ANALÎZ

Parçeparçbûna Rikberîyê li Sûrîyeyê û Qonaxa ji Nû ve Hevgirtin

Ji destpêka qeyrana Sûrîyeyê ve 2011, rikberîya sûrî bê rêk û pêk bû û ne amade bû ku rahêje barê wê qonaxê. Bi ser de jî bi hezaran çete û radîkalên mezhebî û olî derbasî Sûrîyeyê bûn. Bi vî awayî mîlîs û komik pêk hatin ku li gor îdîyolojîya xwe ya zihnî nav li xwe kirin. Her wiha dîyar bû ku piranîya wan rêxistinan girêdayî ajandayên alîyên derve bû, loma qeyrana Sûrîyeyê derbasî qonaxa şer û pevçûên herêmî û navdeweltî bû. Destpêkê Erebistana Siûdî û Qeter her wiha Tirkîye û Îran, lê piştî ku qeyran kurtir û aloztir bû, Tirkîye û Îran man, jixwe ev ji bilî hebûna Amerîka û Rûsyayê li deverê ew jî ji ber hevrikîya wan ya bêdawî li ser serperiştîya cîhanê.

Em vigerin pêşveçûnên helwsta rikberîya Sûrîyeyê û destpêka kirîza Sûrîyeyê ku di demeke kurt de li şerekî çekdar veguhezî û peyra komik û rêxistinên ku têkilîyên wan bi rêxistinên terorsît ve hene, xwe berdana nav şerî. Her wiha destê istixbaratên hemû alîyan di jirêderxistina şoreşa Sûrîyeyê de hebû û bi vî rengî tişta bi navê şoreşa Sûrîyeyê gewherê xwe ji dest da û ji çarçoveya doza mafên ku berî kirîzê nedihatin dayîn derket û berev doza vegerandina mafên ku di kirîzê hatin standin çû.

Dewletên ku zêde teide li Sûrîyeyê kirin û bi tevna civaka sûrî lîstin, Tirkîye û Îran in. Heke mirov bala xwe bide şêwazên ku bi kar tînin, dê bibîne ku ew şêwaz ber bi armanceke zelal ve diherikin ku dîroka her du dewletan bi wê navdar e, ew jî sîyaseta guherîna dewmografîk e bi bihaneya ewlekarîya neteweyî li ser hesabê qirkirina komî û jinavbirina hebûna erdnîgarî li deverên armancgirtî. Îran di vê meselê de xwe dispêre hêza nerm û sûdê ji pêdivîyên madî digire. Lê dewleta tirk şopa dagirkirina axê û kirina binpêkirinan der heqê xak, mirov û daran de şopand û tevî wilo jî dewlet bêdeng mane û dimînin.

Rêxistina çekdar ya Rikberîyê ya ku bi el-Ceyiş el-Hur (Artêşa Azad) dihate binavkirin, sala 2015an hate helandin û rêxistineke nû bi navê el-Ceyiş el-Wetenî (Artêşa Niştimanî) hate damezrandin. Lê dixuye ku rêxistinên nû li ser rêziknameyeke nû îmza kiriye ew jî alîgirîya tam ji Tirkîyeyê re ye ku bi rastî jî weke çeteyan li cem istixbarata Tirkîyeyê dixebitin ku bi dehan emdamên van komikan beşdarî hin şer û pevçûnên li derveyî sînorê Sûrîyeyê û dûrî qeyrana Sûrîyeyê bûn ku çûne Afxanistan, Azerbîcan û Lîbyayê. Ji bilî vê jî gelek kesayetên tirsnak yên di lîsteyên terorê de rêzkirî li deverên di destê van komikan de hatin kuştin. Her wiha endamên bazadayî yên “Daişê” bi agahdarîya istixbarta Tirkîyeyê ketin nav wan komikan. Di her qonaxekê de Tirkîye piştrast dike ku ew ne dilsoza gelê Sûrîyeyê ye lê belê ew ketiye şer de ku heza xwe ya qirkirnê têr bike û gelê sûrî di nav hev bixe. Encam jî ew e ku niha derbiderên Himis, Şam û gundewarên wê, Hema û Dera niha li malên derbiderên Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî bi cih bûne. Xweş aşkera bûye ku tekane derdê Tirkîyeyê ew e ku her kombûna sîyasî yan leşkerî ya kurd ji holê rake ew jî bi rêya têkbirina nasname û çanda kurdî. Lewra Heyet Tehrîri-Şam (Cebhetu-Nesre) dest danîye ser Efrînê da ku tiştên li wir mayî ji şop û şûna kurdan li pêş çavên cîhanê ji nav bibe.

Aniha pirs ev e; gelo piştî vegera têkilîyan di navbera Tirkîye û Hikûmeta Şamê de dê sernivişta komikên çete çi be? Heke têkilî vegerîyan, gelo helwesta Amerîkayê li hember vê gavê dê çi be? Piştra, gelo rast niyazeke navdewletî ji bo bidawîkirina qeyrana Sûrîyeyê heye?

Sebaretî çarenivîsa çeteyan, divê em vegerin awayê ku Tirkîyeyê pê serederî bi wan re dikir û çarenivîsa wan bi biryarên AKPê ve girê dida. Çimkî Tirkîyeyê awayê piştgirîya ku ji derve û dewletên Kendavê ji bo rikberîya çekdar tê guhart û piştgirîya dewletên Kendavê ji bo avakirina wargehan terxand da ku rengê alîkarîya mirovî li sûcên demografîk bar bike û bi vî rengî pereyên Kuwêt, Qeter, Îmarat û Erebistana Siûdî di avakirina gelek wargehan de bi kar hatin ku istixbaratên Tirkîyeyê van pereyan li gor planên xwe xerc dikin. Her wiha Tirkîyeyê plan rêsan û li encamên kongireyên ku li jêr navê Hevalên Sûrîyeyê li dar ketin zivirî. Tirkîye bi awayên cuda cuda kar dike, yek jê bi rêya hin rêxistinan ku bi nav ji bo civaka sivîl in lê di bin re istixbarta Tirkîyeyê wan araste dike û bi vî rengî bi sed milyonê dolaran bi bihaneya barê koçberan bi dest dixe, lê ev pere hemû ji bo veşartina nasnameya kurdî li deverê û danîna bingehên statuyeke sift sunî taîfî têne bikaranîn û bi vî awayî dev ji wan deverên li hundirê Sûrîyeyê berdan yên ku miletê sûrî ji wan hat derxistin da ku ew dever bibine statuyeke şîî ji bo projeya Îranê ya avakirina projeya Kevana Şîî.

Niha û piştî ku Tirkîyeyê nikarîbû dewletên din razî bike ku rê bidinê êrîş bike û deverinên din ji bakurê Sûrîyeyê dagîr bike, berê xwe daye mesleyeke din ew jî ku li pêş her çareserîyeke sûrî raweste ku dibe ku ji encama dîyalogeke sûrî-sûrî pêk were; bi taybet piştî ku çend dîdar di navbera Rêveberîya Xweser û Hikûmeta Şamê de pêk hatin û li ser xalên sereke ji bo çareserîya kirîzê li hev kirin. Ji nişkekê ve Wezareta Derve ya Tirkîyeyê nîyaza xwe ya vegerandina têkilîyan di gel Hikûmeta Şamê û bidawîkirina nakokîyan ragihand. Piştî vê ragihandinê, xwepêşandan li hemû bajarên di bin kontrola Tirkîyeyê de derktin û alên Tirkîyeyê hatin şewitandin û bi vê yekê armancên Tirkîyeyê ji bo gelê Sûrîyeyê aşkera bûn. Ji bo ku ev redkirin û serpêçî were bidawîkirin, divîyabû tiştekî ku gefê li hebûna komikên çete bixwe were holê, loma li vir xwe avêtine tor û bextê Heyet Tehrîri-Şam (Cebehetu-Nesre) ya di lîsteyên terorê yên navdewletî de rêzkirî ku ew jî di destê Tirkîyeyê de ye û li gor fermanên wê kar dike. Tirkîye ji nû ve komikên çete dane avakirin ku komik û fermandarên li dij raman nêzîkbûna bi Rêjîma Sûrîyeyê re hatin dûrxistin. Jixwe kesê ku ev yek pejirandî ketibûne destê Heyet Tehrîri-Şam. Dixuye ku niha istixbarata Tirkîyeyê li ser wê yekê dixebite ku endamêm komikan li bêjingê bixe û tesfîye bike da ku bêhtir bi qonaxa nû re biguncin. Çimkî ew vê planê weke rêyekê dibîne ku pê refên hundirê Tirkîyeyê binijnîne da ku rûbirûyî partîyên hevrik di hilbijartinên Tirkîyeyê de li hizêrana 2023yan bibe.

Dixuye ku Tirkîye di rêya komkirina komikan û ji nû ve nijinandina armancên wan de ku bêhtir bi berjewendîyên wê re biguncin berdewam e anku bi vî rengî nexşeya bakurê Sûrîyeyê êdî li gor sîstem û bingehinên nû û li gor pêşveçûnên qonaxê dihê nîgarkirin. Niha jî dibe ku şerekî navxweyî li Tirkîyeyê rûde.

Li başûrê Sûrîyeyê berjewendîyên Îsraîlê têne holê; tişta balkêş di rûdanên ku dem bi dem çêdibin de ji teşeyên redkirina rewşa nihayî ya qeyrana Sûrîyeyê, gava Amerîkayê ye ku rêxistina li Baregeha Tenenfê ber bi wê yekê ve ajot ku navê xwe ji “Mexawîr e-Sewre” bike “Ceyiş Sûrîya el-Hure”. Ev gava han nîşana wê yekê ye ku Amerîka derbasî qonaxeke nû dibe weke beşekê ji stratejîyeke nû ji bo ji nû ve vavartina rikberîyê. Dibe ku di demên pêş de dewletinên ereb jî bêne di nav xeta başûrê Sûrîyeyê de ku dibe ku armanxe pêşîn jê ji bo rûbirûbûna berfirehbûna Îranê be û ya duyem parastina Îsraîlê ji mîlîsên şîî li başûrê Sûrîyeyê be.

Di vê mijarê de helwesta Amerîkayê her weku sîyaseta Amerîkayê ya nezelal li hember qeyrana Sûrîyeyê ne zelal e; bi taybet di rûbrûbûna stratejîya Tirkîyeyê de ya ku li ser hemû astan guherîna demografîk pêk tîne û bazaran li ser pirsa koçberên sûrî datîne.

Kirîza Sûrîyeyê êdî barê hemû layenên navdewletî giran kirîye; bi taybet ku her alîyek êdî ketiye di nav kirîzeke nû de. Loma pêdivî ye ev kirîz bi kêmtirîn jikîsçûn bê bidawîkirin. Rûsya li Ukraynayê şerekî giran bi dewletên rojavayî re dike û li Îranê xwenîşandan her û her zêdetir dibin. Li Tirkîyeyê jî ji encama sîyaseta AKPê êdî rewş aloz bûye anku bi vî rengî rojên bê dê gelek rûdanên çaverênekirî bi xwe re bînin.

زر الذهاب إلى الأعلى