ANALÎZ

Tirkîyeya Erdogan… Durûtî û Xapandin

Vê dawiyê siyaseta derve ya Tirkiyeyê li hember Koalisyona Sûrî, hin nîşanan di nava xwe de dihewîne ku siyaseta Tirkiyeyê ya rojên bê dîyar dikin. Çimkî guherînên vê dawiyê ku li gor fermanên istixbarta tirkî li hundirê Koalisyonê pêk hatin, girêdayî guhartinên siyaseta Tirkiyeyê ya herêmî li hember dewletên deverê ne û girêdayî hewldanên wê ne ku dixwaze têkiliyên xwe bi dewletên erebî, bi taybet Erebistana Siûdî û Misrê û Ermenistan re, xweş bike.

Piştî rêzekirîzên aborî yên hundirîn li Tirkiyeyê, pêdivîya rêjîma siyasî ya Tirkiyeyê bi piştgiriya derve heye. Çimkî bandora wan kirîzan li rewşa Tirkiyeyê, gefeke cidî li sernivişta AKPyê û Tevgera Neteweyî dixwe. Lewre Tirkiye dixwaze alavên xwe yên siyaseta derve, her wekî Koalisyona Sûrî û koma Ixwanil-Mislimîn ya ku li nik dewletên Kendavê weke komeke terorîst tê dîtin, li parzûnê bixe.

Guherînên dawîn yên ku li hundirê Koalisyona Sûrî pêk hatin û bi nav, sînordarkirina rola Ixwanan, nameyên yekser bûn ji Tirkiyeyê ji bo Misr, Erebistana Siûdî û Îmaratê ku Tirkiye êdî hew destwerdanê di karûbarên van dewletan de dike.

Tevî ku Serokê Koalisyonê “Salim el-Mislit” daxuyanî da ku guherînên ku çêbûne li gor biryareke hundirîn ya Koalisyonê pêk hatine û ev guherîn wekî nameyên niyaza pak in ji bo hin alîyan ku dê hin bi hin dev ji kom û beşên girêdayî Ixwanilmislimîn berde û dê hebûna Ixwanan, di serî de Tevgera Karê Niştimanî ji bo Sûriyeyê ku şepêla herî xurt e di nav Ixwanan de, kêm bike. Her wiha dê kontrolê li ser kenalên ragihandinê yên girêdayî Ixwanilmislimîn bijidîne; kenalên ku rêjîma Ebilfetah Şîsî li Misirê reş dikin. Li kêleka wê dê dosyeya rojnamegerê siûdî “Cemal Xaşiqcî” radestî desthilatên ewlekariyê yên Erebistana Siûdî bikin. Her wiha Tirkiyeyê hejmara kursiyên endamên ENKSê di Koalisyonê de zêde kirin ku ev gav nîşaneke girîng e ji Rêjîma Sûrîyeyê re ji bo wê yekê ku derfeta rêkeftinê û vegera têkiliyan û şerê Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye; bi taybet ku xala dawîn armanceke sereke ya siyaseta derve ya Tirkiyeyê ye.

Li gor vê gelek hewesên Tirkiyeyê ji pey van gavan hene:

  1. Sûdê di milê aborî de bibîne ku dikare rêkeftinan bi wan dewletan re girê bide. Heke ev hewldan bi ser bikevin, dibe ku kirîzên aborî sivik bibin û dîsa ji nû ve baweriya gel bi dest bixe.
  2. Tirkiye dixwaze alîgiriya erebî û navneteweyî ji bo dagirkirina deverên bakurê Sûriyeyê bi dest xwe ve bîne. Ev jî bi riya dûrxistina Tevgera Karê Niştimanî ji bo Sûriyeyê ya ixwanî û bidestxistina piştgiriya dareyî bi bihaneya başkirina rewşa van deveran da ku dema mayîna xwe li wan deveran dirêj bike.
  3. Rola ENKSê (ya ku tu nirxê wê li cem gelê kurd nemaye) û Tevgera Kurdên Serbixwe (ya ku ji aliyê istixbarta tirkî ve ava bûye) geş dike. Ev gav ji bo prosesên guherîna demografîk û sûcên cengê yên ku li deverên kurdan pêk tîne baş e û da ku dewletan razî bike ku kurd li Sûriyeyê li aliyê wê disekinin.
  4. Sûdê ji enerjiya ku li Rojhilatê Deryaya Sipî hat vedîtin bibîne. Da ku ev yek pêk were, divê têkiliyên xwe bi Îsraîl, Misr û Yûnanistanê re xweş bike. Çimkî heke Tirkiye berê xwe nede van dewletan, nikare bi rengekî ewle û demeke dûvûdirêj destê xwe deyne ser dewlemendiyên Deryaya Spî. Nexasim ku Tirkiye di meha çilê 2020an de bi yekcarî rêkeftina sêbalî ya di navbera Qubris, Yûnan û Îsraîlê de red kir. Rêkeftin bi navê “EastMed” tê naskirin û dê Ewropa bi gaza Rojhilatê Deryaya Navîn bar bike. Li kêleka vê yekê jî heke Misr, Îsraîl, Qubris û Yûnanistan rêkeftina di navbera Tirkiye û hikûmeta Lîbyayê ya Ixwanî de, rêkeftina ku di 2019an de ji bo lêgerîna li gaz û petrolê di peravên Lîbyayê de hat îmzekirin, erê nekin, Tirkiye nikare projeyên xwe yên dagirkirinê li Deryaya Navîn û Bakurê Efrîqyayê pêk bîne.

Guherînên ku di siyaseta derve ya Tirkiyeyê de pêk tên weke rêxweşkirinekê ne ji bo qonaxa bidawîbûna dema Peymana “Lozanê” di sala bê de. Her wiha ev guherîn ji bo wê yekê ne ku AKPê dixwaze serdemeke nû ava bike da ku bingeheke islamîperst û faşist li ser demeke dirêj bisepîne. Çimkî desttêwerdan û dagirkeriya ku di salên dawîn de li çend dewletan pêk hatin û sererstkirina makzagonê û perlemantoyê, her wiha guhartina teşeyê deshilatê ji perlemanî ber bo serokatî ve, ev xal hemû bi hev re xweşik diyar dikin ku tişta ku Rêjîma Tirkiyeyê dike hewldanek e ji bo damezrandina serdemeke stratejîk ya nû di dîroka dewleta Tirkiyeyê de ku ev ev serdem dê xwe li ser dagirkirinê û qirkirina gelan ava bike ku ji mêj ve Trikiye ya ku statuyeke biyanî ye li vê deverê, van kiryaran li dij gelên herêmê pêk tîne.

زر الذهاب إلى الأعلى