ANALÎZ

Sedemên Seredana Başar El-Esed ji Moskoyê re û Paşxistina Civîna Çaralî

 

Bi vexwendinekê ji serokê rûsî Fladîmêr Potîn herwiha bi armanca berdewamkirina peywendîyên sûrî û rûsî, Beşar El-Esed seredaneke fermi ji bo Moskoyê kir. Ev seredan jî di demekê de tê ku hin nîşaneyên guhertinên navneteweyî û herêmî li gel berdewamîya şerê rûsyê û okraynayê hene, herwiha di dema lihevhatina siûdî-Îranî û ragihandina vegerandina têkilîyên fermî di navbera herduyan de bi hevgînî û çavdêrîya Çînê di dema du mehên bên de, û çalakkirina hemû peymanên berê yên ku di navbera wan de hatibûn girêdan, jixwe roleke Çînî ji bo cara yekem li Rojhilata Navîn diyar dibe.

Dibe ku vexwendina Rûsyê ji serokê sûrî re wekî bersivekekê li beramberî seredana rêveberên emerîkî ji bo Herêma Başûrê Kurdistanê be, herwiha wekî bersivekê li dijî sereda serfermandarê (srokerkanê) emerîkî ji bo herêmên Rêveberîya Xweser be.

Tişta balkêş di vê serdana Beşar El-Esed de ew bû ku piştî ew gihişte Moskoyê ji aliyê Bogdanof cîgirê wezîrê derve yê Rûsyê ve hate pêşwazîkirin, şeva xwe jî li otêlekê û ne li cihê guncaw ji bo mêvandarîya serokan derbas kir, jixwe ev şêwaza pêşwazîkirinê jî wateyên wê yên siyasî hene.

Jixwe ev seredana Beşar El-Esed piştî erdheja ku li Sûrî û Tirkiyê rûda, tê. Serokê sûrî di encama wê erdhejê de hin peywendîyên telefonî ji alîyê serokên ereb ve wergirtin, herwiha hevdîtin jî li gel rayedarên ereb mîna yên Misir, Urdun, Imarat, Uman û Iraqê, pêk anîn. Jixwe Neteweyê Yekbûyî jî siza ji ser Sûryê ji bo dema şeş mehan rawestand, her wiha Sûrî hin alîkarîyên navneteweyî yên hawarçûnê ji alîyên Ereb û navneteweyî wergirt. Ev tiştên bûrî hiştin ku moral û hêvîyên serokê sûrî ji bo asayîkirin û vegera wî ji bo rola xwe ya normal berî / 2011 / xurt bibin. Di roja din de hevdîtin di navbera Esed û Potîn de çêbû, serokê rûsî ji alîyê xwe de teqez kir ku dê ew di piştgirî û pêşkêşkirina alîkarîyên mirovî de berdewam bin, her wiha kêfxweşîya xwe derbarê pêşxistina têkilîyan û hevkarîya di alîyê rûbirûbûna terorê de di navbera her du alîyan de, da xuyakirin. Ji alîyê xwe de Esed ji Potîn re ragihand ku ew encamên berbiçav pêşbîn dike, û teqez kir ku ev seredan dê rê li pêş qonaxeke nû di têkilîyên rûsî- sûrî de, veke. Herwiha Esed piştgirîya xwe ji bo Rûsyê di şerê wê li dijî Okrayna û piştgirên wê de, ragihand.

Sê hevdîtinên telefîzyonî li gel Esed hatin kirin, di wan hevdîtinan de Esed diyar kir ku ew seredan bi sedema hewldanên rûsî ji bo lihevhatinekê an jî nêzîkbûnekê di navbera sûrî û tirkyê de pêk bîne, ew jî di bin fişara hilbijartinên tirkî yên bên de. Herwiha hewldaneke xurt bû ji bo biserxistina Erdogan di hilbijartinan de. Esed di wan hevdîtinên telefizyonî de hevdîtina li gel Erdogan beyî mercê vekişîna ji tevaya xaka sûrî ya dagîrkirî herwiha bêyî destjêberdana çekkirin û piştgirîya rikberî û komên çekdar, nepejirand.

Dibe ku ev helwesta Esed derbarê Erdogan de bi sedema piştgirîya siyasî ya Îranê û hin welatên erebî ji wî re be. Ne dûr e jî ku ev sedemek ji sedemên vê şêwaza pêşwazîkirina lawaz ya rûsî ji Esed re be. jixwe Esed ragihand ku ew naxwaze hevdîtin di navbera wî û Erdogan de tenê ji bo wêneyan çêbibe, lê belê pêwîst e ji bo vekişîna Tirkî ji nava xaka Sûrî hin garantî hebin, ji ber ku li gorî Esed daxuyanî û sozên Erdogan tenê demkî ne û pişt bi wan nayê girêdan.

  Herwiha Esed paşxistina hevdîtina çaralî di navbera Rûsya, Tirkî, Îran û Sûryê de ragihan, ev hevdîtin dê bi rêya cîgirên wezîrên derve yên her çar welatên navborî were lidarxistin, ku gerek bû di roja pênşemê de hatiba lidarxistin, herwiha Esed diyar kir ku ew civîna çaralî bê naverok e, û şandeya tirkî pêşniyar kir ku gerek e naveroka civînê tune be, her wiha tu merc û pêşbînî jî tune bin, ango bi armanca qezenckirina demê û naskirina helwestan hin xapandinên siyasî hene.  Herwiha Esed diyar kir ku tu sûd ji hevdîtinê nîne, lewra teqezî li ser mercê vekişîna ji hemû xaka sûrî hat kirin. Jixwe Îran jî di vê civîna çaralî de beşdar e, û derbarê seredana Esed ji bo Moskoyê, û hevdîtinên wî yên telefîzyonî û daxuyanîyên wî derbarê Erdogan û vekiişandindina artêşa Tirkiyê ji xaka sûrî, Îran bêdeng û bêhelwest ma. Herwiha Îran derbarê paşxistina civata çaralî de jî bêdeng ma, ew civata ku hat gotin ku ew ji ber hin sedemên ewlehî û teknîkî hate paşxistin. Dibe ku Îran ji her yekê ji Sûrî, Siûdî û Imaratê hêvî dike ku ew karibin di çarçoveya lihevkirina Siûdîyê û Îranê de bi rolekê li gel Israîlê rabin, jibo êrîşên Israîlê li ser baregeh û çek û Imbarên Pasdarên Şoreşa Îranê (El-Heres El-sewrî El-Îranî) li Sûrî û libnanê kêm bikin.

 Herwiha cihên şer û nearamîyê li her yekê ji Sûrî, yemen, Iraq û libnanê dê kêm bibin, ev in tiştên ku li gor bûyer û encamên nû tên pêşbînîkirin. Nedûre ku ev hemû tiştên me anîne zimên bandora xwe li ser Rêveberîya Xweser bikin, herwiha aramî û geşepêdanê cîbicî bibin, ku ev yek jî dê bikeve berjewendîya hemû pêkhateyên ku li herêmên Rêveberîya Xweser dijîn de, ji bo Neteweya Demokratîk pêk were.

زر الذهاب إلى الأعلى