenî Şefeq de ya ku nêzî AKPê ye, dibînin ku jina ev teqîn pêk aniye li gel du leşkerên israîlî yên jin li kolana Teqsîmê ya tirkî ye…)!!

Sînaryoya pêşbînîkirî

Dibe ku yê ev êrîş pêk anîbe, hikûmeta tirkî bi xwe be (salozger). Ev yek bi nêzîbûna hilbijartinên tirkî re pêk hat, da ku bibe buhane  û bi rêya wê biryarên tund werin standin û gef li rikberan were kirin û nerîneke dilsoj ji milet der barê hikûmetê de bistîne.

Teqîna Stenbolê di demekê de hat ku kaxezan li hev bixe û dosyeya Sûriyeyê bi mayîn bike. Mebest jê ew e ku li HDP û Partiya Gelê Komar teng bike da ku li dijî AKPê dengê xwe nede û hilbijêran nemaze li Enqere û Stenbolê bitirsîne. Rêjîma tirkî di hilbijartinên şaredariyê yên borî de bi bin ket. Ev pêvajo dê rê li pêşberî saloxger û hêzên ewlekariyê veke da ku xwe ji dijberan xelas bikin. Jixwe ne dûr e ku hin pêvajoyên din jî hebin ku rêjîma tirkî wan bike da ku fişarê bike. Dibe ku ev pêvajo bi şêweyê girtina endamên partiya Gelê Komar  û çalakvanên alîgirên HDPê were pêkanîn. Hilbijartinên bên dê ji bo Erdogan yeklaker be. Ew baş dizane ku eger ew bi bin bikeve dê ji dadgeh û darizandinê rizgar nebe. Bi taybet di vê rewşa ku ew tê de bi gelek dozên derveyî Tirkiye û hundirê wê de bi wan sûcdar e.

Bi wateyeke din, hikûmeta tirkî xwest ku çend çûkan bi heman kevirî bikuje:

  1. Amerîka îqna bike ku teror ji Sûriyeyê tê. Ev pêvajo weke peyamekê bû ji bo dewletên ku piştgiriya HSDê digirin, bi taybet Amerîka ku vê dawiyê hemû operasyonên bi ser Sûriyeyê de qedexe kiribûn.
  2. Tewanbarkirina Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên leşkerî ku wan ev teqî pêk aniye, da ku êrîşî hermên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bike. Ew ji bi behaneya ku jina teqîn pêk aniye ji Kobanê derbasî herêmê bûye.
  3. Êşandina opozisyona tirkî di kiwara wê de (Stenbol û Enqere) ku Erdogan û partiya xwe di hilbijartinên wan ên şaredariyê de bi bin ket. . HDP li gor pilaneke stratejîk a rast tev digere, her wiha her şeş partiyên din ên opozisyonê êdî dest bi sûdwergirtina ji şaşîtiyên rêjîma tirkî ya niha kirine. Ji ber wê jî ev pêvajo dê girîngiyê bide babetên ewlekariyê di van her du bajaran de.
  4. Tirsandina milet û vegerandina hêzdariya ewlekarî û dadgehên şeklî ji bo kontrolkirina miletê tirk berî hilbijartinan.

Bêdengiya serokê tirkî ya neasa:

Weke ku her car dike, Erdogan her tim dijberên xwe bi terorê tewanbar dike (çi ev tewan bi palpişteke lawaz an çêkirî be çi jî bê palpişt be). Berî deh salan, piştî nakokiya wî ya bi hevalbendê wî yê berê Fethela Golin re, ew tewanbar kirin ku ew endamên komeke terorîst in, paşê hewildana derbeya binkeftî ya sala 2016an bi endamên wî ve kir.

Di sala 2015an de Daişê zêdeyî 100 kesî di hundirê Enqere de kuştin, lê Erdogan kurd bi vî sûcî tewanbar kirin tevî ku agahiyên piştî bûyerê amaje kir ku Daiş berpirsa wê ye.

Ya balkêş vê carê ew e ku Erdogan vê carê pabendî bêdengiyê bû. Berdevkê fermî yê serokatiyê jî tewan li PKKê nekirin. Tenê wezîrê hundirîn ku tevgera neteweyî (dewleta kûr li Tirkiye) dinimîne, PKKê tewanbar kir. Dibe ku mebest ji vê yekê guhertina çavan li ser sûcdarê rastîn be û nerîna giştî şaş bihêle yan jî binkeftina xwe ya parastina ewlekariya hundirîn rewa bike, nemaze piştî rexneyên berfereh der heqê binkeftina wezareta wî di birêvebirina hundirê Tirkiyeyê de.

Peydanebûna levkirinekê di hundirê saziya hukm a li Tirkiye de heya niha der barê sînaryoha ku der heqê tewanbarkiriyê de hatiye pêşkêşkirin xwedûrkirina serokatiya tirkî bi awayekî nerasterast, dihêle em bi cidiyet li sûcdarên feşartî û xwediyê berjewendiya rastî ya ji vê teqînê bipirsin; ku ew jî dewleta tirkî ya kûr e. ev yek jî berê me dide tercîhkirina sînaryoha pêşîn a di analîza me de.

Nîşaneya dem û cih di teqînê de:

Eger em li nîşaneyên vê teqînê bigerin û me ji aliyê dem û cih ve ew fêm kir, em ê bibînin ku kesê dem û cih hilbijartiye, xwestiye ku ev bûyer xwînî be. Çimkî kolana Istiqlalê yek ji rêyên herî himbiz e ji aliyê mirovan ve. Bûyer di roja yekşemê de bû (roja navberê) nêzî saet çar bû, îcar kesê teqîn kiriye xwestiye hejmara herî mezin a qurbaniyan bide ber xwe.

Li gor me, sembola cih û demê pir girîng e, çimkî cih, cihekî bazirganî, çandî û geştiyarî ye li Stenbolê.

Tişta din, nîşaneyeke cuda di vê pêvajoyê de heye. Ev teqîn bi rêya kesekî xwekuj an jî teqîneke ji dûr ve yan jî bi rêya berdana guleyan… pêk nehatiye, lê belê çenteyek li rêyeke ku bi kamîreyan dagirtî ye pêk hat. Xuya ye kesê ku ev teqîn kiriye, xwestiye girîngiyeke ragihandinê ya mezin bidiyê û balkişandinekê pêk bîne, bêtir ji armancgirtina cihekî leşkerî yan ewlekarî.

Ev yek jî berê me dide dem û cih: Tirkiye di demeke hestiyar a rastîn re derbas dibe, ew ber bi hilbijartinan ve diçe û piştî çend mehan ajanên serokatiyê hene. Îcar, pêşbazî û nakokiyeke hilbijartinî û peyam ji bo gurkirina dijberiyê di navbera partiyên opozisyonê û hikûmetê de hene. Hem AKP hem jî partiyên opozisyonê dixwazin xwe nêzî HDPê bikin, çimkî ew weke hêka mîzanê ye di hilbijartinên bê de. Ji ber wê jî nakokiyeke siyasî ya dijwar vê demê heye. Ev pêvajo jî di demekê de hat ku kaxezên hindik mabûn sererast bibin, tevlîhev bike.

زر الذهاب إلى الأعلى