Konferans- Komcivîn

Daxuyanîya Dawî Ya Komcivîna:

Lozan: Rastkirin û Çareserkirina Pirsgirêkên Aramî û Ewlehîya Herêmî

Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), di (6 – 7) Tîrmehê de, komcivîneke navnetewyî bi navê: “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehîya herêmî” li dar xist, tê de sedsalîya peymana Lozanê girte dest, ew jî bi beșdarîya 200 kesî ji partîyên siyasî, Ekademî, tevgerên jinê, sazîyên civakî û rewșenbîrên ji her çar perçeyên Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, Rûsya, welatên ereban û kesayetine navneteweyî. Êdî beșdarvanan tekez kirin ku peymana Lozanê ya ku bi Peymana Așîtîyê hate binavkirin, așîtî û aramî  ji gelên herêmê re neanî û rewatî da qirkirina gel û çandan bi hemû rêbazan ku bi sazkirina dewletên neteweperest șer ragihandin. Vê peymanê rê vekir ku di navbera dewletên herêmê de gelek peymanên ewlekarîyê yên hebûna gelê Kurd û hebûna gelên di herêmê de armanc girtinin çêbûn, ew jî bi rîya pêngavên pișaftina neteweyî, guhertina Demografî, terorîsta siyasî û guhertinên rastîyên dîrokî. Jixwe alozîyên siyasî, aborî û ewlehîyê yên ku di herêmê de rû didin, encama van siyasetên ku pala xwe dabûn vê peymanê, ew jî ji bo pêkanîna armancên girêdayî çespandin û berdewamîya desthilatîya stemkar, yekgirtîya dewlemendîyan û qirkirina gelên resen ên li herêmê.

Êdî li gor wê, beșdarvanên vê komcivînê gihane komeke pêşniyar û daxwazên ku dikarin doza Kurdî û pirsgirêkên ewlehî û aramîyê çareser bike, ew jî ev in:

  • Em tekez dikin ku piştî sedsalî li ser morkirina wê, peymana Lozanê nikarîbû aștî û aramîya herêmî peyda bike, êdî pêwîst e dewletên berpirsên vê peymanê, pirsgirêkên ku jê encam dane rast û çare bikin, her wiha piștgirîya xwe ji dewletên ku vê peymanê li gor berjewendîyên xwe bikar tînin û hêza stemkarîya xwe li ser gelê kurd ji wan distînin, rawestînin.
  • Li gor peymanên mafên mirovan û peymana Neteweyên Yekbûyî, pêwîst e dewletên bibandor li ser siyaseta navnetweyî yên ku tekezîyê li ser girêdana bi van peymanan dikin, doza Kurdî bipejirînin û mafê gelê Kurd ê xwebirêvebirina siyasî, çandî, aborî, civakî û ewlehî misoger bikin, ew jî di çarçoveya peymaneke niștimanî bi dewletên ku xaka Kurdistanê hevpar kirine de.
  • Pêwîst e hêzên Kurdistanî derftên xwe yên siyasî, aborî û leșkerî xurt û hevrêz bikin, ew jî ji bo xweparastina gelê Kurd ji pêngavên qirkirina biarmanc yên ku li ser tê kirin, pêk were. Êdî li gorî wê divê peymaneke niștimanî were lidarxistin ku dûrî cûdahîyên bîrdozî û siyasî yên her alîyekî, hemû alî xwe pê girê bidin, ev jî pêwîstîyê dide lidarxistina peymaneke niștimanî ya Kurdistanî.
  • Gelê Kurd gelekî resen e, li ser xaka xwe ya dîrokî jiyan dike; ji ber vê yekê, divê dewletên ku xaka Kurdistanê hevpar dikin, siyasetên xwe yên li dij Kurdan careke din berçav derbas bikin û mafê Kurdan di jiyan û xwebirêvebirina demokratîk an jî fedralîya demokratîk hemû karûbarên xwe bi rêve bibin di çarçoveya erdnîgarîya dewletên ku kurd lêne, bipejirînin.
  • Neteweya Demokratîk weke raman û felsefe, xwe weke çareserîyeke gengaz ji bo mijara aștîya herêmî, parastina çandên kevnar li herêmê ji tundrewîtîyê û rizgarkirina mirovan ji bendên wan, pêșkêș dike, ew jî ku ezmûna wê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê di bin sîya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhelatê Sûrîyê, hatiye Jiyankirin.
  • Pêwîst e pejrandineke navneteweyî ji Rêveberîya Xweser a ku rewatîya xwe ya zagonî û sincî ji sazîyên xwe yên xizmetguzarî, siyasî û leșkerî digre, were peydakirin.
  • Berdewamkirina êrîşên li ser gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, berdewamîya peymana Lozanê ye ya ku kuștin û koçberkirina gelê Kurd bi destên dewletên Neteweperest ên yekta, rewa kir.
  • Beșdarvanan diyar kir ku dijminên gelan xwe bi tu rêzik û peymanên navneteweyî girênadin, ji ber vê yekê beșdarên komcivînê ji hêzên navneteweyhî dixwazin ku çawaniyekê deynin ku li ser wan pesend bikin ku bi xwe van zagon û peymanan pêk bînin.
  • Em tekez dikin ku piștdana xwehêza gelan tenê rîya derbaskirina encamên peymana Lozanê û nepêkanîna peymanên nû yên stemkar li ser herêmê ye.

Ji ber vê yekê, beșdarvanên li vê komcivînê dixwazin ku civaka navneteweyî li beramberî siyasetên piştguhkirin, nepejrandin û qirkirinê yên ku li ser gelan tên pêk anîn deynin ber berpirsarîyên wê, her wih daxwaz ji komîteyên mafnasî dikin ku alîyên têkildar li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê pêșniyarên komcivînê li cem alîyên navneteweyî yên têkildar, bișopînin.

Beșdarvanên komcivîna “Peymana Lozanê”

Hesekê: 7. 7. 2023

زر الذهاب إلى الأعلى