Rûniştin bi navê “Sûrîya nû … dîmen û çareserî”
Birêz Nûrşan Hesen ev rûniştin bi rê ve bir, di rûniştinê de du semîner hebûn; ya yekem ya birêz Gebraîl Şemûn, cîgirê hevserokatîya encûmena cîbicîkar ya Rêveberîya Xweser ya Demokratîk ya Bakur û Rojhelatê Sûrîyê, rûniştina duyem ya birêz Foza Yûsiv, endama desteya hevserokatîya Partîya Yekîtîya Deokratiîk (PYD) bû.
Birêz Gebraîl behsa mijara nimûneya sîstem û destûra ku jibo Sûrîyê tê xwestin û hêvîkirin, kir. Birêz Foza jî behsa mijara” Rola hevgirtina civakî û şêweya kongreya niştimanî ya jibo çareserkirina pirsgirêkan tê hêvêkirin”, kir
Êdî derfet bo nêrîn û gengeşeya derbarê mijara rûniştinê jibo beşdaran hat dayîn, jixwe beşdaran rûniştin bi pêşniyar û têbînîyên xwe zengîn kirin, gelek xwestek û pêşniyarên beşdaran bo jinûdeavakirina Sûrîyê û nivîsandin destûreke demokratî bi beşdarîya xelkên sûrî ku hêvîyên gelê sûrî bi hemû pêkhateyan li xwe bigre,hebûn, herwiha beşdaran tekezî li ser nenavendî û cîhangîrîyê kir, rûniştin bi bersivdayîna axêveran derbarê pirsên beşdaran bi dawî bû.