Konferans- Komcivîn

Rûniştina yekem a roja duyem a komcivîna ji bo Lozanê

Rûniştina yekem a roja duyem bi sernavê “Rewşa niha ya kurdan û kêşeyên ku pê re rûbirû ne” ji aliyê lêkolîner û çalakvana rojnamegerî û siyasî, herwiha peyamnêra gelek saziyên çapemeniyê yên kurdî û navneteweyî yên ku bi kurdî û erebî diaxivin, Newroz Reşo ve hat birêvebirin.
Semînera yekem bi rêya (Zoomê) ji aliyê endamê ofîsa siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê YNK birêz Arês Ebdulah ve hat pêşkêşkirin, gotara “Ebdulah” li ser du xalan bû, ya yekem li ser mijarên siyasî bû. Rewşa aborî, çandî û civakî ya çar parçeyan, her wiha behsa destkeftiyên kurdan û destkeftiyên wan ên di vê serdemê de kir. Di xala duyem de jî Ebdulah amaje bi rola siyasî ya gelê Kurd di çarenûsa siyasetên welatên dagîrkerên Kurdistanê de û herwiha rola wan di veguhestina demokratîk a navçeyê de kir.
Gotara duyem ji aliyê Profesorê Zanistên Siyasî li zanîngeha Viyênayê D. Thomas Schmendinger ve hat pêşkêşkirin, di semînera xwe de, Schmendinger li ser kêşeyên ku Kurd îro li çar parçeyên Kurdistanê rûberûyî bûne, rawestiya, Schmendinger li ser du xalan axivî; Ya yekem: kêşeyên ku partî û hêzên Kurdistanî rûbirû mane. duyem jî Schmendinger li ser kêşeyên derve û siyasetên welatên serdest ên li hember pirsgirêka Kurd, rawestiya.
Rûniştin bi tevlîbûnên amadebûyan ên li ser mijara rûniştinê û mijarên her du semîneran bi dawî bû.

زر الذهاب إلى الأعلى