ANALÎZ

ROJHILATA NAVÎN YA NÛ DI NAVA ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEM  DE SAZ DIBE

Rewşa cîhanê bi giştî ketiye nava kirîzê de, pergalên sermayedar û sosîyalîtî di sedsala borî de di nava hevrakêşandin û şerêkî sar de bûn ku bi helweşîna yektîya sovyêtê di 1990 de bi encam bibû, tevî hebûna dewletên bermahîya sosîyalîtîyê, mîna Çîn, Kûrîya Bakur û hin dewletên ku di serdema sovyêtê de xwe sosyalî dihesibandin jî, lê belê Emerîka weke hêzeke cîhanî ya yekem hatiye dîyar kirin û dewletên bermahîyên sosyalitîya hilweşîyayî yeko yeko an bi xwe ve girêda an jî ew xistin nava dorpêçê de û yên herî lawaz jî ceza kirin û hilwişandin. Rûsîya ku di nava Ewrûpa  de nehatiye qebûlkirin û ne jî wê xwestiye ku di rêza dewletên girêdayî Emerîka de be, li ser pêmaya sovyetê xwe daye pêş, tevî ku pergala wê veguherîbû pergaleke sermeyedar jî, lê belê xwe ji sermeyedarîya Emerîka û Ewrûpa yê cûda didît û li ser vegerandina hêza xwe weke hêzeke yekem di cîhanê de tevgerîyaye ku bi piroje û pilan him aborî û him leşkerî, derbasî sedsala bîst û yekemî bûye û hewil daye ku ciyostiratîjîya xwe û kûrahîya xwe ya stratejîk ji Nato û Emerîka biparêze. Emerîka ji bo xwemayindekirina di serdestîya cîhanê de û parastina pergala yekalî, Çîn weke metirsîyeke sereke destnîşan kiriye, lê belê ji ber ku Rûsîya leşkerî tevger kiriye û destwerdanî Sûrî, Lîbîya, Ukrayînya û hin herêmên din kiriye, her wiha têkilîyên aborî di Rojhilata Navîn û Efrîkîya de daye pêş, jixwe Emerîka Rûsîya weke metirsîya sereke diyar kiriye, lewra di Ukrayînya de ku Rûsîya  di 24 reşmîya 2022 de şer ragihandibû, êdî hêvî dikir ku di nava hefteyekê de pêngava xwe ya leşkerî temam bike, lê belê ta nivîsandina vê nivîsarê jî, şerê di Ukrayînya de nêzî du salan dibe û Emeîka û Nato bênavber piştgirîya Ukrayînya dikin û Rûsîya xistine nava tengavîyeke aborî, leşkerî û diblomasî de. Bê guman em dikarin navê şerê cîhanê yê sêyem jî li vî şerî bikin, rast e li ser axa Ukrayînya şer tê meşandin, lê belê li kêleka her du alîyên şer bi şêweyekî ji şêweyan cîhan jî du beş bûye, bi wateya ku cîhan bûye dualî, her du alî jî ta dawîyê dê vî şerî bi rêve bibin ta ku bi yek ji du guman an dibetî (ihtîmal) bi encam bibe, yek ji wan xwesparîya Rûsîya û hevalbendên wê û razîbûna bi pergala yekalî di pêşengtîya Emerîka de, ya duyan jî neçarîya Emerîka û Nato û razîbûna bi pergala piralî û dabeşkirina cêwazî û berhênanan di nava hevûdu de, bê guman her yek ji van dibetîyan dê rewşa cîhanê bi giştî biguherîne.

Rojhlata Navîn Di Nava Şerê Cîhanê Yê Sêyem De

Di 9 cotmeha 1998 de komployeke navneteweyî li ser rêzdar Ocelan (ramangêrê navneyeweyî) hatibû meşandin, bê guman ev komplo li himber kesayeteke ku di nava sînorê Tirkî û Bakûrê Kurdistanê de, şoreşeke dida meşandin û tu metirsîya wî li ser Ewrûpa, Emerîka û Israîlê tune bû; ev jî gelek pirsan bi xwe re tîne, ji wan pirsan jî ew e ku çima Emerîka, Nato, Israîl ji Tirkîyê zêditir bi rijd bûn ku Ocelan dîl bigrin?   .” Tirkîyê bi dûv Emerîka de dewleteke Nato ya sereke ye, jixwe ji 1984 ta 1998 tevî hemû derfetên xwe yên leşkerî û aborî; her wiha piştgirîya Nato û Emerîka jê re jî, nikarîbû PKK tune bike, lê berevajî wê PKK bibû hêzeke ku Tirkî xistibû rewşa ketinê de, Tirkîyeke ketî dê nikaribe di Rojhilata Navîn de pêşengtîya pirojeyên Emerîka û Natoyê bike, lewra tunekirin PKK di kesayetîya Rêber Ocelan de pêwisteyeke mezin dîtine ku Tirkî di pirojeya Rojhilata Navîn ya mezin de ku dê ji encamên şerê cîhanê yê sêyem be, xwedî roleke mezin û pêşengtîyê be. Bi dîlkirina Rêber Ocelan re, sûdgirtina Emerîka ji Tirkîyê di Rojhilata Navîn de di asteke herî bilind de bibû, yek ji wan sûdan jî ew e erkdarkirina Tirkîyê ku pêşengtîya cîhana erebî û islamî; tevî rêxistinên wê yên islamî bike, ew jî di bin navê islama nerm de ku beşeke ji beşên avakirina Rojhilata Navîn ya mezin bû. Di 2010-2011 de bi destpêkirina buhara gelan re, rola Tirkîyê di himbêzkirin û bandorkirina li ser tevgerên islamî baş dîyar bibû, çimkî heger Tirkî ne beşeke ji pirojeya Emerîka ba, dê nikarîba çep û rast êrîşan bike û destwerdanê di her herêmên bi kirîz de di Rojhilata Navîn de kiriba, lê belê derbaskirina AKP-MHP pirojeya xwe ya osmanîya nû di nava pirojeya Emerîka de, despêka nakokîyan di navbera Tirkîyê û Emerîka de bû.

Bê guman ji derveyî derketin an jî nederketina nakokîyan di navbera Emerîka û Tirkîyê de, şerê cîhanê yê sêyem weke ku rêber Ocelan jî dîyar kiribû, destpê kiriye ku li ser axa Ukrayînya eşkere bûye, lê belê di Rojhilata Navîn de jî ji 2014 bi derketina Daişê re şaneyên wê dîyar bûne û dîyar bûye ku di nava şerê cîhanê yê sêyem de Rojhilata Navîn jî, ji nû ve tê sazkirin û bi geşedanên di eylûna 2023 de di herêmê de ( êrîşa bi pilan a Îran û rêjîma şamê li ser Xweserîya Demoqratîk di Dêrazorê di 9.9.2023 de, despêkirina êrîşên Tirkîyê li ser Rêveberîya Xweser di 5. 10. 2023 de, êrîşa li ser akadîmîya şer ya Humisê di 6. 10. 2023 de, her wiha êrîşa rêxistina felestînî Hemasê li ser Israîlê bi navê “Lehîya Eqsa” di 7. 10. 2023 de ku geşedanên ne ji asayî ne û ji hev ne cûda ne, birêveçûn û belavbûna şerê cîhanê yê sêyem di Rojhilata Navîn de gihiştiye zelalbûnê.

Kî Li Dûv Gurkirina Şer Di Rojhilata Navîn De Ye

Dema em dîyar dikin ku di Rojhilata Navîn de şerê cîhanê yê sêyem birêve diçe, em ji wê bawerîyê digrin dest ku bûyer, geşedan, pêşketin û rewşên di cîhanê de rû didin ji hev ne cûda ne, hevdû temam dikin û rewşa pergala cîhanî dîyar dikin, lewra nakokî û kirîzên ku çêdibin; li ku dibe bela bibe, ji sîyaset û stratejîyên hêzên serdest mîna Emeîka, Rûsîya, Çîn û Natoyê ne cûda ne, her wiha di asta duyem de jî kirîz û nakokîyên di çi herêman de be, girêdayî sîyaset û stratejîya dewletên herêmî ne ku di bin nava sîyasetên dewletên serdest de, sîyaset û pirojeyên xwe yên taybet jî didin pêş, hingê jî heger em bipirsin, kî li dûv gurkirina şer di Rojhilata Navîn de ye? Pêwist e di serî de em bizanibin ku ka şer di xizmeta kê de ye? Di nava çi şerî de be, dema ku aliyeke ji alîyên şer dikeve tengavîyan de, hewildana tengavkirina alîyê din dike û bi armancgirtina devrên wî yên herî lawaz an jî yên herî giring ku wî tevlihev bike, her wiha di nava çi welatî de pirsgirêkên navxweyî gur bibin, berê raya giştî ya di nava xwe de dide bûyer an pirsgirêkên derve, mîna dewleta Tirkîyê ku naxwaze doza kurdî di nava xwe de çareser bike û dixwaze wê tune bike, berê xwe dide êrîşan li ser Başûrê û Rojavayê Kurdistanê ku bêje kirîza di hundirê wê de ji derve tê û ne kirîzeke hundirîn e! Lewra heger em bipirsin kî şer di Rojhilata Navîn de gur dike an jî gurkiriye, pêwist e em berê xwe bidin şerê di Ukrayînya de û rewşa alîyên şer bizanibin, her wiha em helwestên dewletan li himber gurkirina şer di Rojhilata Navîn de bixwînin.

CÎHANA EREBÎ

Rêjîmên ku li dewletên erebî hatine bicîkirin; him rêjîmên pêmayî û qeralî ne ku ji serdema avabûna van dewletan de weke malbat desthilatdarî kirine û rewabûna xwe ji piştgirîya dewletên serdest û hêza leşkerî wergirtine, her wiha hin rêjîm jî komarî ne ku di bin bangeşeya berxwedana bi Israyîlê re, yekîtîya ereban û neteweparêzîya Ereb, serdestîyeke qeralî bi rûpoşên komarî û perlementerî li ser gelên xwe kirine, her wiha ji ber metirsîya ji helwestên gelên xwe, bangeşeya doz û piştgirîya Felestînê dikin, lê belê di rastîyê de dewletên erebî ne di wê rijdîyê de ne ku têkevin nava şer û kirîzan bi Israîlê re, bi qasî ku li barastina qeralîyên xwe digerin,  Lewra dewletên erebî gurbûna şer di berjewendîyên xwe de nabînin û bi tenê li xwedûrxistina ji derbasbûna nava kirîzan de diparêzin. 

Şerê Rûsîya û Ukrayînya

Bê guman xala sereke ya ku nehiştiye Rûsîya armancên xwe di Ukrayînya de pêk bîne weke ku pilan kiribû û şer derbasî sala xwe ya duyem bûye, ew e ku Emerîka û Nato alîkarîya vekirî ya bi çekan û abûrîyê bi Ukrayînya re dikin, jixwe bêyî wan alîkarîya Ukrayînya nikare li himber Rûsîya xwe ragire, alîkarîya vekirî ji Nato û Emerîka Rûsîya tengav kiriye û ew derbasî nava şerekî vekirî kirine, lewra gurbûna şer di Rojhilata Navîn de bi taybet dema ku Israîl mijara şer be, ji xweber bala Emerîka û Nato dê here bi ser Israîl ve, lê Ukrayînya dê ziyanê bibîne, ji ber ku dê alîkarîya jê re pir lawaz bibe û ev jî dê bêhinvedaneke mezin bide Rûsîya, lewra serokê Rûsîya Potîn dîyar kiribû ku dibe ku şerê li Israîlê alîkarîya ji Ukrayînya re kêm bike û wiha gotibû “ …bitenê bihizire ku sibe alîkarî rawestin? Ukrayînya dema cebilxaneya wê nemîne bi tenê dê hefteyekê karibe jîyan bike “. Lewra Rûsîya di milekî de şerê di Rojhilata Navîn de di berjewendîyên xwe de dibîne ku dê teyisandineke neyînî li ser xweragiritina Ukrayînyayê bike, her wiha di milekî din de jî vî şerî weke têkçûna sîyaseta Emerîkî li Rojhilata Navîn dibîne û xwe weke çareser nîşan dide. Bê guman Rûsîya kêfxweş e ku bala cîhanê ber bi Israîl ve çûye, lê belê wê ne kêfxweş be ku herêm têkeve nava qeyranekê de an jî şer berfireh bibe ku bandorê li asta berjewendîyên Rûsîya di Sûrîyê de bike, bi taybet hatina keştîyên Emerîkî û birîtanî yên hilgirên balefiran û bi cîbûna wan di rojhilatê derîyaya Spî de, çimkî tê wateya ku Nato li pêşberî baregehên Rûsî di Sûrîyê de rawestîyane û heger şer di herêmê de berfireh bibe, mîna ku Îran , Hizbûlah û Sûrî têkivin nava şer de, dê cihê Rûsîya li ku be ? Gelo dê beşdarî şer bibe? Bê guman Rûsîya ne di wê hêzê de ye ku karibe bi Nato û Emerîka re di Rojhilata Navîn de têkeve şerekî eşkere de, ew jî di dema ku li Ukrayînya di nava şerekî giran de ye, her wiha ne amade ye ku têkeve çirava Israîl û Hemasê ku berjewendîyên Rûsîya nakokîyên wan derbas dikin, her wiha Rûsîya li himber Israîlê wê naxe kirîzan de, rast e me dîyar kiribû ku şerê ku di Rojhilata Navîn de gur dibe, di şerê li Ukrayînya de bêhinvedanekê dide Rûsîyayê, lê belê heger em bêjin ku Rûsîya li dûv vê guekirinê ye, dê ne pir di cih de be, ji ber ku Rûsîya hemû hewildanan dike ku kirîza li Sûrîyê bi şêweyekî ji şêweyên ku serkeftina Rûsîya nîşan bide bi dawî bik,e hinge jî gurkirina şer dê xizmeta wê yekê neke, lewra em tu helwestên xurt an tu gefan ji Rûsîya di nava vî şerî de nabînin.

ÎRAN: Dîyar e ji her kesî re ku ji dema serkeftina şoreşa islamî di 1978 de di serkêşîya Xumeynî de, Îranê li ser belavkirina şoreşa xwe û xwefirehkirina di herêmê de amade kiriye, pirojeya “kevana şîî” yek ji pirojeyên sereke yên Îranê li herêmê ye, lewra ji 2003 ve, di Iraqê de, ji 2011 de di Sûrîyê de û berîya wê jî di Libnanê de ji salên heştê de, xwe fireh kiriye, lê belê di Iraq û Sûrîyê de û bi taybet di Sûrîyê de, rastî mandelkirina Emerîka, Israîl, Tirkiye û ta astekê Rûsîya jî hatiye, êdî pirê caran jî mijara derxistina Îranê ji Sûrîyê hatiye rojeva van alîyan û di dema dawî de ta di civînên Asîtana de jî ta astekê Îran hatibû paşguhkirin ji hêla Rûsîya û Tirkîyê ve, her wiha guman çêbûne ku Rûsîya, Emerîka û Israîlê hewildana ku Îranê lawaz bikin û wê ji Sûrîyê derxin. Ji milekî din ve jî di mijara navokîyê (noklerî) de nakokîyên Îran bi Emerîka û Nato re li pêş in û ji bo tengavkirina Emerîka di herêmê de, carcaran Îranê bi rêya komên girêdayî xwe ve li Iraq û Sûrîyê, êrîşî baregehên Emerîkî kiriye, her wiha Îran kirîzeke hundirîn jîyan dike; him sîyasî û him aborî û di serî de Emerîka weke sedema kirîzê tewanbar dike, lewra gelek alîyan gurbûna şerê di Israîlê de vegerandibûn berpirsîyarîya Îranê, di derbarê hişmendîya û tevgerkirina Îranê de rêzdar Ocelan wiha gotiye: “Îran , rêûresma xwe ya dewletê ku gelekî kevn e, bi kartîne û xwedêgiravî bawer dike ku dê bi sermayedarîya nûjen karibe, ya rastî nameyeke wisa dide û li bendê ye ku ji alîyê pergalê ve bê qebûlkirin”. Lê belê Îran ev tewanbarî nepejirandiye, tevî ku piştgirya xwe ji şerê li himber Israîlê nîşan daye, her wiha tevî hemû dîyarkirinên ku me anîbûn ziman, destnîşan dikin ku Îran ji berjewendîya wê ye ku şer di Rojhilata Navîn de gur bike ta ku hemû kaxet û doseyan tevlihev bike, lê belê em bawer nakin ku Îran amade ye li himber Emerîka û Nato xwe têxe devê tivingê, çimkî Israîl di Rojhilata Navîn de Nato û Emerîkayeke biçûk e.Rast e Îran piştgirîya Hemas li Xezayê, Hizbulah li Libnanê, Heşdaşabîî li Iraqê û hin komên çekdar yên girêdayî xwe li Sûrîyê dike û wan weke fişarekê li ser herêmê û Emrîka bi kar tîne, ew jî j b o hin kaxezên xur di danûstendinên bi Emrîka re bi bi dest bixe, lê belê vêxistina şerekî berfireh ku rasterast ew pêşengtîya wê bike li himber Israyîlê, dê pir zor be, êdî Îran dizanê dê encama wê li ser wê pir giran be, lewra vî şerî bi kar tîne, lê belê li xwe nagire û em nabînin ku Îran xwedîyê pilan a vî şerî be.

TIRKÎ: Rayedarên Tirkîyê (AKP-MHP) her dîyar kirine ku di 2023 de wê Tirkîyê derbasî serdemeke nû bibe, ew jî avabûna komara duyem ya Tirkîyê ye? Komara duyem ya Tirkîyê jî li gorî hişmendîya (AKP-MHP) tê wateya derbaskirina komara kemal Atatork û avakirina komara osmanîya nûjen, ew komara ku desthilatdarîya Tirkîyê vegerîne li ser hemû herêmên ku ji destê osmanîyan li pey şerê cîhanê yê yekem derketibûn û di serî de Rojava û Başûrê Kurdistanê, her wiha Tirkî xwedî pirojeya (welatê şîn)  ku berfirehîya deryayên xwe fireh bike û bibe cihê aborîya Tirkîyê ya taybet û derxistina gazê ji deryayê, bi taybet bi destpêkirina buhara gelan re ji Tûnisê di 2010 û ta gihişt Sûrîyê di 2011 de, paşê Tirkîyê pir gav di pêkanîna van pirojeyan de avêtiye, lê belê rastî pir astengîyan jî hatiye (Rûsîya, Israîl, Misir, Emerîka û berxwedana gelê kurd), lê belê Tirkî ji van xewnan an jî pirojeyan venegerîyaye û heger nema pir bas dike jî, sedem ew e ku rewşên sîyasî yên cîhanî û herêmî, her wiha rewşa Tirkîyê ya hundirîn çi aborî çi civakî be, alîkarîyê pê re nakin, lê belê em dizanin ku ji buhara gelan de, hemû rêxistinên islama sîyasî bi taybet Ixwanûlmuslimîn di himbêza Tirkîyê de ne û bûne destê wê yên lêdanê di her herêman de, ji wan jî tevgera felestînî ya bi navê Hemasê. Hemasê êrîşî Israîl kiriye!, bê guman heger em li sîyaseta Tirkîyê ya ji 2011 de ta roja îro pişopînin û em destwerdana wê ya di Lîbîya, Sûrî, Yemen û Ermenistan û derxistina nakokîyan bi Yûnan, Misir, Emerîka, Ewrûpa re, di bîra xwe de bînin, em ê dûr nebînin ku destê Tirkîyê di vî şerî de hebe ku di bin navê Nato de metirsîya ji gurbûna şer di Rojhilata Navîn de di xizmeta pirojeyên xwe de bi kar bîne ku di serî de pêkanîna “mîsaqa milî”  û tunekirina doza kurdî, rêzdar Ocelan di derbarê Tirkîyê de dibêje: “Dewleta netewe ya Tirk bawer dike ku bi qirkirina dawî ya Kurdan, dê bi welat û miletê xwe yê yekparebûyî heta hetayê weke dewleteke netewe bimîne. Eşkere ye ku modernîte û dewletparêzîya netewe ya Tirk (eger paradîgma xwe neguhere) di paşeroja nêz de, di serî de gelên Kurd û Tirk, dê ji bo gelên herêmê û çandên civakî ji kevenfiroşî û gorkolanê wêdetir, bi roleke din ranebe”. Lê gelo gengaz e ku Tirkîyê vê wêrekîyê bike?.Hemasê dîyar kiriye ku dê bi xwe pilan û pêkanîna êrîşkirina li ser Israyîlê daniye? Bê guman heger wiha be , çalakîya Hemasê tê wateya xwekuştinê, lewra ne gengaz e ku êrîşeke wiha mezin destên hin alîyên herêmî an jî navneteweyî tê de tunebe, bi taybet ku li pey êrîşê Emerîka û Berîtanîya keştîyên hilgirên balefiran şandin Israyîlê û hemû dewletên Nato piştgirî ji Israîlê re ragihandin! Bê guman kombûna ewqas hêz, ne li himber yekrêxistinê weke Hemasê ne, an jî ji bo Hemasê hatine herêmê! Em vegerin li ser Tirkîyê û bipirsin; çima Tirkîyê ji hatina keştîyên Emerîkî tengijiye? Çima helwesta wê ne ya Nato bû ? Çima Hemas şermezar nekir û her rexne li Emerîka kiriye? Çima cîgirê serokê komisyona Ewrûpayê ji Erdogan zelalîya helwestên wî xwestiye” Tu bi Rûsîya, Îran, Hizbûlah û Hemasê re ye, an tu bi Nato, Ewrûpa re ye di şerê li Israîlê de “? Lewra heger em van şanpirsan û hişmendî û sîyasetên Tirkîyê komî li ser hev bikin û bînin ber hev, wê pir guman hebin ku berpirsyarîya Tirkîyê di gurkirina şerê di Israyîlê de heye, lê belê Rast e Tirkîyê zirt û gefan dike û xwe weke serkêşê cîhana islamî nîşan dide, lê belê ji derveyî sîyaseta Nato û Emerîka tevî hin zêdegavîyan jî nikare tev bigere, xwe bi Nato diparêze û di milê zêdegavîyan de, dê neghêje asta ku Emerîka û Natoya biçûk (Israîl) di asta hebûnê de gefan lê bike, naxwe kî li dûv vî şerî ye?

Çi Di Rojhilata Navîn De Dibe Û Çima Ev Şer?

Di nava mijarên li jor yên derbasbûyî de, me şerê cîhanê yê sêyem  û teyisandina wê  li ser Rojhilata Navîn, her wiha me helwestên alîyên dibe ku destên wan di gurkirina şer de li herêmê hebin anîbû ziman, ev alîyên ku di nava nakokî û kirîzan de jîyan dikin û di derxistina kirîzan de berîya her kesî dest nîşanî wan dibe, lê belê li alîyê din jî, dewletên xwedî berjewendî û piroje di Rojhilata Navîn de bi bandor in, ji wan jî di serî de Israîl, Emerîka, Berîtanîya û Frensa, bê guman em dikarin van alîyan weke Nato bi nav bikin û ji yek hevgirtin an jî hevbendîyê ne, van alîyan bi taybet Berîtanîya û Frensa di Rojhilata Navîn de xwedî dîrokeke dirêj in û bi rêvebir û pisporên peymanên mîna Sêver, Saykis-pîkot û Lozanê ne û ava bûna Israîlê weke dewlet ji encamên peymanên wan bûn, anku kirîzên di Rojhilata Navîn de mîna doza kurdî û ya filestîn û nakokîyên sînoran di Rojhilata Navîn de, ji encamên van peymanan bûn û ev sedsal in ku Rojhilata Navîn aramî, çareserî û aşitî nediye, lewra sedema sereke ji şerê di Rojhilata Navîn de ew e peymanên di navbera van parvekeran de ye ku gihiştîyê ta dema îro.

Di 2022 de rojnemeya Sunday Times di hevpeyvîneke bi Hinrî Kêsincer re ku wezîrê karê derve yê Emerîka bû di sala 1973 de kiribû, Kêsincer dîyar kiribû ku bûyerên pir giran dê bi ser Rojhilata Navîn û Asya de werin, ev daxuyanî hate xwendin weke ku dê şerekî mezin li Rojhilata Navîn rû bide, bêyî ku dîyar bike wê kî vî şerî vêxîne an jî di navbera kê û kê de ye, lê belê heger em dizanin Kêsincer Emerîkîye û berjewendîya wê diparêze, hingê jî dê daxuyanîya wî hişîyarî ji Emerîka re be; ne ku dê Emerîka vî şer vêxîne? Anku dîyar dike ku heger Emerîka tevnegere û pergalê bi cî neke, dê bobelat rû bidin. Ji 2010 ve Rojhilata Navîn derbasî nava şerekî dijwar bûye û heger li hin herêman mîna Tûnis, Lîbîya, Misir, Afxanistan û Yemen, şer li gorî sîyaseteke Emerîkî , nato û rosîya ya nizimkirina asta nakokîyan  ne çareserkirina wan hatibe kontrolkirin, lê belê şer di devirin din de ji bin kontrolê ta astekê hatiye derketin, mîna li Sûrî, Kurdistan û di dema dawîyê de li Israîlê bi êrîşkirina rêxistina Hemasê bi ser Israîlê de ku  cîhana rojavayî û rojhilatî tev de xistiye nava liv û tevgerê, Rûsîya derketina şer weke têkçûna sîyaseta Emerîka di Rojhilata Navîn de nirxandiye û xwe weke çareser pêşkêş kiriye, her wiha Emerîka û Nato jî bi lez berê xwe dane Rojhilata Navîn û dest bi gef û tevgeran kirine, gengaz e ku şer derbasî devirine din bibe û şerine din jî di navbera hin alîyên din de rû bidin, ew jî di demekê de ku pergala 100 salî ku ji alîyê dewletên serdest ve ji bo Rojhilata Navîn ku hatibû dayîn, ber bi helweşandinê ve diçe, ji ber gurbûn û mezinbûna kirîzan mîna doza Felestîn û doza Kurdistanê, pirs îro ne tenê pirsa Israîl û Hemasê ye, pirs ya tevaya Rojhilata Navîn, derbûna kwînêra ku 100 sal in derman nebûye her êşa wê kêm kirine, lewra sîyasetên ne çareser yên Emerîka û pê re Nato û Ewrûpa, sîyasetên Rûsîya yên di pêşbirkê de bi Emerîka re, sîyasetên qirker û xwe mayindekirin yên Tirkîye, Îran û Israîlê, sîyasetên welatên ereban yên ne afrîner lê yên wezîfedar û desthilatdarî yên xwe parastin, tev de sedemên gurbûna şerê di Rojhilata Navîn de ye, ew jî ji derveyî kê di şerê Hemasê bi Israyîlê re gurkiriye, pilan kiriye û bi rêve biriye, çimkî heger îro vêneketa , sibê wê vêketa, çi li Isralî be çi li Îran û Tirkîyê be û çi li herêmên din yên Rojhilata Navîn be.

Rojhilata Navîn Ya Nû Di Nava Şerê Cîhanê Yê Sêyem De Saz Dibe

Pergala cîhanê ya heyî di nava kirîzan de ye û nema dikare bi şêweyê heyî berdewam bike, di serdema hebûna sovyêtê de li himber Emerîka dualî di cîhanê de hatibûn dîyarkirin û hevsengîyeke di cîhanê de hatibû çêkirin, bi hilweşîna sovyêtê hevsengî hatiye şikandin û Emerîka weke hêz û yekalî di cîhanê de hatiye destnîşankirin û pê re jî serdemeke nû destpê kiriye ku Emerîka yak u pêşengtîya cîhana sermaydarîyê dike û cîhanê tevî bi xwe ve girê bide û serdestîya xwe bisepîne û ev sedemeke ji sedemên ku şerê cîhanê yê sêyem li ser xaka Ukrayînya li dare, ev şer, şerê sepandin  pergalê ye, sepandin şêweyê pergala cîhanî ya nû ye û di nava vî şerî de li Rojhilata Navîn jî şerê ji nû ve sepandina pergala netewe-dewletê ku nema dikare civakan bi rê ve bibe û hewil dide ku xwe bisepîne û mayinde bike kubi civak û gelan re ye, her wiha şerê van dewletan bi xwe bi hevre ye ku ew karmendên ji hêzên serdest re dikn û ji bona xwe jî karmendan di herêmê de saz dikin û li himber hevdû, her wiha li himber dewletên serdest bi kar tînin.  Lewra geşedanên di Rojhilata Navîn de xetimandina pergala cîhanî bigiştî û rêxistinkirina wê ji Rojhilata Navîn re nîşan daye, bi şêweyekî giştî  di asta jor de rola tevaya hêzên bi bandor di Rojhilata Navîn de tê de heye, di asta navîn de tengavbûna enîya Îranî ya bi navê (enîya berxwedanê) û hewildana tevlihevkirina doseyan di Rojhilata Navîn de ku ji derveyî pergala ku tê avakirin de nemînin, di asta herî nizim de hestkirina tevgerên filistînî ku bi sîyaseta neşer û aştî û bi rêvebirina nakokîyên bi Israyîlê re di nava pirojeyên lihevanîna Israyîlê bi cîhana erebî re, paşguhkirina doza filestînîyan û pêşketina peyman û lihevkirinên bazerganî û aborî di navbera cîhana erebî û Israîlê de, doza filestînî tune dibe û mîna ku doz nemaye, lewra xwe neçarî bêdengîyê an jî canbazî û hêvîkirina vegerandina baldarîyê li ser doza wan, êdî canbazî; hebe xwekuştin be û hebe serkeftinek be hilbijartine. Bê guan encamên şerê di Rojhilata Navîn de çi dibe bela bibe, kî bi serkeve an bi sernekeve, ew pergala heyî êdî dê nema karibe Rojhilata Navîn bi rêve bibe û Rojhilateke Navîn ya nû dê dîyar bibe û li gorî encamên şerê di Ukrayînya de wê wer sazkirin, Rojhilata Navîn ya nû di nava zayînê deye, lê gelo wê çi zayînê bi xwe re bîne? Em dikarin wiha dibetîyê bikin: Sê dewletên sereke di Rojhilata Navîn de hene ku xwedî pirojeyên netew-dewlet û îdlojîyên cûda ne û li ser sazkirina Rojhilata Navîn di nva şerê cîhanê yê sêyem de ji bo mayindekirin û cîgirtina di pergala cîhanî de bigrin, dixebitin, lewra çarenûsa van dewletan dê çarenûsa Rojhilata Navîn jî dîyar bike. Berîya em van dewletan bikin bînin ziman, di derbarê  şerê cîhanê yê sêyem de, em dikarin dibetîyê bikin ku dê bi lawazkirina Rûsîyê ne têkbirina wê, dê bi encam bibe û yekser dê berjewendîyên Rûsîya di Ukrayînya û Orasîya de tune nekin, jixwe di derbarê Çînê de, dê li hevkirineke Emerîkî-Çînî neçar hebe ku di çarçoveyekê de hevsengîyekê di nava berjewendîyên hevdû de peyda bikin, di Rojhilata Navîn de dê bandora Emerîka, di dîyarkirina pergala Rojhilata Navîn ya nû de bandoreke sereke be, lewra di derbarê dewletên mîna Îran, Tirkî û Israîlê de jî dibetîyên ku wiha hen

ÎRAN: Îran xwe dispê re dîroka xwe ya kevnar û  guman dike ku ji derveyî pergala cîhanî û serdestîya Emerîka an jî serdestîya rojavayî dê karibe xwe di Rojhilata Navîn de weke imperetor saz bike û bikaranîna xwe berde tevaya Rojhilata Navîn, ew jî bi rêya dûvikine ku ji xwe re di herêmên Rojhilata Navîn de saz kirine,. Îran ji her dewletan bêtir li ber armancgirtina pergala cîhanî ye ku guhertin û avabûna Rojhilata Navîn ya nû destpê bibe an jî çarenûsa wê ya nû dîyar bibe.

TIRKÎ: Ji avabûna komara Tirkîyê (1923), metirsîya herî mezin ku jîyan kiriye derhatina gelê kurd weke hêzeke xurt di Rojhilata Navîn de ku ev derhatin ji Tirkîyê re dê were wateya tunebûna komara Tirkîyê, lewra bi hemû hêz û derftên xwe li himber gelê kurd rawestîyaye û her xwestiye ku kurdan dûrî  raya giştî ya cîhanî û ji derveyî pêşketinan bihêle, derhatina Tevgera Azadîya Kurdistan (1978) û şûnde, Tirkîyê daniye ber çerxerîyan, an dê gelê kurd bipejirîne û doza kurdî çareser bike an jî heta dawî di xeta qirkirin û mandelîyê de berdewam bike, jixwe Tirkîyê xeta duyem pejirandiye û bi pêşketina islama sîyasî di Tirkîyê de, bi taybet derbasbûna Tirkîyê di nava dethilatdarîya AKP-MHP de, Tirkîyê hemû alavên xwe xistiye tevgerê ku gelê kurd tune bike û di nava pergala cîhanî de xwe weke imperatoriyeke osmanî nû bide pejrandin, lewra bi rêya kom û rêxistinên islama sîyasî û di serî de Ixwanûlmuslimîn xwe weke serkêşê cîhana islamî ya sunî nîşan daye, êdî bi rêya van kom û tevgeran di serî de tunekirina doza kurdî û sepandina pergala xwe li ser Rojhilata Navîn, armanc digre . Dîyar e ku Tirkîyê dê xwe neguherîne û sîyaseta faşist û şofen û bikaranîna islama sunî heta dawî, dê bikar bîne ku  di encamê de wê bibe metirsî; ne tenê li ser gelên herêmê, lê belê li ser pergala cîhanî bi xwe, û guhertina Tirkîya heyî dê bibe pêdivîyeke cîhanî.

Israyîl: Avabûna dewleta Israyîl di Rojhilata Navîn de, ne tenê ji ber sozên Berîtanîya bi rêya nûnerê xwe (Bilfor) di 1917 de  ji cihûyan re bû ku welatekî ji wan re ava bike, lê belê avakirina Israîlê, avakirina nûnerê pergala cîhanî ya sermayedar di Rojhilata Navîn de bû, çavdêr û metirsîyeke li ser cîhana erebî û dewletên derdorê ku her dem di çarçoveya pergala cîhanî de tev bigerin û ji bin kontrolê dernekevin, lewra dema ku metirsî li ser Israyîlê derketiye, em dibînin ku nûnerê pergala cîhanî (sermayedarî) tev de li Israîlê kom dibin, di heman demê de nûnerên sermeyadarîya cîhanê bi gelemperî Cihû ne ku cihû bandoreke mezin di sîyaset û pirojeyên li ser Rojhilata Navîn dikin û her ji bo parastina Israîlê sîyasetan bi rê ve dibin , lewra tevgera Emerîka û Nato di Rojhilata Navîn de, xaleke wê ya sereke parastina Israîlê ye.

DI ENCAMÊ DE

Ji encamên şerê cîhanê yê sêyem, Rojhilata Navîn ya nû dê were avakirin û heger çi pilan û çi piroje hene ji vê avakirinê re, lê belê parastin û paşeroja Israîl di serê giringîyan de ye û ji bo parastina Israîlê û sazkirina pergala nû be, bê guman valaderxistina pirojeyên Îran û Tirîyê pir giring e, her wiha belvkirina pergala fedralî an jî xweserîyan di Rojhilata Navîn de weke çareserî ji pirsgirêkên neteweyî û mezhebî re mîna (Kurd  Filestînî, Dirzî, Êzdî û hwd) û  dibetîya mezin ew e ku Emerîka û Nato di vê derbarê de tev digerin, lê belê gelo bi vî şêweyî dê Israîl were parastin û kirîzên di Rojhilata Navîn de bi dawî bibin, Rêber Ocelan wiha diyr dike:”Marks gotibû: “Eger piroleterya dixwaze xwe rizgar bike, divê zanibe heta dinyayê rizgar neke wê ev pêk neyê.” Ez jî dibêjim, eger Cihûtî dixwaze xwe rizgar bike, divê zanibe heta dinyayê rizgar neke nikare xwe rizgar bike, lewma jî divê hêza xwe ya madî û îdeolojîk a ku stratejîk e, li ser vê bingehê bi kar bîne. Modernîteya demokratîk di serê vê bingehê de tê.” Bi kurtasî : Li ser Rojhilata Navîn û pêşeroja w,ê pir analîz hene ku dê ji nû ve were sazkirin, lê belê ne her sazkirin tê wateya çareserîyê, lewra çareserîya guncaw di Rojhilata Navîn de girêdayî rewşa demokrasîyê di cîhanê de û şêweyê bi rêvebirina cîhanê ku di encama şerê cîhanê yê sêyem de wê dîyar bibe.

زر الذهاب إلى الأعلى