Konferans- Komcivîn

Axaftina Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD

Ji aliyê General Mazlûm Ebdî ve bi rêya vîdeoyê hat pêşkêşkirin, di destpêkê de Ebdî bixêrhatina beşdaran û Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk kir, piştre jî Ebdî behsa hişiyarbûneke kurd a şoreşgerî ya ku qonaxa niha tê de ye, kir. ku hemû peyman nikarin gelê Kurd ji holê rakin û biryara wan bişkînin, her wiha bal kişand ser bingehên ku Şoreşa Rojava li ser esasê wan destpê kir û bû sedema têkçûna hemû planên dijminan, general Ebdî amaje bi wê yekê jî kir ku ew ji bo her pêngav û projeyekê ku xizmeta gelê Kurd bê şert û merc bike, amade ne û ev jî projeya QSDê ye, Ebdî berdewam kir: Em hê jî li ser vejandina diyaloga Kurdî-Kurdî digerin û em hêvîdar in ku astengiyên li pêşiya wê werin rakirin, ev diyalog û şoreş bi hevgirtina me didome.
Di dawiyê de Ebdî got: Em hewl didin projeya konferansa neteweyî ya Kurd ji nû ve vejînin da ku gelê Kurd yekîtiya xwe pêk bîne û belavbûn û parçebûnê derbas bike

زر الذهاب إلى الأعلى