Rûniştin bi navê “Pirsgirêkên sîstema navendî ya giştîgir li Sûrîyê û encamên wê “Birêz kurdyar Dirêî rûniştin bi rêve bir, jixwe di rûniştunê de du semîner ji alîyê Birêz Hesan Yonan û birêz Siham Dawûd ve hatin pêşkêşkirin.
Birêz Hesan Yonan mijara alozîyên sîstema giştgir û navendî, ji destpêka damezrandina dewletnetewê li Sûrîyê (Peymana Saykie- Pîkot) ta desteserkirina desthilatê ji alîyê rêjîma Basî ve û sedemên alozîyên siyasî, aborî û civakî.
Birêz Siham Dawûd ji alîyê xwe ve ev mijar ji dema desteserkirina desthilatê ji alîyê rêjîma Basî ve ta bi rûxîna wê girte dest, herwiha behsa rewşa jinê di serdema rêjîma Basî û berxwedanîya jinê li hember rêjîma Basî jî kir.
Êdî; li pêş beşdaran derîyê nerîn û gengeşeyê derbarê mijara rûniştinê de hate vekirin; jixwe beşdaran bi pêşniyar û têbînîyên xwe rûniştin zengîn kirin, hemû beşdaran hin xalên sereke ku kar li ser wan were kirin, tekes kirin; ev jî hin ji wan xala ne:
- Avakirina enîyeke demokrat.
- Pêwîst e dewleta Sûrî nenavendî, cîhangir û demokrat be.
- Avakirina komîteyekê jibo cîbicîkirina derencamên komcivînê û gelek pêşniyarên din yên ku beşdarên komcivînê pêşkêş kirin.