ANALÎZ

Osmanîya bêbext û kuştina bi rêya yasayan

Ji dema ku osmanî wek desthilatdarî derketine pêş, kuştin û bêbextî taybetmendiyeke wan a dîrokî ye. Dema ku em li dîrokê vedigerin, em dibînin ku: Silêmanê Qanûnî du lawên xwe “Mistefa û Bayezîd” ji ber ku bi wan ketiye nava gumanan, ew kuştine. Her wiha neviyekî xwe yê dergûşî ku ji lawê wî Mistefa bû, kuşt û gelek neviyên xwe yên ji lawê xwe Bayezîd kuştine û ji van mînakan gelek in. Siltan Mihemedê sêyem berî ku bavê xwe binax bike (dibêjin ku wê bavê xwe jehr kiriye) nozdeh birayên xwe fetisandine û di roja din de ew jî bi bavê xwe re, binax kirine. Dema ku desthilat ket destê Mihemed Fatih de, yasayek derxist ku tê de kuştina bira rewa dike û wiha dibêje:” Dema ku siltantî ji lawekî min re derkeve, ji bo berjewendiyên giştî dikare birayên xwe bikuje, ev yasaya bavûkalên min e û yasaya min e jî, gelek zanayan ev yek rewa kiriye û bila niha jî rewa be”. Gelek mînak der barê vê yekê de hene; ti siltanekî osmanî nemaye ku bira, pismam an jî mamekî xwe, ji tirsa desthilatê nekuştibe. Ev kuştin bi pêş ketin heyanî ku neviyên osmaniyan êdî qirkirin der mafê gelan de pêk anîn, mîna gelên kurd û Ermen.

Di dema nêz de jî  dîrokê dîsa xwe dubare kir; ku ji tirsa xirabûna desthilata osmaniyan, gelek kesayetên siyasî û leşkerî hatin kuştin. Dema ku leşkeran (pasvanên ataturkî) dîtin ku serokwezîrê wan Ednan Mandres demokarasiya rastî li Tirkiyeyê pêk tîne, di destpêka salên şêstî de ew bi dar ve kirin û kuştin. Her wiha di salên notî de dema dîtin ku serokê wan ê lîberal Turgut Ozal dixwaze şerê li bakurê Kurdistanê bi dawî bike û danûstandinan bi Partiya Karekerên Kurdistanê re pêk bîne, ew kuşt.

Ji xwe di dema me ya niha de, li ber çavên me ye bê çawa Erdogan mijara darbeya leşkerî bi derewan derxsit û amojgarê tirkî Fethullah Gulen (bavê giyanî yê Erdogan) tewanbar kir ku ew li dûv hewldana darbeyê ye. Piştre êdî her kesên ku li dijî wî bû yan jî bi wan dikeve nava gumanan, tune kir. Li gorî wê komkujî der mafê bi sedan leşker û sivîlan de pêk anîn.

Demeke dirêj derbas nebû û rewşa aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê xirab bû. Êdî ji aliyekî ve di qada Tirkiyeyê de nerazîbûn çêbûn û ji aliyekî din ve jî têkiliyên di navbera rêjîma Erdogan û dewletên rojava de û nexasim Amerîka, xirab bûn. Êdî rexneyên Amerîkayê li ser rêjîma Erdogan dest pê kirin, lewre jî diviyabû ku xwe bavêje yasaya bapîrê xwe Mihemedê sêyem ku kuştina bira rewa dike. Li gorî wê jî operasyona kuştina birayê xwe yê olê “Ebû Bekir El_Bexdadî” hêsan kir da ku razîbûna Amerîkayê û bi taybetî serokê wê yê berê Donald Trump, bi dest bixe û ev yek êdî pêk hat. Piştî ku dilrehet bû ku êdî diyariya wî gihişt serokê Amerîkî yê ku ji bo girseya xwe ya gelêrî ya ji bo hilbijartinan biparêze pêdiviya wî bi serkeftinekê hebû; êdî êrîş û tewanên xwe li dijî gelê kurd zêde kirin.

Îro jî û piştî ku rewşa aborî û jiyanî ya li Tirkiyeyê dîsa xirab bû, her wiha piştî hewldana Daiş’ê (ku ji aliyê Tirkiyeyê ve destekirî bû) ya êrîşa li ser girtîgeha Hesekê û binkeftina êrîşê ku di encamê de gelek dewlet ji tişta ku çêbû bi hêrs bûn û tiliyên tewanbariyê ber bi serokê tirkî Erdogan ve çûn, êdî Erdogan yasaya bapîrê xwe El_Fatih pêk anî. Li gorî wê jî xizmê xwe û hevkarê xwe yê (tirkmenî), xelîfeyê nû yê Daiş’ê Ebdullah Qeredaş, diyarî da serokê Amerîkayê Joe Biden ku têkiliyên wî bi serokê Tirkiyeyê û rêjîma wî re nebaş in.

Siyaseta kuştin û tunekirina hevrikan, her wiha mijara bazaran ji bo binyata dewleta tirkan, ne tiştekî nû ye. Di van deh salên aloziya Sûriyeyê de, rêjîma Erdogan bi dehan fermandarên leşkerî yên rikberiya Sûriyeyê tune kirin û bazar li ser wan pêk anîn (mînak, Hisên Hermûş) her wiha gelek rikber û kesayetên siyasî jî wiha li wan kir. Hêjayî gotinê ye ku pêşkêşkirina Bexdadî û Qeredaş mîna diyariyan, ne di çarçoveya şerê li dijî terorê de bû, lê belê ji bo ku wêneyê xwe li pêşiya rojavayê spî bike bû. Lê pirsa ku niha dikeve bala mirov de ev e; dê diyariya sêyan kî be?! Em li bendê bin!!!

زر الذهاب إلى الأعلى