Konferans- Komcivîn

Hevserokatiya Encumena Cîbicîkar a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

ji aliyê hevseroka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê birêz bêrîvan Xalid ve hat pêşkêşkirin, di destpêka axaftina xwe de Xalid bal kişand ser girîngiya vê komcivînê li ser asta hundir û derve, piştre jî got ku armanca peymana Lozanê Sala 1923an jinavbirina nasnameya kurdî û desteserkirina mafên wî û mafên pêkhateyên din wek gelê Suryanî ye, her wiha Xalid diyar kir ku armanca Lozanê dabeşkirina Kurdistanê jî di navbera çar welatan de bû, paşê Bêrîvan Xalid li ser girîngiya destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûne axivî, her wiha balkişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Kurdistanê, Xalid her wiha bal kişand ser ezmûna Rêveberiya Xweser ku hemû pêkhate beşdarî avakirina wê li ser felsefeya Neteweya   Demûqratîk bûne

زر الذهاب إلى الأعلى