ANALÎZ

Lihevhatina Erdogan Bi Rêjîma Sûriyê Re Bûye Weke Gelpirsîneke Ku Cihekî Xwe Li Bakurê Sûriyê Bigire

Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk

Bê guman, bûyera ya ku di van rojan de berbiçav e, ew e dosyaya lihevhatina rêjîma tirkiyê û Rikberiya sûriyê bi rêjîma sûriyê re ye, êdî gelek çavdêr pêşbîn dikin ku weke ku Erdogan li Heleb û hin herêmên din ên Sûriyê kir, dê dev ji Hevbendî û komikên çekdar ên girêdayên wî berde, ew jî beranberî ku di hilbijartinên tirkiyê yên pêşdem de bi ser bikeve. Lê hinek din vê weke tektîkên demikî dibînin, ji ber ku Tirkî li ser biryara 2254 biryardar e. Êdî em jî dipirsin ku çi wateya daxuyanên dawî yên Mihemed El-Colanî yên li ser vê mijarê ye? Dê bi rastî Erdogan ji bo hilbijartinan misoger bike, dev ji Rikberiyê berde? Her wiha dê Rikberiya sûriyê û bakurê sûriyê radestî rêjîma sûriyê bike? Gelo mebestên veşartî li pey wê hene, her wiha helwest, armanc û senaryoyên pêşbînkirî çi ne?

Civîna li Moskoyê ya sêalî ya wezîrên derve yê Tirkî û Sûrîyê di bin sepereştiya Rûsyayê û bi beşdarbûna wezîrê bervaniyê yê Rûsyayê, her wiha dosyaya lihevhatina Tirkî û Rikberiya Sûriyê bi rêjîma Spriyê re, di çarçûveya lihevhatinên berê de ye û berdewamiya lûtkeya Tehranê ye ku Îranê pir hewil da ku ji nîviya duyem a sala 2022 rêjîmên Tirkî û Sûriyê nêzîkî hev bike, jixwe tevî ku nakokî û hevrikîya dîrokî di navbera Tirkî û Îranê de ji aliyekî û Tirkî û Rûsyayê ji aliyekî din de hene jî, lê mijarên hevbeş li Sûriyî hene ku wan digihîne hev. Bê guman lihevhatina rêjîmên Tirkî û Sûriyê ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe, dê serê biskê Rûsya û Tirkî jê sûdê wegerin, lê gelê ku dê ziyan bigihêjê gelê Sûriyê yê li bakurê rojhilat û bakurê rojavayê Sûriyê ye. Jixwe hilweşîna yekîtiya pêkhateyên Sûriyê, rûxandina Rêveberiya Xweser a bi ked û cangoriya deh hezarên pakrewanan bi dest ket û armancgirtina hebûna Amerîkî li Sûriyê, mijarên hevbeş ên di navbera Tirkî, Sûriyê, Îran û Rûsyayê de ne. Li aliyeke din, li Ruhayê û bi serpereştiya Tirkiyê, civîneke berfireh ji êlên Sûriyê hate lidarxistin, ew jî ji bo wan li dij Rêveberiya Xweser bike yek û gur bike. Lê ji aliyeke din ve jî, rêjîma Sûriyê hewil dide ku li ser sosyaya êlan bilîze ku wan di bûyerên dawî de yên li Dêrazorê û hin herêmên din, li dij Rêveberiya Xweser gur bike, ew jî bi armancên ku nakokî û tevliheviyê belav bike. Her wiha nêzîkbûna rêjîmên Tirkî û Sûriyê ziyanê digihîne berjewendiyên Amerîkî jî. Jixwe tevî daxwiyanên dubarekirî yên Amerîkî ji bo danûstandinê bi rejîma Esed re, lê Tirkî wan piştguh dike ku helwestên xwe ji bo danûstandinê û pilanên berfirehkirinê li herêmê berdewam dike, lê Amerîka tu helwestên dijwar ji bo rê li ber destwerdanên Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû herêmê nestendiye, ev jî dihêle ku Tirkiyê hê bêtir kiryarên xwe yên berfirehkirinê bike, êdî ger Amerîka bê deng bimîne, ev tê wê wateyê ku pilanên Tirkî li herêmê ji hin aliyan ve li gor berjewendiya Amerîkayê ne.

Bê guman lihevhatinê bi rêjîmê re di demên nîz de, ne gengaz e, ew jî ji ber ku her du alî nema baweriyê bi hev tînin, êdî dibe ku her du alî hin gavan ji bo ku her yek ji wan li hember ê din ber xwe zelal, lê em bawer dikin ku ev lihevhatin li gor her du aliyan di demeke nêz de pêk nayê, lê dibe ku peymana Ednayê ku ji dêvla 5 km bigihêje 32 – 35 km were nûkirin, bi rastî jî dema ku balafirên jixweber (diron) ên Tirkiyê di xaka Sûriyê de digihên ta 40 km û bajarê Hesekê, ev jî dibe cihê gumanê ku her du alî li hev kirine ku peymana Edenayê nû bikin ku ew jî encamên veşartî yên civînên ewlekariyên yên di navbera rêjîmên Sûrî û Tirkiyê de.

Bê guman gef û êrîşên ku Tirkiyê li dij HSD û rêveberiya Xweser Pêk tîne, dikeve bin berjewendiya rêjîma Sûriyê, ji ber ku rêjîma Sûriyê bi tena serê xwe nikare êrîşî HSD bike, bi taybet ji ber hêzên Hevpeymana Navneteweyî li van herêman e, jixwe Rûsiya û Sûrî dixwazin ku gef û êrîşênTirkiyê weke kêrekê li ser stûyê HSD û Rêveberiya Xweser be, jixwe rêjîma Sûriyê, hêdî hêdî ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê diçe, ew jî ji bo ku serweriya xwe li wir belav dike. Di encamê de, her du dewlet pirojeya “Neteweya Demokratîk” weke metirsiyekê li ser xwe dibînin, ji ber ku serkeftina vê pirojeyê li Sûriyê dê li ser wan dewletan jî were belavkirin, êdî her du li hev kirine û kar dikin ku Rêveberiya Xweser hilweşînin û hebûna Kurdan ta 35 km tune bikin; anku tevî Rojava tune bikin.

Li aliyekî din, dema ku em herin rojavayê Feratê û herêmên din ên di bin serweriya Tirkiya dagirker de, êdî gelê ku li ser destê rêjîma Sûriyê hate kuştin, koçberkirin û stemkarkirin û gund û bajarên wî hatin rûxandin, gelo ev gel dê bi hêsanî lihevhatinê erê bike û her tiştî ji bîr bike?

Tê xwiya kirin ku di teşe û cewherê xwe de di navbera pêşandan û  axaftinên li dij daxuyaniyên berpirsên tirkan û serokê wan Erdogan de ên ku li 50 cihî li dar ketin; cûdahiyeke berbiçav heye, jixwe piraniya mirovan daxwiyaniyên berpirsên tirkan li ser lihevhatina bi rêjîma Sûriyê re li herêmên ku Tirkiyê dagirker kirine şermezar dikin, her wiha êrîşa ku li ser serokê Hevbendiyê Salim El-Mislit pêk hat ku ji xwepêşandanan berdanê û bi “Şebîh” bi nav kirin, ev jî nîşan dide ku herêma bakurê rojavayê Sûriyê jî dê ber bi qonaxeke nû ve diçe, êdî beşeke ji Rikberiyê û komikên çekdar ên ku di bin siya Tirkiyê de ne (çêkerê Tirkiyê), li ser lihevhatina bi rêjîmê re dê li aliyê Tirkiyê bin, lê beşa mayî ji Rikberiyê dê li hin aliyan bigerin ku piştgiriya wan bikin û wan bihewînin, êdî dibe ku di rojên pêş de, Ewrûpa û Amerîka bêtir xwe nêzîkî Rikberiya Sûriyê bikin.

Sê armancên Erdogan ji lihevhatina bi rêjîma Sûriyê re hene, ew jî ev in:

Yekem: Ergogan dixwaze kaxeza vegerîna koîberan ji destên dijberên xwe (rikberiya tirkiyê) derxîne, ew jî ji bo ku ji bin barê koşberan derkeve ku di encamê de, encamên hilbijartinên Tirkiyê misoger bike.

Duyem:  Erdogan ji lihevhatina bi rêjîma Sûriyê re dixwaze ku dosyaya Sûriyê bileqîne û piştî ku gelek salan hatibû rawestandin vejîne, êdî Erdogan dixwze kilîtên dosyayê û pêşxeriyê di destên wî de bin ku her tişt di bin serwerî wî de bin û li gor pilana wî bin. Jixwe em dizanin ku kirîza Sûriyê ev çend sal in hatiye rawestandin û tu çare jî li ber çavan de tune ne, jixwe hêzên mezin nahêlin ku şer di navbera aliyan de rû bide, her wiha vîneke navneteweyî tune ye ku kirîza Sûriyê çareser bike. Êdî dibe ku berî hilbijartinên Tirkiyê tevlihekirina tiştan berjewendiya rêjîma Tirkiyê pêk bîne, her wiha dê bihêle ku Amerîka helwestên nû yên li gor berjewendiya Tirkiyê bigire.

Sêyem: Li gor daxuyaniyên li ser lihevhatinê, Erdogan û berpirsên wî; bi hevsengiya bi Tehrîrûşamê (Desteya Rizgarkirina şamê) re, hewil didin ku lingê xwe li herêmên dagirkirî yên Sûriyê xurt bikin û biçespînin. Jixwe tevî ku rexnên Colanî yên yekem li ser civîna sêalî tûj bûn ku weke dûrketineke metirsîdar bi nav kir ku li dij armancên şoreşê ne, lê di daxuyaniya xwe ya duyem de, şêweyê axaftina xwe li dij Tirkiyê siviktir kir. Dibe ku daxuyaniyên Erdogan û Serokê Tehrîrûşam Mihemed El-Colanî li ser vê mijarê hinekî li dij hev bin û cûda ne, lê di cewherê xwe de yek e ku her du jî dê rastbîniya heyî ya ku bi pêngavên dagirkeriyê yên di salên borî de pêk hatin, bisepînin ku her yek bi rêbaza xwe lê armanc yek e. Jixwe her demek û demekê civînên gerrek ên wezareta berevaniya tirkiyê û hêzên ewlekariya tirkiyê bi Tehrîrûşam re li dar dikevin, her wiha hevrêzî di asteke bilind de di nabera her du aliyan de heye; bi taybet piştî ku li herêmên ku di bin serweriya Tirkiyê de belav bû.

Tirkî bi tektîka xwe ya lihevhatina bi rêjîma Sûriyê re, dosyaya Sûriyê ji nû ve vejand û bal kişan ser, her wiha dê Tirkî dosyaya Sûriyê weke mijara herî balkêş bihêle, ew jî ji bo ku bandorê li siyaseta Amerîkî bike, jixwe Tirkiyê beşeke baş ji armancên xwe li Sûriyê pêk anîne, êdî ji niha û pêve dê Tehrîrûşam van herêman bi rêve bibe, lê di bin serweriya Tirkiyê de, anku herêmên Sûnî yên dagirkirî yên bakurê rojavayê Sûriyê dê peywirê Tirkiyê bin ku li wir gotina dawî ya Tirkiyê be.

Dema ku em vegerin mijara lihevhatina bi rêjîma Sûriyê re û vegerandina koçberan li Sûriyê, bê guman mijara koçberan bûye barek giran li ser Tirkiyê, ji ber ku rikberiya Tirkiyê bi taybet CHP vê mijarê li dij Erdogan bi kar tîne, êdî li ser vê mijarê CHP nameyek ji serokê Sûriyê şand tê de wiha got:” Bi Erdogan re li hev neyê, ji ber dema ku em di hilbijartina de bi ser kevin, em ê di cih de ji Sûriyê vekişin û em ê koçberan vegerînin Sûriyê”.

  Ji lew re Erdogan dixwaze mijara koçberan ji CHP bistîne û bi xwe bi rêjîma Sûriyê têkeve têkiliyan, ew jî ji bo gelê Tirkiyê qayîl bike, lê armanca sereke ya Tirkiyê ji vê lihevhatinê ew e ku Rêveberiya Xweser hilweşîne, her wiha HSD tune bike, êdî Tirkiyê dê rêjîmê li dij HSD û herêmên Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gur bike, di heman demê de Tirkî nahêle ku mafên kurdan di destûra Sûriyê de were çespandin. Jixwe mijara lihevhatinê û vegera koçberan li Sûriyê bi darê zorê ne gengaz e, ji ber ku mercên vegerê peyda nebûne, dibe ku rêjîmên Erdogan û Esed li hev werin, lê gelê ku hatiye penaberkirin û qurbanî dane, nikare bi hêsanî bi rêjîma Esed re li hev were, her wiha Erdogan jî ji xaka Sûriyê bi hêsanî dernakeve, ji ber ku armancên ku Erdogan danîne ber çavên xwe armancine stratejîk in, her wiha Erdogan weke Beşar El-Esed e ku zû bi zû ji ser textê desthilatê nayê xwar, êdî rêjîma Erdogan ê ku xwe amade kir ku 20 salan desthilata xwe ava bike, bê guman bi hêsanî dev ji desthilatê bernade yan jî xwîn birjin û kirîzeke dijwar li Tirkiyê çêbibe ku rewş bibe weke rewşa li Sûrî û Îranê, ji ber ku yên li pêşiya guherînên sedsalê yên ku dê li Rojhilata Navîn rû bidin bibin kelem, ew in dewletên neteweperest in.

Dema ku em ji aliyekî din lê binerin, em ê bibînin ku lihevhatina Erdogan û Rikberiya Sûriyê bi rêjîma Sûriyê re, weke gelpirsîneke bi rastî li bakurê dagirkirî hatiye spandin, ew jî ji bo ku lingê xwe bêtir biçespîne, ji ber ku gel li van herêman ketiye nav du berbijêrkan, an bêje: Erê ji rêjîmê re an jî rewş weke berê bimîne û neyê guhertin (anku erê ji Erdogan re), jixwe ev jî piştgiriya rêjîma Erdogan (Rikberiya Sûriyê jî pê re) bi xwe ye ku lingê xwe di xaka Sûriyê de biçespîne, êdî bi vî awayî dê asta daxwzên xwe ji rêjîma Sûriyê di hevdîtinên ku dê di pêşerojê de pê re bike; bilind bike, ji ber ku Erdogan xweş dizane ku gelê bakurê Sûriyê dê rêjîmê nepejirîne, êdî bi vê yekê dê Erdogan bigihêje mebest û armanca xwe.

Erdogan xweş dizane ku dema jêwere xwestin, dê piraniya gel li vê herêmê dê rêjîmê napejirîne, êdî bi vê gelpirsînê jixweber armanca wî pêk tê, her wiha dibe ku bi vê tektîkê Rûsiya jî haş bike ku jê re bêje: “Em tev dixwazin ku Rikberî û rêjîm li hev werin, lê em çi bikin Rikberî naxwaze”.

Piştî daxuyaniyên yekem ên Mihemed El-Colanî, bêtir rewş xweş hate xuyakirin, jixwe helwesta Colanî li hemberî hevdîtina sêalî yên wezîrên berevaniyê yên Tirkî, Sûrî û Rûsyayê pir hişk û tûj bû, êdî rol li hev dabeş kiribûn, jixwe ne ji xwe ve Tirkiyê  Tehrîûşam û serokê wê Mihemed El-Colanî anî Efrîn û herêmên di bin serweriya wê de, êdî xuya ye ku lihevkirinek di navbera Tirkî û Colanî de heye ku van herêman bi awayeke diyar bi rêve bibin, ew jî ku Tirkiyê  li van herêman biryardar be, ev jî tê wateya ku her tişt li gor hatiye pilankirin dibe, ew jî ku li seranserî sînor herêmeke sunî an jî kemereke sunî were sazkirina, ew jî ji bo ku pilana guherîna demografî tekûz bibe. Ji xwe tekezkirin û rijdbûna Erdogan her demeke û demekê ji bo dagirkirina Kobanê, di çarçûveya ku  herêman bi hev girê bide ye, anku bakurê Sûriyê ji Izaz, Cerablis, Bab, Efrînê û herêmên di bin dagirkeriya wê de dest pê bike ta herî rojavayê Sûriyê (Idlib), tev jixweber bi Tehrîrûşam û serokê wî Colanî ve werin girêdan, anku ev herêm dê di bin serweriya Tirkiyê de bin, lê dê ji hêla Colanî û Tirkiyê  ve werin birêvebirin.

Êdî sê sînaryoyên pêşerojî hene:

Sînaryoya yekem: Dema ku rewş aram bibe û arîşeya Sûrî li gor biryara Encumena Ewlekariyê (xala 2254) were çareserkirin, divê Tirkiyê di cih de ji tevahiya xaka Sûriyê derkeve, wê demê dê Tirkiyê bi hemû hêzên xwe yên leşkerî derkeve, lê Colanî weke berpirsekî li ser van herêman dê bimîne, ew jî ji ber ku Colanî sûrî ye ku dê weke nûnerekî Tirkiyê ku herêmên Sûriyê yên ku desterse kiriye bi rêve bibe, jixwe em jibîr nekin ku dema Tirkiyê destûr da Tehrîrûşam ku belavî van herêman bibe, ew jî dikeve bin vê çarîûveyê. Anku li herêmên di bin serweriya Tehrîrûşam û herêma di bin dagirkeriya Tirkiyê de, dê pergaleke rêveberiyê ji sunên nerm ên netûndrew di bin serpereştiya Tirkiyê de were sazkirin, jixwe ne Amerîka û ne jî dewletên Rojavayî li dij vê dernakevin. Êdî bi vî awayî dê sê herêmên serweriyê li Sûriyê peyda bibin: Herêmeke sunî li Idlibê û herêmên di bin serweriya Tirkiyê de, herêma duyem herêma elewî û suniyên ku bi Beşar Elesed re ne, herêma sêyem herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ew jî ya ku Rêveberiya Xweser bi hemû pêkhateyên xwe ji Kurd, Ereb, Asûrî, Siryan û yên din bi rêve dibe.

Sînaryoya duyem: Dema ku rewş asteng bibe û dijwartir bibe ku Sûrî ber bi dabeşkirinê biçe, dê Tirkiyê li cih û xalên xwe yên leşkerî li bakurê rojavayê Sûriyê bimîne û jê dernakeve, êdî dê gelpirsîneke din çêke, ew jî weke ya ku bi lihevkirina bi rêjîmê re çêkir, êdî dê van herêman weke herêma Lîwa Iskenderonê tevl xwe bike, ew jî dema ku hêzên navneteweyî destwerdanê nekin û wê ranewestînin, bi vî awayî dê Tirkiyê bigihêje stratejiya xwe ya ku her dem jê re xewnek bû; ew jî “Mîsaqa Milî” ye ya ku bi riya wê dê armancên xwe pêk bîne, her wiha hin perçe ji Sûrî û Iraqê qut bike û tevlê Tirkiyê bike.

Sînaryoya sêyem: Ew jî lihevhatina bi HSD û Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhelatê Sûriyê re; ne bi rêjîmê re, jixwe ev jî pêşniyareke Amerîkî bû. Êdî piştî daxuyaniyên Tirkiyê li ser lihevhatina bi rêjîmê re û berdekên gel li bakurê rojavayê Sûriyê ku bi rêjîmê re li hev nayê, rewş ji her demê bêtir baştir bû, êdî rol dikeve ser milê MSD û Rêveberiya Xweser ku hinkî nerm û vekirî be ku dikaribe beşên Rikberiyê yên nerm ber bi xwe ve bîne. Êdî dema ku Amerîka û Ewrûpa destwerdanê bike û bala xwe dan vî warî, dê dikarin Rikberiyê ji bin kirasê Tirkiyê derxînin, lê pirsgirêk ew e ku Rikberî ne bi tena xwe ye û biryar ne di destê wê de ye, êdî ji bo çareserkirinî divê Tirkiyê were haû kirin.

Ji ber vê yekê, di demên borî de hin caran Amerîka kete navbera Kurd û Tirkiyê de, ji bo wan nêzî hev bike, lê tişteke bi dest nexist, bê guman di van rewşan de mijara lihevhatina Tirkiyê bi kurdan re ne gengaz e, ji ber ku rêjîma Tirkiyê bi hişmendiya nepejrandinê bawer dike, ji vê yekê pêwîst dike ku guherîneke bingehî ji hişmandiya tirkayatî ya ku çand û neteweyan li herêmê napejirîne çêbibe. Dema ku guherîneke gingehîn di îdolojî û binyata dewleta kûr a Tirkiyê beranberî kurdan û mafên wan bi awayekî fermî û destûrî li Bakurê Kurdistanê bipejirîne, wê demî em dikarin li ser yekbûna Bakur û Rojhilat û rojavayê Sûriyê biaxivin, êdî dê ev bibe destpêka çareserkirina pirsgirêka Kurdî û pejrandina mafên kurdan li Bakurê Kurdistanê jî. Êdî ne dûr e ku Erdogan û rêjîma wî hevdîtinan bi Rêber Ocelan di zindana wî de bikin. Êdî pêşbîniya hevnêzîkbûna Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Tirkiyê  girêdayî ku Tirkiyê dev ji siyaseta nepejranê berde û mafên kurdan bi awayeke fermî li Rojava û Bakurê Kurdistanê bipejirîne, her wiha lihevdîtinên eşkere bi Rêber Ocelan re li Îmrakiyê bike, ew jî ji bo ku aştiyeke herdemî û giştî li herêmê were sepandin.

Jixwe rewşa erdogan li ber ketinê ye û tu tiştekî din nikare hilnagire, ji ber ku Erdogan di warê aborî û siyasî têkçûye ye û hilbijartinên pêşxistî jî li ber derî ne, her wiha em nêzîkî cejna Newrozê dibin (sersala Kurdî simbola berxwedan û serkeftinê ya ku textên zordest û stemkarên weke Dehak rûxandin). Êdî dema ku Erdogan gavine birastî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî navêje, dibe ku di hilbijartinan de têk biçe, êdî ji bo ku di hilbijartinan serkeftineke berbiçav bi dest bixe, pêwîstiya wî bi dengê kurdan li Tirkiyê heye, jixwe li vir giringiya Îmraliyê heye. Tiştek li ber Erdogan nemaye ji bilî ku pêngava aşîtiyê ya ku piştî 2010 de bi Rêber Ocelan re ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî dest pê kir û di sala 2014 de rawestiya, berdewam bike, jixwe kilîtên çarekirina pirsgirêka Kurdî, pirsgirêka Sûrî û pirsgirêkên Rojhilata Navîn li Îmraliyê ne. jixwe Rêber Ocelan pergaleke bîrdozî, ramyarî û rêveberî ya berdêl pêşkêş kiribû, ew jî ji bo rêvebirina herêma Rojhilata Navîn ku ji vê girava derkeve, ew girava ku pergala cîhanî ya sermayedar ketiyê ya ku li ser netewe-dewlet ava bûyîye ku gel tune kirine û çand pişaftine. Jixwe Rêber Ocelan çareserî ji bo pirsgirêka Kurdî û pirsgirêkên Rojhilata Navîn yên bê çare mayî; tê de pirsgirêka Filistîn û Israîlê jî, pêşkêş kiriye.

Dawî:

Di encamê de, lihevhatina di navbera rêjîên Tirkî û Sûriyê de di şev û rojekê de pêk nayê, ji ber ku xakên nakok ji xalên lihevkirinê pirtir in ku mijara hevbeş a bitenê ku di navbera her du rêjîma de ew e dijminatiya kurdan û bidawîkirina Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Jixwe dê civîn li ser asta wezîrên derve yên her du welatan li dar bikeve, ew jî ji bo sazkirina pilan û armancan, êdî dibe ku hevdîtina libendemayî di navbera Erdogan û Beşar Elesed de pêk were, lê gavên piratîkî dê piştî hilbijartinên Tirkiyê de bibin. Jixwe em sînaryoya duyem dûr dibînin ku Sûrî di rewşa îro de were perçe kirin, êdî di dema niha de tu guherîn di nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn de çênabe, lê guhrîn dê di awayê pergal û rêveberiya dewletan de pîk were.

Sînaryoya sêyem ew e lihevhatina bi HSD re û yekkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bakurê rojavayê Sûriyê; dema ku Tirkiyê ji ya xwe danekeve û mafên kurdan nepejirîne, ev yek ne gengaz e, ji bilî ku Amerîka fişarê li Tirkiyê bike yan jî wê bixe baweriyê ku helwesta xwe ji kurdan biguhere. Sînaryoya sêyem, Sûrî dibe sê herêm: Herêma yekem herêma sunî ye, herêma duyem herêma elewî û suniyên pê re û herêma sêyem herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ev sînaryo pêşbîn û gengaz e, ew jî weke ku Amerîka li rêjîma Iraqê kir, êdî dibe ku li vir jî pêk were.

  Jixwe xerakirina ewlehî, aramkirinê û kişîna herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi giravê ve, dikeve bin berjewendiyên Daişê de, ji bo ku ji nû ve were vejandin, her wiha bisînorkirina xebatên Hevpeymana Navneteweyî li dij Daişê, jixwe tişta ku her çar alî; Rûsiya, Tirkî, Îran û Sûrî dixwazin bi lihevhatinê re bikin, ew e ku serweriya rêjîma Sûriyê li ser hemû herêman weke beriya 2011 belav bike, ji lew re em dibînin ku Rêveberiya Xweser, hêzên Hevpeymana Navneteweyî û hêzên Amerîkî ji armancên wan in. ji ber vê jî pêwîst e ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin yek û piştgiriya hev bikin, ji bo ku li dij van pilanên armanckirî rawestin û xwe bispêrin xweparastinê ji bo destkeftiyên xwe ta bêhina dawiyê biparêzin. Her wiha berpirsariya mezin dikeve ser milê Hevpeymana Navneteweyê ku pêkhateyên herêmê yên ku rûmeta mirovahiyê parastin û ji dêvla tevahî cîhanê şerê Daişê kirin, biparêze. Di encamê de, beşdarên civîna sêalî (Tirkî, Rûsya û Sûrî); tevî Îranê jî, her yek ji wan kirîzeke mezin jiyan dike. Her wiha her sê rêjîm (Esed, Erdogan û Potîn) hre yek ji wan jî ji civaka navneteweyî cûda bûye û bi tena serê xwe û di bin dorpêçkirinê de dijîn, êdî çavên xwe li hev digerînin û xwe li hev digirin, jixwe dewletên neteweperest li ser civak û yên ew çêkirine bûne bobelat. Êdî piştî sedsaliya Lozanê, guherînên li Sûrî, Îran û Tirkiyê pêwîst in, êdî dê Kurd cih û rolekê di Rojhilata nû de û di dîmokratkirina van dewletan de hebe. Jixwe Kurd di hevkêşeya siyasî ya Rojhilata Navîn de bûne jimareke sereke.

زر الذهاب إلى الأعلى