ANALÎZ

Bûyerên girtîgeha Xwîranê ya li Hesekê

Piştî ku hewldana şaneyên Daiş’ê ya ji bo kontrolkirina girtîgeha Xwêranê û derxistina girtiyên tê de di berfanbara 2021’ê de bi bin ket û QSD’ê koma ku xwe ji vê yekê re amade kiribû, girt, her wiha dema ku em vedigerin mukurhatinên berpirsê yekser ê vê planê Mihemed El-Ewad, tê xuyakirin ku êrîşa niha li ser girtîgeha Pîşesazî ya li taxa Xwêran a Hesekê çêbûye, bi heman senaryoyê ye.

Girtîgeha ku di cîhanê metirsîdartirîn girtîgeh tê dîtin û di nava xwe de bi hezaran endamên rêxistina Daiş’ê dihewîne, rastî rewşên gelekî metirs hat. Di encama êrîşa ku ji aliyê şaneyên Daiş’ê ve li ser girtîgehê çêbûyî de, şer û pevçûn di navbera endamên Daiş’ê yên li derve û hundir ji aliyekî ve û li aliyê din jî Hêzên Sûriyaya Demkratîk (QSD) û Hêzên Edwlekariya Hundirîn (Asayîş) de çêbûn, di encama van pêvçûnan de bi dehan kuştî çêbûn.

Di heman demê de navenda ragihandina QSD’ê piştrast kir ku hejmarek ji endamên Daiş’ê ber bi aliyê çargoşeya ewlekariyê ya rêjîma Sûriyeyê ya li Hesekê ve reviyan, her wiha hineke din jî ber bi taxa El-Zuhûr ve reviyan û di nava sivîlan de xwe veşartin, piştî ku çend kes ji sivîlan bûn qurbanî, bi awayekî komî sivîl ber bi taxên hundir û yên bakurê Hesekê ve koç bûn. Her wiha hin agahî hene didin xuyakirin ku hun çete ji Serê Kaniyê ya dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi navê “Atrtêşa Niştimanî” hatin şandin û bi çeteyên di nava girtîgehê de di nava têkiliyan de bûn.

Tişta herî balkêş ew e ku di heman dema bûyerên girtîgeha Xwêranê de çeteyên Tirkiyeyê herêmên drdora Eyn Îsa û Til Temirê bombebaran kirin. Her wiha droneke Tirkiyeyê kerwanekî bi ser Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ve ku berê xwe dida Hesekê, kir armanca xwe. Li kêleka vê yekê jî komên bi navê “Berxwedana Gelêrî” li herêmên Dêra Zorê û Reqayê êrîş berdan li ser xaleke leşkerî ya QSD’ê, lê belê tişa balkêş ew bu ku rêjîma Sûriyeyê û Daiş’ê li ser pênasekerên xwe yên fermî, di heman demê de ev yek girtin ser xwe.

Li gorî vê yekê jî hin malper û ajansên bi ser Heşda Şebî ve belgeyeke ku angaşt kirin ji aliyê saloxgêrên leşkerî yên Iraqî ve derketiye weşandin û tê de tê eşkerekirin ku “Armanca êrîşa li ser girtîgeha Hesekê ew bû ku 5000 Daiş’yên di girtîgehê de xilas bikin û berê wan bidin Iraqê da ku li wir hêza xwe xurt bikin”.

Di çarçoveya van guherîn û bûyerên ku çêbûn de, em digihêjin vê encamê ku planeke Sûrî-Tirkî-Îranî- Rûsî heye da ku li ser QSD’ê fişarê bikin ku ji rêjîma Sûriyeyê re hin ji tiştan ji dest berde, nexasim piştî binkeftina rêjîmê ji bo pêkanîna lihevhatinan di Hesekê, Dêra Zorê û Reqayê de. Ev yek hewldaneke berdewam a rêjîmê ye da ku bi rêya ajanên xwe û livandina Daiş’ê dest bi vegera xwe ya li herêmê bike. Ev mijar êdî niyetên rast ên çêkirina vê komploya terorîstane li girtîgeha Xwêranê, ji me re eşkere dikin.

زر الذهاب إلى الأعلى