Her tişt di xizmeta mayindekirina desthilatdarîya Tirkîyê li ser Kurdistan û rêgirtina li ber çi derfetên azadîyê, serwerîyê û mafgirtinê li ber gelê kurd de ye, têkbirina doza kurdî û firehkirina sînorê Tirkîyê li ser bingehê ʺmîsaqa milîʺ, armanceke serekeye ji hevgirtina AKP-MHP re . Di dewleteke weke Tirkî de tu guhertinên sîyasî an jî avakirina ferwerîyan ji xweberve nayê, di asta bilind de û weke mijareke sereke, girêdayî pêşketina doza kurdî, ne tenê di Bakurê Kurdistanê de, her wiha di tevaya beşên Kurdistanê de ye, bi tenê weke mînak di vê derbarê de, derbeya leşkerî ya Kenan Evrîn di 1980 de ku sedema wê ya serke, pêşketina tevgera azadîxwaza Kurdistanê û metirsîya ji bilindbûna asta doza kurdî bû. Lewra hatina AKP li ser desthilatdarîya Tirkîyê ne hema mijara helbijrtin û serkeftina wê di hilbijartinan de bû, lê belê girêdayî Dewleta kûr û nexşerîya dewleta kûr ji dawîanîna li doza kurdî re, xwefirehkirina di Rojhilatê Navîn û pêkanîna ʺmîsaqa milîʺ bû, her wiha girêdayî sîyaset û pirojeya Emerîka ya ji nûve dozayinkirina Rojhilatê Navîn, di çarçoveya pêşxistina islama nerm de û bi xwe ve girêdana herêmê bi rêya girêdana rêxistinên islama sîyasî bi AKP ê ve weke partiyeke islamî û girêdayî Nato ye, di vê çarçoveyê de sîyaseteke du alî di Tirkîyê de hate meşandin, di despêka Hatina AKP li ser desthilatîyê de, sîyaseteke di çarçova lihevkirina hundirîn, xurtkirina aborî, xurtkirina têkilîyan bi cîhana derdorê re û xwecîbicîkirinê daye meşandin, di asta pêş de jî sîyaseta pêkanîna berjewendîyên neteweeyî li ser hesabê pirojeyên Emerîka, di nav de jî xewna vegerandina siltenta osmanî û ʺmîsaqa milîʺ pêk bîne daye meşandin, lewra nêzîkatîya wî ji kurdan re jî li ser her du astan hatiye bi rêvebirin, mirov dikare bêje ku pilana Tirkîyê di derbarê kurdan de ew bû: Him armancên xwe ku bibe dewleteke serddest di Rojhilatê Navîn de bi rêya bêalîkirin, destekgirtin û aramkirina doza kurdî de û him jî di pey re doza kurdî tune bike û ʺmîsaqa milîʺ pêk bîne. Di van her du astan de, stratîcîya Tirkîyê hatiye bi rêvebirin, lê gelo ev stratecîya Tirkîyê ya dualî li himber kurdan, çawa xistiye meriyetê de, ta çi astê Tirkî karîbû stratîcîya xwe pêk bîne û encamên vê stratecîyê dê çibin?
EZMÛNÊN DÎROKÎ Û ERDOGANÎ
AKP weke partîyeke islamî, berdewamîya partîya Refahê ya Nicmedîn Erbekan e, di 2001 de hate avakirin û di bin pêşengtîya Erdogan de hatiye birêvebirin, bingeha avabûna hişmendî û bîrdozîya Erdogan dibistanên (îmam û xetîban) e, anku bi şêweyekî ji şêweyan Iixwan ûlmuslimîn e, di nava ʺMillî Selâmet Partisiʺ (Partîya Saxlemîya Neteweeyî ) de ku girêdayî Nicmedîn Erbekan bû, cih girtiye û ji ber qedexekirina vê partîyê piştî derbeya 1980 de, di 1983 de tev li nava partîya Refahê bûye ku ew jî ya Nicmedîn Erbekan bû yê ji 1996 – 1997 serokwezîrtîya Tirkîyê kiriye, di peyre jî li ser pêşmaya Erbekan, Erdogan AKP avakiriye û ji 2002 de serwerîya Tirkîyê dike. Di nava zanistîya komara Ataturk û islama sîyasî de, dîrokeke dirêj ji hevrakêşandinê heye, ji bidarvekirina Mendirês 1960 û ta roja îro, her dem islama sîyasî weke metirsî li ser komarê hatiye dîtin, ji wê jî dema Mendirês hin nermahî pêşkêş kiriye, mîna destûrdayîna ku bi zimanê erebî mizgeft banga nimêjê bikin, oldarî di dibistanan de were dayîn û hin nermbûnên din di derbarê olê de, rastî derbeyê hatiye û hatiye bidarvekirin. Her wiha Erbekan tevî ku dema bûye serokwezîr, hewildana xwe weke islameke ne binakok bi Ataturk re nîşan bide kiriye û xwe bi Nato, Emerîka û Ewrûpa re kesayetekî vekirî nîşan daye, lê belê di rastîyê de nikarîbû xeyalên avakirina Tirkîyeke islamî veşêre, lewra rastî fişarên artêşê hatiye û ji serdestîyê hatiye xistin, Erdogan weke şagirtê islama sîyasî û Erbekan, baş deteyên pergala komara Tirkîyê ji hev derxistiye, lewra sûd ji ezmûnên rêveçûna islama sîyasî girtiye û dîwarên ku bûne asteng li ber wê rêveçûnê baş nas kiriye û li ser hilweşandina wan tevgerîyaye, êdî du astengîyên mezin li ber biserxistina xewna islamkirina Tirkîyê, yek Artêş û yek jî Doza kurdî dîtiye û li ser van tesbîtan û bi hişmendîya (mebest rêbazan rewa dike) tevgerîyay, jixwe ev hizra ixwanûlmuslimîn e ku her tiştî dixin xizmeta xwegihandina serdestîyê. Lewra Erdogan zagon, demokrasî, diblomasî û xapandin, heta dawî bi kar aniye ku bighêje avakirina komareke islamî û Tirkî. Erdogan di nava salên 2002 û şûn de bi awayeke sîstematîk di nava artêşê de guhertinên mezin kiriye, tunekirin bi rêya vekirina dozan, dûrxistin, erkdarkirina fermandarên nû û di lûtkeyê de jî bikaranîna lêdana 2016 weke derfet ku di nava bangeşeyeke pir mezin û xwenîşandan weke yekî ku stemkarîyeke mezin lê bûye, artêş ta asteke mezin kedî kiriye û xistiye bin baskên xwe, bê guman yên ku derfet jê re vekiribûn jî; him dewleta kûr bû û him jî Emerîka û Nato bû, bi kêmasî ji 2002 û ta 2014 bi despêkirina berxwedana Kobanê re ku pilanên Erdogan, pirojeya wî ya islamî ji derveyî stratîcî û pirojeya Emerîka û di nav de eşkere bibû.
BEŞA YEKEM YA STRATÎCÎYA AKP-MHP LI HIMBER KURDAN
Guhertina di Rojhilatê Navîn de, di bin çi navî de be, Rojhilatê Navîn ya nû, Rojhilatê Navîn ya mezin an jî çi navekî din be ne xem e, lê dîyar e ku ji dagirkirina Iraqê di 2003 de guhertina Rojhilatê Navîn ketiye meriyetê de,Tirkî weke duyem dewleta bi hêz di Nato de, ji van guherinan re dihate amadekirin, êdî ji 1996 de Israîlê ta asta bilind têkilîyên xwe bi Tirkîyê re berfireh kirine, bi taybet li himber tevgera azadîxwaza Kurdistanê, êdî di 1999 de di bin pêşengtîya Emerîka, Nato û Israîlê de komployeke mezin li himber R. Ocelan hatiye meşandin ku di encamê de hatiye revandin û radestî zindana Imralîyê bûye, her wiha di 2002 de jî AKP weke partîyeke islamî hatiye li ser serdestîya Tirkîyê, ev geşedan û bûyerên bilêvbûyî, ne ji xweberve rû dane, lê amadekirin ji bo guhertina pergala Rojhilatê Navîn dihatin kirin ku di bin navê islama nerm de, Tirkîyê pêşengtîya van guhertinan bike, jixwe Emerîka hêvî dikir ku cîhana Rojhilatê Navîn ku hişmendîya islamî li ser serwer e, bi rêya Tirkîyê ve bi xwe ve girê bide, lewra me dîyar kiribû ku hatina Erdogan an AKP li ser serdestîyê girêdayî dewleta kûr û pirojeyên Emerîka –Nato bû. Di nava van hazirîyan de jî, piştî dîlkirina R. Ocelan, rawestandina doza kurdî li Bakûrê Kurdistanê hebû, lê belê ne bi şêwazê leşkerî, bi şêwazekî nû ku Erdogan bi xwe daye meşandin.
Em nikarin bêjin ku Tirkî di dema AKP de, di bikaranîna sîyasetê de, ne zîrek bû. AKP bi hatina xwe ya li ser desthilatdarîyê re, destê xwe avêtîye dosyeyên herî zehmet û girêkên wê yeko yeko vekiriye, li gora armanc û pirojeyên xwe girtiye dest û bi zîrekî ew bi kar anîne, êdî yê ku tevgerkirina AKP di despêka desthilatdarîya wê de bişopîne, wê bêje ku ew hatiye Tirkîyê ji nava kirîzan derxe û welatekî hevgirtî, tê de mafê hemî gelan heb; wê ava bike, lê belê di rastîyê de, pergaleke kûr daye meşandin ku xala sereke tê de ew e ku çawa xwe bighîne 2023 û komara Tirkî ya dûyem, weke komareke islamî, xwedî hişmendîya osmanî, li şûna komara yekem ya Kemal Ataturk ragihîne. Lewra gavên ku di despêkê de avêtin di van çarçoveyan de bû, xwe amadekirin bû hatina AKP li ser serdestîya Tirkîyê, di milê hundirîn de hatina stratîcîya tunkirina doza kurdî di Bakurê Kurdistanê de bû, dûrxistina artêşê ji sîyasetê û bi xwe ve girêdana gelê Tirkîyê bû, di derbarê doza kurdî de beşê yekem ji stratîcîya xwe xistiye merîyetê de, piştî ku di 2003 de, ji ber ku Tirkî beşdarî şerê hilweşandina rêjîma Sedam Hisên li Bexdayê nebibû ku perlementa Tirkî erênî nedabû beşdarbûna Tirkî, ew jî tevî rijdebûna Erdogan di beşdarbûnê de, ta herêmeke kurdî ava nebe, bi serneketina Erdogan di vê daxwazê de, derfet li ber Başûr ê Kurdistanê vekiriye ku bi piştgirîya Emerîka bibe herêmeke azad ku ta roja îro, Erdogan xwezîya xwe tîne ku karîba nehişta herêma Başûr ê Kurdistanê ava bibe, lê ava bû. Êdî ta ku Erdogan herêmê dûrî perçeyên din yê Kurdistanê bike û bi xwe ve girê de, têkilîyên xwe bi PDK re xurt kiriye û li ser bingeha dijminahîya bi PKK re; heger ne eşkere be jî û têkilîyên xwe di bangeşeya xwe ya hilbijartinan de baş bi kar aniye ku dengê kurdan di Bakurê Kurdistanê de bigire, di heman demê de jî, nehêle ku têkilîyên kurdî-kurdî li pêş bikevin û nakokîyan di navbera tevgerên kurdî de kûr bike. Di 2006 de danûstendinên Oslo bi Partîya Karkerê Kurdistanê (PKK) re daye meşandin, li ser bingeha pêkanîna aştîyê û çareserkirina doza kurdî û di 2009 de zemîneke pir bi hêvî ji bo berdewamîya aştîyê hatibû afirandin, rê li ber çand û zimanê kurdî jî hatibû vekirin û derfet ji tevgera sîyasî ya kurd re hatibû dayîn ku li pêş bikeve. Êdî ji bo avakirina bawerîyê, di 2013 de bi serdana serokê herêma Kurdistanê M. Berzanî ji Amedê re û pêşwazîkirina serokwezîrê Tirkîyê Erdogan ya bi coş jê re, nameyeke hêvîyên mezin dabû ku êdî doza kurdî ber bi çareserîyê ve diçe, lê belê bi xwe bikaranîna Berzanî bi xwe ji bo hilbijartinan bû, êdî di wê demê de jî danûstendinên çareserkirina doza kurdî bi R. Ocelan re ji 2009 ve dihate meşandin û li ser vî bingehê R. Ocelan banga agirbesta yekalî di 2013 de kiribû û gerîla ji Bakur vekişîyane Başûr ê Kurdistanê. Bê guman rijdbûna AKP ji bo çareseriyeke mayinde û mafdayîna doza kurdî tunebû, Erdogan çareserîyeke weke armanc û ecendeyên xwe dixwest ku bi hin parîyan kurdan mijûl bike û di nava demê de wan lawaz bike, ta defeta tunekirina dawî li ber vebe, lewra di nava van salên danûstendin û xwenîzîkkirina ji kurdan re (ji 2006 ta 2014) de, Erdogan ji rewşa aramîya enîyên şer, xurtbûna têkilîyên bi Başûr ê Kurdistanê re, zemîna aştîyê li Kurdistanê, vekişîna gerîla ji Bakûr Kurdistaên ber bi bBaşûr ê Kurdistanê ve û bilindbûna asta rêjeya alîgirên wî di nava kurdan de, sûdeke pir mezin girtiye, di vê navberê de jî, aborîya Tirkî pir li pêş ketiye, têkilîyên wê bi cîhana erebî, Ewrûpa, Emerîka û cîhana islamî re mezin bûye, weke kesayetekî demokrat, girêdayî rêgezên Ewrûpayê, mafê mirovan û lîberal hatiye nasîn, bi taybet bangeşeya ku dê doza kurdî bi aştîyane çareser bike.
BEŞA DUYEM YA STRATÎCÎYA TIRKÎ LI HIMBER KURDAN
Derbasbûna Tirkîyê di pêkanîna duyem a beşa stratîcîya li himber kurdan, ji despêkirina buhara Ereban (2010-2011) de ku R.Ocelan bi buhara gelan bi nav kiribû destpê kiriye, ne ku ji nakokîyên di navbera tevgera azadîxwaza Kurdistanê û Tirkîyê de li ser helwestên dijber ji şerê Kobanê ku pêwist dikir ku Tirkîyê piştgirîya Kobanê kiriba, lê nekir û kêfxweşîya bi Dayîşê nîşan dabû. Ji 2011 de Tirkîya AKP-Erdogan, hest kiriye ku derfet hatiye li ber wî ku strtîcîya avakirina komara duyem ya Tirkîyê pêk bîne û armanca pêkanîna vegerandina sultanîya osmanî bi cî bîne, êdî bi pêşketina tevgerên islama sîyasî di Sûrîyê de û himbêzkirina Tirkîyê ji wan tevgeran re, Erdogan dest bi gavpaşdeavêtinê di lihevkirinên bi PKK re kiriye ku di di 2014 de baştir zelal bûye û di 2015 de eşkere stratîcîya qirkirina kurdan û ji navbirina tevgera azadîxwaza Kurdistanê weke stratîcîk dîyar kiriye, di bin buhaneya ku tevgerê pêngava aştîyê ya ku di 2013 de destpê kiribû, bin pê kiriye, lê ya rastî Tirkîyê pêngava aştîyê bi dawî kiriye, çimkî asta doza kurdî, hestên neteweeyî û hevgirêdana gelê kurd bi hev ve, bilind bibû, di Rojavyê Kurdistanê de Dayîş têk diçû û herêmên kurdî rêzgar dibûn, her wiha dinava pêngava aştîyê de. Erdogan hêvî dikir ku bi dengê kurdan serokatîya Tirkîyê bi dest bixîne, gerîla bê çek bike û bi hêsanî tune bike, lê hêvîyên wî pêk nehatin û rûyê xwe yê eşkere ji bin rûpoşan derxist. Tirkîyê stratîcîya xwe ya amadekirî li himber kurdan, di beşa xwe ya duyem de bi dijminatîya kurdan û xwenêzîkirina AKP –MHP ji hev re, xistiye meriyetê ku bi vî şêwazî bû:
- Şikandina tevgera sîyasî di Bakûrê Kurdistanê de û pêşxistina lêdaneke pêşwext ji hêvîyên kurdan re, bi bilindkirina asta tûndî, pêngavên leşkerî, binçavkirina sîyasetmedarên kurd û sepanfina tirsê li ser Kurdistanê, lewra dîyar nedikir ku wî sozên xwe pêk neanîne, ji bo çareserkirina doza kurdî ku pêwîstbû hin gavan bavêje, piştî ku gerîla ji Bakur li ser banga R.Ocelan di 2013 de vekişîyane Başûr ê Kurdistanê, lê Erdogan gavav êtinan tevgera azadîxwaza Kurdistanê bi xapandin û nejidjidil, tewanbar kiriye û di 2015 de komkujîya Sirûcê ku Dayîş girtiye li ser xwe, ji pêkanînên AKP bû, armanc têkbirina pêngava aştîyê bû û li ser pertekên tevgera azadîxwaza Kurdistan ku dîyar kiribû Tirkîyê pêngava aştîyê dixe metirsîyê de, Erdogan şerê bi navê şerê çeperan li himber kurdan daye meşandin û tevî helwestên PKK û HDP ku nedixwestin gotûbêj bi dawî bibin jî, lê Erdogan bi rijdebû ku qirkirinê pêk bîne û dîyar kiriye ku Gerîla vekişandina ji Bakur pêk neanîne? Jixwe cîgerê serokwezîrê Tirkîyê jî dîyar kiribû ku ew guhnadin PKK vekişîya ye an na û ew ê bi tiştê pêwist rabin, jixwe tiştê pêwist jî bi wateya ku ew ê doza kurdî bi çekan çareser bikin. Her wiha di Başûr ê Kurdistanê de pêşxistina têkilîyan bi PDK re dabû meşandin û sînorê xwe ji derbaskirina petrola Başûr re vekiriye ku bê alîkirina PDK di piştgirîya bi Rojavayê Kurdistanê re misoger bike, serwerîya PDK li ser hin partîyên kurd di Rojavayê Kurdistanê de bikar bîne ku li himber pêşketina pirojeya neteweeya demokratîk derkevin û di vê derbarê de Tirkîyê baş bi serketiye ku di nava demê de Hewlêr pêşwazîya nûnerên çeteyên Hevbendîya sûrî yên Efrîn dagîr kiribûn, bi coş kiriye û ENKS yekser tev li nava sîyaseta Tirkîyê û ecendeyên wê kiriye. Her wiha li ser bêdengîya PDK pêngavên leşkerî li ser Başûr ê Kurdistanê ji bo jinavbirina gerîla û bi buhaneya şerê li himber gerîla desthilatdarîya xwe li ser herêma Kurdistanê ferz bike û di paşerojê de herêma Kurdistanê bi xwe jî dagîr bike, bi hesanî daye meşandin. Her wiha di Rojavayê Kurdistanê de jî Tirkîyê dest bi pêngavên dagerkirinê ji 2016 û şûnde kiriye ku pêngava herî qirker li ser Efrînê di 2018 de pêk aniye û di pey re jî Serêkanîyê û Girêspî jî di 2019 de dagir kirine û di vê
Heger em baş li stratîcîya Tirkîyê binêrin em dê bibînin ku ji bilî Rojhilatê Kurdistanê, her sî Beşên Kurdistanê yên dîtir xistiye nava pilanên wêrankirinê de, bi armanca ku lêfaneke pêşwext li doza kurdî bide û di encamên dawî yên kirîzên di Rojhilatê Navîn de kurd ji hevketî û bêpar ji çi deskeftîyan derkevin, Tirkîyê xwe amade dikir ku di 2023 de ʺmîsaqa milîʺ pêk bîne û derbasî 100 sala duyem ya avabûna komaraTirkîyê bibe, bi avakirina komara Erdogan ya islamî (osmanî) li şûna komara Atatork. Erdogan buhara Erebî, buhara despêkirina avabûna osmanîya nûjen û pêkanîna ʺmîsaqa milîʺ dîtiye, lewra di gelek axaftinên xwe de ji despêka kirîza Sûrîyê de basa Helebê û li dûv Helebê Qamişlo û li dûv Qamişloyê, Kerkûk û Mûsilê kiribû ku tev axaTirkîyê ne.
GELO STRATÎCÎYATIRKÎYÊ ENCAM GIRTIYE?
Tirkîyê baş dizane ku bêyî çareserkirina doza kurdî, dê nikaribe bibe komar an jî dewleteke aram, bi hêz û sereke di Rojhilatê Navîn de, lê belê çi çareserî? R. Ocelan nexşerîya çareserîyê û dawîanîna li şerê sedsalî daniye li ber rayedarên Tirkîyê, lê belê di hişmendîya Tirkîyê de û ji serdema Ataturk de, hatiye çandin ku sedema ketina dewleta Osmanî ew bû ku pir netewee di nava sînorê wê de jîyan dikirin, hebûn û ew netewe bûne sedema hilweşîna osmanîyan, lewra ji bo ku komara Tirkîyê jîyan bike pêwist e ji bilî Tirkan tu netewe nebin, çi kesê di nava sînorê komarê de bin pêwist e bibin Tirk? Lewra nêzîkatîya çi ferwerîyên hatine li ser serdestîyê Tirkî ji gelê kurd re, nêzîkatîya qirkirinê bû, ji bilî hin hewldanên serokê berê Ozal di 1993 de ku xwestibû doza kurdî bi aştîyane çareser bike, lê li gorî pir çavdêran ew jî hate kuştin, tevî ku Tirkîyê kuştina wî weke mirineke xwezayî nîşan danye, lê di 100 salên dîroka komarê de, tu rêjîm ewqa faşist û nijadperest li himber kurdan weke AKP-Erdogan nehatiye û ne jî dê were, di strastîcîya qirkirina gelê kurd û tunekirina doza wî de, Tirkîyê pir encam girtine; ji wan jî ev in:
- Beşeke mezin ji kurdan li Bakurê Kurdistanê ku dîndar in bi xweve girêda, ew jî bi rêya xurtgirina oldarîyê, başkirina rewşa aborî di deverên kurdî de, mijûlkirina gel bi sûdgirtinên aborî û bangeşekirina avakirina komareke islamî re.
- Sûdgirt ji vekişîna gerîla ber bi Başû ve ku baregehên xwe yên leşkerî vegerandin deverên ku tê de têk çûbû û vekişîyabû ku di encamê de gelek gerîla şehîd xistiye û bi hesanî êrîşî bajarên kurdan kiriye, mîna Cizrê, Amed û Silûpîyê.
- Lêdanên giran li tevgera sîyasî ya kurd daye û bi hezaran di zindanan de dîlgirtiye,
- Di Başûrê Kurdistanê de bi dehan baregeh avakiriye û rûerdeke fireh dagîr kiriye, her wiha di navbera tevgerên kurdî de nakokî xurt kiriye, PDK bi xwe ve girê dayê û xwe di Başûr de mayinde kiriye.
- Di Rojavayê Kurdistanê de Efrîn, Serêkanîyê û Girêspî dagir kiriye û herêmên kurdî ji hev cûda kiriye, her wiha ENKS weke dijberekî li himber Rêveberîya Xweser bi sîstematîk bikar aniye.
Lê di heman demê de jî Tirkîyê pir wendayî daye û di asta giştî de têkçûneke berbiçav jîyan dike
- Di qada navneteweyî de Tirkîye weke dewleteke pê nebawer û êrîşkar di Rojhilatê Navîn de hatiye nasîn.
- Rijdebûna Tirkîyê li ser qirkirina kurdan, di asta nav neteweyî de, Tirkîyê weke dijminê gelê kurd hatiye nasîn, ne weke ku dixwest dîyar bike ku ew dijminatîya tevgereke sawkar dike, di vê mijarê de bi ser neketiye.
- ʺMîsaqa milîʺ û komara duyem ya islamî ku dihate payîn di 2023 de, ragihîne pêk neanî û sedem jî berxwedana mezin ya tevgera azadîxwaza Kurdistan li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê de bû.
- Rojavayê Kurdistanê tevî hemû êrîşên Tirkîyê, bûye hêzeke ku di çareserîyên hebe de nayê paşguhkirin.
- Di sîyaseta xwe ya êrîşkar de, Tirkîyê aborîya xwe wenda kir û kete nava kirîzên hundirîn û derve de û nikarîbû di pêngavên xwe yên leşkerî de tevgera azadîyê têk bibe.
- Tirkîyê bi Emerîka, Ewrûpa û bi herêmê re, bûye dewleteke nakok, ta astekê ku ciyostiratîcîya xwe wenda kiriye û doza kurdî ber bi ku bibe dozeke navneteweyî ve diçe.
DI ENCAMÊ DE
Stratîcîya Tirkîyê li himber doza kurdî di serdema AKP – MHP de, stratîcîya herî metirsîdar e, lêdanên mezin li deskeftîyên gelê kurd daye, lê ji ber hebûna tevgera azadîyê, berxwedana gelê kurd û xwendina rast ji demê re, ta asteke mezin stratîcîya Tirkîyê hate şikandin, bi taybet derhatina rastîya Tirkîyê weke dewleteke xapînok bi her kesî re, piştgirîya bi komikên islamî û sawkar di demekê de ku kurdan sawkarî şikandin û di asta navneteweyî de rastîya kurd ya demokrasîxwaz û rastîya tirk ya faşist hate eşkerekirin, di hemû milan de Tirkîya Erdogan di rewşeke pir xerab re derbas dibe, ji stratîcîya xwe negerîyaye, lê ketiye rewşeke xetimandinê, lewra bi rêbazine nû bi rêya peymanên bi dewletên parvekerên Kurdistanê re, hewldana jinavbirina deskeftîyên kurdan dike, bi hişmendîya eger nikaribim stratîcîya qirkirn û dagerkirina Kurdistanê pêk bînim, hema nehêlim tu sabar (statû) ji kurdan re ava bibe tevdigere, ta ku Erdogan li ser serdestîyê be, wê tevî kirîzên xwe yên aborî, sîyasî, civakî û navneteweyî jî ji stratîcîya qirkirinê negerê û derfet tune ku bi kurdan re ji nû ve lihevkirinan bike, heger bixwaze jî nikare, bi taybet ku bi MHP ve hatiye girêdan, lewra em bawer dikin ku serdema Erdogan serdema dawî ya Tirkîya mandelkirina doza kurdî re ye û bi çûna rêjîma Erdogan re, dê despêka çareserîya doza kurdî li Bakurê Kurdistanê be û em guman dikin ku dê R. Ocelan jî fîzîkî rêzgar bibe, her wiha cîbicîbûna xweserîya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de, wê misoger bibe.