ANALÎZ

Kirîza Sûrîyê ji nerîneya xwe ya nû

Kirîza Sûrîyê di vê dema dawî de guherînên binekokî, ku ev cara yekê ye tê re derbas dibe, weku dervekirina Erebî ji rêjîma Sûrîyê re, û vegerandina Sûrîyê ser kursîya wê li komkara Erebî, û tevgerên Erebî ji bo çareserkirina kirîza Sûrîyê bi hevkarîya Dewletên Rojava, yên ku her rahênan û asayîkirina bi rêjîmê re red dike. Her wesa tevgerên Tirkîyê yên bi rêjîmê re û radestkirina Tirkîyê wan kesayetîyên siyasî û leşkerî yên navdar di nav hevpeymanîya bi navê rikberîya Sûriyê ji bo rêjîma Sûriyê, û axavtinên berpirsên bilind yên Tirkîyê li ser Heleb û Peymana Millî û girêdana wê bi Tirkiyê re. Her wesa axavtina “El-Culanî” mîrekê Erdogan li Idlibê û serkirdeyê Heyet Tehrîr El-Şam ku li ser şerê nêzîk yê Helebê axivî, û behsa hewlên avakirina desteyeke nû ya rikberîyê kir û ji bilî van guhêrbaran û tevgerên din, ya dibe ku nîşaneyek be, ji bo derbasbûna Sûrîyê di qonaxeke nû re biçe, nemaze bi bidestxistina erkê nû yê Erdogan ku renge dirêj bibe heta sala 2028an û çavçilîyên wê yên berfirehkirina li bakurê Sûriyê. Ev guhêrbar û encamên wan bi liv û tevgerên Tirkîyê û dewletên Erebî û bi berjewendîyên Rûsîya û Emerîkayê ve girêdayî ne û her du jî bi kirîza Ukarayîna ve girêdayî ne, yan jî bi hevrikîya dewletên Rojavayî bi Rûsîya re girêdayî ne. hevrikîya Rojava-Rûsîya li Ukrayîna, li gel krîza Sûrîyê, ji bo her du alîyên hevrik bûye çarenivîs, yan ji bo hebûna xwe di pergala cîhanî ya mîna Rûsyayê biçespîne, yan jî parastina rejîma serdest wek Emerîka û dewletên rojava de, û ji ber ku kirîza Ukrayîna berev kirîzeke demdirêj ve diçe, hingê pêdivî bi şîyanên mezin heye, lew re her du alîyên hevrik ji bo vehewandin û rakêşana dewletan ji bo darbineya xwe kar dikin, lew re dewletên Kendavê ku xwedî şîyanên darayî yên mezin in, ji bo Emerîka pêwîst in, ku pê zextê li ser dewletên Ewropî yên ku piştgirîyê  didin Kîyêvê kêm bike, serbarî cîgeha jeopolîtîk ya Tirkîyê û rola wê di guhertina rê û rûdanên şer de ji bo alîyekî ji wan her du alîyên hevrik.

Tevgerên Tirkîyê

Erdogan yê ku di derbarê kirîza Ukrayînayê de angaşt dike ku ew bêlayen e, û piştgirîya tu alîyan nake, ev jî ji alîyê Emerîkayê û dewletên Rojavayî ve nayê pejirandin, ji ber ku ew hevalbendekî girîng di Natoyê de tê hesibandin û tê xwestin ku Tirkîyê gav in dilkar di derbarê sepandina sezayan li ser Moskowê bavêje û tevlîbûna Swêdê ji hevpeymanîyê bipejirîne, lê beramberî van Erdogan daxwaza duqatkirina para xwe ji destkevtên desthilatdarê Rojhilata Navîn dike, û yek ji wan jî cihbicihkirina Peymana Millî ya ji bo tevlîkirina Helebê û xeta sînor bi ser xaka Tirkîyê ve bibe, ku .Di daxuyaniyên berpirsên Tirkîyê yên pilebilind yên derbarê Helebê de piştî ku Erdogan erkeke nû bi dest xist eşkere diyar kirin, û daxwaza Erdogan ji bo bidestxistina piştgirîya dewletên Rojava di destserkirina Helebê de xuya dikir. Vê carê piştgirîya Tirkîyê ji bo Kîyêvê di êvara helbijartinên Tirkîyê de, ew jî nîşaneyên wê hebûn ku lihevkirin in Tirkî – Rojavayî  hene, ku Tirkîyê di derbarê kirîza Ukrayînayê de bi stûbarîya xwe wek hevalbendekî sereke yê Natoyê helgire, ew jî beramberî ku Erdogan di helbijartinan de bi ser keve. Serbarî ku Tirkîyê karanîna destgirîyê ji hevrikîya Rojava-Rûsîya dike ji bo bidestxistina destkevtên nû li Sûriyê, lê belê çi liv û tevgereke nû ya Tirkîyê derbarê Helebê de hebe, divê ruhnîya kesk ji aliyê Emerîka û Rûsyayê û Îranê ve, wergirtî be, heta ku karî be hêrîşeke nû dest pê bike, ev jî tiştekî dûrî destê wî ye, yan jî piştgirîyek bihêz ya Rojava jê re hebe ku bikarî be bi rêya komên xwe yên terorîst, bi pêşengîya Heyet Tehrîr El-Şam, rûbirûbûna Rûsiya, rejîm û milîsên Îranê bike, û ev jî ne pêkan e; ji ber ku dewletên Rojavayî naxwazin enîya şer bi Rûsîya re berfireh bikin, lê ne dûr e, ku dewletên Rojavayî Tirkîyê bidehfînin daku êrişî herêmên di bin desthelata Rûsîya û Îranê  de bike û erdên zêdetir dagîr bike, ” tevlêkirina Helebê”, bi armanca têkbirina Tirkî – Rûsî û vegêra hevrikîya kevin ya Osmanî bi Rûsî bîne navrastê.

Derbarê daxwaza Erdogan, ya rahênan û asayîkirina peywendîyan bi Esed re, û ya şerê Rêveberîya Xweser  armancgirtî ye, ji bi destnexistina runîya kesk ji Emerîka û Rûsîya û tev Îranê jî – ji bo tevlixwekirina Helebê – ji bo destpêkirina êrîşeke nû. li dijî herêmên Rêveberîya Xweser û ji bo dagirkirina herêmên nû.lê belê sorbûna Esed li ser “vekişandina Tirkiyê ji bakurê Sûrîyê” wek mercekî sereke beramberî asayîbûn û rahênanê, û ji bo ku Esed neçar bike ji bo asayîkirina pê re, Erdogan dest bi siyaseta gefan kir ku zextê li Rûsîya bike û Esad neçar bike li ser asayîkirinê. Radestkirina Mahir El-Duxam ji aliyê Erdogan ve ji bo rejîma Sûrîyê neku dikeve nav wan lihevkirinên çarqolî de, belê radestkirina El-Duxeim rûda ji ber ku wî dixwest ji Tirkîyê bi canê xwe ji çarenivîseke nediyar ya li hêvîyê bireve, ne ew tenê belku hemû endamên hevpeymanîyê û serkirdeyên birûbereyan, yan jî daxwaza El-Duxeim ku tevlî gewdekî siyasî ya nû bibe. Ev yek bû sedem ku Tirkîyê nasnameya hemwelatîya wî ya Tirkîyê jê bikişîne, û wî li Balafirgeha Ataturk bigire û radestî Qeterê bike, û di encamê de wî radestî rejîma Sûrîyê kir. Hilweşîna hevpeymanîyê tê wateya têkçûna Tirkîyê û windakirina rola wê di kirîza Sûrîyê de, û ji ber vê yekê jî her arasteyek an tevgereke berevajî boçûn û tevgerên Tirkîyê ji alîyê endamên hevpeymanîyê yan jî serkirdeyên komên çekdar dê çarenivîsa wî jî mîna ya El-Duxeim be. Anku radestkirina wî li şûna “nameyeke gefxwarinê bo endamên hevpeymanîya Sûrîyê û serkirdeyên wê” bû. Her wesa berî niha jî Tirkîyê 12 efserên rikberîyê Sûrîyê radestî rêjîma Sûrîyê kir, ew radestkirin li ser derwazê sînorî yê Kasab pêk hat. Dibe ku armanca sereke ya Erdogan ji vê yekê ku rêbirîna li ber pêkanîna çemika  xwerêveberîyê û pirojeya neteweya demokratîk li herêmên din yên Sûrîyê bike, ya ku li hundir û derveyê Sûrîyê wek çareserî dest bi belavbûn û pêxweşhalîyê kirîye. Wek çareserîyeke dawî ji krîza Sûrîyê re, û ji bo rêgirtina li ber vê ezmûnê li bakurê Sûrîyê ya dagîrkirî ji bo başûrê Sûrîyê, hingê wek qonaxeke seretayî Erdogan dest bi radestkirina kesayetên siyasî û leşkerî yên rikber ji rêjîma Sûrîyê re kir, ew jî di nav lihevkirinên çarqolî de hatî bû, û dibe ku ev kêşe kutahî bibe, bi radestkirina hemû deverên di bin kontrola rikberîya Sûrîyê li jêr benda lihevkirinê, lê bi mercê ku bingehên leşkerî yên Tirkîyê li deverên dagîrkirî bimînin “li gora bend in nû di nava rêkevtina Edena de” û karkirin li ser derxistina hêzên Emerîkayê ji bo têkbirina Rêveberîya Xweser û binaxkirina netewa demoqratîk li Sûrîyê.

Metirsîya rikberîya ku nav lê dikin bi “hevpeymanî” ku bibin beranê qurbanê, û hewldanên hindek kesayet û alîyên navdewletî ji bo dirustkirina gewdekî nû ya rikberîyê ku guncav be bi guhêrbarên nû re li ser astana Sûrîyê, vê yekê hişt ku rikberî bikeve doxeke nîgeran li ser çarenivîsa xwe û metirsîya ku Erdogan wan radestî rêjîma Sûrîyê bike, ew jî bû sedem ku hindek ji rikberên Sûrîyê ji Tirîyê birevin. Û cihekî xwe di gewdeyê nû de bibînin ew jî piştî ku hevpeymanîya Sûrîyê piştgirîya navdewletî ji dest da.

Tevgerên Erebî

Berî asayîkirina Erebî bi rejîmê re, hewildanên Rûsîya hebûn, û hîn jî berdewam in, ji bo pêkanîna proseya lihevkirinê di navbera Tirkîyê û rejîmê de, ku di encamê de Komîteya Çarqolî ya “Rûsîya, Tirkîyê, Îran û Rêjîm” hate avakirin. Ji bo ku bigehêjin têgihiştinekê dawî bigehîje  asayîbûnê, ev hewlên di bin çavdêrîya Rûsîya de dê xizmeta berjewendîyên Rojavayî nekin û ji bo rûbirûbûna van tevgeran Emerîkayê tenê ji alîyê siyasî ve rabû dewletên erebî dehfda ji bo bi servekirina rêjîma Sûrîyê bikin, û sizakirina her welatekî ku di warê aborî de piştgirîya rêjîmê bike, ji ber ku ew dê di pileya yekem de xizmeta Rûsîya bike. Ev servekirin dibe ku bibe biwarek ku Sûrîyê tê de bêhna xwe berde, ji bo ku rêjîm bi gotinên Rûsîya, Tirkîyê û Îranê neke. Her wesa jî daxwaza Ereban heye ku kirîza Sûrîyê di derîyê Komkara Erebî re çareser bike û çareserîyeke Erebî-Erebî bibîne. kirîza Sûriyê li gor biryara 2254 çareser bike.

Her wesa, redkirina platforma Qahîreyê ji beşdarbûna civînên Komîteya Danûstandinan li Cenêvê, dibe nîşana hebûna tevgerên Erebî yên berevajî arasteyên Rûsî be. Ji ber ku Rûsîya roleke wê ya mezin di vekirina derfeta matêkirina Tirkîyê û Îranê di kirîza Sûrîyê de hebû,  tevî ku pilatforma Moskowê beşdarî van civînan bibû piştî sê salan ji qutkirinê dîsan jî endametîya xwe di deste û komîteya destûrê de wergirt û ne dûr e, ku amadebûna wê bi fişareke Rûsî be, vêca dewletên Erebî pêdivîya wan bi çareserîyeke Erebî heye ku kirîza Sûrîyê bi dawî bikin. Û sînorekî ji matêkirinên herêmî re deyînin, yak u vegêrên wê li ser asayîşa neteweyî Erebî heye, lê belê pêdivî bi piştgirîyeke Rojavayî jê re hebe, ji ber ku dewletên Erebî bi tena xwe nikarin kirîza Sûrîyê çareser bikin. Û amadebûna Zîlîniskî li lotkeya Erebî yak u li Riyazê li darket nîşaneyek bû li ser ku pêdivîya her du alîyan di kirîzeyan de bi hev heye, “pêwîstîya Rojavayê bi hêza malê kendavîyê heye, û pêwîstîya Ereban jî bi hêza Rojavayê heye ku kirîza Sûrîyê çareser bikin”. Ji lew re dibe ku Şahnişîna Erebî daxwazê ji Rojavayê bike ku roleke mezintir di çareserkirina kirîza Sûrîyê de bilize û li gora boçûn û dîtina Erebî û biryara 2254.

Tevgerên Emerîkayê

Li jêr sîbera kirîza Ukrayînayê û alozîya Rojava-Rûsîya û ji ber giringîya jeostratejîka Sûrîyê ji Moskowê re, Emerîka zêdetir pêbendî  Rêveberîya Xweser bû, û pêbendî baregehên xwe yên leşkerî li navçeyên wê bû, berê daxwazên ji hundirê Emerîkayê û ji hindek dewlet hebûn ku Emerîkayê hêzên xwe ji Sûrîyê vekişîne, lê ligel ragehandina şer ji Rûsîya li ser Ukrayînayê, ji hundirê wê daxwaz derktin ku ku hebûna xwe li Sûriyê berdewam bike, û piştgirtin û xurtkirina Rêveberîya Xweser di biwarê aborî de, ew jî bi rêya vekirina derfetan ji bo kompanyayên biyanî ku veberhênanan li deverên Rêveberîya Xweser bikin daku rewşa aborî û leşkerî baştir bikin, û dibe ku bigehîje wê astê ku çekên qurs û kiwalîte bi hêzên Sûrîya Demoqratîk bibexşînin, ew jî ji bo ku karî be berhingarîya terorê bike, û gefên ku Tirkîyê li wan dixwe, û ji bo ku li ser lingê xwe bimîne û têkneçe.

Ji aliyê din ve dibe ku Emerîka zextê li ser hevpeymanîya Sûrîyê bike ku derîyê diyalogê bi Encûmena Sûrîya Demokratîk re veke. Ew jî ji bo gehîştina têgehîştinan di navbera her du alîyan de dibe ku bigehîjin yekgirtina her diwan û enîyeke bihêz li dijî rêjîmê dirust bikin, ew jî piştî ku hevpeymanîya Sûrîyê her tişt ji dest da û tenê ma di hembêza Tirkîyê de, lê belê Tirkîyê vê yekê napejirîne û her alîyekî gotbêjan yan nêzîkahîyê bi Rêveberîya Xweser re dirust bike Tirkîyê dê wan siza bike, û ev jî tê wê wateyê ku Hevpeymanîya Sûrîyê kutayî pê hat, nemaze ku piştgirîya navdewletî ji bo gewdeyekî nû ya rikberîyê ku di bin sîwana navdewletî û biryara 2254 ya Netewên Yekgirtî de û dûrî fişarên Tirkiyê tevdigere, di gel pêkanîna guhertinan di hundirê Sûrîyê de li gorî hevrikîyên dahatî.

Tevgerên Rûsî

Rûsîya ya îro ne Rûsîya ya berî sala 2022an e. matêkirina  leşkerî ya Rûsîya li Ukrayînayê û berhingarîya wê ya bi Rojava re bandor li rola Rûsîya li Sûriyê kir, û rêdan bi Îranê ku pirtir di hundirê Sûrîyê de belav bibe, piştî ku xêzên sor yên ku Rûsîya danîbûn pêşîya Îranê yên pêbend bi tevgerên wê yên leşkerî, û mijara çekkirin û baregehên leşkerî, hemû ew metirsî li ser ewlekarîya niştimanî ya Israîlî ne, heger beramberî dewletên Rojavayî bibe, îro Rûsîya xwedî şîyanên aborî yên qels in, lew re nikare di heman demê de li ser du enîyan raweste. Ew kirîza Ukrayînayê ji kirîza Sûrîyê girîngtir dibîne ji ber berhingarîya wê ya rasterast bi Rojava re ye, lê ev nayê wateya paşguhkirina Sûrîyê, hewl dide ku fişara li ser xwe sivik bike, bi karkirina ji bo lihevhatina di navbera Tirkîyê û Rêjîmê de.ji ber pêwîstîya Rûsîyayê di vê qonaxê de bi Tirkîyê re, ku lihevhatina bi rêjîmê re bike, ev tê wateya ku di paşerojê de birûbereyên çekdar karin lihevkirinekê bi Rêjîmê re ava bikin, vêca Rûsîya zextê li Tirkîyê nake ku hêza xwe ji Sûrîyê vekişîne. Belê, ew dixwaze lihevhatinekê pêk bîne tevî ku artêşa Tirkîyê ya dagîrker li bakurê Sûrîyê bi cih bibe, û ew jî hewl dide ku ligel Îran û rejîmê “di bin sîwana Çarqolî” de bixebite daku Emerîka ji Sûrîyê vekişe. Ew jî bi rêya dirustkirina nakokîyan li deverên Rêveberîya Xweser û armanckirina serkirdeyên Hêzên Sûrîya Demokratîk û baregehên leşkerî yên Emerîkî, çi bi rêya milîsên Îranî û çi bi rêya grûpên terorîstî, ji wan DAIŞê yên ku bi  ser dewleta Tirkîyê ya dagîrker ve be, bi xalên hevbeş yên ku çarqolî di derxistina Emerîka ji Sûrîyê, jinavbirina Rêveberîya Xweser û têkbirina pirojeya neteweya demokratîk li herêmê digehîne hev, Rûsîya hewl dide ku Tirkîyê bi kar bîne vêca armanca wê ku Tirkiyê pirtir bi dorhêla xwe ve girêbide û nehêle ku ew berev hembêza rojavayî ve were kişandin, dibe ku lihevhatinek di navbera komên çekdar û rêjîmê de bi tevlîkirina wan di Korbenda Pêncemîn de bi dawî bibe, yan jî di korbendeke nû bête damezirandin ew jî dikeve xizmeta Rûsîya de, û Rûsîya kare di paşerojê de ji wan sûd werbigire bi şandina wan bo Ukrayînayê eger lihevkirin bi ser bikeve.

Kirîza Sûrîyê nema weke berê ye, belê derbasî qonaxeke nû bû ku bi derketina guhertinên binekok dest pê dike, û vegera rola Erebî li ser rûzemîna Sûrîyê, lê vê care bi şêweyekî nû, û peydabûna armancên hevpar li jêr sîbera kirîzeke navdewletî ku dê bandorê li kirîza Sûrîyê dike û di paşerojê de jî dê bike, vêca dê Rûsîya hewl dide û bi hevkarîya Îranê ku pirtir bi Tirkîyê re hemahengîyê bike, ji alîyekî ji bo ku dûrkirina Tirkîyê ji dewletên Rojavayê misoger bibe, û ji alîyekî din ve ji bo lawazkirina Rêveberîya Xweser li bakur û rojhelatî Sûrîyê, çi bi rêya dana ruhnîya kesk ku Tirkîyê êrîşî dever in sînorkirî wek “Kobanê” yan jî lihevkirinekê di navbera yak u nav lê dikin bi hevpeymana Sûrîyê û Rêjîmê de, ew jî li ser hesabê gelên deverê ji bo binaxkirina pirojeya Neteweya Demoqratîk daku negehîje deverên di bin desthelata hevpeymanîya Sûrîyê de û birûbereyên wê yên çekdar û terorîst , lê Emerîkayê dibe ku hêza xwe ya leşkerî li bakur û rojhelatê Sûrîyê û li devera Tenefê xurtir û pirtir bike, û di gel hewldanên hemahengîyê bi Qesedê re dibe ku Emerîka guhêrbarîyan bafirîne, ku guncav bin bi tevgerên Tirkîyê û Rûsîya re, û mirov nikare rûbirûbûnên leşkerî û yên bi hêz li başûrê Sûrîyê veder bike, û damezirandinên Rêveberîyên Xweser li wê deverê û bi piştgirîya dewletên Erebî, û jib o ku dabezandin pir bibin dibe ku fişar li ser rêjîma Sûrîyê xurtir bibin li pey biryara navdewletî 2254 mîna dadgehkirina Beşar El – Esed pêşberî dadgehên navdewletî.

Sûrîyê ber bi têkçûna siyasî, leşkerî û aborî ve diçe ji ber derencamên Komîteya Çaremîn “ji ber ku ew li gorî berjewendîyên xwe kar dike ne li gorî berjewendîya gelê Sûrîyê.” Yan jî ji bo damezirandina rêveberîyên xweser bi piştgirîya Ereb û dewletên Rojavayî, bi taybetî li başûr, ji ber ku Bakurê Sûrîyê dagîrkirî ye û rêxistinên wê yên siyasî û leşkerî bûne amûr û alav di destê dewleta Tirkîya dagîrker de, gotina dawî li bakur dibe ku di destê gelê wê de be, yan qebûlkirina lihevkirina bi rêjîmê re û li benda çarenivîsa xwe ya ne diyar be, yan jî destpêkirina serhildana gel li dijî hevpeymaniyê û komên terorîst yên ku herêmê kontrol dikin. Derbarê Rêveberîya Xweser ya li bakur û rojhilatê Sûrîyê, bi kêşeyên mezin, siyasî, aborî û leşkerî re rûbirû ye, ku ji alîyê Komîteya Çarqolî, ji bo bidestxistina berjewendîyên xwe, wê dudilî nebe herêmê armanc bike.

زر الذهاب إلى الأعلى