Konferans- Komcivîn

LI BAJARÊ DÊRIKÊ, SEMîNEREK DERBARÊ SEDSALIYA LOZANÊ DE

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) bi hemahengiya li gel Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê û di çarçoveya rêzeçalakiyên xwe yên bi boneya sedsaliya Peymana Lozanê de, semînerek bi navê:

)    Lozan, Peymana Înkarkirina Mafên Gelan)

Roja pêncşemê 3/8/2023 demjimêr 6ê êvarê li hola navenda çand û hunerê ya bajarê Dêrikê bi amadebûna hejmarek ji rewşenbîr, kesayetiyên civakî û partiyên siyasî yên bajêr, bi rê ve bir.

Bi xuleyeke bêdeng û rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan, semînerê dest pê bû, pişt re sînevîzyona danasînê derbarê komcivîna navneteweyî ya ku Navenda Rojava bi boneya sedsaliya Lozanê di 6 û 7ê Tîrmeha borî de li dar xistibû, hate pêşandan. sînevîzyoneke din jî derbarê Komkujî û binpêkirinên herî girîng ku di van sed salên dawî de li çar parçeyan li ser kurdan hatine kirin, pişt re hat pêşandan.

Derbarê rapirsîna ku ji aliyê navendê ve li ser Peymana Lozanê hatiye amadekirin, û encamên herî diyar ên rapirsînê, endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Mihemed Hesen, axivî.

  Di beşa yekem a semînerê de, endama Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Macida Ehmed derbarê serdema beriya “Lozanê” û serdema piştî wê de, axivî. Di berdewamiya axaftina xwe de, Ehmed li ser komkujî û binpêkirinên ku gelê Kurd û gelên herêmê li çar parçeyên Kurdistanê rastî wan hatin, axivî.

Di beşa duyem a semînerê de endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Raman Reşwanî li ser sê xalan axivî:

1- rewşên navneteweyî û peymanên ku rê li ber peymana Lozanê xweş kirin.

 2- Encamên vê peymanê, û komkujî û binpêkirinên ku dewleta Tirk û dewletên ku erdnîgariya Kurdistanê parve dikin, li ser Kurdan û gelên din dan meşandin.

3- Stratejiya ku divê Kurd ji bo derbaskirina bandorên vê peymanê li ser gelê Kurd yê ku di navbera çar netewe-dewletan de hatiye dabeşkirin, bişopînin, her wiha pêwîstiya hemahengiya di navbera Kurdan de ji bo valaderxistina vê peymana han.

Piştî wê derfet ji bo nîqaşên beşdaran hate dayîn, ji xwe axaftinên beşdaran herî zêde derbarê stratejiya ku divê Kurd ji bo derbaskirina “Lozanê” bişopînin, bûn, û Neteweya kurdî bibe bingehê her pêwendiyê.

   Ev semîner, di çarçoveya çalakiyên Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk li bajarên Rojava derbarê sed saliya Peymana Lozanê û encam û bandorên wê li ser Kurdan de, tê lidar xistin.

زر الذهاب إلى الأعلى