(Nirxandina Rewşê)
Nerîneke giştî
Di dîroka 27. 11. 2024 de rêxistina Heyettehrîrûşam ʺHTŞʺ (Cebhetûnesra ya berê) û komên sawkar yên pê re êrîşeke giştî û ji nişkan ve bir ser gundewarên Helebê. Navê êrîşa xwe kirin ʺDijêrîşʺ. Ev yek di demekê de pêk hat ku pergala birêveberîya xwecihî ya rêjîma Basê hilweşîya û piranîya hêz, berpirs û alîgirên wê ber bi herêmên di bin destê rêjîmê de vekişîyan û bi hezaran leşkerên xwe bê xwdî hiştin. Hin ji wan leşkeran dev ji rêjîmê berda û hinên din jî dîl hatin girtin û gelek ji wan jî yan di şer de yan jî meydanî hatin kuştin. Piştî çar rojan ji destpêka êrîşê ve, hemû herêmên di bin destê rêjîmê de li gundewarên Idlibê û gundewarên rojavayê Helebê û tevahîya bajarê Helebê (ji bilî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîy)[1] desteser kirin ku li van her du taxan hêzên xwecehî ji bo parastina her du taxan hebûn. Êrîş piştî dagirkirina Helebê ranewestîya, lê belê ber bi Hemayê ve çû. Di roja heştem a vê êrîşê de û piştî ku hêzên vekişîyayî di dergehên Hemayê de xwe komkirin (xuya ye wan koman kara xwe û vê yekê nekiribûn), êrîş hinekî kêm kir. Bajarê Hemayê bû xeteke berevanîyê ya stratîcî ji bo parastina bajarên di bin destê rêjîmê de mane. Lê gelekî don mekir û ew jî ket destê komên êrîşker û êdî rêya Humsê li pêş wan vebû. Di heman dema ku vê êrîşê dest pê kir, komên çete û hêzên dagirkerîya Tirk dest bi êrîşekê bi ser kantona Efrîn û Şehbayê de kir û navê êrîşa xwe kirin ʺBerbenga Azadîyêʺ. Ev êrîş di 30. 11. 2024 de dest pê kir lê ji ber berxwedan û berevanîyê Hêzên Rizgarîya Efrînê, wan koman nikarîbû talankirin, kuştin, revandin û koçberîyeke berfereh li hember sivîlên kurd pêk bînin. Ji bo parastina sivîlan û girtina rê li pêşberî bobelateke mîna ya Şingalê, HSD di 2. 12. 2024 de bi misogerîya Emerîkî, rêkeftinek bi HTŞ re li dar xist da ku rêyeke biewle ji bo derketina 200 hezar sivîlên kurd ji herêmên Şehba û gundewarên Helebê were vekirin. Di encamê de û piştî rêyeke koçberîyê ya zehmet û metirsîdar, bi hezaran kesên dorpêçkirî karîbûn bigihêjin deverên biewle li kantonên rojhilatê Feratê, lê hê bi hezaran jî ji hêla çeteyên pêngava ʺBerbanga Azadîyêʺ ve dorpêçkirî ne.
Di vê demê de çeteyên Tirkîyê, gelek binpêkirin li ser welatîyên kurd pêk anîn. Gelek wêne, vîdyo û raporên ku vê yekê tekez dikin, li ser malperên civakî hatin weşandin. Ev jî diyar dike ku mebesta qirkirina kurdan li vê herêmê beşek ji pilansazîya vê pêngavê bû ku dagirkerîya tirk serpereştîya wê dike.
Di dîroka 7. 12. 2024 de, piştî ku hêzên rêjîmê jê vekişîyan, koman Humsê desteser kirin. Roja din serokê rêjîma sûrî û alîkarên wî ji Şamê ber bi alîyekî nediyar ve revîyan. Bi vî awayî di 8. 12. 2024 de Şam ket destên komên odeya pêngava nû ya bi navê ʺOdeya Pêngava Rêzgarkirina Şamêʺ. Tê pêşbînîkirin ku van koman alîkarî ji hêla koma ʺArtêşa Sûrîya Azadʺ a ku ji herêma Tenefê hatibû, wergirt. Bi vî awayî rêjîm li hemû herêmên di bin desteserîya wî de hilweşîya. Li Hesekê, Qamişlo, Dêrezorê, Meyadîn û Bokemalê jî, fermandar û endamên rêjîmê xwe radestî HSD kir, paşê desthilata rêjîmê li Beravê jî hilweşîya.
Beşar Esed nikarîbû pêmaya bavê xwe biparêze. Her wiha pêwendîyên wî di dema tengayîyê de bi hin alîyên nêzî Trump re tu sûd nedayê. Di dema ku hevalbendên wî (rûs û îranî) dev jê berdan, hin daxuyanên ku alîgirî û piştgirîya ketina wî dikin, derketin holê. Jixwe beşek ji neçareserîya kêşeyên rêjîmê bi gelê wê re, dikeve ser milê Rûsîya û Îranê.
Dema vê pêngavê, nehînîya pêşveçûna wê, nezelalîya armacên wê û bipêşveçûna pêvajoya siyasî di alozîya sûrî de, hejmareke pirsan der barê stratîcîya di pey vê pêngavê de çêdike. Her wiha alîyên ku hiştin ew bi vî awayê bilez van destkeftîyan bi dest bixin jî. Lê ya ji van tevan girîngtir ev e: Gelo destkeftîyên ku dê alîyên sûdwergir û ziyanên ku bigihêje alîyên ziyanlêkirî, çi ne?
Ya ku pirsan di serê mirov de dibe û tîne ew e ku hin tiştan têne dîtin ku ne li gor tiştên ku li ser erdê hebûn, yan jî hin mijar derketin pêş ku ne li ser bala dahûrvanên û siyasetmedar. Êdî diyarkirina xalên sereke, dê tişta ku qewimî û ya ku biqewime zelal bike, êdî mirov dikare wan bi awayê daneyên meydanî pêşkêş bikin. Ew jî bi vî awayî ne:
- Qase û başîya çek, dron û erebeyên leşkerî yên nû, li ba çekdaran bi lawazîya dahatên darayî yên Bakur û Rojavayê Sûrîyê re naguncin, nemaze ku Idlib di dorpêçîyekê de bû û rêjeya xizanîyê lê bilind bû. Li gor raporên mafî 4.4 melyon mirov û % 85 ji niştecihên kampan, hewcedarî alîkarîyên mirovî ne. Her wiha gelek komên li wir di lîsteya sawkarîyê de ne.
- Agahîyên saloxgerî yên huûbîn, nexasim tiştên ku di birêveberîya rêjîmê de pêk dihatin. Ew jî bi rêya dikarkirina cihê efserên girîng, her wiha bi rêya dronan dikarî bişopandina rewşa hewayî, ev tev zêdeyî karîn û şiyana van koman e, jixwe bêyî ku em hêza wan kêm nabînin).
- Tirkîyê xwe nekirin berpirsa êrîşê û ranegihand ku ew bi awayekî eşkere beşdarî wê bûye, lê hebûna wê ya saloxgerî xurt bû. Tê gotin ku berî du mehan fermandarê hêzên bejahî, serdana herêmê kirîye û hêzên wê piştgirîyên leşkerî yên mezin anîn baregehên xwe yên li Efrîna dagirkirî û herêmên ku ji wan re dibêjin ʺherêmên kêmkirina rageşîyêʺ, jixwe ev herêm bi levkirina Erdogan û Potîn di çarçoveya Asîtanayê de hatin çêkirin.
- Çeteyên Tirkîyê bi awayekî serbixwe dest bi pêngava ʺBerbenga Azasîyêʺ kir û bangeşe jê re çêkir, êrîşî kurdan kir û ew tirsandin, da ku wan ji herêmên wan koçber bike.
- Tirkîyê û çeteyên xwe kurd tirsandin û ew rûbifûbûyî qirkirineke nû hiştin. Vê jî HSD neçar kir ku bi misogerîya Emerîkayê girêbestekê bi HTŞ re (Cebhetûnesra ya berê) girê bide, da ku rêyeke biewle li pêşîya 200 hezar koçberên kurd veke ku ber bi herêmên biewle li kantonên rojhilatê Feratê ve herin. Tirkîyê û çeteyên wê hejmareke êrîşên dijwar bi ser kantona Minbicê de birin.
- Hilweşîna zû ya hêzên rêjîma sûrî, lawazîya bersivdana hêzên rûsî û îranî, hebûna Beşar li Mosko û revîna kesên nêzî wî berî ku kom derbasî Heleb an Hema an jî Humsê bibin û yên mayî li pişt xwe hiştin.
- Rûsîya û Îranê bi awayekî biguman nikarîbû piştgirîya bejahî û ezmanî pêşkêşî rêjîma sûrî bikin.
- Ev êrîş piştî gefên Nêtinyaho yên rasterast ji Esed û pejirandina Hizbûlaha Libnanî ji daxwazên israîlî yên der barê morkirina rêkeftina agiribestê de, pêk hatin.
- Artêşa iraqî ket rewşa awarte û hejmareke mezin a hêzên xwe şand ser sînorê wê yê bi Sûrîyê re û tekez kir ku ew ji bo berxwedana li hember ʺsawkarîyaʺ ku ji Sûrîyê were amade ne. Şêwirmendê ewlekarîya neteweyî ya iraqî ʺQasim Elerecîʺ nivîsek weşand û tê de got: ʺZeyneb du caran dê neyê sebîkirinʺ.
- Li ser yekîtîya xaka Sûrîyê û serwerîya wê weke dewlet hat tekezkirin.
- Emerîka bi awayekî fermî destwerdana xwe ya di vê pêngavê de mandele kir[2]
- Berî vê pêngavê kongira Asîtanayê di 11. 11. 2024 de hat lidarxistin. Jixwe tê naskirin ku ev kongir bûye odeya lidarxistina girêbestên siyasî û ewlekarîyê. Lê vê carê hejmara alîyên ku tê de amade bûn, kêm bû. Her wiha di 11. 11. 2024 de kongira Erebî ya Islamî li Riyadê hat lidarxistin û tê de serokên dewletan, Erdogan û Beşar tê de amade bûn ku Rûsîya kêfxweşîya xwe bi encamên wê anî[3].
- Erdogan her rijd bû ku bi rêjîma sûrî re bêyî tu mercên pêşwext li hev bike.
- Tevî ku ew bi awayekî navneteweyî weke sûcdar tê xwestin û tevî ku di 2. 12. 2024 de Rûsîya hewl da ku wî bikuje, kesayeta Ehmed Elşeri (Colanî) derket holê, paşê serdana Keleha Helebê, paşê Hema, Hums û Şamê kir. Lê xuya bû ku ew ji rewşa ewlekarî ya nû li herêmê piştrast bû.
- Koman rêzdarîya mafên mirovan û rêkeftinên navneteweyî nîşan da û dan xuyakirin ku ew ê rê nedin dizîya malan. Ji bo tekezkirina vê yekê vîdyo weşandin, lê xuya bû ku hin ji wan vîdyoyan, derewa wan eşkere ye. Li hember van vîdyoyan gelek vîdyoyên din hebûn ku di wan de bi awayekî qirêj danûstandin bi sivîl û kesên dîlgirtî re dikirin û gelek kes kuştin, bi taybet ji hêla koman ve, nexasim çeteyên Tirkîyê.
- Di dîroka 6. 12. 2024 de piştî ku hêzên rêjîma Basî û komên girêdayî Îranê vekişîyan, HSD derbasî herêmên rojavayê Feratê bû û parastina xwe li ser bajarên Dêrazorê, Meyadîn û Bokemalê sepand. Di heman dîrokê de komên xwecihî yên Siwêdayê ʺOdeya Pêngavên Cenga Dawîʺ ava kir û desteserîya xwe li ser bajar û gundewarên wê sepand. Her wiha komên xwecihî yên Derayê ʺOdeya Pêngavên Başûrʺ ava kir û desteserîya xwe li ser Dera û gundewarên wê sepand û koma ʺArtêşa Sûrîya Azadʺ a ku li Tenefê bû, berê xwe da çolistana Sûrîyê û xuya ye ew berî hemûyan gihaşt Şamê. Rêjîma bas li hember van komên êrîşker li bajarên Hema, Hums û Şamê bi bin ket.
- Hin komên girêdayî Daişê û paşmayên basîyan hewl dan ku xwe bixin dostên vê êrîşê û alên serxwebûnê hildan û ragihandin ku ew tev li vê pêngavê bûne. Wan çend vîdyo weşandin û di wan de dan diyarkirin ku wan Dêrazorê desteser kir. Lê ji ber ku pêwendî di navbera HSD û odeya pêngava ʺDijî êrîşêʺ de hebû û ji ber ku HTŞ ev bangeşe negirt ser xwe, hewldana wan bi bin ket û HSD rewş zû kontrol kir.
Dînamîkên guhertina nexeşya hêzdarîya leşkerî di navbera hêzên xwecihî yên sûrî de:
Gelek kesan tektîka êrîşkirina bi ser Helebê de weke tektîka Ukrayînyayê bi ser kantona Korskê ya Rûsî de dîtin[4], hinên din jî ew weke êrîşa Daişê ya bi ser Mûsilê de ya di sala 2014 de dîtin. Bi gelemperî û li gor pêşketinên ku ji 27. 11. 2024 ve li herêmê çêbûn û li gor daneyên meydanî yên hinekî nû, mirov dikare hejmarek şîrove (dibe ku ne gelekî hûrbîn bin lê têkilîyeke wan a yekser bi pêşketinên ewlehî û siyasî li Rojhilatê Navîn bi giştî û di alozîya Sûrîyê bi tyabet de hebin) pêşkêş bike. Li gor wê em dikarin bibêjin ku pêngava ʺDijî Êrîşêʺ ji hêla odeyeke pêngavan a bilindtir ve tê birêvebirin. Xuya ye ew girêdayî odeya pêngavan a herî mezin a ku şer û nakokîyên Rojhilatê Navîn bi rê ve dibin. Rola koman tenê bicihanîna rênimayan di qada şer de û li hember navgînên ragihandinê ye. Li gor wê, dibe em bêjin ku pêngava bi navê ʺDijî Êrîşêʺ odeyeke xwedî asteke bilind bi rêve dibir ku girêdana wê bi odeya ku şerê Rojhilatê Navîn ên nû bi rêvr dibe heye ku rola koman tenê pêkanîna biryaran li ser erdê û li pêş navgînên ragihandinê, êdî eger girêbestek yan rêkeftinek hebe, bê guman yek ji alîyên wê dê berpirsên mezin ên rêjîma Basê bin. Çimkî pêwîstîya biryara vekişîna ji nişkan ve di bîrokratîka rêjîmên navneteweyî de, bi erêkirina desthilata herî bilind a rêjîmê heye. Dibe ku di Kongireya Erebî ya Islamî ya awarte de (11. 11. 2024), ev rêkeftin hatibe gotûbêjkirin. Revîna Beşar ji Şamê di roja ketina wê de, dide diyarkirin ku hin efserên mezin ên rêjîmê di vê rêkeftinê de hebûn. Xuya ye ku wan bi xwe agahîyên cihên hebûna efserên Pasvanên Şoreşê û Feyleq Elqudis li Şam, Heleb, Humis, Dêrazorê û başûrê Şamê ji Odeya Pêngavê ya ku şer û nakokîyê li Rojhilatê Navîn bi rê ve dibe, dişandin. Xuya ye roleke wan di damezirandina ʺOdeya Pêngava Rizgarkirina Şamê[5]ʺ de hebû. Vê odeyê –piştî ketina rêjîmê- daxuyanîya hejmar /1/ derxist. Ev yek jî parçebûna di navbera her sê şepêlên rêjîma Basê de şîrove dike (şepêla nêzî dewletên ereban, şepêla nêzî Rûsîya û Şepêla nêzî Îranî[6]). Ev yek jî zanîna Îran û Rûsîyayê bi vê pêngavê û qaseya hêza wê, şîrove dike. Her wiha di vê demê de gelekî guh nedan civîna Asîtanayê ya 22 ku di heman dîrokê de hat lidarxistin ku Îranê gelek hêvîyên xwe pê ve girê dane, loma wê ji wezîrê derve yê Tirkî û Rûsîyayê xwest ku civînekê der barê bûyerên ku rûdidin de li dar bixin. Eger em bibêjin ku ev rêkeftin di Kongira Riyadê de hat morkirin, naxwe ew li gor destpêşxerîya erebî-urdunî bû (weke ku hin kes nav lê dikin). Ev destpêşxerî di sala 2021[7] de hat ragihandin ku wê li ser qutkirina girêdana stratîcî di navbera rêjîma Bas û ya Îranê de tekez kir. jixwe ya ku vê nerîn û pêşbînîyê tekez dike, gefên dawî yên Nêtinyaho li hember vê girêdanê.
Ji alîyekî din ve li gor pêşketinên ku çêbûn, mirov dikare sînordarkirina koma Ixwanan bibîne, tevî ku ew xwedî hêzdarîyeke mezin li herêmên bakurê Sûrîyê yên di bin dagirkerîya Tirkîyê de bûn. Ya ku vê tekez dike nebeşdarbûna wan a yekser di pêngava ʺDijî Êrîşêʺ de. Xuya ye ev yek di çarçoveya kêmkirina rola hejmareke rêxistinên islama siyasî de; her weke Hemas û Hizbulahên libnanî, sûrî û iraqî û Daişê) pêk tê. Li hember wê navê Colanî di ragihandinê de bilind bû û wî navê xwe yê rastîn ʺEhmed Elşeriʺ bi kar anî û hejmareke peyamên nerim, tije lêborîn û niştimanî bi awayekî ragihandin ku berî wê wisa nekiribû. Tevî ku van pêşketinan helwesta kînê ya tîreyî û neteweyî gur kir jî (piştî ku demekê hatibû vemirandin), lê Colanî hewl da ku bi rêya wan peyaman, xwe weke kesekî netundrew bide pêş. Lê bi rêya hin vîdyoyan hat dîtin ku hin endamên êrîşker nîşaneyên Daişê hildan û siloganên wî digotin. Li hember wê jî tundrewên şîî helwesteke kîndar nîşan dan.
Tevî ku Emerîka ragihand ku tu têkilîya wê bi vê pêngavê re tun ye, lê berpirsên Emerîkî navberkarî kirin da ku bi dehên hezaran sivîlên kurd ber bi herêmên biewle ve derkevin û rê li ber bikaranîan Daişê ji valahîya ewlekarî girt[8]. Her wiha sîntorê komarî ʺCo Wîlsonʺ li ser mafê koçberan ê vegera li herêmên xwe tekez kir. Xuya ye rêjîma Basê di dema xe ya dawî de, girêbestek pêşkêşî tîma Tramp kir da ku li hember wê çareserîyek were dîtin, lê bersiva Tramp dijwar bû. Wî li ser Tros Soşyal wisa nivîsî: ʺSûrî di tevlîhevîyekê de ye, lê ew ne hevala me ye û gerek e tu têkilîya Emerîka pê re tune be. Ev ne şerê me ye. Ka em bihêlin bûyer ber bi rewşa xwe ve herin, destwerdanê nekin.ʺ Hêzên Hevpeymana Navneteweyî alîkarîya ezmanî dan HSD ji bo rizgarkirina herêmên rojavayê Feratê ji destê rêjîm û komên girêdayî Îran û Daişê.
Bi van pêşketinan re, artêşa iraqî hêzeke leşkerî ya mezin anî ser sîronê xwe yê bi Sûrîyê re û angeşt kir ku ew ji bo girtina rê li hember pêşveçûna komên sawkart ber bi Iraqê ve ye. Lê hat xuyakirin ku ew ji bo girtina rê li hember gihaştina alîkarîyan ji hêla komên şîî yên li Iraqê ve ji hêzên rêjîm û komên girêdayî Îranê re. Dibe ku sedema vê yekê ew be ku ferwerîya Iraqê xwe dûrî nakokîyên herêmê bike û fişara navneteweyî ya li hember alîgirên rêjîmê kêm bike. Xuya ye rêkarên siyasî yên iraqî (her weke pêşwazîkirina şalyarê derve yê rêjîma Basê ʺBesam Sebaxʺ û yê îranî ʺEbas Eraqçîʺ li Bexadyê di 6. 12. 2024 de, nîşandana hevdilîyê bi rêjîmê re û bi rêya daxuyanên fermî pênasekirina komên selefî bi sawkartan), hinekî nerazîbûna di hundirê civaka şîî ya iraqî de kêm kir. Ya ku pişta vê helwestê xurttir kir, ragihandina lêvegera şîî ʺMuqteda Elsedirʺ ku ew ê Iraqê tev li şerê di navbera rêjîma Basê û dijberên wî yên sinî de neke. Ji alîyekî din ve koman cihên pîroz ên şîî li Seydazeyneb li Şamê rûxandin û di heman demê de gelek nîşane hebûn ku Hevpeymana Navneteweyî dê alîkarîyên komên şîî yên iraqî ber bi Sûrîyê ve topbaran bikin, jixwe berê bi rêya topbarandina baregehên Hewvpeymana Navneteweyî di dema alîkarîya wan ji Hemasê re û hewldana wan a tunekirina aramî û hedarîyê li gundewarên rojavayê Dêrazorê, van koman xwe kiribû dijminê Hevpeymanê. Îcar piranîya alîkarîyên ku bi behaneya piştgirîya rêjîmê ji Dêrazorê derdiketin, di rastîyê de ji bo girtina cihên rêjîmê, dabînkirina rêya Heleb-Xensar-Şamê û peydakirina parastinê ji bo berevanîya li hember êrîşên Daişê ên bi ser de yên pêşbînîkirî.
Ji bo Daişê, xuya ye wê xwest ji nêz ve pêşveçûnên ku çêdibin, bişopîne û xwe bixe nav refên komên cîhadîst de. Hin endamên wê bi rêya hildana alên serxwebûnê li Dêrazorê û pêşkêşkirina rewşê bi awayekî ku mîna derbasbûna komên ʺDijî Êrîşêʺ li Dêrazorê xuya bibe, hewl dan dîmenê rewşa ewlehîyê aloz bikin. Ji alîyekî din ve hilweşîna hêzên rêjîmê hişt ku bi dehan xalên girîng li Çolistanê bê desteserî bimînin. Xuya ye Daiş ev derfet qezenc kir û bê qerebalixeke ragihandinê (ku berê gelekî diweşand) ew herêm desteser kirin. Lê Hevpeymana Navneteweyî û HSD pê hisîyan, loma HSD neçar ma bi alîkarîya Hevpeymana Navneteweyî li herêmên rojavayê Feratê belav bibe û wê herêmê biparêze. Di encamê de hêzên rêjîmê li Dêrazorê, Meyadîn û Bokemalê li gor gerantoyên Emerîkî xwe radestî HSD kir û wan hêzan li gel komên girêdayî Îranê berê xwe dan Şamê. Di heman demê de Emerîka 75 lêdanên xurt[9] ên ezmanî (bombeyên stratîcî) li deverên hebûna Daişê li Çolistana Sûrîyê xistin. Bi vî awayî HSD dîwarekî berevanîyê li hember komên tundrew li alîyê rojavayî Çemê Feratê ava kir. Pêşveçûna pêngavên leşkerî yên li Sûrîyê didin diyarkirin ku ew dixwazin rêya bejahî ya leşkerî (Tehran, Bexda, Şam û Beyrûtê) qut bikin. Jixwe pêşbînî hene ku ev rê bibe rêyeke bazirganîyê ya navneteweyî ya girîng. Bi vî awayî dibe ku HSD bibe hêza duyem a herî mezin li Sûrîyê û di heman demê de divê ew hewl bide ku aramîyeke dirêj bi rêjîma tirkî re peyda bike.
Sûrîya di hefteyekê de vegerîya mîna serdema berî dagirkerîya fransî (1920) û êdî hema hema hat parçekirin. Ew parçekirin hema hema wisa ye: Dewleta Helebê ya din bin serwerîya HTŞ û komên girêdayî wê, dewleta beravê ku wisa dixuye ew bi temamî neketîye bin destê koman de, dewleta Dirzîyan ku di bin desteserîya Odeya Pêngava Şerê Dawî de ku wisa dixuye ew hevrêzîyê bi Odeya Pêngava Başûr li Dera û gundewarên wê re dike, dewleta Şamê ya ku piştî revîna Beşar û berpirsên dewletê çarenûsa wê hê nexuya ye û jixwe herêma Cizîrê jî heye ku ji hêla Rêveberîya Xweser a Demokratîk ve tê birêvebirin.
Ya ku vê bawerîyê tekez dike, parçebûna Sûrîya ji alîyê leşkerî ve di navbera 6 hêzên leşkerî yên xwecihî de: HSD, HTŞ, çeteyên girêdayî Tirkîyê, komên Siwêda û komên Dera. Jixwe Daiş jî di vê dîmena leşkerî nayê paşguhkirin. Rêbazên helwestên di navbera van hêzan de, dê şêweyê pêngava siyasî ya nû ya pêşbînîkirî li Sûrîyê diyar bike.
Encamên siyasî û ewlekarî yên ku piştî kestina rêjîma Bas tên pêşbînîkirin:
- Rêjîma Bas ket û êdî ew ê nikaribe (piştî ku Îran û Rûsîya dev jê berdan) li beravê li ber xwe bide. Dibe ku Rûsîya û Îran bi rêya fişara Ii ser rêjîma Tirkîyê, bipêşveçûna komên islamî rawestînin. Ev yek jî diyar dike ku hemû levkirin û girêbestên girêdayî avakirina rewşa cosîyasî ya sûrî ji çend salan ve têk çûn û niha pêngaveke siyasî ya nû li gor encamên nû dê were destpêkirin û dê hêzine ku berî piştguhkirî bûn (her weke Rêveberîya Xweser, hêzên siyasî li Siwêda û Dera û HTŞ) tev li avakirina welêt bibin. Piştî hedarî û aramîyê dê hevpeymanine nû werin sazkirin û Tramp dê bibe endezyarê rewşa Sûrîya nû û herêmê. Jixwe bawerîyek heye ku dibêje yên ku alîkarî di derketina Sûrîya ji destê rêjîmê de kir, endamên dewleta kûr a sûrî bûn ku ew ji siyaseta Esed a baş li hember rûs û îranîyan bêzar bûbûn.
- Bi giştî, şêweyê Sûrîya pêşerojê dê li gor pilansazîya rêjîma navneteweyî ya desteser (Emerîka, Brîtanîya, Israîl û hevalbendên wan) were nîgarkirin. Her wiha ev yek girêdayî levkirinên sê kesayetên sereke di Sûrîya nû de ye. Ew jî Mezlûm Ebdê, Ehmed Elşeri û Şêx Hikmet Hecrî ne. Her wiha dibe ku hin alîyên din jî tevlî bibin, her weke hin paşmayên rêjîmê yên ku li dijê wî rabûn, komên girêdayî Tirkîye û nûnerên Horanê. Ji alîyekî din ve hemû rêkeftin û sizayên li ser Sûrîyê hatine sepandin, dê ji nû ve di ber çavan re werin girtin, bi taybet rêkeftina Edena û sizayên Sîzes, rêkeftinên ku bi Rûsîya û Îranê re hatibûn morkirin, rêkeftina bidawîkirina şer bi Israîlê re û hwd. Xuya ye pejirandina Rêveberîya Xweser li gor rewşa wê ya heyî û çarenûsa xaka dagirkirî, di dariştina destûra sûrî ya nû de ku gerek e ew li gor biryara navneteweyî 2254 (2015) be, dê rûbirûyên herî zehmet bin [10].
- Hemû nîşane diyar dikin ku hewldanên Tirkîyê hene ku ew herêmine kurdî yên nû li bakurê Sûrîyê dagir bike. Xuya ye ew di dagirkirina Minbicê de rastî zehmetîyan hatîye, her wiha rastî berxwedaneke mezin ji hêla Hêzên Meclisa Minbicê ya Leşkerî ve hat. Van hêzan ziyanên mezin di van çend rojên dawî de gihandin çeteyan. Xuya ye çeteyan hewl da ku mijûlbûna HSD bi dabînkirina herêmên rojavayê Feratê bi kar bînin, loma êrîşeke dijwar birin ser Minbic û çend kolanên wê dagir kirin. Ji alîyekî din ve daxuyanîyên gelek alîyên herêmê ji bo parastina kurd û kêmhejmaran ji êrîşên islamîyan, dide diyarkirin ku metirsîyeke mezin li ser van civakan di Sûrîyê de heye.
Bi awayekî giştî hewldaneke navneteweyî heye ku rageşîyê li Sûrîyê kêm bikin, lê ev yek hewldanên dagirkirina Minbicê ranawestînin, bi giştî ji bo berjewendîya her du alîyan û berjewendîya ewlekarî û aştîya herêmî, ji HSD û rêjîma Tirkîyê tê xwestin ku bi hev re bigihêjin levkirinekê ji bo aramîyeke demdirêj û di heman demê de têkilîyên aborî û siyasî di navbera wan de çêbin. Her wiha gerek e ew ji Serêkanîyê û Girêspî vekişe û mebesteke baş diyar bike û koçberan bi misogereke navneteweyî vegerîne warên wan.
- Armanca rêjîma tirkî ku ji alîyê ragihandinê ve dixwest ketina rêjîmê bixe qencîya xwe, bi bin ket û gotara Ehmed Elşeri (Colanî) ya li mizgefta Umewî bala gelek olperest û dilsozên bi ʺXelîfe Erdoganʺ (bi kêmanî li ser enternet û malperên civakî). Her wiha rûsî û îranî pê hisîyan ku ew ji hêla rêjîma tirkî ve rastî henekpêkirinê dihatin, çimkî wî dilê wan xweş kiribû ku ew ê HTŞ lawaz bike û ji hev bixe[11]. Ketina rêjîma Bas lêdaneke dijwar a li hember stratîcîya îranî û rûsî li rojhilatê Deryaya Spî bû. Niha jî gotara siyasî ya îranî û rûsî ya nû li hember tiştên ku diqewimin, pilansaziyeke pêşerojê ya di nav peyvên xwe de vedişêrin. Xuya ye ew dixwazin pişta her karîgerekê bikin ku bihêle alozîyeke siyasî li Tirkîyê rû bide û zêde bibe.
- Dema rêxistina HTŞ (berê Cebetûlnesre) rêbazê xwe yê kevin biguhere û xwe ji nû ve weke rêxistineke sûrî ya netund bide avakirin, ev ê rê li ber başkirina têkilîyên wê yên bi Rêveberîya Xweser re veke, bi taybet ji ber ku sînorekî dirêj dê di navbera wan de hebe. Lê heye ku HTŞ helwesteke dijminane li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê bi piştgirîya Tikrîyê bistîne yan jî helwesteke nedostane li hember Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de bistîne. Bi giştî dibe ku HTŞ xwe bi Tirkîyê ve girê nede, lê gelek komên pê re ne dostên kurd û Rêveberîya Xweser in.
- Ji alîyekî din ve, ji bo îdyolocîyên xwe, Tirkî dê hewl bide Heleb desteser bike. Erdogan, di vê rewşa ku rêjîma wî tê re derbas dibe, nikare bihêle ku di pêşerojê de Heleb bibe girêdayî dewleteke niştumanî ya sûrî. Jixwe ev yek li ser herêmên dagirkirî (Efrîn, Izaz, Cerablus û Minbicê) jî derbasdar e. bijarteya herî lawaz jî ew e ku Erdogan bixwaze bi ferwerîya sûrî ya nû re li hev were; bêyî ku ji herêmên dagirkirî derkeve. Ew li destkeftîyeke stratîcî di nav van pêşveçûnên herêmê de digere, nemaze ku rêjîma tirkî di qonaxeke hestîyar re derbas dibe ku hilbijartinên tirkî nêz dibin û Erdogan hê alozîyên Tirkîyê çareser nekirine. Tişta ku belkî hêvîyên tirkî aloz bike, rûdana şer di navbera selefî û ixwanan de ye. Jixwe ev yek dibe ku pêk were heke ixwan hewl bidin ku cihê hêzdarîya xwe fereh bikin û birêveberîyeke siyasî, leşkerî û aborî mîna ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ava bikin. Yan jî dibe ku ev şer rû bide heke desthilata nû ya li Şamê bixwaze desteserîya xwe li ser bakurê Sûrîyê (beşa rojavayê Feratê) bisepîne. Xuya ye (li gor gotarên wan ên îdyolocî û siyasî) selefî ne amade ne ku xaka Sûrîyê bi dev Tirkîyê ve berdin. Dibe ku ev yek jî bihêle rêjîma tirkî hêzdarîya xwe li herêmê xurttir bike û rageşîyê li enîyên Tiltemir, Ên Îsa û enîyên rojavayê Feratê yên ne di bin destê wê de, zêde bike û kurdên mayî rastî qirkirinên giştî bîne, da ku bêna komên neteweperest û olperest yên tundrew fereh bike. Bi giştî, xuya ye Tirkî nikare nerînên xwe yên girêdayî rewşa siyasî ya nû li Sûrîyê, li ser birêveberîya navneteweyî bisepîne. Jixwe pêwîst e biragmatîya Erdogan bihêle rêjîma tirkî hinekî rewşê bi Rêveberîya Xweser re aram bike û di heman demê de şêweyekî serxwebûnê li herêmên di bin dagirkerîya xwe de ji ferwerîya Şamê ya nû, dabîn bike. Ev jî dide diyarkirin ku parçebûna Sûrîyê dê ji hêla rêjîma tirkî ve dest pê bike.
- Li başûrî Sûrîyê, ragihandina ʺOdeya Pêngava Başûr li Derayêʺ û ʺOdeya Şerê Dawîʺ li Siwêdayê, weke gavekê ji bo damezirandina rêveberîyeke xweser li başûrê Sûrîyê ye; nemaze ku wan ranegihand ku ew tevlî Odeya ʺDijî Êrîşêʺ û tu alîyê din bûne, lê tenê wan ragihand ku ew pişta hemû hêzên ku hiştin rêjîm bikeve, digirin. Hebûna hembêzeke xurt a Daiş, Bas û bazirganên hişbiran li herêmê, dê her tim Israîl û Urdunê di nerehetîyê de bihêlin. Pêwîstîya herêmê bi dahatine mezintir heye da ku karibe karûbarên xwecihî bi rê ve bibe. Pêşveçûnên leşkerî li qada Sûrîyê didin diyarkirin ku pêwendîyeke xaknîgarî di navber herêmên Rêveberîya Xweser û başûrê Sûrîyê de heye. Ji bo hemû alîyan baş e ku tu çalakîyên rêxistina Daişê û neteweperestên bas li başûrê Sûrîyê tune be. Bi gelemperî, Israîl dê her hebûna xwe ya leşkerî û ewlehî yên bihêz, li başûrê Sûrîyê bihêle da ku ewlekarîya xwe ya neteweyî ya demdirêj biparêze.
- Binkeftina mezin a Îranê li Sûrîyê û Libnanê, dê bihêle ku ew stratîcîya xwe ji nû ve di ber çavan re bigire û ji bo ku karibe bi welatên Rojavayî re li hev were, divê ew Feyleq Elqudis û heta sazîya Pasvanên Şoreşê jî ji hev bixe û têkilîya xwe ya stratîcî bi Hizbulaha Libnanî, rêjîma Bas, tevgerên islamî yên filestînî û Hûsîyan re kêm bike. Dibe ku komên şîî yên iraqî bidin pey hesta xwe ya neteweyî ya erebî û êrîşî baregehên tirkî li Iraqê bikin û dibe ku ew nehêlin kurd herêmên binakok (ku kurdan ew di rêfrandoma 2017 de ji dest da), careke din vegerînin bin serwerîya xwe û astengîyan bêtir ji kurdên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê re derxin.
- Tiştên ku dibin sedema metirsîyê ji bo Rêveberîya Xweser (weke Daiş, binpêkirinên rêjîma tirkî û çavberdana wê di dewlemendîyên herêmên de), di heman demê de li ser asta herêmê û navneteweyî, ew alavine hêzê ne û dê bihêlin helwesta erênî li hember Rêveberîya Xweser zêdetir bibe.
- Dosyeya girtîgehan dê di serê lîsteya desthilata nû ya Şamê de be û dê kesên sûcdar werin darizandin û dibe ku zagonek derkeve ku tê de partîya Bas ji nav were birin (weke çawa partîya Bas li Iraqê hat jinavbirin). Ya ku vê nîşan dide ew e ku hewldanên hin alîyên girêdayî Daiş û paşmayên Bas alên serxwebûnê hildin û ragihînin ku ew tevlî ʺOdeya Dijî Êrîşêʺ bûn, bi ser neketin û nikarîbûn heya niha tu alîkarîyê ji HTŞ wergirin da ku şerê HSD bikin. Başbûna rewşa hundirîn a sûrî girêdayî wan levkirin û rêkeftinan e ku divê ewlekarîya neteweyî ya israîlî û berjewendîyên dewletên rojavayî biparêzin.
Bi awayekî giştî, Sûrî di bazareke cosiyasî ya di navbera hêzên navneteweyî, herêmî û xwecihî de dijî. Xuya ye wan rê daye ku selefî bi hişmendîya siyaseteke nû bigihêjin desthilatê û dibe ku ev jêdereke din a pêkanîna binpêkirinan li dijî gelê kurd li Rojava be. Jixwe dibe ku hin herêmên ku ji alîyê ewlehî ve lawaz in, di navbera herêmên dûr ên li ser enîyên hêzên sûrî yên cihêreng de, werin çêkirin. Ev jî dê derfetê bide şaneyên Daişê ku ji nû ve geş bibin. ji alîyekî din ve nakokî di navbera tewereya îranî-rûsî û elewî-şîî de derkeve û nakokî di dostanîya tirkî ya bi Rûsîya û Îranê re derkeve. Di encamê de jî pêşveçûnên meydanî di qonaxa bê de, dê siyaseta nû ya dewleta sûrî eşkere bikin.
[1] Ev her du tax berê neketibûn destê rêjîmê de jî lê rêjîmê ew dorpêç kiribûn da ku xelkên wê neçar bike xwe radest bikin. Ew tax ji hêla mecliseke xwechî li gor sîstema komînan tên birêvebirin.
[2]:Şalyaraderve ya Emerîkî, daxuyanîyên di civîna Encûmene Ewlehîyê ya Navneteweyî li ser Sûrîyê, dîroka belavkirinê 03. 12. 2024. Girêdank:
https://www.state.gov/translations/arabic 20
[3] وكالة أنباء البحرين؛ روسيا: مخرجات القمة العربية الإسلامية تنسجم مع توجهاتنا الثابتة؛ تاريخ النشر: 2024.11.14؛ الرابط:
https://www.bna.bh/.aspx?cms=q8FmFJgiscL2fwIzON1%2BDjRDNW5IsBoLe3kVFFMLjp8%3D
[4] Bi pêşketineke bilez û êrîşeke bilez di şeşê tebaxa çûyî de, bi hezaran hêzên ukrayînî sînor li herêma Somî ya ukrayînî derbas kirin û ber bi herêma Korsk a rûsî ve çûn. Bi wan re bi dehan dron û top û tang hebûn. Hêzên Kêfê karîbûn serkeftineke dîrokî pêk bînin û di du hefteyan tenê de rûberine berfereh ên rûsî desteser bikin. Ew rûber zêdeyî rûbera ku Rûsîya ji salekê ve li Ulrayînayê desteser kiribû.
[5] موقع الشرق؛ “البيان رقم 1” على التلفزيون الرسمي السوري: “تحرير دمشق وإسقاط الأسد”؛ تاريخ النشر: 2024.12.08؛ الرابط:
https://asharq.com/politics/109271/البيان-رقم-1-على-التلفزيون-الرسمي-السوري-إسقاط-الأسد/
[6] li gro şopandina domdar a daxuyanî û helwestan, Farûq el-Şerî şepêla erebî dinimand, Elî Memlûk şepêla Rûsîya û Mahir Esed şepêla Îranê dinimandin…
[7] للاطلاع على حيثيات هذه المبادرة انظر تقرير: العربية نت؛ “مبادرة الأردن” لحل أزمة سوريا.. تعرف على أبرز بنودها؛ تاريخ النشر: 2023.06.27؛ الرابط:
https://www.alarabiya.net/arab-and-world/2023/06/27/-مبادرة-أردنية-لحل-الأزمة-السورية-هذه-أبرز-بنودها
[8] fermandarê birêveberîya giştî ya navendî ya amerîkî “Ceneral Mayîkil“ got: Divê guman nebe ku em ê rê nedin Daiş ku xwe ji nû ve ava bikin û sûdê ji rewşa sûrî ya niha bigirin. Divê hemû rêxistinên li Sûrîyê bizanin ku eger ew alîkarîyê bidin Daişê û pê re bibn hevkar, em ê hesab ji wan bixhttps://x.com/CENTCOMArabic/status/1865889070414438525
[9] @CENTCOMArabic؛ القيادة المركزية الامريكية تقوم بشن غارات جوية للقضاء على معسكرات تنظيم داعش في وسط سورية؛ تاريخ النشر: 2024.12.09 (منصة X)؛ الرابط: https://x.com/CENTCOMArabic/status/1865889070414438525
[10]: ji bo agahîyên zêdetir:
https://digitallibrary.un.org/record/814715/files/S_RES_2254%282015%29-AR.pdf?ln=ar
[11] hejmarek malperên civakî yên nêzî Rûsîya, hin gefên fîlozofê rûsî Eliksender ê nêzî serkê rûsî ye, weşandin. Wî wisa gotibû: Sûrî weke davkekê ji bo Erdogan bû. Wî şaşîtîyeke stratejîk kir, wî xiyaneta Rûsîya û Îranê kir. Hukmê qirbûnê li ser hat sepandin. Niha Tirkîya Kemal ber bi dawîbûnê ve diçe. Me heya niha pişta we digirt lê ji niha û şûn de hûnê tobe bikin. Ew axaftina wî li ser van malperan hatiye weşandin:
MOSCOW NEWS/ @M0SC0W0؛ تاريخ النشر: 2024.12.09؛ الرابط: https://x.com/M0SC0W0/status/1866217457284747583