ANALÎZ

Îran li ber şoreşeke nû ye

Îran li ber şoreşeke nû ye

Pêla xwenîşandanan a vê dawiyê  li Îranê, yekgirtî û biryardartir xuya dike, û destnîşan dike ku ew dikare bibe destpêka bûyerek pir mezin.

Xwepêşandan ji roja 19ê Îlonê ve, roja kuştina “JÎna Emînî”, piştî ku ji aliyê polîsên exlaqî yên Komara Îslamî ya Tehranê ve bi tawana “çarşefa nerewa” hatibû girtin, li seranserê Îranê belav bûne. JÎna Emînî;  jineke Kurd a 22 salî bi birayê xwe re li paytexta Îranê hat girtin. Piştî du saetan polîsan ji malbata wê re ragihand ku Jîna rastî felc û krîza dil hat û di bêhişiyê de rakirin nexweşxaneyê. Jixwe polîsan destûr neda dê û bavê wê ku rapora bijîjkî bibînin, lê hinekan karîbû  wêneyên serê qurbaniyê eşkerwe bikin  ku ji hêla medyaya dewletê jî hatî piştrast kirin  weşandin  ku di encamê de ji ber derbeyek rasterast şikestinek li aliyê rastê yê serê wê nîşan dide. Rejîma Îranê bersiva pirsên malbatê yên der barê rewşa Emînî red kir û ev ne bûyera yekê ye ku Îran bêyî hincet û bersiveke zelal; kuştin yan darvekirinekê  dide xuyan. Kuştina Emînî; xistina Balafira Navdewletî ya Ukraynayê ya 752 bi mûşekek rasterast ji hêla pasvasnên Şoreşa Îranê di Çileya 2020an de ku 176 kesên tê de jiyana xwe jidest dan û Îraranê destwerdana xwe ya rasterast red kir,   tîne bîra mirov. Bi rastî jî berxwedana malbata Emînî li hember fermanên hikûmetê bo veşartina wê di şevekê de û bêyî şopandin û eşkerekirina dosyaya mirina wê, bû sembola xwepêşandanên îro yên ku li  Îranê diqewime. Bavê wê bi eşkere behsa mirina keça xwe kir û ji gel xwest  piştigiriyê ne tenê  ji bo keça xwe lê belê ji bo  hemû jinên Îranê bidin.

Di demeke nêzîk de, gelek kesan bersiva banga bavê Emînî dan û di dema merasîma oxirkirina wê  de ji bajarê wê dest bi xwepêşandanekê kirin û di wê merasîmê de jinan çarşefên xwe rakirin û bi yek dengî bi mêran re bi kurdî gotin: “Jin  Jiyana azadî”. Ev xwenîşandan bû destpêka tevgera protestoyî ya niha , û di demek kurt de xwenîşandan li seranserê welêt belav bûn.

Berê, xwenîşandanên gelêrî li Îranê bi gelemperî navendîtir bûn û tenê li paytext Tehranê bûn, Xwepêşandanên niha ji devereke pişgukirin biçûk ku dikeve herêma kurdî ya rojavayê Îranê ku Emînî lê ji dayîk bûye, hatine lidarxistin, ev herêm her tim rastî zilm û zordariyê tê, Rejîm ji destpêka serhildana yekem a Kurdan li dijî Komara Îslamî ya Îranê di sala 1979ê de, herêmê ji nêzîk ve şopandiye. Ev çil sal in, hikûmet hewl dide ku tevahiya welêt li dijî herêma kurdî gûr bike û vê herêmê dixwe  gimanê ku  metirsiyekê li ser ewlekariya niştimanî û dibe faktora parçebûn û nahêle serweriya niştimanî ya yekgirtî pêk were.

Jixwe ev taktîk di berteka Îranê ya demildest li hember xwenîşandanên li dijî kuştina Emînî de xuya dike, dema ku medyaya dewletê û piştgirên wan li ser medyaya civakî hewil dan ku tevgerê wekî kampanyayek cudaxwaz a dijî Îranê nîşan bidin ku ji hêla komên Kurd ve tê meşandin. Helbet ev anaştên wan guh neda wê yekê ku xwenîşanderên Tehran û bajarên din ji pêkhateyên cuda yên etnîkî û olî ne û piştgîriya xwenîşandanên li dijî rejîma Îranê dikin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi zimanê Kurdî bilind dikin.

hêjaye gotinê ye ku van angaştan xwepêşander li seranserê welêt ne rawestandin. Her wiha, van xwenîşandanan serî li ber cihêrengiya zayendî ya heyî rakir, jixwe berê xwenîşandanên jinan li dijî çarçevê tenê bi jinan dihatin sînordarkirin ku di encamê de gelek caran xwepêşander dihatin çiwisandin û neçar dikirin ku bêjin hin kese li derveyî Îranê ew xapandin an jî zext li wan kir ku ji bo vê yekê protesto bikin. Lê xwepêşandanên îro jin û mêr bi hev re li dijî çarçeva neçarî kom kirin, û bi hev re li dijî rênimayên cil û bergên tund ên rejîmê, silogan avêtin.

Vê carê jî, rejîmê hewil da ku çîrokekê çêbike ji bo rewakirina vê çewisandin û zordariyê,û da zanînin ku lixwekirina çarşefê keyfî û dilxwaziye, ji bo vê jî  serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di hevpeyvînekê de ligel kanala CBS’ê derbarê vê yekê de got ku çarçef reftareke çandî û  xwebexş e û ji  ji ya rojnemevan “Leslie Stahl” xwest ku di dema hevpeyivînê de çarşefê li xwe bike û di dema seredana New Yorkê ya ji bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, Reîsî hevpeyivînek diyarkirî ya bi “Christiana Amanpour”  ya tora CNN re red kir piştî ku wê daxwaza wî red kir ku di civînê de çarçefê li xwe bike.

kuştina Emînî ji bo xwepêşandanan bû hêz, ku ji çarçova protestokirina çarçefa neçarî û polîsên exlaqî wêdetir e, ji ber ku axaftin zû veguherî daxwaza guhertina rejîmê û cara yekê ye ku ji çar aliyên welêt ala Komara Îslamî ya Îranê dişewitînin, ya girîngtir ew e ku bajarên wek Qum û Meşhed  ku demekê wek bingeheke bîrûbawerî û piştgirî ji rejîma Îranê re dihatin dîtin  wan jî li dijî rejîmê serî hilda û silogana“bimre rejîma Îslamî” û “Jin, azadî, jiyan” avêtin, û weneyên Rêberê Bilind Elî Xamineyî û Serfermandarê mirî yê Pasdarên Şoreşê Qasim Silêmanî hatine şewitandin.

Cara yekem xuya dike ku Îranî li hemû herêman  û bîrdoziyên cuda li dijî rejîmê dibin yek.Her wiha Piştgiriya navneteweyî jî  ji van xwenîşandanan re jî berfirehtir bû, tevî hewlên aliyên Rojava ku bergiriyê  di ber rejîma Îranê dikin û dixwazin;  daxwazên Îraniyan tenê bi doza çarçevê ve girê bidin,  lê xwepêşandanan  ev tişt derbas kir.

Berevajî rewşên berê, bi taybetî protestoyên ku di sala 2009an de li seranserê Îranê belav bûn – Lobîyên nefermî yên Îranî nekarîn bi Koşka Spî re têkevin têkiliyan. Tevî ku Jak Sullivan, alîkarê berê yê rêveberiya Obama û şêwirmendê niha yê ewlekariya niştimanî yê Serok Baydin, mukir hat ku berê  Koşka Spî  di wê baweriyê de bû  ku “eger Amerîka biaxive, ew ê hewlên xwepêşanderên Îranî têk bibe, û alîkariya wan nake.” dixuye ku Koşka Spî ji şaştiyên xwe yên berê ders girtiye, vê carê rêveberiya Baydin bi awayekî cuda bersiv da, nêzîkatiyek xurt pejirand û ji destpêkê ve piştgirî da xwepêşandanên li Îranê. Tevî ku  sazî û kesên ku li Amerîka dimînin û bi Îranê  girêdayî ne, bê guman hewl didin ku wê çîrokê biguherînin. Lêbelê, hewldanên wan heta niha neçûne serî,  bi yekrêziya bêhempa ya gelên Îranê û bi zelalî diyarkirina daxwazên wan, piştgiriya navneteweyî ji xwepêşandanan re zêde dibe û dengê rejîma Îslamî li welatên Rojava kêm dibe. Bi rastî jî,  mirov dikare piştgiriya xwenîşanderên Îranî li seranserê diyasporayên cûrbecûr yên Îranî, nemaze li Amerîka, Ewropa û Kanada bibîne. Tevî sînordarkirin û sizayên ku berê ji aliyê hikûmeta Îranê li dijî dijberên rejîmê û heta li derveyî Îranê hatibûn sepandin, lê van aliyan bi werekî doza rûxandina rêjîmê kirin.

Li gel van hemû zextên navxweyî û derveyî, rejîm hêza xwe li hember xwepêşandanên berfireh li seranserê Îranê duqat kir. Rejîma Îslamî ji bo çewisandina xwepêşanderan hewlin pir mezin kirin, bi kêmî 76 kes hatin kuştin û înterneta herêmî bi piranî birî, loma vê yekê tirsa ku dê çewisandin xirabtir bibe zêde kiriye. Li hember van kiryaran û çewisandinê, pêla xwenîşandanan bi berfirehî û bi awayekî berbiçav yekgirtî û yek dest xwe îsbat kir, ji ber ku gel ji hemû çîn, temen, ol û nijadan bi hev re ji bo xwenîşandanan kom bûn, û sekn û vîna xwe li hember hêzên çekdar ên rejîmê nîşan dan. Û eger gelê Îranî karibin xwenîşandanên xwe çend rojên din bidomînin,bêgumanwê  rejîma Tehranê xwe li ne hember protesekirinekê bîbîne , lê belê wê xwe li hember şoreşekê bibîne.

Şukriya Biradost

https://www.washingtoninstitute.org/ar

زر الذهاب إلى الأعلى