ANALÎZ

Hilbijartinên Serokatîyê Yên Tirkîyê  û Sînaryoyên Pêkan

 

Hilbijartinên Tirkîyê yên serokatîyê nêzîk dibin ku di 14 gulana bê de hatin dest nîşankirin, ev hilbijartin ji hemû alîyên siyasî yên li ser xaka Tirkîyê re; çi rikberî be çi jî alîgirên partîya AKP ya desthilatdar be, dîrokî û sereke ne ku van hilbijartinan hin hevbendî ava kirin, ji wan jî maseya şeşalî ya rikber a beramberî partîya AKP û partîyên serbixwe, her yek ji van alîyan dê bi rêya hilbijêran derbasî hilbijartinan bibe ku dê 56 milyon hilbijêr berê xwe bidin sendoqên hilbijartinan, daku nûnerên xwe hilbijêrin, êdî dê hilbijartin di navbera her du alîyan de bi awayekî hevrikî be, jixwe rikberîya Tirkîyê dê dest bi bernameya xwe ya hilbijartinan bike, ew jî bi rêya diyarkirina alozîyên ku partîya AKP li ser asta hundirî, herêmî û leşkerî  çêkirine.

Jixwe li ser asta hundirîn, partîya AKP şerê ragihandinê kir û gelek rojnamevan desteser kirin, her wiha şerê nerîndayînê kir, gelek rojname qedexe kirin, gelek çalakvanên siyasî avêtin zindanan û derîyê gelek dibistan û zanîngehan jî girtin. Jixwe li ser asta aborî nirxê lîreya tirkî daketîye asteke pir kêm, her wiha nirxên kelûpelên sereke bilind bûne û gihiştîne astên ku nayên hilgirtin, nirxên kelûpelan beramberî mûçeyan pir bilind bûye û hevsengîya aborî li welêt têk çûye, vê yekê jî ziyaneke mezin gihandîye welatîyan. Li ser asta herêmî têkilîyên Tirkîyê bi welatên erebî re bi giştî têk çûn, ew jî ji ber destwerdana Tirkîyê di Sûrîyê, Lîbya, Misir û Îraqê de, ew jî bi rêya ajendeyên siyasî yên tevgera Îxwanûlmuslimîn ên ku miletên herêmê wan napejirînin, her wiha gefdayîn û alozîderxistin bi Yonanistanê re ku ew jî cîrana Tirkîyê ye. Li ser asta navneteweyî, jixwe Tirkîyê gelek caran welatên Ewrûpayê dixistin bin fişara dosya penaberan, her wiha bi Amerîkayê re di gelek mijaran de nakok bû û dibe ku mijara herî mezin kirîna moşekên S400 be, jixwe Tirkî bi bihaneyên cûda û nepejirandî li dijî ku Filenda û Siwêdê tevlî hevpeymanîya Natoyê bibin, anku Tirkîyê  siyaseta xwe ya derveyî ji sifir pirsgirêk guherte çêkirina pirsgirêkan. Jixwe rikberîyayê Tirkî dê sûdê ji van hemû kiryar û alozîyan di rûbirûbûna bi partîya AKP re werbigre.

Partîya AKP jî dê di bernameya xwe de hemû serkeftinên xwe bîne ziman ku çawa wê welat li pêş xist, berevanî di ber mafên gelê Tirkî de kir û parastina ewlehîya neteweyî ya Tirkî kir.

Jixwe gotina dawîyê dê ji rewşa aborî ya heyî re be ku vê rewşê barê gelê Tirkî giran kirîye, êdî ev rewş ne di berjewendîya partîya AKP de ye, ew jî li gorî ku gelpirsîn û helwestên navneteweyî, herêmî û hundirî didin xuyakirin ku dê partîya AKP di van hilbijartinan de bi ser nekeve.

Ev hilbijartin ji Erdogan re çarenûsî ne; ji ber ku eger ew nikaribe serokatîyê bi dest bixe dê derîyên dojehê – di serî de ji hundir ve – li wî vebin, ji ber ku di dema desthelatdarîya wî de, gelek dosyayên gendelîyê hene, ev dosya dê Erdogan ber bi dawîya wî ve bibin û dê dawîyê li desthelatdarîya wî bînin. Lewra ew pir hewl dide ku her derfetekê bikar bîne û ji bo berjewendîya xwe di hilbijartinan de sûdê jê bigre.

Ev bobelata han (erdhej) ya ku bi ser Tirkîyê  de hat, dibe ku ew derfeteke guncaw be daku Erdogan bikar bîne û sûdê jê bigre, lê bi nerîna min de; hewldana wî mîna kesekî ku li dûv bayê bikeve, ji ber şaşîtîyên ku bi dehên salan li ser hev kom bûne, dê wî û desteya serokatîyê derewîn derdixin

Jixwe sînaryoyên ku dibe di van hilbijartinan de pêk werin ev in: Sînaryoya yekem biserketina rikberîyê; her çi qasî ew rikberî lawaz be jî, sînaryoya duyem ew e ku partîyên rikberîyê di nava nakokîyan de bimînin ji ber ku ew ne yek dest in, lê Erdogan jî li alîyê din bi tena xwe yek dest e. Sînaryoya sêyem ew e ku eger rikberî bi ser keve, dê Erdogan  desthelatê radest neke û dê welêt ber bi tevlîhevîyê ve bibe.

Di vê çarçoveyê de û li gorî siyaseta Erdogan li derve û hundir, mirov dikare bibêje ku Tirkîyê ber bi tevlîhevî û nearamîyê ve diçe, êdî nedûre jî buhara gelan li wir dest pê bike.

زر الذهاب إلى الأعلى