Konferans- Komcivîn

Rûniştina yekem a roja yekem a komcivîna Lozanê

Rûniştina yekemîn bi sernavê “Rewşa Siyasî ya Herêmê Beriya Peymana Lozanê” bû, rûniştin ji aliyê endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Dr. Murşid El-Yûsif ve hat birêve birin, û di vê rûniştinê de du semîner hatin pêşkêş kirin:
semînera yekem: ji hêla Profesorê zagona Navneteweyî li Zanîngeha Kîp Tawn li Başûrê Afrîkaya yê, Dr. Mehmûd Patel ve hat pêşkêşkirin, semîner jî bi rêya Zoomê hat pêşkêşkirin, û di semînera xwe de li ser Peymana Sykes-Picot û dîroka derketina netewdewletê li herêma Rojhilata Navîn axivî, her wiha Patel li ser bandora Lozanê ya li ser hemû pêkhateyan û ne tenê li ser gelê Kurd axivî, û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê deskeftiya Kurdan e, belê destkeftiya hemû gelên herêmê ye.
Gotara duyem: Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî Xanim Zeyneb Murad bi rêya Zoomê pêşkeş kir û di wê semînara xwe de behsa rewşa Kurd û Kurdistanê ji ber derketina netew-dewletê kir. Her wiha behsa encamên peymana Lozanê û bandora wê li ser gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê kir, û diyar kir ku dema Kurd yekîtiya xwe ava bikin û gotina wan yek bibe, peymana Lozanê ji naveroka bêbandor dibe.
Piştî wê jî axaftinên beşdaran destpê kir, ku bi piranî li ser babeta mijara her du semîneran bûn, pişt re rûniştin bi dawî hat.

زر الذهاب إلى الأعلى