ANALÎZ

Rêveberîya Xweser li Bakurê Sûrîyeyê, nimûneyek e ku mirov dikare li ser ava bike

Piranîya dewletên deverê û bi taybet Sûrîye qonaxeke zehmet ji sîyaseta zalîtî, pûçkirin û piştguhkirina hemû pêkhateyên nijadî û olî dîtiye û hîn jî dibînin. Ji encama zalîtî û diktatorîya yek partîyê ku ji partîyeke siyasî guherî alîyekî olî û heta destpêka raperîna gelêrî sala 2011an partî û desthilat tevde vegirtin, jan û êşa Sûrîyeyê duqat bû. Sala 2011an, ji ber ku sîyasetên desthilatê ji hed derketin û ji encama serederîya newekhev ya bi pêkhateyên nijadî û olî yên Sûriyeyê re, ev serhildan pê ket; çimkî hemû dewlemendî, raje û cihên fermî di destê pêkhateyeke tenê de bûn anku dewleteke niştimanî nebû ku ya hemû pêkhate û hemwelatîyan be. Lewre dema ku hesta hemwelatîbûnê nebe, dadmendî namîne û bawerî bi pergalê û kiryar, biryar û armancên wê jî dişke. Radeya girtin, îşkencekirin û serderîya cuda cuda bi pêkhateyên olî û nijadî re zêde bû, gendelî û bertîl belav bûn û parvekirina dewlemendîyan bi rengekî xirab dibû. Ji ber paşguhkirinê û birêvebirina şaş, hemwelatîyê sûrî bi mebesta dîtina karekî û jîyaneke baştir ji gundan ber bi bajaran ve koç bû; lewre kirîza civakî kambax bû. Her wiha hîn zagona leşkerîya neçar li dar e; ji dêl ku alîkarîya xortan bikin ku asta xwendina wan bilind bibe û ji bo pêşketina welat di warê pîşesazî, çandinî û geştyarî de sûdê ji wan bigirin, wan di warekî neberhemdar da kom dikin. Jixwe çareserî ew e ku artêşeke niştimanî were avakirin ku welat, gel û serwerîyê biparêze.

Ya ku rewş kambaxtir kir ew bû ku tevî ku çend neteweyên din, bi taybet neteweya kurd, hebûn jî Sûrîye weke welatekî neteweyî ereb dihate nîşandan. Kurd, heta destpêka raperîna gelêrî di sedsala bîst û yekê de ji mafên xwe bêpar man. Lewre welat û statûya sûrî, li kêleka milmilaneya olî ku mayîna desthilatê di destê komeka olî de bû, rê ji derketina vê milmilaneyê re xweş kir, welat bû warê rûbirûbûna hundirîn di navbera nijad û neteweyên cuda de.

Şoreşa sûrî kûrbûna dijberî û cihêrengîyê aşkere kir û dîyar kir ku domkirina vê rêbazê ne gengaz e û da ku welat ji kirîz û pevçûnan rizgar bibe, guhartin xaleke jêneger e. Lê divê ev guhartin li ser bingeheke objektîv were avakirin ku kakila pirsgirêkê çareser bike. Lê mixabin ev raperîna li dij zilm û stemkarîya Rêjîmê li şer û pevçûneke olî, tîreyî, mezhebî û hin caran nijadî jî veguhezî.

Tişta balkêş di vê navê re, rewşa bakurê rojhilatê Sûrîyeyê bû. Çimkî piştî ku rêxistina Daişê derket, di sala 2015an de li bajarê Qamişloyê Hêzên Sûriya Demokratîk hatin damezrandin da ku li hember kaosê were sekinandin û rêya şer û pevçûnê were dîyarkirin ku ne şerekî tîreyî, mezhebî yan nijadî ye, lê belê şerê destnîşankirina ayindeya Sûrîyeyê û gelê Sûrîyeyê ye. Fermandariya Rêveberîya Xweser danezanek belav kir û bi rêya wê xwe da nasîn, her wiha di daxuyanîyê de Hêzên Sûriya Demokratîk da nasandin ku “Hêzeke leşkerî, niştimanî û yekgirtî ye; ji bo hemû sûrîyan e û ereb, kurd, siryan û hemû pêkhateyên herêmê di nava xwe de dihewîne.” Anku bi vî rengî naveroka vê pênaseyê nîşana wê yekê ye ku hevkarîya di navbera van pêkhateyên olî û nijadî de ji bo avakirina welat û misogerkirna ewlehî û aramiyê ye da ku gel ji sînorê şer û pevçûnan derkeve û dest bi dest dewleta hemwelatîbûn û dadmendîyê ava bike.

Jixwe ev e tişta ku îro em li deverên di destê QSDê de dibînin. Ewlehî û aramî li deverê peyda dibe û hemû dîmenên rûbirûbûn, cudahî û pevçûna di navbera pêkhateyan de ji holê radibin ku van pêkhateyan soz daye ku Sûriyeyeke nû li ser bingehên dadmendî, wekhevî û rêgiritna mafên mirovan ava bikin.

********

Hin alî dixwazin Rêveberîya Xweser li Bakurê Sûrîyeyê wekî plan û projeyeke cudaxwaz bidin nîşandan ku li gor wan ev proje destpêkeke bizanebûn e ji bo ku Sûrîye li çend dewletên biçûk tîreyî û nijadî were parçekirin. Bi tenê karê objektîv, niştimanî û bêalî yê Rêveberîya Xweser ya bakurê Sûrîyeyê dikare ji bo van tawanan bibe bersiv ku alîyê tu pêkhateyeke nijadî yan olî li hember pêkhateyên din nagire. Çimkî peymana civakî ya ku li ser hatiye levkirin, guhartina desthilateke gendel bi yeke din wekî wê armanc nagire. Girîngî, cidîyet û pêşketina vê peymana civakî bi rêya hevkarîya van pêkhateyên niştimanî li nav civaka sûrî û bi taybet li bakurê Sûrîyeyê pêk hat. Lewre rêya şer û pevçûnê rast kir û vegerand şopa wê ya berê ku şerekî li dij stemkarî û desthilatdarîyê ye û dîyar kir ku derfet heye ku li ser bingeha wekhevîyê paşeroja Sûrîyeyê bê avakirin û Sûrîye dikare bi makezagon û kakila zagonên xwe bibe dewleteke sivîl. Her wiha derfet heye ku dewlet û sazîyên wê derveyî çarçoveya parkirina di navbera hêzên tîreyî û nijadî yên bi hêz de bin. Parkirina ku li ser hisabê tîre, mezheb û nijadên din bû ku dibe ku ji ber tibaba hejmara endamên wan bûbana armanc. Lewre ev yek derfetê dide hin alîyan ku bi zanebûn û nîyazeke xirab doza avabûna hevbendîya kêmaran li devera Rojhilata Navîn bikin ku ev gav deverê bi temamî tûşî şer û pevçûnên olî û nijadî yên bêdawî dihêle. Her wiha ev hevbendî rê didin dewletên derveyî ku desttêwerdanê bikin û bi demografîyayê bilîzin û li gor berjewendîyên xwe rêjîman ava bikin û sînorên wan yên erdnîgarî û rola wan ya niştimanî û herêmî destnîşan bikin. Jixwe ev bû ya ku li Sûrîyeyê rûda; ku ev yek jî ji encama reftarên rêjîma desthilatdar li Sûrîyeyê bû ya ku hîn di dema buhirî de dijî û tu ders ji şoreşa gelêrî ya ku sala 2011an pê ket negirtin. Tevî ku artêş û mîlîsên çend dewletên herêmî û navdewletî li Sûrîyeyê hene, lê hîn jî serederîya bi ketwara niştimanî ya sûrî re bi dîtinekê dibe ku nikare tiştên ku rûdane fêm bike û rêya derketina ji kirîzê dîyar bike. Yan jî kaosê tev radike, ew jî bi rêya gurkirina pevçûnên çekdar di bin serenavên cuda cuda de, bê ku tu asoyên çareserîyê hebin. Berzbûna radîkalîya olî li ser destê Daişê, bandoreke neyînî li peywendîya di navbera pêkhateyên Sûrîyeyê li hundir û derveyî Sûrîyeyê kir û parçekirina olî û nijadî bi têgînên vê rêxistinê ve hatine girêdan. Rêxistina ku têkilîya xwe bi gelê Sûrîyeyê re bi rengekî didît ku divê li ser sepandina cureyekî destnîşankirî yê jîyînê li ser hemwelatîyên Sûrîyeyê ava bibe û têkilîya bi çi pêkhateyeke sûrî re divê li ser bingeha xwedandest û xwedaxistina jê re be anku ne li ser bingeha rêzgirtin, hevtêgihiştin, hevkarî, avakirina bawerîyê û rûnandina aramîyê be.

Lewre divê tecrubeya Rêveberîya Xweser li bakurê Sûrîyeyê bi baldarî were xwendin û sûd jê bê girtin. Her wiha mijar û xalên ku bi rêya vê tecrubeyê serkeftî dîyar bûn, nemaze di warê komkirina pêkhateyan di çeçoveyeke niştimanî de, werin bicihkirin û şaşîtî werin serrastkirin. Li milê din şop baş bibe û edebîyat û reftar werin bipêşxistin; li gor ku nêzî rastîyê bin û rajeya welatekî bikin ku hemû zaroyên wî kêfxweş tê de bijîn. Bi vî awayî em dikarin vê tecrubeyê li Sûrêyeyê tevî belav û giştî bikin.

*****

Rast e, destpêkê Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo rûbirûbûna metirsîyên rêxistina Dewleta Islamî (Daiş) hatin damezrandin, her wiha ji bo ku desthilata Rêjîmekê, partîyekê û pêkhateyekê ya mîna desthilata Sûrîyeyê nekeve destê nimûneyeke weke wê ku jê ne cuda be lê bi navekî din be û dibe ku jê radîkaltir û stemkartir be, lê belê dîmena cihêreng ya ku Rêveberîya Xweser xêz kir, her wekî rêvebirina karûbarên bakurê Sûrîyeyê ji hêla hemû pêkhateyên wê ve, tekez kir ku ev pêkhate dikarin têgîna pêkvejîyanê geş bikin; bi taybet ku çand û kevneşopîyên gelên deverê nêzî hev in û ev gel rastî heman astengî û stemkarîyê hatine.

Hin dewlet hene ku dîrokeke wan ya dagirkerîyê heye û wekî impratorîyên ku ji holê rabûne tên dîtin, îroj bêrîya rabirdûya xwe dikin û dixwazin rol û heybeta xwe vegerînin û xwe li ser gelên din dibînin û bi çavekî biçûk li wan dinêrin bê ku rêzê li çand û kevneşopîyên wan bigirin, her wiha em dibînin ku ev dewlet dixwazin di milê erdnîgarî û aborî de berfireh bibin. Piştî çend salan ji şerê xwînî û parçebûna sîyasî û cudahîya civakî û lîstina bi erdnîgarî û demografîyê, dîyar e ku mertirsîyên ku gefan li welatên me dixwin hema hema heman in û ji me hemûyan tê xwestin ku em li hember wan rawestin. Her wiha dîyar e ku avakirina dewleteke sivîl di milê zagon, makezagon û pergala sîyasî de, derfetên hevtêgihiştin û hevkarîyê di navbera pêkhateyan de zêde dike û avakirina hin partîyên niştimanî ku armanca wan rûnandina têgîna hemwelatîbûnê be û rajeya her kesî bikin, dê me ber bi aramî û pêşketinê ve bibe.

****

Tê dîtin ku Hêzên Sûriya Demokratîk jî ji pêkhateyên cuda yên devera bakurê Sûrîyeyê pêk tên anku hevtêgihiştin û hevkarî di navbera van pêkhateyên cihêreng de heye, lewre karîne hêzên hevbeş di bin yek fermandarîyê de ava bikin da ku bibe nimûneyeke bêqisûr ya teşe û sirûşta Sûrîyeya paşerojê ku li ser cihêrengî û şîyanan ava dibe û bê cudahî li zarokên xwe dinêre û bawa hêzên wê, parastina welat û serwerî, xak û gelê wî ye, ne ku parastina serok û partîyê ye. Karê hevseng û niştimanî asta bawerîya bi van hêzan û fermadarîya wan ya sîyasî û leşkerî bilind dike û bi vî rengî ev hêz dikarin xwe û gelê xwe biparêzin û bawerîya alîyên hundir û derve jî bi dest xwe bînin û çanda radîkalîyê ji nav pêkhateyên olî û nijadî rakin.

Ev ketwar, weke destpêkeke objektîv e ji bo avakirina ayindeya Sûrîyeyê ku dê bibe nimneyeke pêşeng ji bo tevahîya Rojhilata Navîn.

Nivîsa “Hesan el-Qutib”, Rêveberê Navenda Libnanî ya Lêkolîn û Amojgarîyan

Gotarek ji Navenda Libnanî ya Lêkolîn û Amojgarîyan

 http://center-lcrc.org/index.php?s=4&id=38691 

زر الذهاب إلى الأعلى