Komcivîn

Destpêka komcivînê û gotina destpêkê

Destpêka komcivînê û gotina destpêkê

Komcivînê bi bixêrhatina beşdaran dest pê kir, êdî gotina navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk hat ji alîyê D. Luqmqn Ebdela ve hat xwendin; di gotinê de tekezî li ser yekîtîya gelê sûrî û tevna çandî û mîrata dîrokî ya gelê sûrî û zordarîya ku di dema rêjîma basî de rûbirûyî wê hatibû, herwiha di gotinê de amaje bi wê yekê hat kirin ku ev komcivîn bibe wek destpêkeke nû ber bi azadî, demokrasî, dadwerî ji bo gelê sûrî, û parastina Sûrîyê ji parçebûnê, di çarçoveya sîstemeke pirreng û demokrat ku maf û rûmeta welatîyên sûrî bipareze.

Gotina Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk

Gelî xwişk û birayan

Silavên gerim ji bo we û hûn di ser ser û çavan re hatin

Bi navê NRLSê em spasîya we dikin ku hûn ji bo amadebûna li komcivînê ji hewîrdorê Sûrîyê hatin û bê guman bi rê de gelekî westîyan

Bê guman em d qonaxeke hestîyar a dîroka welatê me Sûrîyê re derbas dibin. Di vê qonaxê de gelek guhertinên bilez çêbûn û di encamê de pêşeroja welat kir metirsîyê, nexasim li gel destwerdana hêzên herêmî û cîhanî yên ku didin pey ejindeyên xwe yên taybet. Armanca van hêzan ew e ku sûdê ji cihê cyosîyasî yê Sûrîyê bigirin, xêr û bêrên wê veber bînin bêyî ku guh bidin gelê sûrî bi hemû pêkhate, çîn û çandên wan. Ji ber wê me dît ku erkê me yê niştimanî ye ku em vê civînê li dar bixin da ku rûdeym û xwezaya têkilîyên di navbera pêkhateyên sûrî de xêz bikin bêyî ku tu alîyî piştguh û dûr bixin û bêyî ku tu alî serwerîya xwe li ser gelê sûrî yê pirreng ê ku di dîrokê de kûr bûye bisepîne û bêyî ku vê serwerîyê li ser kelepûra çandî ya pêkhateyên dewleta sûrî bisepîne.

Piştî hilweşîna rêjîma basê di heştê kanûna pêşîn, qonaxa zordarî, çewsasndin û yekrengîyê bi dawî bû. Miletê sûrî di serdema vê rêjîmê de rastî gelek sitemkarî, xizanî, bêrûmetî û nijadperestîyê hat. Niha jî rojeke nû û bihareke nû ji bo gelên sûrî yên azadîxwaz dest pê kir lê ev kêfxweşîya gelê sûrî gelekî dom nekir û bilez ev roj bû şeveke tarî. Kongira serkeftinê û paşê kongira diyaloga niştumanî yên ku li şamê hatin lidarxistin bêyî ku nerîna tu pêkhateyeke resen ên herêmê û tevahî gelê sûrî bigirin, gaveke yekalî bû. Vê gavê tirs û nerehetî peyda kir ku bi rêya wê pêkhateyên gelê sûrî carake din werin piştguhkirin û dûrxistin. Her wiha wê tirs li ba gel çêkir ku Sûrîya ber bi sîstemeke navendî ya neteweyî-olî ve here û careke din desthildat di destê alîyekî de bimîne. Ev yek dê rewşê aloztir bike û Sûrîyê ber bi rewşa wê ya berê ve vegerîne.

Gelî birêzên hêja

Vê dema dawî gelek kongir û civîn li hejmarek welatên ereb û ewropayê hatin lidarxistin û gelek gotûbêj û girêbest li ser Sûrîya pêşerojê û çarenûsa pêkhateyên wê çêbûn. Tişta balkêş ew e ku gelê sûrî, civak û pêkhateyên wê ji van civînan bi dûr in. Ev jî diyar dike ku ev dewletên han dixwazin nexşeya sûrîya nû li gor berjewendîyên xwe xêz bikin.

Hebûna me li vir îro, qasîya pabendîya me bi çarenûs û pêşeroja Sûrîyê diyar dike û nîşan dide bê çiqasî em dixwazin rê li ber kesên dixwazin aştîya navxweyî û yekîtîya niştumanî bişikînin, bigirin. Gelê suri li diji siyaseten rejima hilwesiyayi te kosiya. Ve rejima ku cewsandin pek diani u dixwest nakokiyen tireyi u nijadi di nav welatiyen suri de belav bike. Gele suri bi hemu pekhateyen xwe ku bi dehen hezaran qurbani ji zaroyen xwe dan gerek e ew pêşeroja suri xez bikin da ku bibe welateki pirreng, demokrat u azad ku tê de rûmeta her kesî were parastin û ji bo her kesî cihek tê de hebe bêyî ku li nijad, mezheb û îdyolojîya wî were nihêrtin da ku pisporî pîvana sereke be di Sûrîya nû de.

Beşdarên hêja…

Dîrok bi mînakên hilweşîna rêjîman tije ye. Gelên wan ên azadîxwaz karîbûncareke din welatên xwe ava bikin; her wekî Afrîka, Iraq, Yemen, Sûdan, Lîbya û ji bilî wan. Lê ya ji me re girîng ew e ku em dersa ji tecrubeyan bigirin da ku em pêşerojeke nû û geş ava bikin; ew jî bi rêya diyalog û şêwrê di navbera hemû pêkhateyên gelê sûrî da ku nimûneya herî baş a birêvebirina welat hilbijirên ku bi binyada civaka sûrî û cihêrengîya wî re bigunce. Lê mixabin, em rastî rêbazekî tên ku vîna gel û dîmokrasîya xwecihî ya ku di van deh salên borî de hatîye avakirin, dûr dixe û nakokîyan gur dike û careke din gefan li aştîya civakî dixwe. Ev yek jî dibe asgteng li pêşberî pêvajoya siyasî. Tu caran nayê pejirandin ku hiştmendîya desteser were vejandin, nexasim piştî têkoşîn û qurbanîyên ku di van 13 salên borî de hatin dan.

Gelî beşdarên hêja û nûnerên Sûrîyê…

Di vê komcivîna diyaloga sûrî de em ê di tewereya yekem de alozîyên sîstema giştgir, navendî, yekalî, çewsîner û zordar û encamên wê nîqaş bikin. Ev cûre+sîstem di encama rêkeftina Sayks+Bîko hat hatin encamdan. Di encamê de gelek alozî û kêşe di dema rêjîma basê de encam dan û her wiha çawanîya derbaskirina van kêşeyan dê were nîqaşkirin. Tewereya duyem dê xwestek û hêvîyên gelê sûrî di hilbijartina şêweyê rêjîm û destûra nû de ku dê hemû pêkhate û çandan bihewîne, were nîqaşkirin. Her wiha  behsa girîngî û rola hevgirtina civakî û şêweyê kongira niştumanî ya ku dihat hêvîkirin da ku dozên bêçare li Sûrîyê werin çareserkirin, dê werin gotûbêjkirin.

Careke din em bixêrhatina hemû mêvanên rêzdar dikin û hêvîdar in ku ev komcivîn bibe gava yekem a ber bi pêkanîna azadî, demokrasî û dadmendîyê ji bo hemû pêkhateyên sûrî  û parastina Sûrîyê ji parçebûnê. Ew jî di çarçoveya pergaleke desthilatê ya pirreng, demokratîk û azad ku tê de maf û rûmeta hemû niştecihên sûrî were parastin.

Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk

27.2.2025

زر الذهاب إلى الأعلى