Konferans- Komcivîn

LI BAJARÊ AMÛDÊ, DERBARÊ SEDSALIYA LOZANÊ DE, SEMÎNEREK BI RÊ VE ÇÛ

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk bi hemahengî li gel Yekîtiya Rewşenbîran li herêma Cizîrê û di çarçoveya rêzeçalakiyên xwe yên bi boneya sedsaliya Peymana Lozanê de, semînerek bi navê: (Lozan, Peymana Înkarkirina Mafên Gelan) roja Duşemê 31.07.2023 demjimêr 7ê êvarê li mûzexaneya Sînemaya bajarê Amûdê, bi rê ve bir. Hejmarek rewşenbîr, kesayetiyên civakî û partiyên siyasî yên bajêr di semînerê de amade bûn.

    Çalakî bi xuleyeke bêdeng û rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên Kurd û Kurdistanê yên sedsalên borî dest pê kir, piştre sînevîzyona derbarê komcivîna navneteweyî ya ku Navenda Rojava bi boneya sedsaliya Lozanê li dar xistibû, hate pêşkêşkirin. sînevîzyoneke din jî derbarê Komkujî û binpêkirinên herî girîng ku di van sed salên dawî de li çar parçeyan li ser kurdan hatine kirin, hate pêşkêşkirin..

Piştre jî endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Kurdiar Dirêî, analîzkirinek li ser rapirsîna ku ji aliyê navendê ve derbarê Peymana Lozanê de hatiye amadekirin, pêşkêş kir, her wiha encamên herî diyar ên rapirsnê jî, nirxand.

  Di beşa yekem ji semînerê de endama Yekîtiya Rewşenbîran li Herêma Cezîrê “Civîn Hebîb” derbarê dîroka beriya Lozanê û serdema piştî wê de axivî, “Hebîb” di berdewamiya axaftina xwe de behsa komkujî û binpêkirinên ku li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd rastî hatin, kir, û got: “Çareserî di yekîtiya Kurdan de ye, ev yek jî rê li pêş dubarekirina Lozaneke din, digire.”

   Di beşa duyem ji  semînerê de, endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Kurdyar Dirêî li ser peymanên ku rê li ber peymana Lozanê vekirine, axivî. “Dirêî” her wiha bal kişand ser girêdana nêzîk di navbera Peymana Lozanê ya 1923 û ragihandina Komara Tirkiyeyê de, ku çend meh tenê di navbera ragihandina damezrandina Komara Tirkiyeyê û îmzekirina peymanê de ne. di dewama axaftina xwe de “Dirêî” diyar kir ku kiryarên nijadperestî, polîtîkayên kuştinê, koçberkirina bi darê zorê, înkar û guhertina demografîk ji aliyê Dewleta Tirk û dewletên ku erdnîgariya Kurdistanê parve dikin li dijî Kurdan û gelên din ên herêmê, encamên Peymana Lozanê bûn.

Di xala duyem de, “Dirêî” behsa pêwîstiya hemahengiya di navbera Kurdan de ji bo valaderxistina peymana Lozanê, kir. amaje bi çend xalan kir ku dikarin li ser bên avakirin, ji wan:

  • Çalakkirina diyaloga navxweyî, nakokiyên navxweyî jî deynin alîyekê.
  • Xetên sor xêz bikin, û nabe ti alî wan xêzan derbas bikin.
  • Neteweya Kurdî bingehê her pêwendiya partiyan e.
  • Divê hêzên Kurdistanî li hemû parçeyan helwesta xwe bikin yek, hemahengîyê jî di navbera xwe de bikin, ji bo rûbirûbûna hemahengiya di navbera dewletên ku Kurdistanê dagîr dikin de.
  • Pêwîst e hemû tevger û partîyên Kurdistanî ji xeleka teng derkevin.
  • Di asta derve de, avakirina lêveger û dîplomasiya kurdî.
  • Danpêdana bi Rêveberiya Xweser, pencereyekê ji bo pirsgirêka Kurd vedike, ku Peymana Lozanê vala derxîne.
  • Netew-dewlet bû sedema parçekirina gelan, lê neteweya demokratîk gelan dike yek.

    Piştî wê, derfet ji bo nerîn û pirsên beşdaran hat vekirin, ku piranî li ser van mijaran bûn: stratejiya ku divê Kurd ji bo derbaskirina “Lozanê” bişopînin, hemû alî nakokiyên navxweyî deynin aliyekî, neteweya Kurdî bibe bingeh ji her têkilîyekê re, here wiha gel li ser partî û tevgerên siyasî, ji bo yekkirina helwêstên xwe, fişarê bike.

Hêjayî gotinê ye ku ev semîner beşeke ji rêzeçalakîyên ku ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ve li bajarên Rojava derbarê sedsaliya Peymana Lozanê û encamên wê û bandorên wê li ser Kurdan de, tên lidarxistin.

زر الذهاب إلى الأعلى