ANALÎZ

Têkçûna Stratejiya Tirkiyê Ya Lêşkerî Li Başûrê Kurdistanê

Der barê pêşhateyên ku vê dawiyê li başûrê Kurdistanê rûdan de, wezareta bergiriyê ya Başûrê Kurdistanê Ragihand ku girûpeke ji Pêşmergeyan di rêya mûşekekê de ji hêla PKK`ê ve hatin armangirtin ku di encama êrîşê de 5 Pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûn.

Bi lezbûna pêngavên leşkerî yên ku dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê pêk tîne û têkçûna hewildanên sererastkirina siyaseta xwe ya navxweyî; li rex hewildana bidestxistina hin destkeftiyan berî hevdîtina bi serokê Amerîka  Co Baydin, Erdogan ji bo karibe danûstandinê bi Amerîkayê re bike,  siyaseta xwe ya dijminane li dijî dewletên herêmê dijwartir kir û ji bo  bilindkirina morala dezgeha leşkerî û  mijûlkirina raya giştî, serkeftinên sexte li dijî şervanên PKK`ê çêdike. Ev kiryar û angaşt tê wateya ku dewleta Tirk di şerê xwe li dijî şervanê PKK`ê pir astengiyan dikişîne.

Hêjayî gotinê ye ku bûyerên niha li başûrê Kurdistanê rû didin, ketiye astên giring; ji wan tewanbarkirina PKK`ê bi kuştina Pêşmergeyan, ev jî pîlaneke ku bi zanebûn ji hêla dewleta Tirk  hatiyê hûnandin ku armanc jê binketinên xwe yên lêşkerî li başûrê Kurdistanê û têkçûna stratejîya dewleta Tirk ku hewil dide Tevgera Rizgariya Kurdistnê tune bike ya ku Tirkiyê wê weke metirsiyekê li ser ewlehiya Tirkiyê dibîne, veşêre. Dewleta Tirk  di şerê xwe li dijî PKK`ê, netenêçekên qedexekiriî bi kar tîne, lêbelê hewil dide ku hin aliyên din têxe nava vî şerî, lê ta niha pilan û hewidanên Dewleta Tirk û artêşa wê  bi ser neketiye.

Li milekî din jî gelek aliyên siyasî li başûrê kurdistanê; di serî de nivîskar û lêkolînvan Hêwa Osman, angaştên ku dibêjin PKK`ê êrîşî Pêşmergeyan kiriyê û hin ji wan kuştine, derewand, her wiha hin ji fermandarên meydanî yên Pêşmergeyan jî ev bûyer zelal kirin û dan zanîn ku mûşeka ku li erebeya wan ketiyê, di rêya balefireke bêmirov hatiye encamdan. Ev tê wateya ku ferweriya Başûr rastî fişareke mezin tê. Jixwe ev liv û tevgerên hêzên Pêşmergeyên PDK`ê li nêzî qadên şer, hewildaneke ji bo gurkirina şer e.

Bêguman, hewildanên dewleta Tirk ku dixwaze serweriya xwe li başûrê kurdistanê berfireh bike, berdewamkirina veguhestina çeteyên Sûriyê ji Lîbya, Qerebax, bakurê Sûriyê û başûrê kurdistanê  dê ta dema lidarxistina lûtkeya di navbera Erdogan û Baydin de  berdewm bike. Ne dûr e jî ku di bin nav û dirûşma”Pêşmerge”  û bikaranîna çeteyên Sûrî, pêvajoyên leşkerî dest pê bike. Ji bo şerê PKK`ê jî gelek aliyan di nava hêzên Pêşmerge de nerazîbûnên xwe li dijî tewnbarkirina şervanên PKK`ê dan nîşan û gelek û nêzî 150 şervanî şûna eniyên şer ku şerê PKK`ê bikin red kirin.

زر الذهاب إلى الأعلى