ANALÎZ

Bakurê Sûrî… Palpiştiyên Tirkiyê çine?

Weke ku dihat pêşbînîkirin, dewleta tirk teqîna kolana Îstîqlalê li devera Teqsîmê ya Stenbolê bi kar anî da ku operasyonekê ragihîne. Vê operasyonê bi awayekî esîmanî dest pê kir û heya niha hê gefên Tirkiye yên êrîşa bejahî berdewam in. Ev yek bêk tê di rewşekê de ku daxuyaniyên navneteweyî li hemb şermok in û hema hema ne cidî ne. di heman demê de gelê sûrî bi giştî û yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi taybet di tirsa vê êrîşê de ne û di tirsa encamên wê de ne ku piraniya wan dê rastî penaberiyeke nû were û dê malbat careke din tarûmar bibin. Jixwe ev tev pêk tê bêyî ku NY deng ji xwe bîne yan jî guh bide astrengiyên koçberên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê ji ber operasyonên borî.

Hejmara 19em a diyalogên Asîtanayê di demekê de dest pê kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Sûriyeyê li ber dergehan e. di heman demê de encamnameya dawî derket ku ew jî gelekî berfereh bû. Di vê operasyonê de gelek kes birîndar bûn û gelek jî şehîd bûn. Jixwe piraniya wan jî sivîl bûn. Her wiha avahî û kargehên jîndetî li bakur û rojhilatê Sûriyê hatin hilweşandin. Tirkiye ew êrîşên xwe bi behaneya ku ew terorê armanc digire, dan destpêkirin.

Gerek e mirov li nerîn û helwestên dewletên aktîv di aloziya Sûriyeyê de (bi taybet piştî zêdebûna rageşiyê careke din) û pêşeroja têkiliyên sûrî-tirkî di vê çarçoveyê de lêkolîn bike û di derfeta pêşveçûna vê operasyonê ber bi operasyoneke bejahî ve ku dê bi ser bakurê Sûriyeyê de pêk were, bikole.

Di van her du hefteyên borî de, tundiya êrîşên meydanî, ango êrîşên dewleta Tirk zêde bûne (jixwe berê jî qut nebûne). Ya nû di van êrîşan de ew e ku wê hemû sînorê bakurê Sûriyeyê daye ber xwe û Tirkiye tê de hejmareke mezin a hêza leşkerî û çekan (her wekî balafirên şer, rokêt û topan) bi kar anî. Balafirên venihêriyê, bi rehetî û azadî bi rola xwe di esîmanê Sûriyeyê de lîstin. Ya balkêş di vê êrîşê de, rehetiya Tirkiye di êrîşa xwe ya di kûrahiya xaka Sûriyeyê de bû. Tevî ku hêzên aliyên misogeriyê li wan deveran hebûn jî, wan tu bertek neda. Ya ku vê tekez dike, ew e ku Tirkiye Kampa Holê ya nêzî bajarê Hesekê ku bi 110km-an dûrî sînorê tirkî-sûrî ye armanc girt û gundê Mumkin ê girêdayî Dêra Zorê ku 200km-an dûrî sînorê Tirkiyeyê de armanc girt. Ev yek helwesta dewletên aktîv diyar dike (Amerîka, Rûsya û Îran) ku wan deng ji xwe neanî der barê êrîşên rêjîma tirkî bi ser pêkhateyên herêmê. Êrîşan qebareya rûxandina ku dê berdewamkirina êrîşên esîmanî yan jî pêşveçûna wê ber bi êrîşeke bejahî ve, diyar kir. Eger ev êrîş berdewam bikin, dê ziyan bigihêje xizmetguzariyên giştî û herêm dê birçî bibe û ji niştecihên xwe vala bibe.

Amadekariya ji bo vê operasyona leşkerî û pêkanîna wê bi vî awayê asîmanî (bi kêmanî) careke din behaneya teqîna Stenbolê û bikaranîna wê ji bo iqnakirina hundirê tirkî û bikaranîna wê weke kaxezekê ji bo fişarê û weke behaneyekê ji bo piştguhkirina her nerazîbûneke navneteweyî ya li ser vê operasyonê dide diyarkirin.

Der barê pêşeroja têkiliyên sûrî-rûsî de jî û piştî hewildanên levkirina her du rêjîman bi serpereştiya rûsî, Rûsya dizane ku operasyoneke nû bi ser bakurê Sûriyeyê de,  dê têkiliyên sûrî-tirkî rageştir bike û dê ev yek bandorê li şertên sûrî yên levkirinê bike (şertê wê jî vekişîna Tirkiye ji xaka Sûriye û rawestandina alîkariya girûpên terorîst e). di daxuyaniyên berpirsên tirk de nîşaneya xwenêzîkirina ji dewleta sûrî tê diyarkirin, lê di rastî de rêjîma Sûriye bê deng e û ji nihta dewleta Tirk nepiştrast e û van daxuyaniyan weke fêlbaziyeke siyasî dibîne ku ev fêlbazî xizmeta bernameya hilbijartinê ya AKPê dike. Di vê rewşa ku  rewşa îdarî, siyasî, ewlehî û aborî li herêmên Tirkiye ber bi xerabbûnê ve diçin, pêwîstiya Tirkiye bi kontrolkrina rewşê berî hilbijartinan heye. Herêmên ku di bin desteseriya Tirkiye û çeteyên wê de ne, di rewşeke pir xerab û tevlîhev de dijîn (her wekî belavbûna hişbiran, dizîn, revandin, qaçaxiya mirovan û hwd) (her wekî Îdilibê ku di bin hêzdariya Desteya Tehrîr el- Şam de ye/Cebhetulnesre). Ji aliyekî din ve, levkirina tirkî-sûrî girêdayî levkirina aliyên navneteweyî yên aktîv di dosyeya sûrî de ye. Her wiha rewşa aloziya herêmên di bin desteseriya Tirkiyeyê de, bandorê bi awayekî mezin li hundirê Tirkiyeyê dike.

Stratejiya têkiliyên rûsî-tirkî û qebareya mezin a dosyeyên di navbera her du aliyan û mijarên hevbeş di navbera wan de, Rûsiya neçar dikin ku tiştên qewimî bipejirîne, çimkî Tirkiye dergehê tekane yê vekirî ye li hemberî Rûsiya di şerê wê yê li dijî Ukraynayê de. Ne dûr e ku Rûsya çavên xwe li ser kiryarên dewleta Tirk bigire, bi taybet li herêmên hêzdariya Rûsiya li rojavayê Feratê ku dibe ku ev herêm rastî êrîşeke bejahî were. Ev yek jî fişarê li Amerîkayê dike da ku ji aliyê siyasî û leşkerî ve dev ji HSDê berde. Dewleta Sûrî jî bi wan re beşdar dibe, bêyî ku guh bidin destkeftiyên demokrasî yên ku Rêveberiya Xweser ji hemû aliyan ve pêk anîne. Li hemberî wê jî em dibînin bê rewşa herêmên di bin desteseriya rêjîmê û opozisyonê de ne, çawa ye.

Helwesta amerîkî der barê tişta ku pêk tê de nezelal e. dibe ku eger êrîşeke bejahî were ragihandin, ev helwest were zelalkirin.

Buxte, piştî borîna du hefteyan bi ser operasyona asîmanî de, hemû nîşane didin diyarkirin ku ev êrîşên li pey hev, bi awayekî yan yê din, encama hevrêziyeke tirkî ji aliyekî ve û ya rûsî û amerkî ji aliyekî din ve ye. Ne dûr e ku êrîşeke bejahî pêk were da ku fişar li ser HSDê zêdetir bibe û di encamê de bi şert û mercên rûsî razî bibe ku Rûsiya dê wan şertan li hemberî raswestandina êrîşê pêşkêş bike. Ev tev jî dikeve çarçoveya bernameya hilbijartinan ku AKPê dixwaze berî xezîrana 2023yan destkeftî û serkeftinên leşkerî pêk bîne.

زر الذهاب إلى الأعلى