Nêrîn

Şerê Xezayê û armancên veşartî

Rakan Şêxê

Êrîşa Hamasê di 7ê Cotmeha 2023an de û bersiva Israîlê li ser Hemasê ku di encamê de gelek kuştin û wêrankirin ji hêla aborî, civakî, siyasî û mirovî bi xwe re anîn, dibe nîşana şerekî herêmî Li Rojhilata Navîn, ji ber ku milîsên bi ser Îran ve yekser piştgirîya Hemasê kirin û êrîşên xwe li seranserê herêmê zêde kirine, ne tenê li dijî Îsraîl lê li dijî Amerîka jî. ji xwe ev yek bi êrîşên Hizbullahê li ser sînorê Lubnan-Îsraîl dest pê kir, ku bû sedema valakirina civakên sînorî yên her du aliyan, û piştî wê jî rojane milîsên şîe li dijî hêzên Amerîkî li Sûriye û Iraqê êrîş dikin, Piştre Hûsiyan bi mûşekan û balafirên bê mirov êrîşî keştiyên li Deryaya Sor kirin. di encamê de êrîş li her sê eniyan berfireh bûn.  Li gor amaran, bi sedan êrîş li ser sînorên Lubnan û Îsraîlê çêbûn, di heman demê de, zêdetir ji 180 êrişan li dijî hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyê pêk hatin, ku bûne sedema kuştina 3 leşkerên Amerîkî û bi dehan birîndarbûn.

ji ber wilo pêkan e ku ev şerê heyî berfireh bibe û bizîvire şerkî herêmî. jixwe ji cotmeha salaborî ve balafirên Amerîkî çend êrîş birine ser milîsên bi ser Îranê ve li Lubnan, Iraq, Sûriyê û Yemenê, tevî bilindbûna asta van êrîşan, Amerîkî naxwazin ev şer berfireh bibe û rê li ber şerkî herêmî digire ku mebest jê alîgirî û dilsoziya navneteweyî bi alî xwe ve bîne ku karibe vî şerî li gorî armanc û pilanên xwe bi rê ve bibe. hêjayî gotinê ye, zêdetirî 57,000 leşkerên Amerîkî li Rojhilata Navîn hene, bi taybetî li herêma Rojavayê Asya, her wiha hêzeke wê  ji bo pêvajoyên taybet; ji bo karên lêşekerî yên taybet hene, ku êrîş birin ser   beşek ji Hêzên Ewlehiya Iraqiê, jixwe ev êrîş bû sedema nakokiyan di navber a her du aliyan , ji bo wê jî hêzên siyasî yên Iraqiî û berî wê parlamentoya Iraqî doza derketina hêzên amerkî ji Iraqê kirin, lê Pentagonê ev daxwaz red kir û got:  ” Hêzên Amerîkî ne pêkane e ku di demek nêzîk de ji Iraqê derkeve. “.

helbet berdewamkirina vî şerî û bi vî awayî xwesteka Israîl û Amrîkayê ye ku mebsta jê Hemasê tune bikin, yan jî wê dûrî qadê Filestînê bixin û nakokiyên hêzên filestîniyan kûrtir bike û çareseriyê têxin destê xwe de û rêveberiyek xweser li wê herêmê ava bike û serweriya wê di destê Israîlê de be û rê li ber avakirina du dewetan ku anha bûye rojev bigire.

Amerîkiyan jî ji destpêka şerê Xezayê, bal kişandiye ser gelek armancên mezin, ya sereke parastina berjewendiyên Amerîkî li rojhilata Navîn û bidestxistina piştgiriya hevalbendên xwe yên rojavayî derbarê parastina Israîlê û tedbîrên guncav li dijî her gefan bigirin û pêşî li veguherîna şer bigire ku nebe şerekî berfireh ku yekser hêzên Amerîkî derbasî wê bibe.

زر الذهاب إلى الأعلى