ANALÎZ

Plana Dewleta Tirk A Ji Bo Qirkirina Hêzên Siyasî Yên Başûrê Kurdistanê

Ji destpêka vê salê ve dewleta Tirk hewl dide ku hebûna xwe ya li ser xaka di bin serweriya PDK’ê de xurt bike; hem bi rêya oprasyonên leşkerî yên ku ji 23’ê nîsanê ve dest pê kirine û hem jî bihêzkirina baragehên xwe yên leşkerî yên di nava herêmê de ku hejmara wan nêzî 38’an bûye û li seranserî sînorê Îran-başûrê Kurdistanê heyanî bi sêgoşeya sînorên siyasî yên di navbera dewletên (Iraq – Tirkiye  – Sûriye) tên belavkirin. Ev yek der barê hêsankirina hukûmeta başûrê Kurdistanê ji derbasbûna Tirkiyeyê ku serweriya Iraqê û parlementoya başûrê Kurdistanê bin pê dike, pirsan derdixe pêş.

Bê guman hilbijartinên dawî yên parlementoya Iraqê û bidestxistina PDK’ê ji 34 kursiyan re niyetên PDK’ê yên ji bo serdestiya qada siyasî ya li başûrê Kurdistanê bike û partiyên din ên ku dewlemendiyên Başûr û di standina biryaran de parvekirinê dikin dûr bixe, kêm-zêde eşkere kir. Ev gav ne bi awayekî bi serê xwe pêk hatine, lê dibe ku dewleta Tirk bi xwe destek dabê ku armanca wê û PDK’ê heman in; anku berfirehbûna di nava tevahiya xaka Başûr de.

PDK bi siyasetên dewleta Tirk re yên li her çar parçeyên Kurdistanê re hevkar e. Ev yek bi rêya armancgirtina gelê Kurd di sê tewereyan de pêk tê. Ev tewere jî ev in; bicihanîna hevpeymana Şengalê û vekirina rê li pêşiya dewleta Tirk ku xwe bigihîne derdora Şengalê û wê dorpêç bike. Li kêleka wê jî vegere herêmên nakokdar; nexasim Kerkûk ku dixwaze bi rêya kaxiza Tirkmenan xwe bigihînê. Her wiha destekdayîna operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk ên li dijî Gerîla li Qendîlê. Bê guman ev siyasetên ku PDK dimeşîne fişarek e û li pêşiya çareserkirina doza Kurdî dibe asteng.

Limilekî din jî dûrxistna aramiyê li herêmên; ji derveyî serweriya PDKê, em dûr naxin ku destên PDK’ê di nakokiyên hundirîn ên ku di vê dema dawî di nava YNK’ê de rû dan, hebe; ku di dawiyê de yek ji rayedarên wê yên berz (Lahûr Şêx Cengî) hat dûrxistin. Her wiha di doza hewldana jehrkirina Mela Bextiyar ku yek ji rayedarên berz di nava YNK’ê de ye; ku beriya wê mixabiniya xwe ji ber destekdayîna hin rayedarên Kurdî di hewldana jehrkirina wî de, dabû xuyakirin. Li gorî van jî yek ji hêzên Kurdî yên siyasî yên berz bi rewşa xwe ya hundirîn ve daketiye û hewldanên PDK’ê yên ji bo xwegihandina serokomariyê û bidestxistina gelek kursiyan di parlementoya Iraqê de, paşguh kirine.

Ev nîşane li kêleka berfirehbûna Tirkî û nêzîkbûna avakirina barageheke leşkerî ya Tirkî li Silêmaniyê; anku herêma ku di bin destên YNK’ê de ye, pêk tên. Bê guman nakokiya siyasî ya di nav hêzên Kurdistanî yên li başûrê Kurdistanê helwesta PDK’ê xurt dike ku di herêmê de berfireh bibe. Ji xwe berfirehbûna PDK’ê tê wateya berfirehbûna desthilatiyên dewleta Tirk.

Ji aliyekî din ve jî lihevkirinên di navbera Bexdê û hêzên Kurdistanî de yên ji bo vegera pêşmergeyan li Kerkûkê, hêviyek ji bo vegera Kerkûkê li gel hêzên Kurdistanî çêkir. Lê belê nûner û namzetên hilbijartinan ên hêzên Kurdistanî ji aliyekî pêkhateya Tirkmen ve hatin astengkirin û bang ji bi daxwaza mafên Tirkmenan hat kirin. Li vê derê tê amajekirin ku hêzên Kurdistanî bê lihevkirina bi dewleta Tirk re nikarin derbasî Kerkûkê bibin; ev lihevkirin jî tenê di navbera dewleta Trik û PDK’ê de ne, lewre jî hêza tekane ya ku dikare derbasî Kerkûkê bibe PDK’ê ye. Beriya niha jî serokê berê yê başûrê Kurdistanê Mesûd Berzanî doza mafên pêkhateya Tirkmen di herêma Kurdistanê de kiribû.

Ev livûtevgerên PDK’ê di heman demê de tên ku dewleta Tirk bi awayekî hovane operasyonên xwe yên leşkerî li başûrê Kurdistanê zêde kirine. Her wiha li kêleka wê jî zêdekirina gerên hewayî yên bi operasyonên bejayî yên artêşa Trik li kêleka pêşmergeyan ku beşek ji wan parastina baragehên leşkerî avêtibû li ser milên xwe û hişt ku tektîka şerê li dijî şervanên PKK’ê were guhartin, her wiha keysbazkirina wê û nekişîna PKK’ê di nava şerekî bi hêzên Kurdistanî re, rê li pêşiya PDK’ê vekir ku hîn bêhtir di xaka başûrê Kurdistanê de berrfireh bibe. Lê kelêka van jî, êrîşên ku di vê dawiyê de li Hewlêrê û derdora barageha Amerîkî pêk hatin; ku Tirkmenên di nava Heşda Şabî de berpirsiyariya wan rakir ser milên xwe, vê yekê zelal dike ku divê başûrê Kurdistanê di nava rewşeke nearam de be, her wiha berê hemû hêzên Kurdistanî bidin derve û ji rewşa siyasî û leşkerî ya ku başûrê Kurdistanê rûdide, dûr bin.

 

زر الذهاب إلى الأعلى