Konferans- Komcivîn

Rûniştina civakî

Rûniştina civakî 7 kesayetên ku beşên civakê ji her du zayendan û ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê hatine bijartin, rêzdar Ekrem Hiso, Endamê Desteya Cîbicîkar a KNK, ji xwe rêzdarên li jêr beşdarî vê rûniştinê bûn:

Farûq Tozo – Ji pêkhateya Êzdî.

Sebah Şabo – Ji pêkhateya Siryanî.

Şêx Miheme Qadirî.

Fikret M. Mistefa- ji Şehbayê.

Dicla Tirbispîyê.

Yadê Sûad – diya Ş. Hevrîn Xelef

Mihemed Serêkanîyê

Di destpêkirina axaftina xwe de rêzdar Ekrem Hiso, ji bo lidarxistina vê komcivînê, Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk spas kir û tekezî li ser giringîya axaftina li ser vê mijara hestyar kir.

Rêzdar Hiso sedemên koçberîyê weke karîgerên aborî û ewlehîyê anî ziman, êdî rêzdar Hiso tekezî kir ku Rêveberîya Xweser bi rêya hêzên ewlehîyê, ewlehî û aramîya herêmê diparêze û bang li Rêveberîya Xweser kir ku rewşa aborî xweş bike, her wiha rêzdar Hiso li ser koçberkirina kotekî ya ku dewletên li dijî Rêveberîya Xweser li ser kar dikin ku bi hemû rêbnazan hewil didin ku herêmê ji şênîyê wê yên resen vala bikin, axivî.

Jixwe rêzdar Dicle Tirbespîyê amaje pê kir ku ev welat bi xwîna pakrewanan hatiye avakirin û tekez kir ku dê gel nirx û destkeftîyên ku bi xwîna şehîdan hatine bi dest xistin; biparêze û ew nabe lîstik di destên dijminan de, her wiha tekez kir ku êdî em çiqasî xwînê birjînin, em ê ewqasî di aramîyê de bijîn ku dijmin hewl didin gelê me koçber bikin û herêmê vala bikin, her wiha diyar kir ku hêvîya wan bi gelê wan heye ku dê destkeftîyên ku bi xwîna pakrewanan bi dest ketine biparêze ku me 12 000 pakrewan dan ji bo ku rê li ber vê koçberîya kotekî were girtin.

Her wiha tekezî li ser girêdana bi xakê kir û got:ʺem ji dijmin re nabin kole û em ê bêyî wize, av, kehrebe û zarok bijîn, lê bêyî rûmet  em jiyan najînʺ.

Rêzdar Sebah Şabo li ser qikirinên ku li ser Siryan pêk hatine, axivî û tekez kir ku ev qirkirin di 2015 de li ser destên rêxistinên sawkar û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hate dubarekirin ku gelê me belawela kir û ew ji gelek herêman koçbere kir, her wiha tekezî li ser mana li welêt, girêdana bi xakê û nehiştina welêt ji dijminan re; kir.

Ji hêla xwe ve rêzdar Farûq Tozo koçberîya ku li cîhanê çêdibe anî ziman û tekez kir ku koçbera xwezayî heye û koçberkirineke bi armanc û pilan heye, her wiha diyar kir ku koçberîya li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê tê kirin, koçberkirineke kotekî ye ku armanca wê valakirina herêmê ji pêkhateyên wê. Paşê tekez kir ku Êzdî para wan ji bûyerên ku di salên dawî de rû dan; bêtir bû, ew jî bi rêya kiryarên ku rêxistinên sawkar li ser Êzdîyan pêk anîn bû, her wiha li ser koçberkirina kotekî ya li ser Êzdîyan pêk hatibû axivî, di dawî de bang li gel kir ku li pişta vê pirojeya demokratî rawiste.

Rêzdar Mihemed Serêkanîyê li ser qirkirin û bikaranîna çekên kîmawî li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, axivî.

Ji alîekî di ve, şêx Mihemed Qadirî girêdana bi xakê û welêt re anî ziman,  jixwe ew jî bi palpişkirina bi gotinên pêxember û ayatên Quranê yên ku bang li girêdana bi xak û welêt ve û parastina sînorên wî dikin.

زر الذهاب إلى الأعلى