Nêrîn

Kongreyeke Neteweyî Ya Bilez Li Ser Asta Rojavayê Kurdistan Giring e

Di dîroka kurdan de gelek şoreş li dar ketine û bi şêwazekî trajîdîk  bi dawî bûne ku li pey xwe her dem  êş, komkujî û bobelat hiştine. Dema ku mirov vedigere sedemên neserkeftina van şoreşan, demildest neyekbûna kurdan weke sedemeke sereke nîşan dibe, lê belê sûd ji van ezmûnan nehatîye girtin, êdî di serdemên ku herî hewcdarî vê yekbûnê hebû û heye  de, neyekbûna kurdan dûbare bûye. Jixwe di serdema nû de, rewşa Başûrê Kurdistanê berîya û piştî gelpirsîna serxwebûnê, mînakeke berbiçav e. Weku  dîyare , ji sala 1991 ta 2018, herêma Başûrê Kurdistanê ji bin serdarîya rêjîma Bexdadê derketîye û di 2003 de gihişte fidralîyê, anku hemtayî dewleteke serbixwe ye, lê belê rayedarên Başûrê Kurdistanê ne di asta van pêşketinan de bûn, bi taybet Partîya Dîmokrata Kurdistanê (PDK), bi serkêşîya Mesûd Berzanî û Yekitîya Niştimanî Ya Kurdistanê (YNK), bi serkêşîya Mam Celal Telebanî ku nikarîbûn ji berjewendîyên  malbatî, herêmî û partitî rêzgar bibin, êdî nikarîbûn herêma başûr ji derfetên giring re amade bikin, mîna roja gelpirsîna serxwebûnê ku lawazî, nakokî, ji hev  ne bawerî û hev xapandin; di herêmê de bibûn encamê ewqas salên xweserîya wan. Her weha em dikarin kirîza Sûrîyê û rewşa kurdên Rojava jî bînin ziman, bê çawa rûpoşên li ser rûyê rayedar û partîyên sîyasî ketin ku ne di asta bûyer û serdemê de bûn, anku heman çanda li Başûr, li Rojavayê Kurdistanê jî dûbare bûye ku pêşeroja Rojava kirine qurbana hişmendî û berjewendîyên kesayetî, partitî û çînatîyê. Naxwe çima Kurd gazî yekitîyê  dikin û wê weke nan û avê di çareserîya pirsa kurd de dibînin? Gelo ji bo rewakirina têkçûnanê an jî xwesparîya ji bêgavî  û reva ji berpirsyarîyê re ye? Yekitî çîye : Em dikarin bêjin ku yekitî ew e ku pirnewekhevîya hevûdû  temam kirin e.  Weke mînak, laşê mirovan çawa ku nig , dest , dil û hemû perçeyên laş ne weke hevin, lê hevûdû temam dikin ku ne dijberî hev in, lewra  newekhevî dibe sedema yekitîyê. Lê eger newekhevî bibe sedema xerakirinê, anku perçeyekî laş li dij berjewendîyên  tevaya laş tev bigere, weke ku em bêjin bi penceşêrê ketibe, hingê ev perçe têye avêtin, ew jî ji bo ku tevaya laş xera neke, ji ber newekhevîya wê, dibe dijberîya li himber tevahî laş. Dema em yekitîyê tînin ziman, mebesta me jê tevgera sîyasî a kurd e. Jixwe ji avabûna partîya yekem di sala 1957 de (P.D. Kurdistan an jî P.D.Kurd), doza yekbûna kurdan weke  binghê azadîyê  heye, lê belê yek partî bû du partî, sê partî, çar, deh û hwd. Jixwe tevde jî her gotina yekitîyê dûbare kirine û dikin, lê hevdû bi sedemên neyekbûnê  tawan bar kirine û dikin, ew jî mîna ku perçeyên laş xwe tevahîya laş bibîne!!! Lewra çi dema ku du partî bûne yek kirine sê û çar partîyên nû ku di Rojavayê Kurdistanê de perçebûn bûye çandeke sîyasî.

Di Rojavayê Kurdistanê de  partîyên sîyasî, di nava sê koman de belav dibin ew jî ev in: Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM)- Hevbendîya Niştimanî a Kurdî – Encûmena Neştimanî a Kurdî (ENKS) – Partiya Dîmoqratî ya Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê û hwd. Ji bilî ENKS partîyên  mayî li ser axa Rojavayê Kurdistanê xebata xwe dikin û nebûne alîyine dijber li himber Xweserîya Demokratîk, lê belê gazin hene ku Xweserîya Demokratîk û TEV-DEM pir derfetê nade wan ku roleke mezin bilîzin, anku wan di ber çavan re bi giringî derbas nake, lewra him hevbendî û him jî PDPK ne çalak in û têkilîyeke lawaz û ne zelal bi Xweserîyê re heye an jî xemsarîyek heye.

– ENKS:  Ji despêkê de her xwe dijberê Xweserîya Demokratîk û TEV-DEM dîtîye, lewra di sîyaseta xwe de her dem têkbirina TEV-DEM daye ber çavên xwe, lewra bi Hevbendîya Sûrî re û him jî bi dewleta Tirkîyê re dêraye, ta gihişte asta ku nikare xwe ji van têkilîyan rêzgarbike, jixwe helwestên berîya û piştî dagerkirina Efrînê pir xalên veşartî eşkere kirin ku ENKS ne xwedîyê biryara xwe ye û girêdayî çend kesan e.

Dema ku em  yekitîyê tînin ziman , mebesta  me yekitîya di Rojavayê Kurdistan de ye, ji ber yekitîya li ser asta her çar perçeyên Kurdistan hewcedarî pir guhertin û veguhertinên kesetî û bêalîtî, di vê demê de ne pêkan e, lê belê li ser asta Rojavayê Kurdistanê derfet heye ku ev yekîtî pêk were û guman dikim ku gavên ber bi vê yekitîyê de wiha ne:

  • Partîyên di nava Hevbendîyê de, xwe ji wê xemsarîya ku xwe tê de dorpêçkirine derkevin û di warê piratîkî de hebûn û hêza xwe nîşan bidin, anku xwe alîyekî sîyasî yê resen di Rojavayê Kurdistanê de bibîne, ne alîyekî lawaz di navbera ENKS Û TEV-DEM de.
  • Partîya Pêşvero ya Kurd li Sûrîyê jî, xwe bê alî nîşan nede û nemîne weke çavdêrê geşedanan, mîna ku bêje (ka em binerin bê wê bighêje ku ta em helwesta xwe nîşanbidin) .
  • TEV-DEM û partîyên girêdayî wê, di wê bawerîyê kevin ku yekalî bi tena serê xwe çendîn bi hêz be, dê nikaribe hemû newekhevîyan di xwe de komî ser hev bike ,
  • Partîyên di nava ENKS ku ev heft sal in ji kirîza Sûrîyê nikarîbûn xwe bikin nûnerê gelê Kurd û ji gelê xwe rewa bûnê bistînin, pêwist e di wê bawerîyê kevin ku ne Hevbendîya Sûrî, ne Rikberî û ne jî Tirkîye dê nikaribin û ne jî dê bixwazin di çareserîya sîyasî de li Sûrîyê tu mafî bi gelê kurd re an jî roleke ber biçav bide ENKS, bi tenê heta karibin dê ENKS weke alavekî li dij Xweserîya Demokratîk bi kar bînin, êdî ji ber nûnerên ENKS nikarin ji van hemahengîyan vekişînin, pêwist e partîyên  ENKS van nûneran biguherînin û li Rojavayê Kurdistan vegerin dûrî hevbendî û Tirkîyê .

Xala dawî ew e ku kongreyeke neteweyî li ser asta Rojavayê Kurdistan were li darxistin û encûmeneke niştimanî ji vê kongreyê were derxistin, ta ku Rojavayê Kurdistan bi yek dengî, yek helwest û yek hêz li himber geşedan û bûyeran raweste û bi cihanê biaxive. Eger ENKS weke xwe ma, hingê bêguman dîsa kongreyeke neteweyî li ser asta Rojavayê Kurdistanê pêkane û gunca we, êdî ENKS dê mîna ku me laşê mirovan anîbû ziman, wê bibe perçeyekî ne ji laşê kurdî û bêyî wê dê laşê kurdî xwe derman bike.

زر الذهاب إلى الأعلى