Nêrîn

Têkçûna AKP-MHP Pir Giring e

Kurdyar Dirê`î

Kurd   baş dizanin ku di siyaseta Tirkiyê ya giştî de û ji derveyî çi partî an kesayet ku  serweriya tirkiyê bikin de,  doza kurdî xeteke sor e û ta imkan û derfetên herî dawî li ba Tirkiyê hebin ( mebesta ji peyva Tirkiyê desthilatdarî û sîstema Tirkiyê ye)  dê doza kurdî çareser neke û ne jî wêrekî ye çareseriyê bike. Avabûna komara Tirkiyê ya piştî şerê cîhanê yê yekemîn (1919-1914 ) li ser bingehê inkar û tunekirina gelên ji Tirkan cuda pêk hatiye, tevî ku peymana lozanê 1923  perçeyekî mezin ji Kurdistanê li jêr desthilatdariya Tirkiyê de hiştiye jî, lê belê Tirkiye ji kurdan bêtir bi Lozanê razî nebûye, ne ku Lozanê mafê tirkan xwariye, lê belê ji ber ku di lozanê de dewletên di şerê cîhanê yê yekemîn de bi ser ketine bi taybet Birîtaniya û Ferensa pareke mezin ji mitingehên Tirkiyê  li xwe parve kirine, çavê Tirkiyê jî her li vegerandina wan mitengehane.

    Partî û kesayetên  rast, çep, netewperest û islamî jî hatin ser desthilatdariya Tirkiyê, lê belê ji bo doza kurdî cudahiya helwestên wan ji hev, cudahiya di milê rêbazên tinekirina doza kurdî û gelê kurd de bûn.  ji beriya peymana Lozanê 1923 û ta dema heyî Tirkiye bi rola qirkirin û tinekirina gelê kurd rabûye, kurd jî neçarî  berxwedan  û herikîna lehiyên xwînê bûne ji bo mayindekirina xwe, ji bo jiyankirina bi azadî û bidestxistina çarenûsa xwe, heger têgihişteneke siyasî  mentiqî  li ba Tirkiyê heba dê sûd ji dîrokê girtiba, herwuha baş bizanîba ku ti carî ne pêkan e ku kurdan tine bike û bi darê zorê, bi inkarê, bi kuştin û komkujiyan re kurdan bê deng bikin an jî wan ji nava dîrokê derxînin;  çimkî bi dehan desthilatdar, xwînmij û imperetor hatin û çûn lê gelê kurd ma, doza kurdî ma, berxwedan û şoreşên kurdan berdewam kirin û wê berdewam bikin, ta ku şaşîtî û bêmafiya dîrokê sererast bibie.

    Ji Kemal Atatirk ta diktatorê vê demê Erdogan kurdistan bi gel, xweza, lawir, av û hewaya xwe ve hatiye şewitandin, wêrankirin, bi hezaran gund hatine şewitansin, bi dehan komkujî hatine pêk anîn, di nava çar dîwarên zindanên Tirkiyê  de bi hezaran welatperwer û şoreşgerên kurd jiyana xwe wenda kirine, ne doza kurdî qediya û ne jî berxwedan û şoreşên kurdan rawestiyan, Tirkiye her di wê metirsiyê de ma ku ta kurd hebin,  berdewamiya hebûna wê ne misogere! gelo çaresriyeke demoqratîk ji doza kurdî re, wê çendîn xizmeta avakirina Tirkiyeke hevgirtî, bi hêz û aram kiriba? Tirkiye heman Tirkiye ye, Tirkiye ya ku bi  qirkirina gelên  Ermen, siryan, yûnan rabû ye, Tirkiye ya ku destê wê di  komkujiyên Koçgirî, Dêrsim, Geliyê Zîlan, Agirî, Roboskî, Cizîr, Nisêbîn û dilê Kurdistanê Amedê de bi xwîn e, bi tenê rûyê serdest û kujeran di Tirkiyê de  tê  guhertin, lê belê cudahiyeke desthilatdariya heyî ji yên berê he ye; ku   Tirkiye li jêr serdestiya AKP-MHP ku hevgirtineke (faşist, neteweperest, islama radîkal e) gihiştiye lûtkeya hovitîya xwe,  mîna ku Tirkiye ketiye rewşa  şerê xwe yê dawî  li himber gelê kurd de, hemî imkan, derfet, çek û giraniya xwe xistiye nava vî şerî de, desthilatdarîyeke weha ye ku hemî çekan ji bo tinekirina gelê kurd bikar tîne ( ol, siyaset, leşger, terorist, mafya, giringiya tirkiyê di asta navdewletî de û HWD), Lewra di hilbijartinên Tirkiyê de ketina desthilatdariya AKP-MHP û têkçûna Erdogan  pir giring e, nayê wateya ku em hêviyan li ser rikberiya di  Tirkiyê de ava dikin, lê belê têkçûna AKP-MHP ji bo gelê kurd û  deverê gavek e  stiratîjîk e, herwuha tê wateya dîlkirina vê rêjîma ajdeha û zîvirandina Tirkiyê ber bi oropa  û NATOyê de û vegera Sîstema perlementoyê û vebûna derfeta ji nûve danûstendinên aştîyê û azadiya welatperwerên kurd û di serî de rêzdar Selahidîn Demertaş. bê guman dema em dibêjin ku dê Tirkiye vegere nava nato û weke Amerîka tev bigere nayê wateya ku em pesnê van aliyan didin an jî em hêviyên mezin li ser wan ava dikin, lê belê tiştê ku heye  ew e ku niha Tirkiye bi diktator û rêjîmên  mafyewî re ji bo qirkirina gelê me tev digere, lewra şikandina vê hevbendiyê  ji bo gelê me jî gavek e erênî ye, çimkî  Îran, Rûsiya, teror  û Îxwanulmuslimîn  bi temamî qirkirina gelê me erênî dibînin, û mayîna AKP-MHP- li ser desthilatdariyê û bi van aliyan re  metirsîyeke mezin e.

    Em baş dizanin, ku doza kurdî di Tirkiyê de wê bihesanî çareser nebe, jixwe me sedemên wê jî di xêzên jor de diyar kiribû, lê belê ji ber hebûna berjewendîyên Amerîka û NATOyê di vê serdemê de  li deverê, ku di serî de rêgirtina li ber xwefirehkirina Çîn û Rûsiyê ye, hewcedariya wê bi Tirkiyeke ku rasterast Amerîkî be heye, Tirkiyeke xurt û li gorî istiratîjîya Amerîka û NATOyê di rêgirtina li ber Rûsiya û Çînê de tev bigere, jixwe ji bo Tirkiyeke xurt pêwist e eger Tirkiye bi giştî jî doza kurdî çareser neke,  di asteke bilind de wê mafên demoqratîk bide pêş, û siyaseteke weha wê teyisandina wê I ser Rojava û Başûrê Kurdistanê jî hebe, lewra texmîneke heye, eger nizimbe jî lê ihtimal e ku rêber APO jî azad bibe heger NATO û Amerîka bi kurdan re  têkiliyên xwe ji asta tektîkî  ber bi istiratîjî ve bibin.

زر الذهاب إلى الأعلى