ANALÎZ

Seredana Wezîrê Derveyî  yê Urdunê Ji Bo Sûrîyê, Sedem û Encam

Dema ku trajedî armanc û daxwazeke bi serê xwe be, vêca hilkişîna di ser xelkên din yan jî di ser termên wan re wê li ber te nebe asteng,  yan jî tu tevî hemû kirêtiyan xwe bedew bikî û hewl didî ku ji her kesî xwe xweşiktir bikî, lewra çi sivikatî û riswayî hebe jî dê guh nede rewşa xelkên Sûrîyê.

   Ev e Ya ku bi rêjîma Sûriyê re rûdide, ku têklîyên wê bi derûdora wê re piştî erdhejê baş bûne, ev yek jî ya ku bi ser hemû  hewldanên salên şer  dikeve. Her wiha derfeteke zêrîn û amadekirî weke diyarîyekê jê re hat. Ku Ji dozdeh salan û vir de Wezîrê derveyî yê Urdunê Eymen Sefedî di yekem seredana xwe de ji bo Sûrîyê ew yek teqez kir.

Ya teqez ew e ku rêjîma Sûrîyê her demê xwe pêşkêşî civaka navneteweyî kirîye ku ew di çaksazî  û bedewkirina wêneyê xwe de berdewam e, û bikêrhatî ye ku rewşa xwe ya nû piştî ku civaka navneteweyî tevî welatên Erebî ew red kirin, bipejirîne, bixwe wek yê ku şekir li ser birîna Sûriyê reşand. jixwe Urdun jî gelekî li benda bûyereke mezin ji bo Sûriyê mabû ku karîbe gurîya alavên ji devê agirpijê ji sînorê bakurê wê dihat, dehf bide. Seredana Sefedî her çend ,wekî ku dezgehên ragehandinê radigehînin, naveroka wê mirovî be jî, lê belê gelek peyamên siyasî û pirsên helawîstî yên duqolî bi xwe re hildigre. Piştî bihtirî deh salan, Urdun derbarê tiştê li Sûrîyê rûdide, ber bi zelalkirina helwesta xwe ya erênayî, diçe.

    Bi her hal, vê carê bi rûdana erdhejê re Urdunê helwesta xwe diyar kir,  di dema ku hemû hewldanên wê yên berîya vê, çend caran têk çûbûn. Û demeke dirêj li benda derfeta guncaw mabû ji bo diyarkirina helwesta xwe ya bêalî di navbera rikberîyê û rejîma Sûrîyê de. Jixwe Diyar û eşkere ye ku Urdun dê karesatên mirovî ji bo şikandina tabloyên siyasî û avakirina guhertinên nû li ser qada vegerandina rêjîma Sûrîyê wekî berê, bikar bîne.

Urdunê li gel çend welatên Erebî ji destpêka alozîya Sûrîyê di sala 2011an de, xwe ji Sûriyê dûr xistin. Ew jî ji ber ku kiryarên rêjîma Sûrîyê li hemberî gelê xwe pirtir hişk, xwînî û hovane bûn, hingê Şahê Urdunê got”Heger ez li şûna Esed bûma dê min dev ji deshelatê berdaba”.  Urdun  neçar bû -heger bixwaze yan na- bi agirê alozîya Sûrîyê, piştî ku gihîşte xaka wê, bandor bibe, nexasim xelkên Der’ayê (jêdera xwepêşandanên Sûrîyê) têkilîyên wan yên mirovantî û cîrantîyê li alîyê Urdunê hene, mîna bajarên: El-Tûra, El-Şecera, El-Rimsa.  Urdunê, Ji bo parastina peywendîyên xizmatî di navbera her du gelan de, pêşwazîya penaberên Sûrî kir û ew vehewandin, lewra sînorê di navbera her du welatan de dibe mijara nakokîyan, bi behaneya tawankirina rêjîma Sûrîyê ji Urdunê re ku ew bi piştevanîya Si’ûdîyê û Emerîkayê çekdaran dihewîne û wan rahênan û biçek dike, ji ber wê gelek caran pevçûn di navbera artêşa Sûrîyê û ya Urdunî de derketin, ji bilî vê jî destdanîna çekdaran li ser  piranîya dergehên sînorî ji bilî dergeha Nesîb de, vê yekê metirsî helkir ku Der’a bibe destpêgeh yan jêdera êrîşan ber bi Şamê bi xwe de, nemaze Der’a navenda milîsên (fraksiyonên) tundrew bû. Bê goman, Urdun derbarê piştgirîya xwe ya ji rikberîya Sûrîyê re ,bi çi awayî be, gomanan çêdike, ji ber ku Riyad Hicab (Serokwezîrê Sûrî yê berê) xwe li Urdunê girt, her wesa jî firokvanekî Sûrî tevî firoka xwe ya leşkerî, xwe lê girt.

   Bi ser hemî tişta me li jor anî zimên de, şandeke Urdunî seredana Sûrîyê kir, daku piştevanîya xwe ji rêjîma Sûrîyê re ragehîne, Ji alîyekî din ve, dezgehên ewlehîya Urdunê li pey hin çekdarên Urdunî yên tundrew ketin, her wiha li pey hin çekdarên rikberîya (opozisiyona) Sûrîyê ketin, ew çekdarên ku hewl dan ji Sûrîyê vekêşin yan jî lê vegerin. Lê, Ya herî girîng, tawanbarkirin û devavêtina di navbera Urdunê û Sûrîyê de ye, ew jî bi sedema zindankirina rojnamevanekî Urdunî û hejmarek ji siyasetmedarên binçavkirî li Sûrîyê ye .

     bê guman, Urdun ji destpêka alozîya Sûrîyê ve siyaseta nepejrandina şer bi rê ve bir,  ew şerê ku rêjîma Sûrîyê li dijî gelê xwe dirust kiribû. Bi ser ku di destpêkê de Urdun nêzîktirî rikberîya Sûrîyê bû, di gel parastina hinek têkilîyên siyasî yên sînorkirî li gel rêjîma Sûrîyê, vê carê Urdun bilez ber bi helwesteke zelaltir ve çû, ku naveroka wê helwestê bidawîkirina şerê Sûrîyê bê destwerdana biyanî bû, her wiha yekkirina rikberîyê di  perwaz û gewdeyeke siyasî hevgirtî de, ew yek jî li gorî derencamên Konferansa dawî  ya Dostên Sûrîyê, ku hin bendên wê di Cinêv 2 de dubare bûn.

   Heger em bibêjin ku Îranê destwererdan di şerê Sûrîyê de kir û piştgirîya rêjîma Sûrîyê kir, her wiha belavbûna milîsên wê li başûrê Sûrîyê nerazîbûna Urdunê ji metirsîya roleke Îranî gur kir, dibe ku ev metirsî ne bi qasî metirsîya Îsraîlê ji vê hebûnê be, û serederîya wê li gorî pergalên dîplomatîk yên di navbera her du welatan de be.

    Divê were tekezkirin ku kontrolkirina Derayê ji aliyê rêjîma Sûrîyê ve bû sedema ku Urdun di dawîya sala 2018 de dergehê Nesîb-Cabir veke, berovajî wê, û li şûna geşkirina bazirganîyê, bazirganîya madeyên hişbir bi awayekî berfireh geş bû, jixwe ew bazirganî ji alîyê dezgehên ewlekarî, efserên artêşa Sûrî û rêberên payabilind yên Hizbullaha Libnanê ve tê piştgîrîkirin.

     li ser vê yekê, Cîgirê Serokwezîr, Wezîrê Derve û Karûbarên awareyan yê Urdunê Eymen Sefedî di dema hevdîtina bi serokê Sûriyê Beşar El-Esed re, ji Şamê got: “Urdun bi gelê Sûrîyê re hevxem e, ji xwe peyam jî eşkere ye ku Urdun piştgîrîya gelê Sûriyê dike da ku vê alozî û wêranîya erdhejê derbas bike.”

    Ev seredan di rewşa xwe ya dîtbarî de yan jî di rewşa xwe ya awarte de seredaneke mirovî ye, lê belê di veşartokên wê de nîşaneyên siyasî hene, ku ew nîşane bi kêşeyên helawîstî yan jî yên pêdivîya wan bi venêrînê di navbera her du dewletan de heye, ve girêdayî ne, ew yek jî ji ber  pêdivîyên bilez ji bo pêwendîya rasterast e.

    daxwaza Urdunê ji vegerandina pêwendîyên xwe bi rêjîma Sûrîyê re bi sedema kontrolkirina sînor, her wiha lihevkirina li ser çareyekê ji bo zêdeyî milyonek penaberên Sûrî li Urdunê, û daketina bazirganîya salane di navbera wan de ji 400 milyonî berîya 2011  bo 90 milyonî di dema niha de, serbarî wê jî, di siberojê de Urdun li pişka xwe di projeya avakirina Sûrîyê de digere.

    Di çarçoveyeke giştî de berjewendîyên Urdunê bi rêjîma Sûrîyê re digehêjin hev, ji ber ku Sûrî dixwaze piştî tecrîdeke demdirêj ya siyasî û dîplomatîk wêneya xwe xweşiktir bike, lê Urdun dixwaze rewşeke nû damezirîne, nemaze piştî sivikkirina tundîya sizayên Rojavayî li ser Sûrîyê, ku di daxuyanîya wezareta Amerîkî de hatîye, ku ji bo dema 180 rojî dê rê bide hemû rêkevtinên alîkarîya qurbanîyên erdhejê, jixswe ew jî bi sedema sizayên çespandî li ser Sûrîyê, qedexekirî bû.

    Nerîna rastîn ew e ku rêjîma Sûrî daku li ser desthilatê bimîne û desthilatdarîya xwe xurt bike, da ser birînên xelkên Sûrîyê û hilkişîya, çi di warê wêrankirina bi çekan de be û çi jî bi erdheja kujer be, her du li cem xelkên  Sûrîyê wek hev in. Ew razî bû dema  xelkên Sûrîyê bi çekan hatin kuştin her wiha dema ku ji ber erdhejê hatin kuştin, li ser cenazeyê wan re bi rûkenî meşîya. bi derbirîneke hûrtir, tu xîret di yekê ji wan de jî tune ye. Dibe ku di dema pêş de ji bo Sûrîyê  asakirineke nû bi dewletin din re rûbide, weke ku li gel Cîgirê Serokwezîr, Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen Sefedî çêbû.

    Dibe ku ya piştgirîya vê helwestê dike, ku Mîr Feysel Bin Ferhan Al Siûd di gotûbêjkirina panelekê de di Konferansa Myonîxê ya Ewlekarîyê de got, “Lihevkirinek di cîhana Erebî de pêk tê ku tu wateya tecrîdkirina Sûrîyê tune ye, her wiha gotûbêj bi Şamê re di demekê ji deman de tê xwestin, daku derfet bi dest me keve bi kêmanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên mirovî, di nav de jî vegera penaberan.” Al-Siûd Berdewamkirî û got:” hûn dê bibînin ku lihevkirinek neku tenê di navbera Dewletên Encûmena Hevkarîya Kendavê de, lê belê li hemû cîhana Erebî pir zêde dibe ku rewşa heyî ya niha nikare berdewam bike”

    Dibe ku helwesta Siûdîyê li gora helwesta Tirkîyê, heger beramberî hev bibin, ne ji nişka ve be yan jî matmayî be, li ser zimanê Erdogan ku demekê digot: “Di siyasetê de tiştekî qedexe nîne”. her wiha got: “Em dê nimêja xwe li mizgefta Umewî bikin” piştî hilweşîna rêjîmê.

   Li dawîyê: Dibe ku hin dewletên Erebî yan navneteweyî ber bi vegerandina têkilîyan û  asakirina bi rêjîma Sûrîyê re biçin, ew yek jî ji dergehê erdheja wêranker e, yan jî bi hemû nişkavîyên ku siberoj vedişêre. Serbarî giringîya alîkarîyan û nêzîkbûna bi  rêjîma Sûriyê re di vê demê de, hevdemî bi doxên Sûrîyê yên ji ber erdhejê re, lê welatên Rojavayî û di serî de jî Amerîka, dibînin ku hevkarî û piştgirîya niha bi Esed re negirînge, ji ber ku ev piştgirî tenê bi krîza mirovî re tê, û ew têrê nakê ji bo tiştên ku Esed bi serê gelê Sûrîyê de anîye bê sûc derxîne. jixwe pêşkêşkirina alîkarîyên mirovî yên Erebî ji bo Sûrîyê normal e, ji ber ku ew bixwe li gorî protokolên navneteweyî dê serokên Ereban piştî rûdana karesateke xwezayî mîna ya ku li Sûriyê rû da, dê alîkarîyê ji bo serokê wê dewletê pêşkêş bikin, nemaze ku xelkên Sûrîyê ji berê de alozîya nebûna ewlehîya xwarinî ya tund dikişînin her wiha di bin hejarîyeke zor de zehmetîyê dikişînin, ji ber ku rêjîma Sûrîyê di hezarê sêyem de welat bi kiryarên xwe xiste nava dirêjtirîn şerê navxweyî de. serbarî ku Sûrîyê hemû binemayên xurtkirina jîyanê û berdewamîya jîyana siyasî ji dest da.

زر الذهاب إلى الأعلى